27. Trois Couleurs: Blanc (1994): Spiyê Wekheviyê
Spî.
Rengê wekheviyê, di alaya Fransayê de. Kieslowski mijareke polîtîk di ser
têkiliyên jin û mêrekî de dide. Gelo em wekî hev in? Spî ji me re
dibêje, na, bêguman em nabin wekî hev. Lê hewldana me her ji bo wê ye. Ji bo ya
ku me li şerm û fediya herî giran diqelibîne.
Karol
berberekî jinan e, ji Polonyayê ye, fransiya wî pir qels e. Dominique jina
Karol e, ji Fransayê ye, fransiya wê très bien e. Ziman. Tu hîn zimanê
me nizanî birako, tu dê çawa bibî wekî me? Karol hîn ji derba ewil de nikare
bibe wekî jina xwe. Ev newekhevî di mehkemeyê de li nav dev û rûyê wî dixe.
Dominique
ji ber bêqawetiya cinsî ya mêrê xwe, dixwaze dev ji mêrê xwe berde. Qanûn pişta
welatiyên xwe digirin. Dominique ji Karol bêhtir nêz û wekî wan e. Her teyr
bêhtir wekî refê xwe ye. Tu ne di nav refê xwe de yî Karol can. Vegere welatê
xwe. Diqîre Karol, lê nikare derdê xwe bi fransiyeke baş bibêje. Tenê dibêje, “ka
ye wekhevî?” Wekheviya çi cano? Tu bi bêqawetiya xwe, behsa kîjan wekheviyê
dikî? (Di vê kêliyê de Julieya fîlmê Bleu dixwaze bikeve salona mehkemeyê û em
wê kêliyekê ji hundirê salonê dibînin. Lê di fîlmê Bleu de me ew ji
derveyê salonê, li pişt derî didît ku bi têketinê re tavilê ji aliyê
wezîfedarekî ve ji salonê derdiket.)
Karol
hatiye kêmxistin û biçûkxistin. Ew vê heqareta herî mezin ji bo xwe dihesibîne.
Lê ji jina xwe jî hîn hez dike. Careke din qawetê dide xwe û dixwaze têkiliyeke
cinsî bi jina xwe re dane lê nikare. Ew nikare bike lê gava di telefonê de li
dengê orgazmbûna jina xwe guhdar dike, xwe dike wekî ew kesê bi jina wî re. Ew
vê wekheviyê di ser mêrekî din re bi dest dixe, di ser kesekî din re qaweta xwe
dinixumîne. Lê ew dê heyfa xwe ji jina xwe hilîne. Jina wî wekheviya wan
hilweşand, giraniya wî ya li ser terazûyê kêm kir, daxist, ya xwe zêde kir û
rakir. Ew divê giraniya xwe ya berê bi dest bixe û bibe wekî jina xwe.
Pasaporta
Karol tune û ew di nav baholê xwe de bi awayekî şerpeze diçe Polonyayê. Di
baholê wî de ji bilî wî û peykereke jinan tu tişt tune ye. Julie jî gava mala
xwe terikandibû dibêjim qey tenê ew lembe pê re hebû. Ew lembe çawa ku rabirdû
bû, li vir jî ew peyker rabirdû ye. Ew Dominiquea rasteqîn e û arezûyeke mezin
ya Karol li hemberî vê peykerê heye û wê ji lêva wê maç dike. Ew wekî peykera
xwe ye, di asta wê de ye, Karol jî peykerek e, bê hêz û qawet.
Karol
piştî hin dek û dolaban, gelek dewlemend dibe, kargeheke wî ya mezin çêdibe. Ew
êdî amade ye Dominique ji textê wê bîne xwarê. Wesyetnameyekê dide nivîsandin
ku hemû pere û mal û milkê wî ji bo jina wî ya berê ye. Dewlemendî dibe
navgîneke bidestxistina wekheviyê, asta bilind ya Karol. Pasaporteke sexte ji
bo xwe çê dike, îlaneke sexte ya mirinê ji bo wî tê belavkirin, û ji bo vê,
laşê miriyekî din li ser navê wî tê veşartin. Dominique tê û li ser gora mêrê
xwe yê berê digirî û Karol ji vî girîyî zewqeke veşartî bi dest dixe. Dominique
daketiye asta mêrê xwe, mêrê wê xwedî text û tacê berê ye. Mirin rabirdûyê
vedigerîne, hestên berê yên veşartî radike pêdarê. Karol baş bi vê dizane.
Karol
bi şev li benda jina xwe ya berê dimîne. Dominiuqe wê şevê dikeve hembêza mêrê
xwe yê berê. Karol qaweta xwe ya berê bi dest dixe û Dominique digihîne
orgazmê. Ew êdî bûne wek hev. Lê Karol bi terikandina wê re, wê ji asta xwe
dadixe, kêmtir dike. Herî dawî gava polîs tên mala wî kontrol dikin, Karol
nabînin.
Di
sehneya dawî de em dibînin ku Karol diçe cihekî wekî hepsxaneyê û bi dûrbînê li
jina xwe ya li pişt têlên pencereyê dinihêrê. Di sehneya berî vê de jî polîs
hatibûn mala Karol kontrol kiribûn, fam kiribûn ku hîn sax e. Dibe ku piştî vê
Dominique desteser kiribin. Her wekî di dîmena dawî ya Şînê de hêstirk
ji çavên Annayê diherikîn, di dîmena dawî ya Spîyê de jî hêstirk ji
çavên Karol tên. Ev hêstirkên ji bo bextewariyê ne, yan yên ji bo wekheviyê, Xwedê dizane.
0 yorum: