11. Rashômon (1950): Dinyaya Însanên Derewîn

Kasım 29, 2018 , 0 Şirove


Însan kengî dibêjin “dinyaya derewîn”? Dibêjim qey gava bêhtir li ber mirinê ne, yan karên wan li hev nehatibin, yan baweriya wan bi hin tiştan kêm bûbe, yan daxwaz û hêviyên wan têk çûbin, yan rewşeke xirab li wan qewimîbe, yan… Bi her awayî ev aşkere dibe: Gava derbek li menfaetxwaziya însanan bikeve. Ezperestiyeke mezin tê de heye, xwexwaziyek, ezeziyek. Însanên derewîn ji dinyaya rasteqîn re dibêjin, dinyaya derewîn. Lê ev, dinyaya însanên derewîn e.


Di encama xebatên Kurosawa yên li ser fîlmên bêdeng de (tesîra kekê wî yê întixar kirî di vê de zêde ye, ji ber ku karê wî “sînemaya bêdeng” bû), reşbeleka vî fîlmî, yanî ya Rashômonê derdikeve holê. Kurosawa ji bo vî fîlmê xwe dibêje, ev ceribandineke gêjker û kûrbûyî ye derheqê ezperestî û derewkirina însanan de. Lê ya ku vî fîlmî ecêbtir dike, neliheviya derewên însanan e û miriyên me jî bi qasî zindiyên me dikarin derewan li hev bînin. Mirin jî derewên me pak nake. Nexwe em dê ji kê bawer bikin? Halê hazir, ji xwe.

Fîlm me dibe sedsaleke dûr, sedsala 12an, serdema Heian. Cihê vegêrana fîlm, dergehekî mezin yê bi navê Rashomon e, lê cihê bûyerê daristanek û mehkemeyeke veşartî ye. Baranek bi ser Rashomonê de dibare, pir xweş dibare baran, peşkên wê dipekin ser dilê me jî. Êzingvanek, rahibek û dizekek li bin wî dergehî xwe ji wê barana boş diparêzin. Rahib û êzingvan qala bûyerekê dikin û êzingvan her qal dike ku tu tiştî ji vê rewşê fam nake. Êzingvan qal dike ku li daristanê rastî cesedekî tê lê ber bi dawiya fîlm ve em hîn dibin ku wî dîtiye ew kes çawa hatiye kuştin lê nexwestiye xwe tev li meseleya wan bike.

Qatil, meqtûl û jina meqtûl li mehkemeyeke veşartî ne. Ez dibêjim veşartî ji ber ku em nabînin ka ji aliyê kê ve tên darizandin û weke ku temaşevan dozger bin, qatil, meqtûl û jina meqtûl li me dinerin û behsa çîroka xwe dikin. Ew bi me re diaxivin, pirsên me yên bêdeng dibersivînin. Meqtûl çawa diaxive? Bi xêra medyûmekê. Em heman bûyerê ji çavê her sêyan guhdar dikin. Baş e. Lê gotina tu kesî li ya kesê din nake. Ev ne baş e. Em bi sê nêrîn û riwangehan li heman bûyerê dinerin (tevî ya êzingvan = çar), di edebiyatê de ji vê re dibêjin multiple focalization. Biçem Alıştırmaları ya Raymond Queneau dikeve nav vê kategoriyê yan na, nizanim, lê wî di vê kitêba xwe de heman çîrok bi 99 awayan nivîsandiye. Çîrokeke min tê bîra min, “Dîmen jî Dixapin” (2011, Çirûsk), bêyî ku hay ji vê teknîkê hebim, min jî heman bûyer ji nêrîna çend kesan daye, her kesî şiroveya xwe ya şexsî lê kiriye lê gotina kesekî jî li ya kesê din nake û her yek gotina xwe ya rast qebûl dike.


Qatil heydûtek e, meqtûl jî samûrayek e. Li gor qatil: Ew çav berdide jina samûray > samûray dixapîne û wî girê dide > pêşî jina samûray nahêle lê dawiyê bi dilê xwe dihêle ku ew dest dirêjî wê bike > jina samûray dibêje lazim e yek ji mêran bê kuştin > heydût û samûray duello dikin > samûray tê kuştin > jina samûray direve. Li gor jina meqtûl: Heydût tecawizî wê dike > heydût direve > ew benê li dor mêrê xwe jê dike û dixwaze ew wê bi xencerê bikuje > mêrê wê bi awirên nefretî lê dinere û tiştekî nabêje > jin li ber van awiran naqedîne, ji ser hişê xwe diçe, xencerê li mêrê xwe dixe û dikuje. Li gor meqtûl: Heydût tecawizî jina wî dike > heydût dixwaze jina samûray pê re bizewice > jina samûray ji heydût dixwaze mêrê wê bikuje > heydût bi van gotinan aciz dibe, wê diavêje erdê û ji samûray re dibêje tu bixwazî ez dê wê bikujim > jina samûray direve > samûray bi xencerê xwe dikuje. (Herî dawî êzingvan îddia dike ku wî bûyer dîtiye, ew hemû derewan dikin û qal dike.) Li gor êzingvan: Heydût tecawizî jina samûray dike > dû re li ber digere ku ew bibe jina wî, çi bibêje dê bi ya wê bike > jina samûray benê mêrê xwe jê dike > samûray dibêje ew ji bo jineke weha ne hêja canê xwe naxe meydanê > jina samûray her du mêran li hev sor dike > heydût samûray dikuje > jina samûray direve.

Di fîlm de heman bûyer bi çar awayan hatiye nîşandayîn û her carê em bi çavê kesekî li bûyerê dinerin. Ev awa dihêle ku meriv ji çend aliyan ve kûrahiya meseleyê bibîne û derfetê dide temaşevanan ku bikarin li “ez”a van kesan hûr bibin û ji nêz ve wan nas bikin. Xuya ye ku her yek li “ez”a xwe xwedî derdikeve û kes nabêje dewê min tirş e. Nexwe kî rast dibêje? Yan hemû jî derewan dikin? Em li dinyayeke weha ne ku nizanin baweriya xwe bi kê bînin. Her kes bi qasî hev rastgo ye, her kes bi qasî hev derewker.

Ezperestiya însanan di dawiya fîlm de jî naqede. Em li dergeh dengê pitikekê dibihîzin. Ew kesê dizek diçe ew kincên li dor pitikê radike û didize. Ew li xwe difikire, li gor wî ew nedize kesekî din dê bidize, bi awayekî li gor xwe biheq dê û bavê pitikê sûcdar dike ku ji bo zewqeke çenddeqeyî pitika xwe avêtine ber dîwaran. Herî dawî êzingvan xwedî li pitikê derdikeve û dibêje ew jî êdî zaroka min ya heftan e. Êzingvan di nav wan de yê herî rastgo û jidil xuya dike, heger weha be, nexwe hene însanên ku meriv dikare pişta xwe bispêre wan.



***

Fîlmê bê: Ikiru - Akira Kurosawa

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: