12. Ikiru (1952): Duelloyek bi Jiyanê re

Kasım 30, 2018 , 0 Şirove


Min texmîn nekiribû ku ev fîlm dê ewqasî tesîrê li min bike. Di nav fîlmên Kurosawa yên heta niha min temaşe kirî de, herî zêde di tesîra vî fîlmî de mam. Ew fîlmên wî yên navdar, Sichinin No Samurai, Dersu Uzala, Yume jî ewqasî tesîr li min nekirin. Min îşev li vî fîlmî temaşe kir û bi wan hestan dinivîsim. Navê fîlm, Jiyîn e. Belkî jî ev fîlm bike ku ez jiyana xwe ji nû ve biguherînim. Heger çêbibe, dixwazim her deh salê carekê li vî fîlmî temaşe bikim. Gelo piştî deh salan ez dê çi bifikirim, jiyana min dê weke xwe be yan dê hatibe guherandin?


Ev fîlm derbek e li burokrasiyê, henekê xwe pê dike, rûyê wê yê herî qirêj radixe ber me. Burokrasî dolabek e însanan her li dora xwe digerîne, cardî digerîne, cardî digerîne û tîne cihê ku lê dest pê kiriye. Tiştek naguhere, her kes karê xwe dike lê her kes karê xwe di ser guhê xwe re diavêje û dispêre kesine din. Li mêrikekî bifikirin ku sî salan wekî “mûmya”yan tenê dosyeyan dadigire û mohr dike bêyî ku bikeve dû maneya jiyana xwe û tiştekî jê fam bike. Ev mêrik rojekê ji mîdeya xwe qansêrî dibe, çend meh emrê wî dimîne, û ji xwe dipirse: Ev sî sal e min çi kir? Tu tiştek nayê bîra wî. Çi qas zor û zehmet e meriv piştî sî salan li xwe vearqile û bizane tenê demeke gelekî kurt li pêşiya wî ye. Ev belkî mijareke klîşe xuya bike, rast e, lê Kurosawa bi awa û teknîkên weha dike ku ev fîlm, her wekî Aldo Tassone jî destnîşankirî, ji her derê xwe mirovheziyê bireşîne û me li me vegerîne. Em çi ne û çi dikin?

Watanabe piştî ku bi qansêra xwe dihise, têk diçe. Lê ev têkçûn her weha jiyîneke nû ye, duelloyek e bi jiyanê re, vita nova ye. Ev camêrê me cara pêşîn mala xwe diterikîne, li barekê nivîskarekî nas dike û bi hev re bêrawest li gelek mekanên şevê digerin, vedixwin, dans dikin, stranan dibêjin, şewqeya wî tê dizîn. Li mekanekî daxwaza stranekê dike lê ew bi xwe vê stranê dibêje: “Jiyan kêm e, evîndar bibin gelî bakîreyan.” Hêstirk ji çavên wî tên, em bi tenêtiya xwe ya herî mezin ya însanî dihesin, kelogirî dibin. Ev eynî stran e ku Watanabe berî mirina xwe dibêje. Em dê kîjan stranê bibêjin berî mirina xwe? Yan em li mirinê qet nafikirin? Gava ew û nivîskar tevî du jinan bi otomobîlekê diçin, Watanabe piştî vereşînekê xemgîn dibe. Ew du jin xwe aciz dikin û dibêjin em ji xemgîniyê nefret dikin û straneke bikêf dibêjin. Ev yek ji wan stranan e ku pir jê hez dikim û min ji Rosemary Standley guhdarî kiribû. Min nizanibû straneke ewqasî kevn e. Di spotifyê de lê geriyam û min dît ku bi dehan hunermendan ev stran gotiye. Ross Bagdasarian û William Saroyan ev stran di 1939an de nivîsandiye û melodiya wê jî ji straneke gelêrî ya Ermeniyan e lê stran cara pêşî di albûma Rosemary Clooney ya sala 1951ê de tê weşandin û gotin. Stran, Come On-A My House e. Ev fîlm di 1952yan de hatiye kişandin û meriv ecêbmayî dimîne ka çawa ev stran bilez li Japonyayê jî belav bûye. Werhasil ev straneke xweş e û hûn dikarin ji her du Rosemaryan (Clooney-Standley) guhdar bikin, Standley hêdîtir û ji bo min xemgîntir dibêje.


Jina Watanabe miriye û Watanabe tenê ji bo kurê xwe nezewiciye û sî salan wekî mûmyayan xebitiye. Lê gava li ber jiyanhezî û kêfxweşiya Toyoya memûr heyran û hejmekar dimîne, jê re qal dike ku ew ne di xema kurê xwe de ye. Toyo dike ku ew li jiyana nû vegere. Watanabe gava jê dipirse ka çi ye ev formûla vê jiyana ew dijî, ew bi xwe jî dixwaze hema rojekê bijî. Toyo dibêje ne tiştek e, ez tenê radizim û dixebitim, kûçikekî di ser maseyê re gav dide û dibêje ez bi van tiştan kêfxweş dibim. Watanabe vê formûlê dibîne: Berî mirina xwe dê parkekê ji bo şêniyên bajêr çê bike. Fîlm ji vir bi flashforwardeke mezin çeng dibe dema cenazeya Watanabe, ew miriye, bi xêra bîranînên kesên cenazeyê, bi gelek flashbackan em aqûbeta Watanabe hîn dibin.

Watanabe li her meqaman digere, xwe li ber her kesî kêm û biçûk dixe ji bo vê projeya parkê. Ew bi xwe dibêje, dema wî tune ye ji bo ji însanan nefret bike. Piştî hezar tehb û teşqeleyan vê projeya xwe dide qebûlkirin. Lê şaredarê me yê di rastiyê de tiştek nekirî ji bo vê parkê, di cenazeya camêrê me de wekî xwediyê parkê tevdigere. Ê helbet hilbijartin nêz e, çi ket ber xêra Xwedê ye. Lê ya muhîm park e ji bo Watanabe, kêfxweş e, qet nebe tiştek li dû xwe hiştiye, di hêlekanê de ye, strana “jiyan kêm e” dibêje, xwe dihejîne, berf dibare. Ew amade ye bimire. Tu bi xêr hatî ey mirin!


Aldo Tassone diyar dike ku di nav fîlmên Kurosawa de herî pir ji vî fîlmî hez dike û li gor wî mijara sê fîlman di fîlmekî de hatiye berhevkirin: Şerên mezin yên di dilê mêrikekî rûbirûyî mirinê de rûdayî; lêkolîna kesayeta mêrikekî mirî û portreyeke stemkarane ya burokrasiya ku tebeqeyeke civakî ye. Piştî vî fîlmî gelek pirs hene ku lazim e ji xwe bipirsim. Yek ji wan: Berî ku bimirim, çawa dikarim ji her awayê burokrasiyê dûr bikevim û vê jiyanê bijîm? Bila çavê me li dawiyê nemîne, yaw.


***

Fîlmê bêKumonosu-jô - Akira Kurosawa

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: