Krzysztof Kieślowski etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

30. Amator (1979): Ne Tu Tişt


Tê gotin ku bi vî fîlmî re cara ewil navê Kieslowski li Polonyayê û li dinyayê deng vedaye. Li dinyayê bêhtir bi navê Camera Buff tê naskirin.

Fîlmê ku azwerî û girêdana bi kamerayê re di ser bavekî/karkerekî re dide, di bin re me dikişîne nav nîqaşeke ka gelo çi wateya mana li jiyanê heye, her tişt ji bo xweşî û aramiyê ye, yan tiştên jê jî muhimtir hene? Di fîlm de her weha îşaret bi sansura li ser sînamegaran tê kirin û rexne li burokrasî û burjuwaziyê tê girtin.

Filip
Filipê ku karkerek e li fabrîqeyê gava dibe bav bi meaşê xwe yê du mehan kamerayekê dikire ji bo ku her tim qîza xwe bigire kamerayê. Lê bi demê re ev daxwaza wî diguhere û êdî ew bi niyeteke din kameraya xwe dişixulîne. Patronê wan ji Filip dixwaze ew fîlmekî li ser salvegera fabrîqeyê bikişîne. Tevî ku ne bi dilê jina wî ye jî, ew vê teklîfê qebûl dike. Filip hêdî hêdî eleqeya xwe ya li ser malbata xwe ji dest dide û tu maneyekê nade tevgerên jina xwe.

Irenaya jina wî êdî van kirinên mêrê xwe tehemil nake. Ew dixwaze li rojên berê vegere, bibin wekî berê. Li gor wê Filip ew xwest û wê bi dest xist, wî zarok xwest û ew jî bi dest xist. Niha dor hatiye ser sînemayê? Gelo ew dê wê jî bi dest bixe? Filip diyar dike ku ferq kiriye di dinyayê de tiştên ji hizûr û sikûnetê biqîmettir jî hene. Her çiqas nabêje jî, ev tişta biqîmettir kamera ye. Azweriya kamerayê azweriya malbatê li cem wî kêmtir dike. Meriv dikare vê fam bike: Du azwerî di beroşekê de nakelin. Azweriyek her tim di ser yeke din re ye.

Fîlmên Filip yên amatorane êdî xelatan jî digirin, di televizyonê de jî tên weşandin. Êdî patronê wî hin fîlmên wî qebûl nake, naxwaze çavê wî bi hin kesan bikeve. Kieslowski di ser patron re zehmetiyên li ser sînemayê jî nîşan dide. Ev sansûr ne li ser Filip tenê ye, gava derhênerekî navdar yê Polonyayê tê kulûba wan, ew bi xwe jî behsa sansura li ser senaryoyên xwe dike. Burokrasî xedar e, efû nake. Filip ji ber ku fîlmekî bê dilê patron ji televizyonê re dişîne, wezîfedarê karên kulturî dê ji kar bê avêtin.

Filip û Îrena
Di ser de jina Filip, tevî zaroka xwe wê diterikînin. Filip di nav dubendiyekê de ye. Gelo heta dawî bide dû azweriya xwe ya kamerayê yan li hizûr û sikûneta xwe ya berê vegere? Baş fam dike ku herduyan nikare bi hev re bimeşîne. Hem terka jina wî, hem qewirandina wezîfedar dike ku ew bantê fîlm ji televizyonê re neşîne û biavêje. Ew êdî bi xwe re ye. Tenê. Hildide kamerayê. Gelo berê wê dê bide derve? Na. Ew berê kamerayê dide xwe û qala serboriya xwe dike. Ew hemû azweriya xwe dide hêlekê û ji nû ve bi xwe re dikeve nav nîqaşekê û hesabxwestinekê.

Navê amator di çend cihan de derbas dibe. Anna Wlodarczyk ji Federasyona Fîlmên Amator tê serdana Filip ku ew fîlmê xwe bişîne pêşbaziyê. Di wextê pêşbaziyê de sohbeteke ecêb di navbera Filip û Anna de derbas dibe. Filip jê dipirse, “ka tu çi dikî wekî din?” Anna wî ji lêvan maç dike û jê dipirse ka dizane jê re dibêjin çi û dibêje “amator”. Jê re dibêjin amator. Ji ber ku wê xwe girêdayî û fedayî tu tiştî nekiriye. Ev bi amatorîzma Edward Said re jî li hev dike. Amatorî: Meriv bala xwe bide her tiştî lê tu carî tiştekî heta dawî nizanibe û bi ser de neçe. Meriv têkilî her tiştî bibe lê tu carî heta dawî têkilî tiştekî nebe. Gelo Filip jî ber bi amatoriyê ve diçe?

Filip û Anna
Di fîlm de hin sehne wekî ji bo sehneyên Dekalogê hatibin ceribandin. Sehneya ku xebatkarek tê şûşeyên vala yên şîr dixwaze û şûşeya tije dide Filip, bi awayekî din di beşê VIan yê Dekalogê de jî derbas dibe, Tomek tê şûşeya vala ya şîr ji Magdayê dixwaze û ya tije didiyê. Xuya ye wan çaxan (niha nizanim) belavkirina şîr li Polonyayê adetekî rojane bû û pir ji şîr hez dikirin. Gerçî li Kurdistanê jî ev adet ne tam weha be jî di ser satilên mast re heye lê niha kêmtir bûye.

Wezîfedarê karên kulturî gava ji Filip re ji ber azweriya wî dibêje tu li destpêka têkçûnekê yî, Filip jî jê re dibêje wa ye tu jî girêdayî pûlan î. Wezîfedar jî diyar dike ku ji ber ku tu tiştekî din ew xwe pê ve girê bide nîne. Di beşê Xan yê Dekalogê de jî bavekî xwedî koleksiyona pûlan ya herî mezin ji du kurê xwe re dihêle. Ew jî berî mirina xwe ne bi zarokên xwe re lê pûlên xwe re girêdayî bû. Lê piştî mirina wî, ev pûl jî bi her awayî dibin sebeba têkçûna her du birayan.

Kieslowski nebêje jî fîlm vê ji me re dibêje: Tu nikarî di heman wextî de bi du tiştan ve girêdayî bimînî. Yan tu dê girêdayî tenê tiştekî bî û profesyonel bî; yan jî tu dê girêdayî ne tu tiştekî bî û amator bî. Te qerara xwe da? Amatorî yan profesyonelî?

28. Trois Couleurs: Rouge (1994): Sorê Biratiyê

Rengê sor jî wateya xwe ya biratiyê heye di alaya Fransayê de. Sor bi her awayî hakim e di fîlm de û belkî meriv karibe gelek wateyan lê bar bike. Sêv, defter û rûbera li ser maseya Valentineê sor e. Valentine bi montê sor yê destgirtiyê xwe radize. Erebeya Auguste sor e. Xêlî û afîşa ji bo wêneyê Valentineê sor e, di reklamê de jî, benîştekî sor dicû. Û gelek tiştên din.

Piranî fîlmê herî xweş yê sêbareya rengan ya Kieslowski tê hesibandin Sor. Lê min herî pir ji Şînê hez kir. Sor fîlmekî pirqat e, wek xaçepirsekê ye, hin tişt ber bi dawiya fîlm ve ji hev tên famkirin. Bi vî awayî serencama sêbareyê ye û aqûbeta hin kesên fîlmên din jî nîşanî me dide.

Fîlmekî ku di nav evîn, îxanet, qeder, mirin, hiqûq, edalet, rehm, jiyana taybet de diçe û tê. Valentinea ku lehenga serekî ye, evîneke saf û pak temsîl dike. Valentinea ku ji Irene Jacob ve tê lîstin, jina herî bedew ya sêbareyê xuya kir li ber çavê min. Destgirtiyê wê yê li pişt telefonê ye û em bi tu awayî wî nabînin, temsîla destgirtiyekî hesûd û şerûd dike.


Min di her du fîlmên din de behsa rabirdûyê kir. Di vî fîlmî de jî rabirdû dev ji Valentineê bernade. Lê bi awayekî din. Tê gotin ku Kieslowski di binavkirina karakteran de ji Irene pirsiye ku ka di zarokatiya xwe de xwestiye navê wê çi be. Wê gotiye Valentine. Fîlm jî li taxên zarokatiya wê hatiye kişandin. Valentine di fîlm de jî rabirdûya xwe dijî. Çimkî êdî ew keseke pêncî salî ye di xewn û xeyalên Josephê hakimê berê de.

Joseph ji hakimiyê teqawid bûye û li mala xwe tekane zewqa wî, guhdarkirina bi dizî ya li telefonên cîranan e. Joseph bi kirin û axaftinên xwe dike ku em cardî li qencî û neqenciyê bifikirin. Çi eleqeya wî bi Valentine re heye? Valentine rojekê li kûçikekî diqelibe û ev kûçikê Joseph e. Ji toqa stûyê kûçik hîn dibe ku ew li taxeke bi navê “carouge” dijî (bila bala we li ser rouge be). Di ser kûçik re hevnasîna Valentine û Joseph çê dibe.

Joseph bi salan e kesekî ji hezkirinê dûr e. Lê ji axaftinên wî tê famkirin ku Valentine dibe ku ew jin be ku ew di xeyalên xwe de mezin dike. Joseph bi demê re gava qala serboriya xwe dike, heman serborî ji aliyê kesekî cudatir ve tê lîstin û em dibin şahidê alteregoya Joseph.

Joseph hakim e. Auguste jî hakim e. Herdu jî berî ku îmtihana hakimtiyê qezenc bikin, bi tesadûfî ji rûpela vekirî ya kitêbeke ketî pirsa xwe ya îmtihanê dixwînin bêyî ku bizanin û qezenc dikin. Herdu jî ji aliyê destgirtiyên xwe ve bi mêrekî din tên xapandin. Destgirtiya Joseph di qezayekê de dimire, lê xuya ye Auguste di qezayekê de dê bi Valentine re bibe destgirtî.

Di her sê fîlman de jî pîrejinek heye ku wekî leitmotîfekê heman hereketê dike. Dixwaze şûşeya destê xwe biavêje qutiya çopê lê destê wê nagihîje. Herî dawî Valentine gava wê dibîne, diçe alîkariya wê dike û şûşeyê diavêje qutiyê. Belkî ev peyama herî serekî ye di mijara biratî û alîkariyê de.


Di dawiya fîlm de Valentine bi ferîbotê derdikeve rêwîtiyekê. Auguste jî li heman ferîbotê siwar dibe (lê qet hev nas nakin). Ferîbota wan qeza dike û tenê heft kes ji wê qezayê rizgar dibin. Hûn dê bêjin kî? Kieslowski dîsa em terskoşe kirin û zîrekiya xwe nîşan da. Ev kes ev in: Julieya û Oliverê fîlmê Bleu, Karolê û Dominiquea fîlmê Blanc, Auguste û Valentinea fîlmê Rouge, û kesekî bi navê Steven Killian (lê nizanim ka ev kî ye û di fîlman de jî qet rastî vî navî nehatim). Hezar pirs û îhtimalan dikarim li vir rêz bikim ka Julie û Oliver û Karol û Dominique çawa hatin wê ferîbotê û îşê wan li wir çi bû. Ew çêtir in her wekî pirs û îhtimal di hişê min de bimînin. Lê tişta ecêb, gava Joseph di televizyona xwe de li vê qezayê temaşe dike û Valentine dibîne, dîmenê rastîn yê Valentine dibe eynî wekî afîşa Valentine ya ji bo reklameke li ser cadeyê (ne rastî lê çêkirî). Kenek hat ser rûyê min, min ji xwe re got ev Kieslowski çi şeytan e, de ka dihat bîra kê dê lîstikeke weha di dawiyê de bike û xatirê xwe ji me bixwaze. Ev fîlmê herî dawî yê Kieslowski bû.

Û Van den Budenmayer. Di vî fîlmî de jî, di fîlmê ewil de jî û di fîlmekî Dekalogê de jî navê wî derbas dibe. Kieslowski hunermendekî din li muzîka dinyayê zêde kir. Lê baş guhdar bikin û bila mizgîniya min ya mezin li xwendevanên delal yên vê blogê be, Van den Budenmayer qebûl kir ku ez pê re roportajekê bikim ji bo vê blogê. Li bendê bin! 

27. Trois Couleurs: Blanc (1994): Spiyê Wekheviyê


Spî. Rengê wekheviyê, di alaya Fransayê de. Kieslowski mijareke polîtîk di ser têkiliyên jin û mêrekî de dide. Gelo em wekî hev in? Spî ji me re dibêje, na, bêguman em nabin wekî hev. Lê hewldana me her ji bo wê ye. Ji bo ya ku me li şerm û fediya herî giran diqelibîne.

Karol berberekî jinan e, ji Polonyayê ye, fransiya wî pir qels e. Dominique jina Karol e, ji Fransayê ye, fransiya wê très bien e. Ziman. Tu hîn zimanê me nizanî birako, tu dê çawa bibî wekî me? Karol hîn ji derba ewil de nikare bibe wekî jina xwe. Ev newekhevî di mehkemeyê de li nav dev û rûyê wî dixe.


Dominique ji ber bêqawetiya cinsî ya mêrê xwe, dixwaze dev ji mêrê xwe berde. Qanûn pişta welatiyên xwe digirin. Dominique ji Karol bêhtir nêz û wekî wan e. Her teyr bêhtir wekî refê xwe ye. Tu ne di nav refê xwe de yî Karol can. Vegere welatê xwe. Diqîre Karol, lê nikare derdê xwe bi fransiyeke baş bibêje. Tenê dibêje, “ka ye wekhevî?” Wekheviya çi cano? Tu bi bêqawetiya xwe, behsa kîjan wekheviyê dikî? (Di vê kêliyê de Julieya fîlmê Bleu dixwaze bikeve salona mehkemeyê û em wê kêliyekê ji hundirê salonê dibînin. Lê di fîlmê Bleu de me ew ji derveyê salonê, li pişt derî didît ku bi têketinê re tavilê ji aliyê wezîfedarekî ve ji salonê derdiket.)

Karol hatiye kêmxistin û biçûkxistin. Ew vê heqareta herî mezin ji bo xwe dihesibîne. Lê ji jina xwe jî hîn hez dike. Careke din qawetê dide xwe û dixwaze têkiliyeke cinsî bi jina xwe re dane lê nikare. Ew nikare bike lê gava di telefonê de li dengê orgazmbûna jina xwe guhdar dike, xwe dike wekî ew kesê bi jina wî re. Ew vê wekheviyê di ser mêrekî din re bi dest dixe, di ser kesekî din re qaweta xwe dinixumîne. Lê ew dê heyfa xwe ji jina xwe hilîne. Jina wî wekheviya wan hilweşand, giraniya wî ya li ser terazûyê kêm kir, daxist, ya xwe zêde kir û rakir. Ew divê giraniya xwe ya berê bi dest bixe û bibe wekî jina xwe.

Pasaporta Karol tune û ew di nav baholê xwe de bi awayekî şerpeze diçe Polonyayê. Di baholê wî de ji bilî wî û peykereke jinan tu tişt tune ye. Julie jî gava mala xwe terikandibû dibêjim qey tenê ew lembe pê re hebû. Ew lembe çawa ku rabirdû bû, li vir jî ew peyker rabirdû ye. Ew Dominiquea rasteqîn e û arezûyeke mezin ya Karol li hemberî vê peykerê heye û wê ji lêva wê maç dike. Ew wekî peykera xwe ye, di asta wê de ye, Karol jî peykerek e, bê hêz û qawet.

Karol piştî hin dek û dolaban, gelek dewlemend dibe, kargeheke wî ya mezin çêdibe. Ew êdî amade ye Dominique ji textê wê bîne xwarê. Wesyetnameyekê dide nivîsandin ku hemû pere û mal û milkê wî ji bo jina wî ya berê ye. Dewlemendî dibe navgîneke bidestxistina wekheviyê, asta bilind ya Karol. Pasaporteke sexte ji bo xwe çê dike, îlaneke sexte ya mirinê ji bo wî tê belavkirin, û ji bo vê, laşê miriyekî din li ser navê wî tê veşartin. Dominique tê û li ser gora mêrê xwe yê berê digirî û Karol ji vî girîyî zewqeke veşartî bi dest dixe. Dominique daketiye asta mêrê xwe, mêrê wê xwedî text û tacê berê ye. Mirin rabirdûyê vedigerîne, hestên berê yên veşartî radike pêdarê. Karol baş bi vê dizane.


Karol bi şev li benda jina xwe ya berê dimîne. Dominiuqe wê şevê dikeve hembêza mêrê xwe yê berê. Karol qaweta xwe ya berê bi dest dixe û Dominique digihîne orgazmê. Ew êdî bûne wek hev. Lê Karol bi terikandina wê re, wê ji asta xwe dadixe, kêmtir dike. Herî dawî gava polîs tên mala wî kontrol dikin, Karol nabînin.

Di sehneya dawî de em dibînin ku Karol diçe cihekî wekî hepsxaneyê û bi dûrbînê li jina xwe ya li pişt têlên pencereyê dinihêrê. Di sehneya berî vê de jî polîs hatibûn mala Karol kontrol kiribûn, fam kiribûn ku hîn sax e. Dibe ku piştî vê Dominique desteser kiribin. Her wekî di dîmena dawî ya Şînê de hêstirk ji çavên Annayê diherikîn, di dîmena dawî ya Spîyê de jî hêstirk ji çavên Karol tên. Ev hêstirkên ji bo bextewariyê ne, yan yên ji bo wekheviyê,  Xwedê dizane.

26. Trois Couleurs: Bleu (1993): Şînê Azadiyê


Fîlmê ewil yê sêbareya rengan ya Kieslowski. Tê gotin ku fîlm navê xwe ji her sê rengên alaya Fransayê werdigire ku her rengek xwedî wateyekê ye. Her weha ev wate, sloganên Şoreşa Fransayê ne jî. Rengê ewil, şîn e. Şîn, tê wateya azadiyê.

Azadî. Lê azadiyeke çawa? Julieya lehenga serekî piştî mirina mêrê xwe û qîza xwe di qezayekê de, dixwaze dev ji her tiştî berde, her tiştê berê ji bîr bike û berê xwe bide jiyaneke nipînû û azad. Dixwaze azadiya xwe bi dest bixe lê nikare. Hemû rabirdû wekî kabûsekê dikumişe ser wê. Jê xilas nabe.


Rengê hakim yê fîlm, her wekî ji navê xwe diyar e, şîn e. Û “şîn”, zarokatî ye, malzarok e, rabirdû ye. Di sehneya ewil de em dibînin ku Annaya qîza Julie, kaxeza şîn ya şekirê xwe di paceya erebeyê re li ba dike (erebe li xortê li serê nasekine û piştî çend metreyan li darekê diqelibin û tenê Julie ji wê qezayê difilite, wekî ku ew hemû cezayê nesekinîna li xort be); lembeyeke Julie heye, bi kêlekên wê ve gelek şînok daleqandî ne, piştî qezayê gava terka mala xwe dike wê bi xwe re dibe, cîrana wê ya laşfiroş gava çav bi vê lembeyê dikeve diiyar dike ku di zarokatiya wê de jî lembeyeke wê ya weha hebû, ev bîranîn e, dibêje Julie, ew çiqasî jî bixwaze ji bîr bike, carna tenê rengê “şîn” jî bes e ku ew bi jiyana xwe ya borî re rûbirû bimîne; Julie piştî qezayê gava li mala xwe çavê xwe digire, ew muzîka her car lê dikeve ku mêrê wê çê kiriye ji bo yekîtiya Ewropayê (yan jî tê gotin ku Anna ew çêkiriye) û roniyeke şîn wekî mij û dûmanekê bi ser wê de dadikeve, “şîn” wê li xewn û xeyalên berê radiselitîne; hewiz, hewiz şîn e, û ew her carê li hewizê vedigere, hewiz malzarok e, Julie wekî pitikeke di nava dêya xwe de, xwe digihîne hev, hewiz stargeha wê ye, “şîn” rengê wê yê azadiyê ye li wir. 

Min got malzarok, belê Julie piştî qezayê diçe serdana dêya xwe ya li mala yextiyaran. Lê fam dike ku dêya wê êdî nikare jê re bibe dayîkek, malzarokek. Ji dêya wê were qîza wê, xwişka wê ye. Julie li malzarokekê digere û dixwaze zaroka xwe û hemû zarokan ji bîr bike. Ji ber vê ye gava mala xwe terk dike û li maleke din digere, ji emlaqçî maleke bê zarok, avahiyeke bê zarok dixwaze. Ew li malzarokekê digere, ne li mala bi zarok. Tehemila wê tune ye ji zarokan re êdî. Tehemila zarokekê nemaye ji zarokeke din re. Gava di mala xwe de mişkekê û çêlikên wê dibîne, têk diçe. Çêlikek jî bes e ku zaroka wê bîne bîra wê. Ew dayîk e ya soxî, nikare wan çêlikan ji mala xwe derxe. Pisîkeke cîranê xwe tîne û bi girî wê berdide nav mala xwe û vedigere hewizekê xwe, malzaroka xwe, bi pozisyoneke cenînî. Zarokekî din jî heye û ev zarokê di malzaroka metresa mêrê Julieyê de ye ku Julie paşê hîn dibe. Wê zaroka xwe ji dest da lê amade ye mala xwe ji zarokekî din re veke û mala xwe ya berê ya bi mêrê xwe re, dide metresa berê ya mêrê xwe. Mal ji bo zarokan e û Julie jî zarok e.


Mêrê wê muzisyenekî navdar e û berî mirina xwe li ser hin konseran ji bo yekîtiya Ewropayê difikirî, li ser gelek berheman dixebitî. Lê wer xuya ye li pişt perdeyê Julie heye û wê ev berhemên muzîkê çê kirine. Lê dixwaze muzîkê jî jî bîr bike êdî Julie. Muzîk ruhê wê teng dike. Dixwaze ji hemû berhemên mêrê xwe xilas bibe û yên li ber destê xwe diavêje çopê jî. Ji xêra Xwedê re Oliverê hevkarê mêrê wê ew ji ber Julie hiltîne. Ecêb e, gelek caran gava muzîk lê dikeve û Julie li tiştinan difikire, dîmen kêliyekê reş dibe û wekî ku Julie bi carekê re derketibe gera nav alema xewn û xeyalan. Muzîk rabirdû ye. Û ew gava tiliya xwe datîne ser notayan û ber bi rastê ve dişemitîne, muzîkeke mûhteşem lê dikeve û ew bi vê şemitînê re li trênekê siwar dibe û ber bi xwe ve bi rê dikeve.

Oliver ji Annayê hez dike. Di sehneya dawî de, wekî ew di malzarokekê de bin, bi hev şa dibin. Hêstirk ji çavên Julie tên xwarê û fîlm bi rengê şîn diqede. Ew azad e êdî dibêjim qey. Berê wê li azadiyê ye.

25. Dekalog I-X (1988): Deh Bend ji bo Xwedê


I. Xwedayekî Din

Bav bi Xwedayekî Din re bû, bi zanistê re. Digot qey her tişt, mirin jî tê de, bi zanîna wî hel dibe. Xwedayê xwe di ser hemû Xwedayan re digirt. Pir jî henûn bû, Xwedê şahid e. Xwedayên meriv jî dimirin, her wekî ku kurên meriv jî dimirin. Xwedayê bav rê li ber mirina kurê bav negirt. Ev derba ewil bû li bav ku Xwedayekî hilweşîne û Xwedayekî din bîne şûna wî. Ew jî hilweşiyabû çimkî. Ew ew bû, gava çavê Îsa herikî. Kurê wî miribû, û ew bûbû kurê bavê xwe. Bêhtir li bavê xwe geriyabû, bêhtir jê dûr ketibû.

Dekalog I
II. Di Nav Mêr, Bav û Zarok de

Dorota gava bi dilekî pak (yan jî weha xuya dike) ji doktor re dibêje ew evîndarî du mêran e, bi meraq ji xwe dipirsim ka ew evîndariya bo du kesan evîndariyeke çawa ye. Di vê dewra ku barê evîndariyeke sivik nayê hildan, barê du evîndariyên giran li ser milê Dorota Xanimê ye. Mêrê wê li ber mirinê ye, pir ji mêrê xwe hez dike, li ser dimire; lê bi halekî ye û zarokê wê ji mêrekî din e, mêrekî ku Dorota Xanim pir ji wî jî hez dike. Mêrê ewil aramî û bextewarî daye wê, nabêje ka yê din çi daye wê. Gelo çi daye wê? Zarok? Wekî din? Gelo baweriya Doktor Beg bi Xwedê heye? Ev pirs di fîlmê ewil de jî tê pirskirin, kur ji bavê xwe dipirse. Zarokê Doktor jî miriye û ew Dorota dixapîne ji bo ku zarokê xwe ji ber xwe neke. Heger mêrê wê bimire dê zarokê xwe ji ber xwe neke û biçe cem bavê zarokê xwe. Heger mêrê wê nemire, wê gavê lazim e zarok çê nebe. Bav yan zarok? Lê Dorota ji bavê zarokê xwe re gotiye, ez nayêm cem te û ez dê zarok jî ji ber xwe bikim. Bav dibêje, heke zarok tune be, ez te jî qebûl nakim. Doktor jî dê bibêje, zarok ji ber xwe neke, mêrê te dê bimire.  Žižek vî fîlmî bi fermana 3yan re girê dide: Navê Xwedê belasebeb hilnede! Xuya ye Doktor tevî ku bi navê Xwedê sond dixwe ku mêrê wê dê bimire loma hewce nake zarokê xwe ji ber xwe bike û bi derewan Dorotayê dixapîne, her weha li gor xwe navê Xwedê belasebeb hilnade û dibe sebebê du jiyanan, du bextewariyan. Mêrê wê namire, û êdî weha dizane ku zarokê wî jî dê çê bibe. Ji du evîndariyan gelo em dîsa ber bi du evîndariyan ve diçin? Ne diyar e.

Dekalog II
III. Sebta Xwedê

Tu dixebitî, lê şeva serê salê lazim e li cem malbata xwe bî. Dev ji her tiştî berde, rabirdû li paş maye. Şevekê, jinek dikare were te bixapîne. Şev misaîd e ji bo xapandina xwe. Dibe ku te di şeveke weha de Sebta Xwedayê xwe di ser guhê xwe re avêtibe. Wê şevê te dabû dû dilê xwe, dikarî îşev jî bidî dû dilê xwe. Lê tu nadî, yan jî şev ne misaîd e bi ya dilê xwe bikî. Lê fermana roja dawî careke din îhlal dikî. Lê tu dê nekî careke din. Hemû Sebta Xwedê dibe bi qurbana derewên jinekê.

Dekalog III
IV. Sawa Rastiya Veşartî

Saweke rastiyê jî heye, xuya ye. Meriv naxwaze hin rastiyan bizane, carna nezanîna wê bextewariyeke mezin dibexşîne. Qey ji ber wê ye Anka dixwaze rastiyeke wê veşartî bimîne û tu carî hîn nebe. Nameyek heye li meydanê. Dayîkek berî mirina xwe nameyekê ji qîza xwe re dinivîse. Gava qîza wê pênc rojî ye dimire. Belkî bîst sal e ew name nehatiye vekirin. Êdî dema wê hatiye ku Anka nameya dêya xwe veke. Lê Anka bi tirs e. Saweke rastiyê bi wê girtiye. Gelo wê di nameyê de bê gotin Michal bavê wê ye yan ne bavê wê ye? Arezûyeke ensestî ya Ankayê piştî ewqas salan eşkere dibe. Li gor Žižek, Anka bi arezûyeke mezin ya ensestî “hurmetê dide bavê xwe”. Ev hurmet li gor fermana pêncan e. Anka tevî ku nizane rastiyê, tenê ji ber vê arezûya xwe bi derewan nameyekê ji devê dêya xwe dinivîse ku Michal ne bavê wê ye. Berterefkirina rastiyan hin rastiyên din yên veşartî eşkere dike. Anka îtîraf dike ku cara pêşî gava bi bavê xwe re razaye (qey gava ku bi vê arezûya xwe hisiyaye) ji heyecanan ji ser hişê xwe çûye. Michal baweriya xwe bi nameya Anka tîne û diyar dike ku her tim gumanek di dilê wî de hebûye ku Anka ne qîza wî bûye. Li gor Anka bav jî ji ber vê rastiyê bi keseke din re nezewiciye, li benda wê maye. Şev misaîd e ji bo îtîrafan. Anka diyar dike ku êdî ne qîza bavê xwe ye, ew amade ye ku laşê xwe bide bavê xwe. Lê bav tu carî nahêle ew arezûya qîza wî bigihije armanca xwe. Arezû gava nagihije armanca xwe û her wekî xwe dimîne, arezû ye. Bav amade ye qîza xwe bihêle û derkeve gerekê. Lê qîz ne amade ye ji vê hiştinê re, îtîraf dike ku wê name bi xwe nivîsiye. Lê her du êdî bi awayekî veşartî be jî li hev kirine ku rastiya nameyê hîn nebin. Name tê şewitandin, tenê destpêka wê dimîne. Dêya wê ji qîza xwe re dibêje, “Michal…” û piştî wê nayê xwendin. Gelo dê bigota “Michal bavê te ye” an “Michal ne bavê te ye”? Nizanim. Nizanin. Ew guhên xwe ji rastiyê re digirin. Rastiya veşartî tevî bextewariyê, sawê jî dide. 

Dekalog IV
V. Ez dê Yekî Nekujim

Dikuje. Xwişkeke mirî dikare min bi gerê bixe ji bo kesekî bikujim. Xwişka min mir, pelçiqî û her tim ji xwe re dibêjim di bin tekerên wesayita min de ma. Ji bo ku tola wê hilînim, ji xwe hilînim, derketime li qurbanê xwe digerim. Bavê mirî desthilata xwe dide kurê xwe. Lê kur her dixwaze li cem bavê xwe raze, li kêleka wî bê veşartin. Ev berdewamiya desthilatê ye. Bêguman, em ji bav hatin û em dê cardî li bav vegerin. Qurbanên meriv jî dişibin meriv. Her meqtûl bi reheke xwe digihije qatilê xwe. Qurbanê xwe dixeniqînim û ez jî pê re têm xeniqandin, bavo.

Dekalog V
VI. Evîn yan Nevîn?

Ev beş xwe dispêre fermana 7an û 10an. Tomek xortekî 19 salî ye ku li postexaneyê dixebite. Bi dûrbînê her tim çavdêriya Magdaya cîrana xwe dike. Jê hez dike, “bi rastî jî” jê hez dike. Ji bo wê dûrbîneke mezin jî diziye. Ji bo ku wê zêdetir bibîne dekontên sexte jê re dişîne, li marketekê dest bi belavkariya şîr dike. Lê Magda baweriya xwe bi hezkirinê, bi evînê nayîne. Vê ji Tomek re dibêje. Ew ji berê de fermana 7an binpê dike. Û Tomek jî ber bi wê binpêkirinê ve dibe. Tomek tevî ku diyar dike derdê wî ne maçkirin û bihevşabûnek e jî, ev ji Magdayê re ecêb tê. Li gor wê evîn heta orgazmbûnê ye û Tomek jî bi heyecana evîna xwe ya mezin, gava bi tehna Magdayê destê xwe dide ranê Magdayê orgazm dibe. Ev derbek e li evîna wî û binpêkirina fermanan e. Bi wê hîsa sûcdariyê zendê xwe jê dike û dixwaze bi vî cezayî xwe pak bike. Tomek ji berê de pak bû û Magdayê jî ber bi pakbûnekê dibe. Evîn nevînê jî hildiweşîne.

Dekalog VI
VII. Diziya Zarokan

Qîz dixwazin dayîka xwe ji holê rakin. Dayîk jî qîza xwe. Heger hebe torineke wê, ew êdî qîza wê ye. Ji ber vê ye qey torin li ber dilê dapîra xwe şîrîntir dibin? Majka tu carî nebû qîza dêya xwe, Xwedê wekîl be. Dayîk her tim bi hesreta zarokeke din in. Gava zarokeke wan ya din çê nabe, çav berdidin zaroka zaroka xwe. Zarokeke din didizin, lê ev nabe diziya dêya te jî Majka. Çimkî Majka jî tu carî nebû zaroka dêya xwe. Tu têk çûyî ji roja ewil de. Qîz têk diçin ji roja ewil de gava qîza xwe ji dêya xwe re dihêlin. Piştî şeş salan ew nabe qîza Majka. Ania jî dê jê re nebêje lê lê dayîkê. Ew Majka ye ji bo Ania. Qîz, qîza xwe cardî ji dêya xwe bidize yan jî bigire jî, bireve kû jî, nikare ji dêya xwe xilas bibe. Majka cardî têk diçe, qîza xwe ji dêya xwe  re dihêle û diçe. Di dilê her qîzekê de heye ku qîza xwe bi destê dêya xwe ve berde û bireve.

Dekalog VIII
VIII. Hesabxwestinek bi Rabirdûyê re

Zêde konsantreyî vê beşê nebûm. Di dersa Profesor de çîroka Dekalog IIyê tê gotin. Li gor Profesor ya rast jiyana zarok e, yanî welidîna wî. Lê wê di dema şerê Naziyan de zarokeke Cihû qebûl nekiriye û bi vê kirina xwe re dikeve nav nakokiyekê. Profesor êdî daye ber xwe ku bi rabirdûya xwe re têkeve nav hesabxwestinekê. Li gor Žižek ev beş, ji her aliyî ve beşa herî qels ya Dekalogê ye. Belkî jî.

Dekalog VIII
IX. Çavê li Deriyan

Fermana dehemîn dibêje tu dê çav bernedî jina cîranê xwe. Te çav berneda Roman, çimkî tenê çavekî te hebû, ew jî ji bo jina te bû. Tu bi kêr nedihatî rast e, bi te nedibû, ji te nedihat, lê dîsa jî çavê te li ser jina te bû, hezkirina te li ser wê. Nemêrî hîseke çawa ye? Gava te bisqilêta xwe serserkî diajot û hêstirkên te jî tevî te û bisqilêta te di ser pirê re diketin xwarê, dilê min jî pê re pê re dihat xwarê, her weha. Ew çi dîmen bû, min ji xwe re got. Meriv eynî wê demê ji mêraniyê dikeve, dema tu weha hîs bikî ku evîn di pênc deqeyên nav şeqan de hesarge maye. Halbûkî Hankaya te ji te re gotibû evîn ne ew pênc deqe ye, evîn di dil de ye û gotibû, erê gotibû, tiştên li ber destê me girîngtir in ji tiştên ne li ber destê me. Xweş gotibû xanima te, siheta wê xweş. Em qîma xwe tenê bi yên li ber destê xwe nayînin, çav berdidin yên ne li ber destê xwe jî. Lê te xapand Roman. Hanka te xapand. Ji bo demekê, tiştên ne li ber destê wê ji tiştên li ber destê wê girîngtir bûn. Em ne carekê, gelek caran dikevin bin hikmê nav şeqê xwe. Lê li ber nekeve, Hanka jî ji her kesî bêhtir di bin hikmê çavê te de ye. Ew çi jî bike, bi te re ye. Lê ew întixara te, qet ne hewce bû.

Dekalog IX
X. Serencam û Sereta

Ev beş wekî ku hem serencam û hem jî seretaya hemû beşên din e. Fîlm bi îroniyeke xweş vedibe û cara pêşî bi awayekî eşkere silav li van deh fermanan, li deh logan dike: Birayê biçûk yê stranbêj li ser sehneyê distre: Bikuje! Bikuje! Bikuje! Tecawizî xelkê bike, her roja Xwedê zina bike. Û roja yekşemê, roja yekşemê pê li serê dêya xwe, bavê xwe, xwişka xwe bike. Herçî yên ji te biçûktir in, li wan bide û bidize. Çimkî xwediyê her tiştî tu yî, xwediyê her tiştî tu yî. Ez nebûm xwediyê koleksiyonekê. Min dixwest koleksiyoneke min hebe, lê nizanim koleksiyona çi. Koleksiyoneke mezin ya pûlan ji du kurên bêkêr re maye. Bav hemû umrê xwe daye vê koleksiyonê. Du kurên di nav malbateke feqîr û belengaz de mezin bûne. Koleksiyon dinyayek pere dike. Qiyametek pere. Çavê wan ji bilî pûlan êdî tiştekî nabîne. Ev pûl bûye pûtek êdî. Birayê mezin tek tenê ji bo pûleke ne di koleksiyonê de gurçika xwe jî li ser dike. Gurçik diçe, hemû pûlên din tên dizîn. Herdu bira pêşî ji hev du dikevin gumanê lê dû re bi çavê serê xwe dibînin ku êdî kê ew pûl dizîne. Ew êdî dîsa du birayên belengaz in. Cezayê pûtê û xwedîderneketina li mîrata bav dikişînin. Di Dekalogê de pêşî ev deh ferman tên îhlalkirin lê dû re vê cezayê van îhlalan tên kişandin û ew îhlalkerên berê êdî li gor fermanan tevdigerin. Fîlmekî li ser jiyanên cuda yên mirovên xaniyên li heman sîteyê. Jiyana wan çiqasî dûrî hev be jî, ewqasî jî nêzî hev e. Mirovekî kej hebû, xortikek, di her beşê de, di cihê herî ecêb de kêliyekê derdiket û wenda dibû. Di beşê dawî de min kesek ji dûr ve şiband wî lê nizanim ka ew bû yan na. Wexta hemû dizekên pûlan tên cem hev, di ber wan re derbas dibû. Ew detaya herî biçûk bû. Di fîlmên Kieslowski de detayeke biçûk çima ew qasî tesîr li aqûbeta fîlm û li me dike, lazim e li ser bifikirim.

Dekalog X