Pîrozbahiyek li perxudres.blogspot.com

Îşev şeveke tarîxî ye. Li quncikekî deftera xwe binivîsin. Em di serdemekî wisa de ne ku ro tune tiştek neqewime. Di nav ewqas qewaman de jî bivênevê hin pêşketin zêde nayên xuyanê. 

Omer Faruk Baran îşev di bloga xwe ya Şêwirên Onlayn- 1: Gulên Qasid - Fatma Savci de ragihand ku dest bi şêwirên onlayn kiriye. Di vê şêwira yekem de Omer Faruk Baran û Mem Jan derheqê kitêba Fatma Savci de bi hev re sohbet kirine, şêwirîne. Birêz Baran dike ku di her şêwirê de derheqê kitêbekê de biaxivin û heçê ku bixwaze dikarin bi rêya e-mailê beşdarî şêwrê bibin.  



Bi qasî sal û nîvekê endamê Şêwra Xwendinê ya Koma Vejînê bûm li Mêrdînê û di gelek şêwran de min moderatorî lê kir. Hingê jî, piştî demekê min fam kiribû û îşev jî min baştir fam kir ku, piştî demekê êdî komên xwendinê (belkî jî şaş im ku genelleme dikim) tiştekî li xwe zêde nekirin, xwe nû nekirin. Belkî gelek sedemên vê hebin, lê li gor çavdêriyên min hin sedem jî ev bûn: 1. Ji ber ku şêwir di wext û mekanekî diyarkirî de dihatin kirin, derfeta her kesî çênedibû ku beşdarî şêwiran bibin û tenê bi bajarekî sînorkirî bû, 2) Di şêwrê de dibû ku tu ji hin kesan hez nekî loma nexwazî biçî şêwrê, 3)Piranî heman kes beşdarî şêwrê dibin û pir kêm kesên nû beşdar dibin, 4) Gelek caran ji aliyê gelek beşdaran ve berhem nehatiye xwendin an  tenê beşeke wê hatiye xwendin, 5) Girêdayî van hemû sedeman, êdî her tişt dubare dibe, xwendin dubare dibin, şirove dubare dibin, endam dubare dibin, rê û rêbaz dubare dibin û di encamê de jî gelek caran paragrafeke nirxandinê ya beşdaran jî dernakeve holê û pê re pê re acizî û xwevekişandina ji şêwran. 

Tam di dewreke xitimandinê de Omer Faruk Baran şoreşek çêkir û şêwira xwendinê bi qasî ku kesî texmîn nedikir, nû kir, pêş de bir, rihettir, pratîktir, bizewqtir, bifeydetir kir. Qenebe kir ku di encamê de metnek derkeve holê. Bi xêra vê e-şêwirê her kesekî li çar aliyê dinyayê dikare tev li şêwirê bibe, bê ku li mekanekî û saetekî diyarkirî asê bimîne. Bê ku bi kesên jêheznekirî re rû bi rû bimîne. Bê ku zorê bide xwe biaxive. Lê li vir mecbûrî ye ku her beşdar binivîse, loma wek şêwiran çênabe ku tenê guhdar bikî. Li vir her kesên ku du sê hevokên wan hebin, dê binivîsin. 

Ev şêwira onlayn dikare bibe mînak ji gelek şêwirên din ên onlayn re. Hewce nake meriv tenê qîma xwe bi şêwira Perxudresê bîne. Meriv dikare di her warî û ji bo her cureyê şêwiran çê bike. Û jixwe çiqas çêbibin, ewqasî rengînî ye. Wek endamekî kevin ê şêwreke xwendinê, sed salî jî bifikiriyama nûbûneke wisa nedihat bîra min. Lê hat bîra Perxudres û wî kir. Ji ber vê nûbûnê inanolo.blogspot.com pîrozbahiyeke ji dil lê dike û hêvî dike ku her berdewam be û beşdarên wê zêde û cuda cuda bin. Lê wek reqîbekî bloga wî gerek ez li tiştekî jê baştir bifikirim û tiştekî nûtir pêk bînim. : ) Ez ê bifikirim, lê di vê navê re hûn jî bifikirin û ger pêşniyazeke we hebe ji min re bibêjin. : ) 

Wekî ku xuya ye, tarîx wan kesan nanivîse yên ku gazinan dikin û dibêjin çima filan tişt tune ye lê wan kesan dinivîse yên ku dibêjin filan tişt tune ye nexwe ez pêk bînim. 

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

4 yorum:

  1. Înanlo,

    Spas bo vê nivîsa xweşik. Ew niha destpêk e, hêvî dikim şêwir bi salan bidome û ew nivîsa te jî rojkê bo xwendevanekî ku li Zanîngeha Artukluyê moderatorîya e-şêwiran dike bibe çavkanî. Tew belkî bêjin Omer Faruk Baran, fikra xwendina onlayn dîtibû lê yê pêşda birî û nav kiribû e-şêwir jî İnan Eroğlu û li ser vê nîqaş çêbin. Hez û hurmet.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Hahahhhhh, yaw Omer heyranê vê dîtina te ya paşerojê me. Ka tu dewam bike, Xwedê mezin e.

      Sil
  2. Spas bi rêz Baran ji bo vê fikra pîroz û spas bi rêz Eroğlu ji bo danasîna vê xebatê...

    YanıtlaSil