13. Kumonosu-jo (1957): Text û Bextê Mirinê

Aralık 01, 2018 , 0 Şirove


Bavê xalê xwe tu çima serok û rêberê xwe dikujî? Heger tu bikujî, rojekê tu dê jî bê kuştin. Lê mirin jêneger e, yek dikuje, yek dimire.

Kurosawa vî fîlmî ji Macbetha Shakespeare adapteyî Japonyayeke sedsala 15an kiriye. Min Macbeth nexwendiye, xwezî min bixwenda. Heqê min zêde tune ye nexwe li ser vî fîlmî biaxivim, herhal.

Ezbenî guh bide jina xwe lê bi ya xwe bike. Qîma xwe bi ya ber destê xwe bîne. Meriv nizane, paşê yên li ber destê meriv jî dibin neyarên me.

Washizu temsîla wan mirovan dike ku di esasê xwe de mirovekî dilpak e lê bi gotinên jina xwe dixape û dibe neyarên hezkiriyên xwe. Te çû Tsuzukiyê serokê xwe kuşt Washizu, haydê me ew fam kir, te çi ji Mikiyê dostê xwe xwest hey malneket. Te dît bê kurê wî çawa pûş xist eyarê te?


Kurosawa di nav daristanan de pir xweş kamerayê diherikîne, malava weke ku li deştekê bibeze, kameraya wî bi lez û di şûna xwe de, di nav dar û deviyan re dide çargaviyan. Bi carekê re, min xwe li wan daristanan hîs kir.

Mirî vedigerin. Henekên xwe bi me dikin. Xwedî kehanet in derheqê heyata me de. Ne textê wan heye ne jî bextê wan. Tên me bikujin.

Sehneyeke komîk heye di dawiyê de, ne komîk e lê ez keniyam. Washizu gava cardî diçe ji ruhên li daristanê paşeroja serokatiya xwe bipirse, ew ruh jê re dibêjin, gava darên vê daristanê bimeşin qesra te, bizane ku dawiya te hatiye. Camêrê me leşkerên xwe bi van gotinan sor dike û henekê xwe bi van gotinan dike. Lê piştî çend deqeyan hêwirzeyek radibe, em dibînin ku wa ye daristan dimeşe ber bi qesra wî ve. Ev meşa daran jî dike ku leşker baweriya xwe pê neyînin û bi hezaran tîran lê bidin. Camêr qulqulî dibe heta tîrek di qirika wî re diçe. (Jina wî berê gotibû serokê me jî bi kuştinê hat ser text, tu jî dê bi kuştina wî werî ser text, loma wî ew kuşt.) Çawa ku serokê wî ji aliyê leşkerê xwe Washizu ve hat kuştin, ew jî bi heman awayî ji aliyê leşkerên xwe ve hat kuştin. Leşkerên wî jî dê ji aliyê leşkerên xwe ve bên kuştin. Ev çerxa dinyayê ye, her kes berendamî vê çerxê ye. Lê ka bisekinin, heneka esas ev e: Meşa daran taktîkeke hêza dijmin e, her leşkerek rahiştiye darekê û pê re dimeşin. Dawî ji xwe diyar e, text û bextê mirinê qewîntir dibe.



***

Fîlmê bê: Kakushi Toride no San-Akunin - Akira Kurosawa

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: