26. Trois Couleurs: Bleu (1993): Şînê Azadiyê
Fîlmê
ewil yê sêbareya rengan ya Kieslowski. Tê gotin ku fîlm navê xwe ji her sê rengên
alaya Fransayê werdigire ku her rengek xwedî wateyekê ye. Her weha ev wate,
sloganên Şoreşa Fransayê ne jî. Rengê ewil, şîn e. Şîn, tê wateya azadiyê.
Azadî.
Lê azadiyeke çawa? Julieya lehenga serekî piştî mirina mêrê xwe û qîza xwe di
qezayekê de, dixwaze dev ji her tiştî berde, her tiştê berê ji bîr bike û berê
xwe bide jiyaneke nipînû û azad. Dixwaze azadiya xwe bi dest bixe lê nikare.
Hemû rabirdû wekî kabûsekê dikumişe ser wê. Jê xilas nabe.
Rengê hakim yê fîlm, her wekî ji navê xwe diyar e, şîn e. Û “şîn”, zarokatî ye, malzarok e, rabirdû ye. Di sehneya ewil de em dibînin ku Annaya qîza Julie, kaxeza şîn ya şekirê xwe di paceya erebeyê re li ba dike (erebe li xortê li serê nasekine û piştî çend metreyan li darekê diqelibin û tenê Julie ji wê qezayê difilite, wekî ku ew hemû cezayê nesekinîna li xort be); lembeyeke Julie heye, bi kêlekên wê ve gelek şînok daleqandî ne, piştî qezayê gava terka mala xwe dike wê bi xwe re dibe, cîrana wê ya laşfiroş gava çav bi vê lembeyê dikeve diiyar dike ku di zarokatiya wê de jî lembeyeke wê ya weha hebû, ev bîranîn e, dibêje Julie, ew çiqasî jî bixwaze ji bîr bike, carna tenê rengê “şîn” jî bes e ku ew bi jiyana xwe ya borî re rûbirû bimîne; Julie piştî qezayê gava li mala xwe çavê xwe digire, ew muzîka her car lê dikeve ku mêrê wê çê kiriye ji bo yekîtiya Ewropayê (yan jî tê gotin ku Anna ew çêkiriye) û roniyeke şîn wekî mij û dûmanekê bi ser wê de dadikeve, “şîn” wê li xewn û xeyalên berê radiselitîne; hewiz, hewiz şîn e, û ew her carê li hewizê vedigere, hewiz malzarok e, Julie wekî pitikeke di nava dêya xwe de, xwe digihîne hev, hewiz stargeha wê ye, “şîn” rengê wê yê azadiyê ye li wir.
Min
got malzarok, belê Julie piştî qezayê diçe serdana dêya xwe ya li mala
yextiyaran. Lê fam dike ku dêya wê êdî nikare jê re bibe dayîkek, malzarokek.
Ji dêya wê were qîza wê, xwişka wê ye. Julie li malzarokekê digere û dixwaze
zaroka xwe û hemû zarokan ji bîr bike. Ji ber vê ye gava mala xwe terk dike û
li maleke din digere, ji emlaqçî maleke bê zarok, avahiyeke bê zarok dixwaze. Ew
li malzarokekê digere, ne li mala bi zarok. Tehemila wê tune ye ji zarokan re
êdî. Tehemila zarokekê nemaye ji zarokeke din re. Gava di mala xwe de mişkekê û
çêlikên wê dibîne, têk diçe. Çêlikek jî bes e ku zaroka wê bîne bîra wê. Ew
dayîk e ya soxî, nikare wan çêlikan ji mala xwe derxe. Pisîkeke cîranê xwe tîne
û bi girî wê berdide nav mala xwe û vedigere hewizekê xwe, malzaroka xwe, bi
pozisyoneke cenînî. Zarokekî din jî heye û ev zarokê di malzaroka metresa mêrê
Julieyê de ye ku Julie paşê hîn dibe. Wê zaroka xwe ji dest da lê amade ye mala
xwe ji zarokekî din re veke û mala xwe ya berê ya bi mêrê xwe re, dide metresa
berê ya mêrê xwe. Mal ji bo zarokan e û Julie jî zarok e.
Mêrê
wê muzisyenekî navdar e û berî mirina xwe li ser hin konseran ji bo yekîtiya
Ewropayê difikirî, li ser gelek berheman dixebitî. Lê wer xuya ye li pişt
perdeyê Julie heye û wê ev berhemên muzîkê çê kirine. Lê dixwaze muzîkê jî jî
bîr bike êdî Julie. Muzîk ruhê wê teng dike. Dixwaze ji hemû berhemên mêrê xwe
xilas bibe û yên li ber destê xwe diavêje çopê jî. Ji xêra Xwedê re Oliverê
hevkarê mêrê wê ew ji ber Julie hiltîne. Ecêb e, gelek caran gava muzîk lê
dikeve û Julie li tiştinan difikire, dîmen kêliyekê reş dibe û wekî ku Julie bi
carekê re derketibe gera nav alema xewn û xeyalan. Muzîk rabirdû ye. Û ew gava tiliya
xwe datîne ser notayan û ber bi rastê ve dişemitîne, muzîkeke mûhteşem lê
dikeve û ew bi vê şemitînê re li trênekê siwar dibe û ber bi xwe ve bi rê
dikeve.
Oliver
ji Annayê hez dike. Di sehneya dawî de, wekî ew di malzarokekê de bin, bi hev
şa dibin. Hêstirk ji çavên Julie tên xwarê û fîlm bi rengê şîn diqede. Ew azad
e êdî dibêjim qey. Berê wê li azadiyê ye.
0 yorum: