*KURTENOT* || Absurd û Lanthimos

Kynodontas (2009)

**Carinan sînorên quncikek, odeyek, malek, hewşekê jî sînorên bajarek, welatek, parzemînek, dinyayekê ne. Meriv dikare pergala herî zalimane ya dinyayê jî di cihekî herî berteng da jî saz bike. Mesela jîyaneka din jî ava dibe li quncikekî herî nepen, zimanekî din, têgihiştineka din, qanûninên din.

Kynodontasa (2009) Yorgos Lanthimosî bi vî awayî ye.  Li nav xeteka dîyar, pergala herî dîktatorane ya bavekî li dar e. Bavek zarokên xwe hîn kirîye ku dinya ji mala wan û baxçeyên wan pêk dihê heta ku diranên tûj (dogtooth) yên zarokan nekevin. Pisîk dijminê wan yê herî mezin e. Ferhenga wan cuda ye – “zombî” ji bo wan kulîlkeka zer e. Gava pêlîstoka zarokan du gavan jî dûrî hewşê dikeve derve, bav bi erebeya xwe diçe wê diîne. Lîstikên wan aîdî dinyaya wan ya berteng in. Fahîşeyek tenê ji derve dihê ji bo kurê malê. Herî dawî qîza malê gava ji filîmekî çav bi berfirehîya dinyaya derve dikeve, sebir nake û diranên xwe yên tûj dişikîne.

Kynodantas (bi îngilîzî: Dogtooth) bi mekan û karakterîzasyona xwe Dogvilleya (2003) (Dogtooth û Dogville, enteresan) Lars von Trier diîne ber çavê min. Di Dogvilleyê (fîlmekî porfekt e bu arada) da jî mekan berteng e, qesebeyek tevî hemû mal û rêyên xwe bi tebeşîrê hatîye xêzkirin û lîstikvan her wekî li ser dika şanoyê bin, di nav van xêzan da dilîzin. Sînorê jîyana wan, zimanê wan, dinyaya wan, têgihiştina wan jî bi qasî sînorên yên li Kynodontasê berteng e. Di Dogvilleyê da jî îstismar û dîktatorîyeka mezin li dar e ji bo Gracea ji derveyî qesebeyê hatî.

Alpeis (2011)
**Alpeis (2011) lêgerînek e li nasnameyan, li takan, li xwe, li ezê, li hemû kesan. Hemşîreya koma veşartî ya di xizmeta merivên mirîyan da gava dikeve şûna qîza mirî ya bavekî, jina mirî ya mêrekî, hevala mirî ya jineka kor her di nav vê lêgerînê da ye lê tu carî nikare cihê wan bigire, nikare bibe ew, nikare bi çavê wan li xwe binêre. Ew ne yeka din e (ez yekî din e, Rimbaud), ew ne her kes e, her kes jî ne ew (ez her kes im, her kes jî ez, Baudelaire), jiyana dijî ne a yeka din e (jiyana dijîm a yekî din e, Mehmed), tu dibêjî qey xewna yeka din nabîne (tu dibêjî qey ez xewna yekî din dibînim, Temo). Ew nikare bibe tu kes. Hewl dide bibe dêya xwe lê nabe. Dixwaze bibe bavê xwe lê dîsa nabe. Dixwaze li xwe vegere, bibe xwe. Qet nabe. Ew ne ew be, ne tu kes be, nexwe ew kî ye?

The Lobster (2015)
**Heyata ku mirovî han dide zewacê, heyata ku mirovî han dide tenêtî/azibîyê û heyata ku mirovî ji zewacê han dide tenêtîyê, ji tenêtîyê han dide bihevrebûneka ne ji her duyan jî. The Lobster (2015) her çiqas fîlmekî dîstopîk e jî, pir nêzî rastîya çerxa vê dinyayê ye. Li alîyekî hoteleka zewacê li mirovan ferz dike, 45 roj mihlet dide wan ku hevserên li gor xwe bibînin, yan tenê/aziban zevt bikin û mihleta xwe dirêjtir bikin, yan jî di dawîya vê mihletê de veguherin heywanekî ku ew dixwazin, nikaribin lê masturbasyon bikin, tam li gorî xisletên hevserên xwe bin. Li alîyekî koma tenê/azibên li daristanê ku evîn, flort û seksa di navbera mirovan da qedexe lê masturbasyonê serbert dike, nahêle kes bi hev ra dans bike û her kes bi tena serê xwe, bi walkmanên xwe li ber muzîka elektronîk dans bike. Lê hin mirov jî dê hebin ku serî li ber her du alîyan jî rakin û bibêjin rêyeka sêyem jî mumkin e. David li hotelê gava ji mecbûrî dizewice wekî kesekî bextewer û li gor jina xwe tevdigere û gava ji hotelê direve nav daristanê li nav tenêyan dil dikeve Short Sighted Womanê (SSW), ji mecbûrî wekî kesekî dûrî wê tevdigere. Dû re korbûna çavê SSWyê ji alîyê seroka komê, reva David û SSWyê ji komê û xwekorkirina Davidî. Lanthimosî bi vê senaryoya xwe ya heyranhêl û derhênerîya xwe ya zîrekane, tabloyeka absurd ya vê dinyayê xêz kirîye. Ecêb mam.

The Killing of A Sacred Deer (2017)
**The Killing of A Sacred Deer (2017). Di ser kuştina xezala Artemîsî ra gava Agamemnon qîza xwe Iphigeniayê dike qurban, Stephen ji ber ku bavê Martinî kuştîye kurê xwe xwe ji Martinî ra dike qurban. Kur ji bîr nake qatilê bavan. Kur jî (Martin) bavek e, her wekî wî spagettîyê dixwe. Û bav (Stephen) kurê xwe (Bob) dikuje. Kurê ku nikaribe bikeve şûna bavê xwe mehkûmî mirinê ye. Bavê ku nikaribe li ber xwe bide şûna xwe dide kurê xwe.

The Favourite (2018)
**Lanthimos bi The Favouriteê (2018) xwestîye çi bike min fam nekir. Di fîlmografîya camêrî da du fîlmên qerase yên wekî Kynodontas û The Lobster hene û ev fîlmê dawî nikare di ber van her du fîlman ra jî derbas bibe. Li ber van fîlmên ewil entrîkayên sedsala 18an, têkilîyên qiralîçeyan bala min nakişînin. Lanthimos gava di fîlmên xwe da dinyayeka absurd ava dike û lehengên wî dixwazin derkevin derveyî xetên vê dinyayê, li ber dilê min ezîztir dibe. Zekayeka mezin ji van senaryoyên wî dipeke. Ev senaryoya The Favouriteê jî ne ya Lanthimosî ye, ecêb nemam. Lê fîlmekî baş e ji bo demên zêde û gevezetîyê.

*KURTENOT* || Guherîna hestan, dewleta cinawir û Zvyagintsev



**Berê bawerîya min bi hezkirineka mitleq yan jî nefreteka mitleq hebû. Min digot qey meriv ji kesekî, tiştekî hez bike dikare heta hetayê jê hez bike yan jî heger nefret bike dikare heta hetayê jê nefret bike. Zeman mefhûmeka weha ye ku hezkirin û nefreta herî dêrîn jî bi mirovî dide jibîrkirin. Fîlmên Andrey Zvyagintsevî îspateka xweş e tam li ser vê yekê ku hestên mirovî çawa dikevin ber xezeba zemanî û cih bi hev ra diguherînin her wekî metatezekê.

Vozvrashcheniye (2003)
Di Vozvrashcheniyeyê (2003) da bavê bi navê Otets piştî dozdeh salan li ser daxwaza jina xwe li mala xwe vedigere ji bo her du zarokên xwe derxe geryanekê. Îmaja bavî ya di serê zarokan da û bavê rasteqîn li hev nake. Bav her tim bi hêrs û mirûztirş e li ber zarokên xwe, ji me we ye ew ji piçeka rehmê jî mehrûm e. Di vê gerê da her tim bi miameleyeka xirab bi zarokên xwe ra tev digere û çend caran li wan dide. Zvyagintsev dike ku temaşevan bi nefreteka mezin li bavî binêrin û gunehê xwe bi zarokan biînin. Em heq didin zarokan ji bo ku bavê xwe bikujin. (Di dilê her zarokî da kuştina bavekî veşartî ye?) Di lêdaneka bavî da, Ivanê kurê biçûk ji ber ku nikare bavê xwe bikuje hildikişe ser barûya li giravê. Bavê ku ditirse Ivan xwe ji ser barûya biavêje li pey wî hildikişe û gava destê xwe diavêje textikê herî jor, textik di dest wî da dimîne, dikeve xwar û dimire. Bi carekê ra ew nefreta me jî dimire. Ew nefret hêdî hêdî ber bi zarokan ve diçe û gunehê me vê carê bi bavî dihê. Dû ra ev nefreta ji bo zarokan jî vediguhere tiştekî din: Hesta xwesûcdarkirinê. Hezkirin jî bingor dibe, nefret jî û belkî xwesûcdarkirin jî.

Izgnanie (2007)
Di Izgnanieyê da (2007) Alexanderê bav (ecêb e li vir jî Konstantin Lavronenko di rola bavî da ye her wekî di rola xwe ya Otetsê bav da) ji Veraya jina xwe dibihîze ku ducanî ye lê zarok ji kesekî din e. Bav bi carekê ra têk diçe, ji jina xwe hez dike û naxwaze wê bikuje. Zvyagintsev cardî weha dike ku temaşevan bi hezkirin li bavî binêre û gunehê xwe pê biîne û bi çavekî îxanetî li jina wî binêre. Tevî ku jina wî naxwaze jî ew dixwaze zarok ji ber bigire. Di dema kurtajê da jina wî dimire û nefreta me vedigere ser mêrê wê: Qatilê jina xwe. Em vê jî ji xwe ra dibêjin: Heyf, wê ev heq nekiribû! Dû ra doktorek îhtimalekê diavêje meydanê: Îhtimal e ku mirina wê ne ji ber kurtajê lê ji ber hebên întixarê be. Em vê jî dibêjin: Îhtimal e ne sûcê mêr be jî lo. Herî dawî hesta xwesûcdarkirinê ya bavî: Erê sûcê wî ye lê wî jî nedixwest bimire, zêde bi ser wî da neçin.

**Izgnanie (2007), bi mijara xwe beşa 2yem ya Dekaloga (1988) Krzysztof Kieślowskiyî; bi dîmenên xwe Ahlat Ağacıya (2018) Nuri Bilge Ceylanî diîne bîra min.

Leviathan (2014)
**Leviathan (2014) tevî meseleya xwe ya malbatî ye bêtir rexneyek e desthilatê. Şaredarê ku çav berdide mala Nikolai bi dek û dolaban dixwaze mala wî jê bigire. Her wekî di Izgnanieyê da, di Leviathanê da jî em dibînin jin mêrê xwe bi mêrekî din ra dixapîne û ev di qonaxeka weha da ye ku dibe derbeka giran li Nikolaiî. Tevî ku jina wî xwe dixeniqîne, desthilat dike ku Nikolaiî bi kuştina jina xwe tawanbar bikin ji ber meseleya wê ya xapandinê. Desthilat bi ser ketîye û Nikolai di hepsê da ye. Di şiroveyên li ser vî fîlmî da hema bêje her kesî behsa sûdwergirtina Leviathana di Încîlê (wekî cinawirê behrê, navekî din yê şeytanî) û kitêba Thomas Hobbesî da (wekî dewlet) jî kirine. Ev gelekî aşkere ye. Di fîlm da jî em li qeraxa behrê skeleta heywanekî mezin dibînin. Di fîlm da jî dewlet, desthilat wekî cinawirekî behrê hatîye teswîrkirin ku mirovên xwe dadiqurtîne. Li odeya şaredarî jî, fotografê Vladimir Putinî daleqandî ye. Navê şaredar jî Vadim e. Vladimir. Vladim. Vadim. Hemû navên desthilatan çiqas dişibin hev.

Wênegirê Komara Kurdistanê Çima Xwe Kuşt?


     Cimşît Heftperçe şeva dawî ya zivistana 2017an gava li odeya mala xwe ya Elmanyayê lingê xwe dirêjî ser sehpayê dike û berdewam li xwendina xwe ya Dîroka Şanoya Kurdî ya bi amedakarîya Çetoyê Zêdo û Yavuz Akkuzuyî vedigere, dihê dihê dihê li nivîsara Birayîm Ferşîyî, rûpela 149an, beşa “wênegirê şanoyê” disekine û qederekê dikeve nav xeyalan.
     Gava ji nav xeyalan dûr dikeve, pê dihese ku cara pêşî navê Simayîl Xanê Feroxî dixwîne. Ferşî bi kurtî behsa vî wênegirê şanoyê dike: Simayîl Xan ji Bokanê ye, wênegirê şanoya Dayîka Niştiman bûye, piranîya wêneyên Komara Kurdistanê yên wî bûne, heta dawîya umrê xwe jî wêne girtine.
     Cimşît fam nake ka heta niha çawa navê vî ciwanmêrî nebihîstiye, hinekî li ber xwe dikeve. Her wekî ku dikare bihê texmînkirin, ev liberketina wî jê bar dike diçe piştî ku di googleê da bi hezar awayî li navê wî dikole û tu tiştî peyda nake. Her weha tu agahîyeka berkeftî jî ji hevalên xwe wernagire. Dixwaze vî wênegirî nas bike, lê çawa?

***

rojnivîsk; 13.05.2017, Mahabad

     Li vê otêla li taxek aram a bajêr şeva min a sêyem e. Carna diramim ku ka çi karê min li van deran heye, çima xwe aciz dikim li ser wênegirekî ku kes wî nas nake. Lê piştî kêliyekê ji vê ramana xwe fihêt dikim. Çima yanî? Ma qey tiştekî pirr zêde ye ku ji bo nirxekî vî gelî xwe bixim zehmetiyê û kêm be jî hewl bidim ku hunera wî bidim nasîn? Lê ka nirx? Heger nirxdayîn jibîrkirin be lenet be li vî gelî nexwe. Bêhna xwe fireh bike Cimşît lawo, qey ev jî qedera me ye.
     Îro têra xwe li çarşiyê geriyam û min gelek wêne girtin. Di wêneyekî de zarokek bi destê xwe çavê kalemêrekî girtiye û kalemêr jî, devê wî ji hev çûyî, kiriye ku destê xwe bavêje cixara devê xwe. Qermîçekên eniya wî bala min dikşînin. Xwedê dizane şahidiya çi kirine.
     Sibê diçim Bokanê. Bi hêvî me ku şopekê ji Simayîl Xan peyda bikim.

***

     Cimşît berî ku derbasî Îranê bibe, bi hemû qaweta xwe hewil dide ku agahîyekê derheqê Simayîl Xanê Feroxî da peyda bike. Lê her çawa ku dinyayeka dî heye ku hemû agahîyên me tenê ji çîrokên me yên li ser wê dinyayê pêk dihên, her weha Simayîl Xanek jî heye ku hemû zanîna me tenê ji çîroka me ya li ser vî navî pêk dihê.
      Nivîskarê vê çîrokê li xwe mikur dihê ku berî çîrokê navê çîrokê di hişê wî da hebûye û wî biryar her li ser wê yekê bûye ku bi awayekî wênegirê Komara Kurdistanê bi destê wî bide kuştin. Wî ji bo neqilkirina çîroka vî wênegirî çêtir girtîye Cimşîtî biîne rayê. Her wekî ji navê xwe jî dîyar e, Cimşît dê aşkere bike ku ev wênegir xwe kuştîye.
      Di temasa xwe ya li Elmanyayê û li Tirkîyeyê, Cimşît her tim bi dîroknas û lêkolînerên kurdan ra radibe û rûdine ji bo ku şopekê bi ser vî wênegirê esrarengîz bixe. Gava ku hay jê çêdibe ku tu faydeya van temasan ji bo wî tune ye, di destpêka Gulana 2017an da biryar dide ku derbasî Îranê bibe.

***

  qeyda telefonê; 02.05.2017, dq. 03:23-04:30

     - (…) sêsib dirim lo.
     -
     - Merax nek heval hene nebû ezê li otêlê bimînim. Haya kesî ji vî camêrî tine tu bise ezê qiyamet rakim. Her kes guhê gê de ye lo. Bombe bombe. Nivîsa mi ê gelkî deng bide.
     -
     - Ewil naxwazim herim Mahabadê lê bêlî nake ha te dî rast çûm wir. Li wir hevalkî Henûn heye, go ti were ti bê kur ezê te bibim wir. Ez dibêm ne wek televzonê ye lo bawerî bi medyaya me nay. Ka hela ez herim ti (…)

***

     5ê Gulanê Cimşît di ser Wanê ra derbasî Îranê dibe. Berî ku biçe Mahabadê, li bajarên Xoy û Ûrmiyeyê dimîne. Li van bajaran peywendî bi hin malbatên kurd ra dadine û li wan dibe mêvan. Ecêb dimîne ku wan çawa navê Simayîl Xanê Feroxî nebihîstiye. Her şev, berî ku serê xwe dane ser balîfê difikire ku gelo kesekî weha bi rastî jî tune ye?
     Xeyala me bê ser û ber e di sazkirina kesên ku em nikarin bibin wekî wan lê her xwezîya xwe bi wan diînin ku heger hat û derfetek çêbû, bikarin bi rengekî xwe bişibînin wan. Simayîl Xan kesekî weha bû ji bo Cimşît û wî jî dixwast heger pêk bihata, rojek ji rojan bê ser û şûn bûbûya heta ku Cimşîtekî din li pey çîroka wî biketa. Ew Cimşît dê kî bûya gelo?



***

e-name ji bo dilshacharguhar@gmail.com; 18.05.2017

     Cana min,
     Çend roj berê ez bi wî hevalê Henûn re ji Mahabadê hatim Bokanê. Tu rastî bixwazî ev çîroka ez li pê me di heman demê de çîroka me herdukan e jî. Ma nayê bîra te ez çawa li pê te digeriyam û te rû nedida min? Lê ez ji te neqeriyam û gihiştim daxwaza xwe. Çîroka Simayîl Xan jî bi heman awayî ye. Ji kengî ve ye li pê bûm lê wî rû nedida min, min tu şopek bi ser wî nedixist. Mala Xwedê ava doh ez hîn bûm ku neviyên Simayîl Xan li Bokanê ne û ez çûm serdana wan. Ev serdana min tijî bi xem, kul, keser bû. Ez naxwazim te jî pê aciz bikim lê divê bê zanîn ku Simayîl Xan nemiriye lê xwe kuştiye. Erê, xwe kuşt! Tu dizanî xwe bi çi kuştiye? Bi filîmên makîneya xwe ya wêneyan. Xwekuştina meriv jî bi qasî hunera meriv zîrekane ye.
     Ji te hez dikim, Cimşîtê te.
     P.S.: Ev name xweş in, lê êdî bes e, vegere Whatsappê!

***

     Xwekuştina Simayîl Xanî gelek tesîr li Cimşîtî dike. Tevî ku hemû arşîva wêneyan ya vî wênegirî ya li cem malbata wî kopî dike û tavilê vedigere Elmanyayê jî, heta çend mehan nikare bihê ser hemdê xwe. Edîtorê kovara wî jê dixwaze berî rojekê nivîsara xwe ya li ser vî wênegirî binivîse û ji wan ra bişîne. Cimşît di ser guhê xwe ra diavêje. Temam, lê arşîv?
     Di arşîva Simayîl Xan da em rastî wêneyên Komara Kurdistanê, bi taybetî yên Qazî Mihemed (di yekî da li ser maseya xwe ye, dîwana Cizîrî li ber e, tiştinan dinivîse), wêneyên avahîyan, yên cilûbergan, wêneyên hunermend û lîstikvanan, yên zarok û pîran, wêneyên ajalan, yên dar û beran dihên. Xuya ye, çi ketîye ber makîneya Simayîl Xanî, girtîye.

***

peyamên whatsappê; 25.05.2017

     -Arşîvek pir berfireh e, heta niha gelek wêne qet nehatine weşandin
     -Gelek baş e zû li ser binivîse û wêna ji me re bişîne
     -Lê niha rewşa min ne baş e, xwekuştina wî her tê ber çavê min, salên xwe yên dawî bi feqîrî derbas kiriye, ji bo zarokên xwe aciz neke wan terikandiye çûye li qilûbekê jiyaye :(
     -:(( ne ti jiyan e yaw li ber ketim, lê zêde li ser nefikire an na tu nikarî xwe ji tesîra wê xilas bikî, wekî ku ev çîrokek xeyalî be tevbigere
     -Destpêkê min digot qey ev çîrokek e û ez jî qerekterek im lê êdî min fam kir nivîskar ez im û qerekterê xwe carek dî didim kuştin
     -Dîsa jî ewqas xwe aciz neke, hejmara pêncan a Gerdûnê va dertê lê tu xwe amadeyî hejmara şeşan bike

***

     Di wêneyekî Simayîl Xanî Feroxî da em dibînin ku keçikek biçûk li ser qulqulîka Qazî Mihemedî ye û çar zarok jî destên xwe bilind kirine li dora wî dizivirin. Li pişt vî wêneyê ku cara pêşîn di Kovara Gerdûnê da hatîye belavkirin, Simayîl Xanî weha ev çîrok neqil kirîye:
    “Gava em ji mektebê derketin keçikek banzda hat xwe avêt piyê Pêşewa. Pêşewa serê wê miz da û ji bo kêfa wê bîne ew danî ser qulqulîka xwe. Çend zarokên ku ji mektebê derketin, gava çav bi keçika li ser qulqulîka Pêşewa ketin, jê hesidîn, gotin em jî dixwazin. Ez tirsiyam, min got belkî pişta wî bikeve ber.”

***

hevpeyvîn; hevdipeyivim.wordpress.com, 16.07.2018

     -Birêz Heftperçe, tu di nivîsa xwe yî Kovara Gerdûn de diyar dikî ku ka Simayîl Xanê Feroxî bi çi xwe kuştiye lê diyar nakî ka çima xwe kuştiye. Bi ya te sedem çi ye, wênegirê Komara Kurdistanê çima xwe kuşt?
     C.H.: Rast e min diyar nekiriye ji ber ku wê çaxê derûniya min hinekî xirab bû û min nedixwest li ser sedeman biramim. Lê niha dikarim li ser biramim û diyar bikim. Bi ya min sedema ewil bêhêvîtî bû. Komara Kurdistanê têk çûbû û kes û saziyeke ku qedrê hunera Simayîl Xan bizaniya nemabû. Erê hê jî dilsozê wêneyan bû. Lê dilsozê herî dilsoz jî çawa dikare hesta bêxwedîbûnê biqewirîne? Sedema duyem tenêtî bû. Dengê te sankî tê min ku dibêjî ma wêne têra wî nedikir? Na, nedikir. Wêne tenêtiya wî hê bêtir kûrtir dikir û dikir ku ji malbata xwe dûr bikeve û bi tena xwe li qilûbekê bijî. Heger bala te kişandibe, jixwe wêne bû ya ku ew kuşt. Yanî tenêtî. Yanî bêhêvîtî.

***

     Cimşît Heftperçe gava tê ser hemdê xwe, dinya ber bi zivistanê ye. Tevî ku hîn jî xwe westiyayî hîs dike, biryar dide ku nivîsara xwe ya berbehs binivîse û ji Kovara Gerdûnê ra bişîne. Nivîsara xwe bi wêneyên neweşîyayî ji kovarê ra dişîne. Di nivîsara wî da tevî jîyana wênegirê Komarê, gelek detayên balkêş yên jîyana li Komarê jî dihên neqilkirin.
     Di nivîsara bi navê “Simayîl Xanê Feroxî: Wênegirê Komara Kurdistanê” ya Kovara Gerdûnê da tu wêneyekî ku Simayîl Xan tê da xuya bike tune ye. Gelo bi rastî jî tu wêneyê vî wênegirî tune ye yan ev lîstikeka Cimşîtî ye ku dixwaze gelek pirsên bêbersiv di hiş û dilan da bihêle, hîn jî nehatîye famkirin.

***

nivîsar; Gerdûn, j.8, bihar 2018, r.32, paragrafa dawî

     Her wekî ku ji vê serpêhatiya diltezîn û dilsoj a Simayîl Xanê Feroxî tê famkirin: Jiyana meriv bi qasî wêneyên meriv girtî ne cihê şahî û kêfxweşiyê ye. Her çawa ku Simayîl Xan xwediyê wêneyên jiyana bextewar bû lê bi xwe ne xwedî jiyaneke bextewar bû, ez jî nivîskarê çîrokeke xemgîn im lê qerekterekî derî xemgîniyê me di vê çîroka nivîskarê xwe de, heger bawer bikî!


XXX



Ji bo çîrokên din yên vê rêzê binêre:
“Wêneyên Wenda yên Mîr Celadetî”, Flashhilat, j.3, Nîsan 2019

HİKAYEya Bavê Min



Fikirîna nivisandina çîrokekê ji nivîsandina wê bi xwe gelek gelekî rehettir, birêkûpêktir e. Çîroka ku min fikir dikir binivîsim û çîroka ku bîsteke din ez dê li ser wê binivîsim du tiştên qîyametek ji hev dûr û cihê ne. Ev yek ne bê sebeb e, helbet.

Xwedîyê vê blogê, Kek Înan, ev demek bû israr dikir ku çîrokekê taybet ji bo xwendevanên vê blogê binivîsim. Ev bi dilê min jî bû bê guman, bi xêra vê dawetê hebû ku piştî demeka dirêj li nivîsandina çîrokan cardin sor bibûma. Ez bi dilê xwe yê saf û paqij gişî dibêjim: Di kêlîyên xwe yên herî berbad da jî li çîroka xwe ya dê binivîsim difikirîm. Çîrokek di hişê min da hebû û ez bi her tiştê xwe konsantreyî wê bûm. Çîrok roj bi roj di hişê min da dikemilî, bi laş û gewde dibû. Gelek caran lê diheyirîm ku çawa min dikarî çîrokeka ew qasî birêkûpêk û miezem di hişê xwe da bisêwiranda. Kêfa min ew qasî ji çîrokê ra hatibû ku min di xwe ra nedidît destê xwe biavêjim qelemê, derî bi ser xeyala xwe ya di fikiran da dadim. Min her dixwest noqî fikir û xeyala xwe ya çîrokê bibim. Fikir û xeyala çîrokê ji çîrokê şîrîntir bûbû li ber dilê min. Heta demekê.

Kek Înanî dawî li israra xwe nedianî û ez jî fedîkar bûbûm li hember wî û xwendevanan. Êdî dem bû ku ew çîroka di fikir û xeyalan da çîroka herî mezin bû birijiya ser kaxezê. Belkî nehê bawerkirin lê dîsa jî ez bibêjim: Deh qelemên ji deh rengî hazir bûn li ber tomareke kaxezan ji bo ku WÊ çîroka pirreng û pirdeng bineqişînin û bi lêv bikin. Rojên min bi temamî li ber wan kaxezan û bi xêzkirina dar û ber û mal û zarokan dibihurî. Nedibû. Ew çîroka di hişê min da di ser hemû çîrokan ra nedihat serê qelema min û roj bi roj dûr diketim ji wê fikirîna bilind. Qaneh bûbûm ku qelema min ko bûye û ez jî ne ew çîroknivîsê berê me, hebe nebe çîrokfikirek - belkî. Dema ku min dikira bi awayekî şermezarî ji Kek Înanî ra bigota ku ez nikarim çîrokekê binivîsim mixabin yan jî çîroka di hişê min da bêbextî li min kir, min dê ji kû bizanîya ku çîroka bavê min dê bi hewara min ve bihata. Erê, çîroka bavê min.

Bavê min, Eklam, ku navê wî dê li gelek xwendevanan eyan be yan jî di nûçeyan da dê lê rast hatibin, mamostayê tirkîyê bû li lîseyekê. Tevî ku ez hîn jî baş û baş bi meseleya bavê xwe nizanim, li gor hin agahîyan dikarim bibêjim ku bavê min ji xwendevaneka xwe pir aciz dibe, bi awayekî wê qaneh dike, li erebeya xwe siwar dike û dibe li derveyê bajarî, li cihekî sape, tecawizî wê dike û dû ra bi kevirekî mezin li serê wê dixe, wê dikuje. Cendekê bavê min jî rojtira din li qeraxa çemî dihê dîtin. Tevî gelek lêpirsîn û lêkolînan jî, hîn bi zelalî nehatîye famkirin ku bavê min çima weha kirîye. Hêvî dikim xwendevanê delal li min negire ji ber ku hîn jî ez ji bavê xwe ra dibêjim “bavê min”. Belê, ew qatil e, ew tecawizkar e, lê çi jî be, ez kurê wî me, ez kurê qatil û tecawizkarekî me û ev rastîyek e ku qet naguhere.

Bavê min pir ji dêya min hez dikir. Dêya min êdî herî pir ji bavê min nefret dike û dilê wê jê dixele. Ev dilxelîn û nefreta wê kir ku hemû eşyayên bavê min biavêje, bişewitîne, û em mala xwe bar bikin bajarekî din. Ez wekî tekane kurê wê, xwe mecbûr hîs dikim her bi ya wê bikim û li vê malê her li cem wê bimînim. Li vê mala nû ya biçûk, eşyayên me gelekî kêm in, û ev çend sal in kitêbên min di kolîyan da bûn, heta wê rojê. Heta wê roja ku min kitêbên xwe ji kolîyan derxistin û di nav rûpelên kitêba xwe, Marie Antoinette ya Stefan Zweigî, da rastî çîrokeka bikurmancî ya bi destnivîsa bavê xwe hatim. Ev çîroka sêrûpelî ya bi sernavê “HİKAYE”yê ya li ser rûyê din yê kaxezên îmtihanên wî, bi îhtimaleka bilind her di eynî dema amadekirina wan îmtihanan da yanî di salên 2007 û 2008an da hatibû nivîsandin. Heta roja îro jî nizanim ka çi îşê wê çîrokê di nav kitêba min da hebû. Gava min qala vê çîrokê ji Kek Înanî ra kir, wî pêşnîyaz kir ku ez pêşgotinekê ji bo çîroka bavê xwe binivîsim û em wan li ser blogê biweşînin. Gava min dê dest bi hazirîya nivîsandina pêşgotinê bikira dêya min bi hebûna çîrokê hesîya û ew jî wekî bermahîya dawî ya li dû bavê min şewitand û tu şopek li dû wî nehişt. Piştî şêwireka dirêj ya bi Kek Înanî ra, me çêtir girt ku ez ziman û naveroka çîrokê bi qasî ku di bîra min da maye binivîsim ji bo ku ew çîrok jî, kêmek be jî, cihê xwe bigire di vê behra mezin ya çîroka kurmancîyê da. Berî ku qala naveroka çîrokê bikim dixwazim qala zimanê çîrokê bikim, ew zimanê ku ji bilî vê çîrokê min di tu nivîseka bavê xwe da nedîtibû.


Sernavê çîroka bavê min ji ber ku HİKAYE bû, ez dê jî jê ra bibêjim HİKAYE. HİKAYE bi herfên alfabeya tirkîyê hatibû nivîsandin yanî dengên kurmancîyê bi herfên nêz yên alfabeya tirkîyê ra. Mesela wî dengê [i]yê wekî [ı]yê <zılam>; dengê [î]yê wekî [i]yê <kir>; dengê [ê] û [e]yê wekî [e]yê <jer;deri>; dengê [u]yê wekî [ü]yê <kürık> û dengê [û]yê wekî [u]yê <dur>;  [x] wekî [ğ]yê <ğezal>; hem [q] hem [k] wekî [k]yê <kuz;keçık>; [w] û [v] wekî [v]yê <vere;dev> nivîsandibû. Gelek peyv û qalibên tirkîyê tê da hebûn: sıkınti, duşırmiş bum, götveren, demek, gelecek, sıktır, karışi, geçmiş çend caran bi ber çavê min ketin. Di HİKAYEyê da li şûna gihaneka [û]yê gelek caran [o] û [v] hatibû nivîsandin.Gava peyv bi dengdêrê biqedîya wî [v] <dev bave mın>, gava du hevokan bi hev bikira [o] <leğıst o rahışt> nivîsandibû. Paşdaçek bi awayê kurtkirî bi peyva berî xwe ra hatibûn zeliqandin, wekî <pev dani> [pê ve danî], <per çu> [pê ra çû], <hal ted nema> [hal tê da nema]. Her weha gelek peyvên kurtkirî yên devoka me jî tê da hebûn: <jege> [jêge<jê bigere], <mıne> [bine<binere], <ja> [îja<îcar], <g> [gi<ku], <hakıs> [haqas<ew qas]. [n]ya pirhejmar qet xuya nedikir, wekî <hevale van;van hevala>. Îzafeya [-ekî]yê wekî [-ki]yê tenê tê da bû ku di devoka me da weha ye: <tıştki>.

Heger ez werim ser naveroka HİKAYEya bavê xwe, HİKAYE hem bi devê kesê sêyem hem jî yê yekem dihat vegotin û vê rengînîyek dida çîrokê. Lehengê HİKAYEyê kesekî bi navê Elkam bû. Gava mirov bala xwe bidîyê dê bi rehetî bibîne ku ev nav bi temamî ji herfên navê bavê min pêk dihê û tenê herfa [k] û [l]yê cih guhertîye. Xwendevanek dikare bibêje, Eklamî di vê çîrokê da miheqeq qala xwe kirîye. Lê tişta min ji teorîyên edebîyatê fam kirîye, heqê me tune ye em sûc û gunehê leheng û vebêjan bixin stûyê nivîskaran. Loma ez dê li vir bi temamî wekî lehengekî serbixwe yê edebî qala Elkamî bikim. Hêvîdar im ev çîrok bike ku lêkolîner baştir bikarin maneyekê bi rewşa bavê min ve bînin û ji alîyê edebîbûnê ve binirxînin.

Di paragrafa ewil ya HİKAYEyê da em dengê Elkamî dibihîsin heçku xîtabî girseyeka mêran ya li pêşîya xwe dike. Elkam qal dike ku çawa nefret ji hemû jinan dike, jin tenê xizmetkarên mêran in, karê wan tenê ew e ku li malê xwarinê çêbikin, bikevin ber ewkê mêrê xwe (di HİKAYEyê da <kir> derbas dibe), û “bol bol” kurikan biwelidînin. Ew bi awayekî dirêj îşaret pê dike ku jin lenetîyên dayîmî yên vê dinyayê ne û mêr ji belaya wan di halekî perîşan de ne. Piştî vê axaftinê nivîskar bi devê kesê sêyem teswîreka berfireh ya payîzê dike. Bi taybetî ev teswîra wî dîmena hewşa mala me ya berê dianî ber çavê min û belkî jî ji ber sazbûna nostaljîyeka weha, kêfa min ji vê beşê ra hatibû. Dû ra qala Elkamî dihê kirin ku çawa çend şev e xew bi çavê wî nakeve û bêhna wî pir teng e. Li gor vebêjî, bêhna wî encaq bi “yolcılık”ekê derkeve û “sıkınti”ya wî xilas bibe. Elkam her difikire ku di vê rêwîtîya “ğe” da kîjan jinê bixe ber çavê xwe, pêşî tecawizî wê bike (di HİKAYEyê da dibêje <bıküte>) û dû ra bikuje. Piştî hemû planan Elkam bê xebera malbata xwe (nahê gotin ka malbata wî kî ye, ji çend kesan pêk dihê, li kû dijîn û çi karî dikin) li erebeya xwe siwar dibe û bi rê dikeve. Di vê rêwîtîya xwe da Elkam du zarokên cêwî, mamostayeke tirkîyê, pîrejinek, du jinên navsere, bi giştî tecawizî şeş jinan dike û pişt ra bi keviran serê wan dipelêxe, dikuje. (Di HİKAYEyê da detay û hûrgilîyên li ser şeş jinan dihê dayîn lê dikim nakim zêdetir nahê bîra min.) Bê guman dibe ku gelek xwendevan bibêjin ev ne çîrokeka rasteqîn e û tiştên weha di civaka me da naqewimin jî, lê rastîyek heye ku di HİKAYEyê da her şeş kes jî her carê destê xwe li erebeyê radikin, bi şekil û şemala Elkamî dixapin û nizanin dê çi bihê serê wan. Pir ecêb e, Elkam piştî her tecawizê dipirse ka daxwaza wan ya dawî çi ye û hemû jî jê ra dibêjin, “min bikuje”. Paragrafa dawî jî her wekî paragrafa ewil, axaftineka Elkamî ye. Elkam qal dike ku, erê her çi qas di pêşî da plan kirîye ku piştî her tecawizê wan bikuje jî lê di van kuştinan da tu para wî tune ye, ew ne qatil e û ev hemû bi daxwaza wan bûye.

HİKAYE weha diqede û em nizanin ka herî dawî çi dihê serê Elkamî jî. Nivîskar dîyar nake ka li kû tecawizî jinan dike, wan dikuje û li kû vedişêre. Tevî ku bi ya min ev qelsî û kêmasîyeka mezin ya çîrokê ye jî, Kek Înanî di nîqaşa me da qebûl nekir ku ev qelsî û kêmasîyek be. Li gor wî çîrokeka weha nîvco, ne tekmîl û ne tekûz bêhtir meraq bi xwendevanan ra çêdike. Her weha Kek Înanî dîyar kir ku bavê min bixwesta jî nikaribû çîrokeka tekûztir binivîsîya, çimkî wî bi biryara nivîsandina çîrokeka weha, jixwe ji ewil da qebûl kirîye ku têkeve nav alozî û giriftarîyekê.

Belê, xwendevanê pir pir delal yê vê blogê, her çend min nekarî taybet ji te ra çîrokekê binivîsim jî, gelekî kêfxweş im ku bi neqilkirina çîrokeka jinavçûyî li te dibim mêvan. Spasdarê sebira te me.

Sadiq Eklam
26ê adara 2019an, Enqere

Têbînîya Blogê: Nivîsa Sadiq Eklamî li gor Rêbera Rastnivîsînê ya Komxebata Kurmancîyê hatîye redaktekirin.

*KURTENOT* || Qedexe û Kûçik


*Jarmusch di Only Lovers Left Aliveê da silavê ji gelek kes û tiştan ra dişîne, tam şeytanek e. Navên serlehengan Adam û Eve ye, yanî Adem û Hewa. Du zombîyên dilovan û postmodern. Kesî nakujin û xwîna wan venaxwin. Pereyê xwe didin û ji nexweşxaneyan dikirin. Herî dawî bi nefsa xwe nikarin û diranên xwe yên tûj di wê xwîna qedexe ya di laşê du evîndaran da radikin. Tenê evîndar sax dimînin?

*Min got silav, lê Jarmuschê me pir hez dike ku silavan li karakter û şexsîyetên edebî jî bike. Di Dead Man da navê Johny Deep, William Blake e. Navê şair lê ne ew şair e. Bes çermsorê hevalê wî bawer dike ku ew William Blake e û jê ra ji “Auguries of Innocence”ê çend rêzikan dixwîne, bes Blakeê me bi rêzikên xwe jî nizane. Di Only Lovers Left Aliveê da navekî din yê zombîyekî Christopher Marlowe e, zombîyek dibe Dr. Faustus, yekî din dibe Dr. Watson. Navê Adam li balafirxaneyê dibe Stephen Dedalus. Shakespeare nahê hezkirin, kêrek di enîya wî da hatîye çikandin di resimekî wî da.

*Yasmin Hamdan wê strana xwe ya mihteşem, “Hal”, di Only Lovers Left Aliveê da dibêje. Eve piştî guhdarkirina strana wê dibêje, “ez baş dizanim ku dê gelekî meşhûr bibe.” Adam jî lê vedigerîne: “Hêvî dikim meşhûr nebe. Ew ji bo vê yekê bêhed baş e.”

*Piştî temaşekirina Patersona Jarmuschî, tirsek bi min ra çêbû. Tirseka weha di xwendina sihbeta J. C. Carriere û U. Ecoyî da bi min ra çêbûbû. Patersonê Patersonê şifêrekî otobêsê ye ku di deftereka xwe ya veşartî da her roj helbestekê dinivîse. Jina wî bi israr jê ra dibêje ku kopîyeka defterê derxe her çi dibe çi nabe. Roja ku Paterson dê kopîyekê li ber deftera xwe zêde bike, gava dihê malê çi bibîne? Kûçikê wan deftera wî pirtî pirtî kirîye. Carriere jî ji Ecoyî ra behs dike ku heger hat û ceyrana dinyayê bi temamî qut bû, hemû keresteyên dîtinî dê av û av biçin. Xuya ye kûçikê serdema me jî ceyran e. Di rewşeka weha da belkî zêde li ber wêne û vîdeoyên xwe nekevim, lê ev nivîsên li ser înternetê û di kompûterê da ziravê min diqetînin. Ditirsim berî ku wan li kaxezan çap bikim, bikevim ber xezebeka kûçikane.

*KURTENOT* || Bacanê Sor û flashhilat


*Di ferhenga kurmancî-ingilîzî ya Michael Chyetî da lê rast hatim ku kurd ji “bacanê sor” ra dibêjin “stembolî” jî. Pir ecêb mam. Heger em ji bacanê sor ra bibêjin “stembolî” nexwe divê em ji stembolîyan ra jî bibêjin “bacanê sor”.

*Di Stranger Than Paradise (SP) û Down By Law (DL) ya Jim Jarmuschî da sê karakter li pêş in û di dawiya her duyan da jî her sê karakter ji hev tert û belav dibin û her yek bi derekê ve diteriqin. Di SPyê da Willie bi şaşî diçe Budapeşteyê, Eva li cihê xwe dimîne, Eddie vedigere New Yorkê. Di DLyê da, sê heval ji hepsê revîyane, li cihê ku lê ne, Roberto bi keçeka welatê xwe re dibe destgirtî, Zack û Jack jî li serê duryanekê ji hev vediqetin ji bo ku careka din hev nebînin.

*Ecêb e, di fîlmên Jarmusch da çendek muzîsyen rolên serekî dilîzin. Xuya ye zaafa wî li hember muzîsyenan heye. Di SPyê da John Lurie (Willie) û Richard Edson (Eddie) du qumarbazên heval in, di DLyê da John Lurie (Jack) jinfiroş û Tom Waits (Zack) DJyê radyoyê ye (Tom Waits her weha di Mystery Trainê da jî DJyê radyoyê ye lê ew xuya nake, tenê dengê wî ji radyoyê dihê, Lurie jî di vî fîlmî da kêlîyekê li cafeyekê bi ber çav dikeve lê tu tesîra wî tune ye).

