Min xwe berda behra edebiyata norwêcî



Her ji çendên carekê xwe berdidim behra edebiyata norwêcî, kurmê wê tê min. Çi ye tişta ku min ber bi wê ve dikişîne? Ji bo min wek bêhnvedanekê ye, ne hezkirinek e, pêdivî ye. Lê nikarim li ser hev jî bixwînim, bêhna min teng dibe. Debara min nîne li ber qesweta wê, tîr û tarî ye.

Dibêjim qey min cara ewil bi Êzingvanên Roy Jacobson ew nas kir. Belkî berê jî min ji vê edebiyatê xwendibe, nizanim. Herî dawî jî min hilda Em Diçin Hespan Bidizin a Per Petterson xwend. Dikarim bi dilekî rehet bibêjim, kes bi qasî norwêciyan ne şareza ye di mijara atmosferê de. Mirov naxwîne, lê hest pê dike, ji dil dilerize.

Tişta ku wan ji edebiyatên din cihê jî dike ev e bi ya min. Xweza, daristan, tenêbûn, mînîmalî. Hereket kêm e. Mekan teng e. Ber xwe fireh nakin, ne bezlego ne, zêde nabêjin. Ne ji wan kitêban in ku serê mirov bi axaftinên zêde diêşînin. Romanên wan ên herî pirbêj jî, wek Dopplera Erlend Loe, destûra hizirînê didin, daxilî qada taybet a xwînerî nabin.

Herçend êdî aciz bûme ji vê trenda dinyayê ku zêdetir wek fragmanên otobiyografîk in û hemû tehde û zoriyên li wan bûne bi paşxaneyeke ajîtatîf û estetîzekirî pêşkêş dikin jî (loma tenê ji kitêbeke Annie Ernaux hez dikim: Sal, û Edouard Louis herçend pir bê hezkirin jî, pir xirab e) û ti hostatiyeke çîroksaziyeke xurt li cem wan xuya nabe, ku Mîrasa Vigdis Hjorth jî bişibe wan, ji aliyekî xwe ji wan vediqetîne: Bi mîraswergirtina vegotina atmosferîk a edebiyata xwe. Hin bi hin mirov bedikişîne nav hesabpirsînekê.

Me fam kir ku ji bo edebiyateke baş hewce nake illeh mijareke balkêş a nivîskaran hebe. Nimûneyên vê gelek in. Per Peterson behsa bîranîneke biçûk a malbatî dike. Dag Solstad di Mahcûbiyet û Haysiyetê de behsa çîrokeke mamosteyekî jirêzê û adetî dike (em li vir silav bidin Stonera John Williams, çi romaneke xweş bû). Lê bi şêwaza xwe yê herî ji wan cihê dibe û xweser e, Solstad e ez dibêm qey. Berevajî wan, zimanê wî bêhtir req e. Ew naherike, gav dike.

Zimanê wan bêtir ber bi ahenga helbestî ve diçe. Jon Fose em bibêjin. Diherike, bênavber me ber bi dawiyê ve dibe. Yên wiha divê di bêhnekê de bêne xwendin. Ji pismamên Laszlo Krasznahorkai, Peter Handke, Thomas Bernhard e. Vê dawiyê Fernanda Melchor jî li wan zêde bû, lê nigekî xanimê, bi awayekî gelekî normal, li aliyê kevneşopiya wan realîzma efsûnî ye, lê di vegotinê de di nav vê civatê de ye. Û bavê wan hemûyan helbet, piranî Proust, û di ber de Joyce e.

Rengê vê edebiyatê, rengê mijê ye. Rengê zivistanê, rengê qeşayê ye. Ne tariyekî kujende ye, lê sirrekê di canê mirovî de çêdike. Ne reşbîn e, lê ji melankoliyê hez dike. Hêviyeke xapînok a jiyanê bi mirovî re çênake, lê hêviya me jî naşikîne. Bi îhtiyad e, ne xeyala dinyayeke nû, ne xewnereşka dawiya dinyayê raberî me dike. Di halê xwe de, bi tenê dimeşe.

Niha min nihêrî, Jostein Gaarder jî ji Norwêcê ye. Romana wî Cîhana Sofî di dema lîseyê de tofanek rakiribû. Niha piştî salan bawer nakim xîtabî min bike, lê xuya ye bayê Norwêcê ji wê dema lîseyê ve li min dabû.

 

Şener Ozmen dixwaze çi bike?

 


Şener Ozmen yek ji sê nivîskarên min ên hosta ye. Çi çap bike, çi binivîse, ez ê bixwînim. Pir zû jî dixwînim. Çiqas jê bikerixim, aciz bibim, bêhn li min teng bike, bêhna min biçikîne, hêviyên min kêmtir bike jî, dixwazim bibînim û ji nêz ve bişopînim vê serpêhatiya wî ya edebî. Dixwazim bizanim ka ev dehayê edebî ber bi ku ve diçe?


Ji Xeybê vir ve ye ez nizanim ka Şener Ozmen dixwaze çi bike, ber bi ku ve biçe. Ji min we ye ku ew jî nizane û dema nivîsînê, nivîs berê wî bide ku, ber bi wir ve diçe. Loma gava xwendina wê diqede, mirov ji xwe dipirse, êêê, yanî çi? Ka çi bû? Hemû mesele ev bû? 


Çend sal berê gava min li mala wî jê pirsîbû ka romanên xwe çawa dinivîse, bi pergal e, bi disiplîn e, taslakek jê re datîne an na, bersiva wî ez hinekî matmayî û hinekî xeyalşikestî kiribûm. Loma ez li bendê bûm ku li pişt vê dehayê, van romanan, disîplîn û karkeriyeke xurt hebe. Lê ya rast bersiva pirsa min, îro baştir fam dikim, bêtir li encamê dike û hinekî jî şêwaz û giraniya berheman eşkere dike. 


Wî gotibû “na” û diyar kiribû dema nivîsînê her tişt diyar dibe, ew rûdinişt û çawa bihata, wisa dinivîsî.


Jiyana Asayî ya John Sanders jî encama vê şêwazê ye. Û em dibînin karakterê me di rêyekê de ye, demeke wî ya dirêj li gor vê şêwazê şikil digire. Ew his li vir jî bi min re çêbû ku karakterî rêya xwe dîtiye û nivîskarê xwe li dû xwe kişandiye. 


Şener Ozmen her meh dikare romaneke wisa binivîse, divê ji bo wî ne zehmet be. Lê tişta min aciz dike ew e ku Şener Ozmen hay ji potansiyela xwe ya mezin nîne. Qey loma bi van berhemên ku ji bo wî û ji bo me çerezat in, dinivîse. Lê ev berhem jixwe têne nivîsîn. Kamuran Çakır nivîsî, bila ciwan binivîsin, lê em romanên pirtebeqeyî, mezin, xwedî cîhaneke gewre dixwazin. Em şaheseran êdî ji wî dixwazin. 


Ne ku romaneke xirab e, na, lê ev çend romanên wî ne, gava diqedin ew jî diqedin. Ji bo kêliyekê me kêfxweş dikin, zimanê wî zewqeke zêde dide, diyalogên wî bi hostatî têne sêwirandin, karakterên wî me dibişirînin, lê pevxistin, çîrok û çîroksazî êdî tiştekî ji me re nabêjin. Dinya hinekî jî ber bi wir ve diçe, edebiyata Netflixê? Amerîkî jixwe van dinivîsin, bila ew binivîsin, erê çend kurd jî tê de ne û meseleya wan. Lê ev têra berhemeke baş dikin, û xweser e?


Belkî jî şêwaza Şener Ozmen her ev bû û dê her ev be. Lê êdî bi min wisa tê ku ew her tim heman tiştî dinivîse û ez heman tiştî dixwînim. 


Belkî jî handîkapa wî ew e ku nikare xwe biguherîne û di cihê xwe de asê maye. Tesîra midaxeleyên Kawa Nemir gelek in û herçend heta cihekî baş bin jî, ev yek dihêle ku Şener Ozmen jî nekare xwe biguherîne û her girêdayî şêwazekê be. 


Hostayekî din Kawa Nemir e, lê ji Bîşenga Deşta Dûr û vir ve nizanim ka ew jî dixwaze çi bike. Haykûyan mala wî xira kir. Hostayekî din jî heye, û wisa xuya ye, ev dewr dê dewra wî be.


21.05.2025

Çima nîvê nivîskarên kurdî divê dev ji nivîsîna kurdî berdin?

 


Çendek berê min di Xê de weha nivîsîbû: “Eger em bikarin nîvê nivîskarên kurdî qaneh bikin ku dev ji nivîsîna kurdî berdin û bibin xwendevanên aktîf ên nîvê nivîskarên din, bazar û aqûbeta nivîsîna kurdî dê baştir û geştir bibe. Sazî û dezgehên me ku bixwazin, dikarim gotara xwe ya bi navê ‘Çima nîvê nivîskarên kurdî divê dev ji nivîsîna kurdî berdin?’ di panelekê de pêşkêşî xwendevan û nivîskarên me yên hêja û birêz bikim.”

Vê tweetê rê li ber reaksiyoneke zêde vekir, bi qasî yên di fikra min de, yên ne di fikra min de jî hebûn. Li bendê bûm ku nîqaş gur bibe û ji derekê gazî min bikin ku ez wê gotara xwe ya neyî û xeyalî pêşkêşî civata hazir bikim, û bi rastî jî min dê pêşkêş bikira, lê xuya ye civata me ji zû ve ye heyecana xwe ji dest daye û mijarên derasayî zêde bala wan nakişîne. 


Ev henekek bû ya rastî, lê ya jê ecêbtir, ez bi xwe jî ji rastiya vê henekê bawer dikim. Ji kerema xwe bihêlin, çend gotinan bibêjim. 


Niha, halê hazir, gazindeke berbelav heye di nav %99,5ên nivîskarên kurd de: “Nivîskarên kurdî hev naxwînin.” Yanî yên ku vê îdiayê dibêjin bi xwe jî qebûl dikin ew nivîskarên din naxwînin. Helbet ne mecbûr in jî, çi zanim, belkî bala wan nakişîne. Li jêrê ez dê li ser du îhtimalan rawestim, di yekê de ez dê wan sûcdar bikim, di yekê de ez ê pişta wan bigirim.


1. Nivîskar sûcdar e. Tu sûcdar î. Qet xwe bi vir de û wir de nebe. Tu bi xwe dinivîsî, lê bi xwe naxwînî, û bi ser de jî dibêjî bila nivîskarên din min bixwînin. Tu ji bîr dikî ku berpirsyariyeke te heye ku xwendevanên xwe ava bikî, çêbikî. Qet ne di xema te de ye bi xwe re asta civata xwe jî zêde bikî, xwe vedişêrî, şirove nakî, başî û xerabiyên me nabêjî. Nayê bîra te ku cihê xwendevan lê nebe nivîskar dibe xwendevan, cihê ku rexnegir lê nebe nivîskar dibe rexnegir, çi li wê civatê nebe nivîskar dibe ew. Tu ne ji xwe re û ne jî ji fezayiyan re dinivîsî, tu ji me mirovan re dinivîsî. Gelo haya tê jê heye? Tu dê kengî bi eşkereyî diyar bikî çima te dev ji xwendina kitêbên kurdî berdaye, kengî bibêjî kîjan kitêbên xirab rê li ber te girtiye? Qet li ser wî guhî ranezê, eger edebiyata me xirab be, eger kitêbên me wasat bin, kerem bike ji me re ta bi derziyê ve bike û kil û kêmasiyên kitêbên me bi eşkereyî bibêje û nîşanî me bide kitêbeke baş çawa tê nivîsîn. Eger li civatekê piraniya kitêban xirab bin, tu mecbûr î wan jî bixwînî û hewce bike wan li bin guhê erdê jî bixî, lê bi şertê ku ji me re îzah bikî. Tu dibêjî min nivîsî û çû. Erê çû, lê tu jî dê biçî. Gelo haya te ji vê heye?


2. Nivîskar mafdar e. Tu mafdar î. Ez ji rewşa te fam dikim û bawer bike serwext im bê tu di çi rewşê de yî. Çendik û çend kitêbên ku te ji ber çendik û çend sedeman di nîvî de hiştin, di çendik û çend kitêban de hilnayên û bê hed û hesab in. Hin ji wan bi redaksiyoneke berbad çap bûbûn, rênivîseke wan a têkûz nebû û bi xeletiyên zimanî dagirtî bûn. Ne nivîskarî bîr biribû kurdiya xwe ya nivîskî baştir bike û bi vî awayî neşîne çapê, ne weşanxaneyê bîra wê biribû ku bi vî awayî çap neke û bi vî awayî xizmetekê nake ji bo zimanê xwe, û ne jî redaktor û edîtorê feqîr bîr biribû ku bi vî awayî amade neke û xwe nede ber vî karî an jî hewla wê nedabû ji ber pereyekî kêm zêdetir serrast bike. Lê ka çi bikira wî jî, tişta ku xelkê di rojekê de dikir, wî hefteya xwe bexşî wê dikir, rewşeke zêde aloz bû. Hin ji wan ti kûrahiyeke xwe nebû, karakterîzasyon qels û çîroksazî xirab bû. Hin ji wan ti tiştek li asta te ya edebî zêde nedikir, te fam nedikir çima di nav ewqas berhemên baş de, berhemên ewqas xirab dixwînî. Hin ji wan tê bêjî qey bi darê zorê di çend rojan de hatibûn nivîsîn, tu ecêb dimayî ka çawa xelat nedidan vê zîrekiya wan. Loma te berê xwe ji wan dabû alî, baweriya te bi weşanxaneyan jî nemabû, û heta ku bîst kesên pêbawer kitêbeke kurdî pêşniyazî te nekira, te silava Xwedê jî li wan nekiribû. Lê çi fêde, ew bîst kesên pêbawer jî di rewşa te de bûn û ji zû de xatirê xwe ji vê cîhana biîhtişam xwestibûn. Kes nemabû li dora te jî û te xwe avêtibû bextê kitêbên bi zimanê serdestê xwe, kitêbên bijare yên cîhanê, yên ku li bêjingê ketibûn heta ku hatibûn gihîştibûn te. Lê tu jî serwext bûyî ku heta ewçend kitêbên bijare ji nav ewqas kitêbên xirab ên neteweya xwe hatibû gihiştibûn te, di çi xax û bendan re derbas dibû. Edebiyat sergoyekî mezin bû û tenê çendek kitêbên mezin li ser wê bilind dibûn. 


Me xwe avêt dexlê her çareseriyê, bi bangewazî û kampanyayan nebû, bi perwerdehî û kûrsan nebû, ne bi şaredariyan û ne jî bi zanîngehan, ne bi siyasetê ne bi dînayetê (seba xatirê ahengê min li hev anî), bi girî û lavayan, bi xweşî û bêşiyan, me kir û nekir, ne xwendevanek li me zêde bû, ne jî nivîskarek ji me kêm bû, û bi ser de me nekarî rê li ber xwendevanan jî bigirin ji bo ku nebin nivîskar û tew nivîskaran jî nekarî hin xwendevanan ji xwe re çêkin. 


Aha, madem wisa ye, û madem ti çareyê tê nekir, bangewaziya min li nivîskarên kurdî, werin em vê meseleyê bi hev re, bêyî ku mineta ti der û dorê li me bibe, bi hev re, di nav xwe de, çareser bikin. Werin, em nîviyê nivîskarên kurdî dev ji nivîsîna kurdî berdin, û bibin xwendevanên aktîf ên nîviyê nivîskarên din. Ji kerema xwe bila xeyd û acizî û şiltaxî û tohmet û guman û çêr û xeber û filan û bêvan nebin. Û kî jî hat hilbijartin bila dilê xwe nehêle û ji dil û îman bawer bike ku xizmeteke mezin ji bo bazara ziman û edebiyata xwe dike. Helbet mafê her devjêberderê nivîsîna kurdî parastî ye û bi dilekî rehet dikare her şirove û nirxandinê li ser berhema xwendî bike, dikare derxe perê ezmanan an têxe binê erdê, li ser govendê bigerîne an şîna wê bigire. Lê bi şertê ku cardin nebe nivîskar. 


Lê gelo ev nivîskarên devjêberder dê kî bin û kî dê ji nivîskariya xwe bê xwarê? Ji bo vê yekê pêşniyaza min ew e ku lijneyek ava bibe ji kesên tebeqeyên cuda yên civata me û temsîla her derdorekê tê de hebe. Lê berî ku ev lijne ava bibe, lazim e xeteke me ya sor hebe û maddeyeke mecbûrî hebe ku em bi vê yekê diyar bikin em xwedî prensîb in. Maddeya ewil ev e: 


Ew nivîskarên xirabnivîs ku silava Xwedê li nivîskarekî din nakin û dibêjin ‘heta ku filan nivîskaro min nexwîne ez jî wî naxwînim’ bê lêpirsî û rapirsî û îstîsna û tiştên din ji nivîskariya kurdî têne derkirin. Çênabe ev nivîskar li bendê bin ku nivîskarên başnivîs wan bixwînin.


Piştî vê maddeyê lijneya birêz dikare di çend kategoriyan de van maddeyan amade bike û diyar bike ka ew nîviyê nivîskaran kî ne û bêyî îtham û cezayan, bi zimanekî xweş û dîplomatîk ji wan bixwaze û wan bi hûrgiliyên zêdetir qaneh bike ku çima divê dev ji nivîsîna kurdî berdin û eger dev jê berdin dê geşedaneke çawa ji bo piyaseya ziman û edebiyata me çêbibe. Qanehkirin gelekî muhim e û çênabe tehde û zorî li nivîskarên me bê kirin. Lijneya birêz ji bo wan qaneh bike, dikare Înan Eroglu wek fedaî nîşan bide (bersivek ji bo hevalên ku digotin pêşî tu dev jê berde) û bibêje va ye ev camêr bi serbilindî dev jê berdide û ji ber vê em plaketekê (ji kerema xwe bila ne ya Harikalar Pazarı be) didin wî (spas). 


Wek pêşniyazeke din li lijneya me ya birûmet, em dikarin pêşî berê xwe bidin hin weşanxaneyên bi pereyan çap dikin û ti vîzyoneke wan nîne. Bêguman dê hewl bidin ku bi gotinên xweş we lijneya hêja bixapînin, lê bawer nekin û bi dû bikevin û kitêb bi kitêb, nivîskar bi nivîskar bineqînin. Di vê rêya têrzehmet û pirkelem û zorasê de, serkeftineke niwaze û qewetxweşiyeke bilîmet li gel rêz û silavên xwe yên ji dil ê ku ti milkekî wî nîne ji we hêjayên lijneya zimanê xwe yê bav û kalan re bi hezkirineke zêde dişînim.


Birayê we yê fedaî,

Înan Eroglu


Arşîv bela ye

 



Arşîv bela ye. Ne diyar e dê çi wextî ji ku derê miselitî te bibe. Di demeke herî xweş de ku te bêhna xwe li dû karekî gêjker berdaye, di demeke herî dudil de ku ji kirin û nekirinê wêdetir neçûbî, di demeke herî zivêr de ku ji nîvcotiyê pê ve te parek nebe, di demeke herî seyr de, demeke herî çors, herî sext, herî derbider, heytehol, gumre, sik. 

Arşîv bargiranî ye. Kêfxweş î jê xilas dibî. Sivikahiyeke bêpayan, niwaze. Çi hacet bi wan qiyametek hûrdekariyan, fotrafên ku piştê xûz dikin, nivîsên ku dikumişin ser milan, qeydên westîner û fîlmên ku nayêne temaşekirin. Lê ev jî heye: aciziya bêwext. Tehbeke bi salan li dû berkevkariya keseran, ax neçûya, xwezî neçûya. Temayên ku di klasoran de hilnayên, dosyeyên ku li sengerên hemû hestan pateyê dikutin, bîrhatin li dû bîrhatinê, birîn li ser birînê. 

Arşîv nostaljî ye. Bêçune, dilbijên, temenkuj, tebîetcamêr, dirêjeaşop. Te heye qeflek bo her deriyî, jûrên ku bêhna hezar salan ji wan tê, malên delodîn, huznî û hinekî jî şeng. Sêpêyek û zincîra demê. Vitrîna ku ji dûredeveran xwe li tozê girtiye. Sûret bo awêneyan e, awêne bo derizandinê. Dîmenên ku li xedengan dikevin. Lê nûbûnek divê, tenê nûbûnek. Nûvejiyanek. 

Arşîv şopek e. Di neqeba tengekêliyan re dikudînî, dibihurî ji qal û belaya ku li ser eniya te deqiyaye. Deng li xwediyê xwe digere, xwedî li dû rewrewkan. Rê kor in, şev xumam. Rê dûr in, şev temam. Amade bo çûyînê. Her kesek û hêmaya xwe, her kesek û jêmaya xwe. Dûajoyek im û min heye tenê parek ji mayînê. Ling radiweste. Bêdengî. 

Arşîv meş e. Rêçên ku nagihîjin ti deverê, rêwîtiyên ku rawestgeheke xwe nîne, mijûlahiyên ku li ti saetê nasekinin, xwejibîrkirin, erê, sermestî. Ev darûberên te ne Xwedêyo, û ev mirovên te. Lê ku nebînim nîvê din ê dinyayê, guh nedim selîqeyên qalm û kêfê. Ahengek e didome, ne dikarî jê bimînî, ne dikarî pê bimînî. Bila neqede. Bila neqede. 

Arşîv jibîrkirin e. Her çi hatibe nijinandin di çaviyên xemê de, dinizile nav behra asûdeyiyê. Guhnedanek bo mirina daxbar: Em hebûn û êdî, em tune ne. Va ye gazî me dikin sîrenên bextewariyê, xortên spêle lengerên xwe ji avê dikêşin, keçên xama dilîrînin bo nehatinê. Tebeqe vala dibin ji serpêhatiyan, reng şolî dibin. Hiş bo nemanê ye. Rast e. 

Arşîv detay e. Li qisûran digere. Sebir nîne li vegotinên yekser, albûmên tekûz, tehemil kêm e li xisletên zelal, awirvedanên dûrelal. Nêzenêz, kitekit, tor li pey kujan. Nexş strana xwe dibêjin: Eve em in, nexuya û nabîna, di qefesa xwe de diedilin. Hêsîr, hesar, hesargeh. Dest nagihîjin, dil nahebînin. Lew veşartî ne, sergirtî û binaxkirî. Li hêviya boşelanê, û nêçirê. Li ber biçe, her li ber diçe. 

Arşîv arşîv e û em, tim pê ve ne. 


*Komputura min xira bû, temîrker got dibe em dosyeyên te xilas bikin dibe xilas nekin. Min hilda li dû vê yekê ev nivîsî ku sernavê wê ji mêj e her bi min re bû. Pêşî li defterê, niha jî li telefonê. Hê jî nizanim ka dosyeyên min dê xilas bibin an ne. Herçend piraniya wan qeydkirî ne.. 


“Zimanê derveyî” û “jixwe-nefretkirin”ê

 

Fexriya Adsay rexnegir, lêkoler û wergêrek e. Heta niha gelek kitêbên rexneyî û lêkolînî wergerandine kurmancî û tirkî, kitêbeke wê ya lêkolînê heye li ser jinên êzîdî, gelek meqaleyên rexneyî nivîsandine û edîtoriya kovara rexne û teoriyê ya bi navê Zaremayê kiriye ku heta 2018an 13 hejmarên wê hatine weşandin û îro roj jî wekî blog li ser înternetê didome. Bi Adsay re derheq “zimanê derveyî” û “jixwe-nefretkirin”ê de peyivîm. 


 ORTADOGU NEWS27.09.2020


-     Çend car in lê rast têm ku qala aciziyeke xwe dikî û rexne li hin gotinên  wekî "kurd ... wiha ne, kurd ... wisa ne" yên -ez jî tê de- xwende, nivîskar û rewşenbîrên kurd digirî. Diyar dikî ku ev kes "mîna yekî ji derve be" dipeyivin. Ez dixwazim tu vê acizî û rexneya xwe ji me re zelal bikî. Kurdek çawa dikare mîna yekî ji derve bipeyive? Tu çawa li vê meseleyê dinêrî û dinirxînî? 

 

-     Pêşî ez vê bêjim ku çima ji vî zimanê giştîkirî pir aciz dibim û pê diêşim. Yek, dema kurdek bi milyonan kurdên din dike heman kategoriyê, bi rewşeke neyênî hemû kurdan pênase dike an hemû kurdan dike failê kirineke neyênî ku gelek caran heqaret, biçûkxistin, heta nifir û nefret li dû tê, ez wek kurdekê aciz dibim. Ji ber ku ez jî yek ji wan milyonan im. Du, ev rasterast gotin, nêrîn û klîşeyên serdest û mêtingerên me yên li dijî me tîne bîra min. Sê, dema mirov li bende ye, hadê piraniya civakê bila li aliyekî be, yeka/î lêkolîner, antropolog, sosyolog, nivîskar, şair, hunermend, weşanger, siyasetmedar, rêvebir hwd. hewl bide bi zimanekî erê rexneyî lê heman demê de jî afirîner, çêker, guherîner, analîzker bipeyive, lê vî zimanê gelemperîkirî, bêqîmetkirin û biçûkxistinê bi kar tîne, bêhêvî dibim. Ji ber ku ev uslub rê li ber nîqaşeke dialektîk û afirîner, û fikirînê digre. Ev uslub tê wê maneyê ku em naxwazin an nikarin tiştekî ji klîşeyên serdestên xwe cuda bibêjin, li ser vê bifikirin. Em di zihnên xwe de teslîmî wan bûne çûne. Çar, dema dibînim xwende, nexwende, zana, nezan, jin, mêr, biçûk, mezin, keç, xort, extiyar herkes bi heman zimanê klîşeyî dipeyive, ez pir ecêbmayî û hêvîşikestî dibim. Difikirim gelo çima û çawa kesên ewqas ji hev cuda li ser vê usluba xirab gihiştine konsensusekê? Çima ehlê xwendin, zanabûn, fikirînê û xwedî tecrubeya salan nikarin ferqekê biafirînin? Ewqas ked û sal bi ku ve diçe? Bi vî zimanî em ê çi hal bikin? Heta kengî em ê bi çavekî biçûû derve li xwe binêrin? Divê hê çend sal derbas bibe ku zimanekî me yî navxweyî çêbibe?

 

-Ev ziman û gotara ku tu behs dikî belkî jî bi qasî edebiyata kurdan xwedî dîrokeke kevn be. Ehmedê Xanî ji bo kurdan dibêje, "Lew pêk ve hemîşe bêtifaq in / Daim bi temerrud û şiqaq in." Hacî Qadirê Koyî jî wisa dibêje meselen,  "Hem heqqyane ermen xîretkeşî yektir in / Wek ême nîn le gell yek de’wa biken be şîran." Ev her du şair piranî di nav konteksteke netewî de tên nirxandin û gelek caran em bi serê wan sond dixwin. Ev gotinên Xanî û Koyî jî heman gotin, nêrîn û klîşeyên serdestên kurdan in gelo û ev ziman çend sedsal in qet neguheriye?

 

-     Rast e, li vir Xanî bi zimanekî derveyî dipeyive û di vî warî de dikare qala neguherînekê bê kirin. Zimanê Koyî ne wisa ye. Koyî bi “ême” xwe jî dike nav. Di warê giştîkirinê de, ya Xanî derbarê bêtifaqiyê de ye, ji xwe meseleya bêtifaqiyê bi xwe babeteke giştgir e. Koyî, ermen û “me” bi awayekî giştî dide ber hev û li vir tişt an uslubeke mirov aciz bike tune ye. Bi taybetî li gor dewra xwe ev ne klîşe ne. Em nikarin bibêjin klîşeyên serdestan in jî. Ji xwe ji bo dema wan em nikarin zêde qala gotareke têkûz a serdestan jî bikin, dema Koyî de hinekî rewş cuda be jî hê ne mîna niha berbelav e. Ya din, ziman û gotara ku min li jor behs kir gelek caran heqaret, biçûkxistin, jixwenefretkirin, nefret, heta nifiran jî dihewîne û helbet em nikarin Xanî û Koyî qet tevlî vê meseleyê bikin. Ji xwe qesta te jî ne ev e.

 

 

-    Di xwendinên xwe de rastî têgeheke wisa nehatim ku yekser ji bo vê rewşa kurdan hatibe gotin. Ne yekser be jî û bi temamî li derveyî vê mijara me bin jî hin têgeh hene belkî fikrekê bidin me. Di nivîsên xwe de, Remezan Alan behsa "klîşeya berevajîbûyî" û “oryantalîzma navxweyî”, Şaro I. Garip behsa "aqlê protez" û "self-kolonyalîzm"ê û Şêxo Fîlîk jî behsa "nebanî / yabancılaşma"yê (nexasim nebaniya li civakê û ya li çandê) dike. Lê dixwazim tu li ser têgeha "jixwe-nefretkirin"ê bisekinî, di lîteratûrê de jî têgeheke wekî "jixwe-nefretkirina cihûyan" (Jewish self-hatred) heye ku cara pêşî Theodor Lessing sala 1930yan di kitêba xwe ya discher Selbsthass (Jixwenefretkirina Cihûyan) de bi kar tîne (lê îro roj ji wateya xwe ya eslî hatiye dûrxistin). Lessing kesekî wisa ye ku ji cihûtiyê derbasî xirîstiyaniyê dibe û paşê dîsa li cihûbûna xwe vedigere, di 1933yan de jî ji aliyê naziyan ve tê kuştin. Li gor wî ev jixwe-nefretkirina cihûyan ji ber wê "diyardeyê ye ku xwe pir zêde dişibînin bi çanda serdestan re û wan pêşhikmên wan di nav xwe de qebûl dikin". Tu çi dibêjî li ser vê, em dikarin behsa "jixwe-nefretkirina kurdan" jî bikin? Ev têgeh çiqasî li rewşa me dike?

 

-    Ew her sê têgehên pêşî ji bo peywendên cuda hatibin emilandin jî helbet dikarin rê vekin di nîqaşa vê rewşa me de jî. Lê ez jixwe-nefretkirinê -an self-hatred- li vir bêtir guncav dibînim. Ji xwe tu jî qismen pênase dikî ku qebûlkirin an dahurandina pêşhikmêçanda serdestan e jixwe-nefretkirin. Nayê ra min kengî li vê têgehê rast hatim, lê baş tê ra dema cara pêşî çav lê ketim, hêrsa min a ji ber vî zimanê acizker ku her tim li ber guhê min diket piçekî danîşt, belkî ji ber ku êdî qe ne min piçekî fam dikir ka mesele çi ye. Her çiqas di peywenda cihûyan de peyda bûbe jî ev têgeh, ji bo civakên din ên bindest jî, mîna yên rêş, hatiye emilandin. Loma ji bo min wek têgeheke fonksiyonel xuya kiribû. Piştî ku min dît kesên derdora min ên xwende an ên serê xwe diêşînin jî bi heman uslubê dipeyivin, ewçax bêtir pê êşiyam. Loma bêtir ez mijûl jî kirim. Îjar dibêjim carna dibe ku têgeha jixwe-nefretkirinê têr neke ji bo famkirinê. Giranbûna barê kurdbûnê bi xwe, aloziyên me yên navxweyî û derveyî, her tim behs û rojeva tijî têkçûû nelihevhatinan jî dike ku em zû dev ji xwe û ji aqlê selîm berdin û ev mîna bertekekê xwe di zimanê me de dide der. Û em gelek caran ji bîr dikin ku em bi xwe faîl in an dikarin/divê bibin faîl. Dibe ku ji ber vê jî be ev hêrs û nefreta me. Belkî fikra failbûnê bike ku em bêtir bi aqlê selîm li ser xwe bipeyivin, bifikirin, xwe bi awayekî kûrtir tehlîl bikin. Faîlbûn dibe ku ji me re bibe terapî jî…

 

- Mebesta te ji failiyê çi ye, bi çi awayî ye?

 

- Dibêjim sedemek vê hêrs û nefretkirina ji xwe an, belkî carna nefret gotineke giran be, jixwenehezkirinê dibe ku ji ber hesta bêkêrbûnê be. Dema mirov li hemberî rewşeke aloz xwe bêkêr   dibîne an xwe mîna parçeyek ji wê rewşê nabîne jî hêrs û nefret peyda dibe û ligel vê ji bilî xwe herkesî tawanbar dike. Ev rêya herî hêsan û kurt e. Ya zehmet ew e ku mirov xwe jî bike şirîkê berpirsyariyê û li rêyên dirêjtir, rêbazên bisebirtir lê xurttir bigere. Belkî mirov di temenê xwe de qet negihêje jî dawiya wê rêyê lê çûyina bi vê rêyê de bi xwe jî dikare mirov hinekî rihet bike. Qe ne mirov dikare bêtir bi xwe re li hev be wek kurdekê/î û bi derdora xwe nekeve. Ev jî heye, dema yek ji me hinekî xwe nas dike û hewl dide bikeve vê rêyê jî pir zû şirîkatiya xwe an rabirdûya xe ya nêzîk ji bîr dike, xwe ji hemû arizeyan azade dibîne; wî mafî di xwe de dibîne ku wî zimanê derveyî bi kar bîne an hemû kurdên ji bilî xwe biçûk, bêqîmet bibîne. Em ji bîr nekin, em hemû berxikên eyn kozikê ne. Me her çi perwerde dîtibe, her çi xwendibin, em bûbin xwedî kîjan mewqiyan jî, kêm zêde arizeyên me gişan hene.

 

-Meriv tenê xwe berpirsiyar hîs bike ev hesta jixwe-nefretkirinê dê ji holê rabe? Kurt Lewinê ku serê xwe bi vê têgeha “jixwe-nefretkirina cihûyan” re êşandiye, di 1941ê de dinivîse ku “jixwe-nefretkirina cihûyan tenê dê wê çaxê ji holê rabe, gava ku bi rastî jî ew gihiştin statûyeke wekhev bi kesên ne-cihû re.” Ev gotin pirseke din jî tîne bîra min.  Piştî çend salan dewleteke cihûyan çêdibe, digihijin “wekhevî”yekê, lê ji wê çaxê ve ye hîn jî hin kes bi “jixwenefretkirinê” tên tawanbarkirin, bo nimûne Noam Chomsky û hin rewşenbîrên din, ji ber ku ji polîtîkaya dewleta Îsraîlê nefret/rexne dikin. Her çiqas îro roj kurd negihiştine wê “wekhevî”yê , hinekî rewşa me dişibe hev. Meriv dikare lê rast bê ku ji ber ku kurdek ji hêzek, partiyek yan jî serokekî kurdan nefret/rexne dike wek nefreteke li kurdbûnê tê qebûlkirin, wek bêedebî yan jî bêbextiyeke li nirxê kurdan tê famkirin, kêm zêde wek jixwenefretkirinê. Bi ya te jî ev nefretek e li kurdbûnê? Nefreta ji xwe ççax dest pê dike, sînoreke vê heye? 

 

-     Rast e, Kurt Lewin xweş gotiye. Em jî gelek caran dema serê bi xwe re diêşînin, digihêjin vê encamê û newekhevbûna xwe, bindestbûna xwe, nebidestbûna xwe hwd. (em ne xwediyê qedera xwe ne û heta “em”a me çi ye, me hê li ser wê jî li hev nekiriye) wekî sedemên vê haletîruhiyeta xwe dibînin. Ev tesbîteke giştî û siyasî ye ku gelek rehendên wê hene. Lê tişta min li jor got, bêtir derbarê îro de ye. Yanê heta ku em bibin xwedî statu an bi cîranên xwe re bibin wekhev, em ê wekî tak an şexsekî/ê çi bikin? Heta wê demê em ê çi helwestê bigrin? Em ê li bende wê rojê bin ku partiyek an rêxistinek me rizgar bike û em bibin wekhev?  Ji bo em bikaribin bi xwe bigihêjin wê rojê jî lazim e stratejiyek me hebe.     Ji wê rojê şûn de wê çi bibe? Ne zehmet e mirov texmîn bike ku wê di rojekê de her tişt sed û heştê pile neguhere. Bermayiyên vê serdema em tê de helbet wê bi awayekî bandora xwe bidomîne. Hişmendiyeke sedansalan bi carekê ve naguhere. Û pir normal e ku kesên mîna Chomsky her daim mixalîf jî hebin. Bi qasî ku Chomsky nas dikim, ew mixalifekî pir tûê Amerîkayê bi xwe ye jî ne tenê yê Îsraîlê. Min nebihistiye wî bi awayekî kategorîk heqaret li cihûyan kiriye, ew bêqîmet kirine an ew biçûk xistine. Mixalefeta wî li dijî siyaset û kirinên Îsraîlê yên li hemberî filistiniyan e. Dîsa bi qasî dizanim, ew ne li dijî hebûna dewleta Îsraîlê ye. Ya din, carekê min hevpeyvîneke wî xwendibû, di wir de mealen wiha digot: “erê, ez mixalifekî tûê Amerîkayê me lê ez tu carî bi temamî ne li dijî hebûna dewleta Amerîkayê me, Amerîka gelek aliyên wê kêrhatî/hêja hene.” Hêdar im mixalifên me yên mîna wî her tim hebin, Xwedê me ji wan bêpar nehêle. Rexnekirina siyaseta dewletan bi tu awayî nakeve nav jixwe-nefretkirinê. Îjar nizanim, kê, kengî, di kîjan peywendê de ew bi jixwe-nefretkirinê tawanbar kiriye. Loma qet hewce nake em li ser bisekinin jî ku mirov ji serok, hêzek an partiyeke kurdan hez neke têkeve nav kategoriya jixwe-nefretkirinê. Tu serok, partî an rêxistin ne temama wê neteweyê bi xwe ye an dewsa wê nagre. Helbet rexneyeke bi vî rengî ne nefret e li kurdbûnê. Bila her serok, partî an rêxistin her tim ji xwe re dua bikin ku kesên bikaribe ji dil û can wan rexne bikin, rastî û heqiyan li rûyê wan bibêjin hebe li dora wan. Ger em behsa sînorekê bikin, bi ya min, usluba bêqîmetkirin û biçûkxistina temama kurdan, ew gelemperîkirin an pêşhikmên neyênî yên bêbingeh, ji empatiyê dûr ku, ya girîngtir, hemû kurdan dihewîne û na qala sûretê xwe yê di neynika serdestan de pênase bike, ev dibe ku sînorek be. Ya na, naxwazim xelet bêm famkirin, helbet em ê hevdu rexne bikin, ku em ji hevdu fêr bibin. Guhlêdana rexneyê rêbazeke fêrbûû guherînê ye jî. Bi şertê ku em rexneyê bi xwe jî, mîna gelek tiştan, hundirê wê vala nekin û tenê mîna çek an tîrekê bi kar nînin li dijî fikrên ji yên ji me cudatir. Û li gor min, tiştê ku him qedrê rexneyê zêde dike him jî nîşaneyeke samimiyetê ew e ku mirov bikaribe yê nêzîktirînê xwe, yê ji xwe jî rexne bike.

 

-Remezan Alan di meqaleya xwe ya bi navê “Di Edebiyata Kurdî ya Modern de Lêrasthatinên Kolonyal, Îmaja Netewî û Klîşeyeke Berevajîbûyî” de qal dike ku ew îmaja nerênî ya tirkan di wan hin berhemên kurdî de tu carî nagihêje asta ew îmaja nerênî ya kurdan di wan hin berhemên tirkî de û “ne ew çend bi zikreşî” ye. Te jî di axaftineke me de qal kiribû ku em kurd gelek caran wî zimanê “derveyî” bi qasî ku ji bo xwe bi kar tînin ji bo tirkan bi kar naynin. Ew zimanê ji bo tirkan çawa ye, çi cudahiyên wê ji yê bo kurdan hene?

 

- Belê cudatî heye. Pêşî dema mirov bi mantixeke dûz lê dinêre li bende ye, zimanê li hemberî tirkan gelekî hişktir, bi hêrs û nefret be, ne wisa? Mîna Remezan Alan di peywenda edebiyatê de gotiye, ku vê bala min jî kişandibû, ev mesele di hin deqên edebiyatê de jî pir beloq e. Na, zimanê em li hemberî “wan”, civaka wan bi kar tînin ne ewqasî hişk e, ewqas nefret, biçûkkirin û bêqîmetkirin tê de tuneye. Digel ku ew ên derveyî me ne jî, gelek caran em bi zimanekî derveyî qala wan nakin. Dema herî zêde hêrs dibin, diqehirin jî, hêrsa xwe pir pir li hikumeta wan, leşkerên wan an polîsên wan vala dikin. Ew ne tenê yên derveyî me ne, ew êdinên me ne jî an divê wiha be, pir kêm lê rast hatime ku bi zimanekî kêmker, bi awayekî kategorîk hemû tirk hatine bîçûkxistin, bêqîmetkirin an heqaret li wan hatiye kirin. Li gor tecrubeyên xwe dikarim bi rihetî bibêjim, dema yek zimanekî bi vî rengî li hemberî tirkan bi kar bîne jî, ew ji aliyê derdora xwe tê hişyarkirin ku “em nikarin hemû tirkan bikin yek kategoriyê, qasî ku tirkên xirab hene, yên baş jî hene, di nav her miletî de yên baş nebaş hene” filan û bêvan… û ji pozisyoneke humanîzmaya fantastîk, ev wek nijadperestî an neteweperwerî tê kodkirin. Ji xwe tirsa piraniya me ya herî mezin ew e ku em bi nijadperestî, neteweperweriyê bên “îthamkirin”. Şopa vê helwestê di siyasetê de jî, di hin deqên edebî û sinemayê de jî em lê rast tên.