*Tarantino di The Hateful Eightê fîlmê xwe yê heştem da wekî di fîlmên xwe yên berê xuya nake. Lê vê carê dengê wî heye. Ew wekî vegêr di hin cihan da çîrokê neqil dike. Xwîn dîsa wekî avê diherike, gule li hêlikan dikeve, dest jê dibin. Dîsa heyran mam.

*Min li sê sezonên ewil yên Game of Thronesê temaşe kiribû û demeka dûr li sezonên din venegerîyabûm. Vê dawîyê min dest bi temaşekirina sezona çarem kir û li beşa şeşem im. Heta sezona wê ya nû, divê li hemû sezonên mayî temaşe bikim.

*Çendak berê min çû li Tartuffea Şanoya Bajêr ya Amedê temaşe kir. Min behsa wê ji gelek hevalan bihîstibû û pir pesnê wê dihat dayîn. Tew hin heval çar pênc caran lê temaşe kirine. Wê rojê jî salon heta dev tijî bû. Xwedê wekîl e, pir kenîyam, tevî ku moralê min xirab bû. Wekî rexneyeka biçûk jî, di hin cihan da awayê Yeşilçamê hatibû kirin (nerê), hin peyvên zêde li peyivînê nedikirin (tenduristî) hebûn. Hin peyv û qalibên tirkî şano rengîntir û komîktir dikir (gerîzekalî, ît oxlî ît). Performansa Tartuffe û Mîrza pir pir kêf û kenê min îna. Performansa kurê Mîrza qelstir hat bi min û telafûza wî zêde ne zelal bû.

*Meha Sibatê, Omer Faruk Baran fanzîneka bi navê flashhilat çap kir. Bila lêkolînerên me ji bîr nekin û binivîsin: Nisxeya ewil ya flashhilatê min kirî, di roja ewil da bi tesadifî li gara Dîyarbekirê rastî edîtorê fanzînê, Omer Faruk Baran, hatim û roportaja yekem ya li ser fanzînê min bi wî ra kir, lê ez dê heta hetayê wê roportajê neweşînim.

*KURTENOT* || Tarantino û Jarmusch


*Gava min biryar da êdî bi dorê li fîlmên derhêneran temaşe bikim û li ser wan binivîsim tu endîşeyeka min tune bû bê ka ew nivîsar dê çi qasî baş bin. Bi demê ra min gelek nivîsar li ser wan fîlman xwendin û li ser wan fikirîm. Ev xwendin û fikirîn destpêka endîşe û nerehetîyekê bûn. Herî dawî jî hiseka weha li min peyda bû ku ez wexta xwe bîlaheq didim nivîsîna li ser fîlman. Li gor vê hisa min, heta ku min wexta xwe bidaya nivîsîna li ser fîlmekî, min biçûya li fîlmekî du fîlmên din temaşe bikira hîn baştir bû.

*Ez dê êdî bi dorê li ser fîlmên derhêneran nenivîsim. Lê ji bo ku navê fîlman ji bîr nekim, dê di kurtenotên weha da behsa wan bikim. Ez dibêjim qey kurtenot pratîktir in û zêde ji wexta me nabin.

*Berê hema bibêje min qet li fîlman temaşe nedikir. Min ji xwe ra digot fîlmek ji wexta min ya xwendinê dibe. Niha jî hema bibêje her roj li fîlmekî yan du fîlman temaşe nekim sebira min nahê. Ji ber vî kurmî, nikarim konsantreyî metineka hûnakî jî bibim. Cildê sêyem yê Niteliksiz Adama Robert Musilî naqede. Di her rûpelê da dengek ji min ra dibêje, de rabe here li fîlmê di dorê temaşe bike. Ev dê heta kengê weha berdewam bike nizanim lê dixwazim heta demeka dûr li gelek fîlmên gelek derhênerên di dorê temaşe bikim.

*Herî dawî min li ser Duneya David Lynchî nivîsîbû. Piştî vê, min li van çar fîlmên din yên Lynchî temaşe kir: Eraserhead, Blue Velvet, Lost Highway, Mulholland Drive. Blue Velvet ne tê da, ne ji nivîsarên li ser wan fîlman bûya, min dê baş fam nekira ka mesele çi ye. Ji fîlmên psîkolojîk û surreal jî aciz bûbûm êdî. Dokumantera li ser wî jî, David Lynch: The Art Life, kezeba min reş kir. Pûanê herî kêm ji bo vê dokumanterê: 5.

*Hevalekî ku ji temaşevanîya wî ya bilind piştrast im got, ji bo min fîlmê herî baş Kill Bill e. Tarantino. Piştî vê gotinê, min li vî fîlmî û li fîlmên din yên Tarantinoyî (Reservoir Dogs, Pulp Fiction, Inglourious Basterds, Jackie Brown, berê jî Django) temaşe kir û ew jî bû derhênerê min yê herî hezkirî. Ka em binêrin dê heta kengê weha be. Di dorê de fîlmê wî yê bi navê The Hateful Eight heye û çavê min li rêya Kill Bill 3 û Once Upon a Time in Hollywoodê ye.

*Desperado. Gava behs dibe Tarantino.

*Tarantino kengê derbasî nav sînorê edebîyata kurdî bû nizanim, lê Rênas Jiyan di helbesteka xwe da dibêje: “min ji te hez kir / fîlmê nû yê tarantîno kîjan bû? / messî çend gol avêtibû?”

*Heman hevalê ku ji temaşevanîya wî ya bilind piştrast im got, piştî Tarantinoyî her weha pir ji Jim Jarmuschî jî hez dikim. Îro min li du fîlmên wî temaşe kirin, ez jî wekî hevalê xwe heyran mam: Coffee and Cigarettes û Night on Earth. Metina ku ev demek e hewil didim binivîsim nêzî şêwaza Jarmuschî ya di van her du fîlman da ye. Di her du fîlman da jî em rastî gelek lehengan dihên ku di cihekî teng da bi hev ra dikevin dîyalogê. Di ya ewil da li cafeyên cuda, di ya duyem da li taksîyên cuda. Her du jî bê navend in û di navbera dîyalogên cuda da tu pêwendîyek tune ye. Deng û dîtinên wan zêde û ji hev cihê ne. Bi vê meraqê, ez dê li hemû fîlmên din yên derhênerî jî temaşe bikim.


*Fight Club. Ev e.