25. Dekalog I-X (1988): Deh Bend ji bo Xwedê

Şubat 06, 2019 , 0 Şirove


I. Xwedayekî Din

Bav bi Xwedayekî Din re bû, bi zanistê re. Digot qey her tişt, mirin jî tê de, bi zanîna wî hel dibe. Xwedayê xwe di ser hemû Xwedayan re digirt. Pir jî henûn bû, Xwedê şahid e. Xwedayên meriv jî dimirin, her wekî ku kurên meriv jî dimirin. Xwedayê bav rê li ber mirina kurê bav negirt. Ev derba ewil bû li bav ku Xwedayekî hilweşîne û Xwedayekî din bîne şûna wî. Ew jî hilweşiyabû çimkî. Ew ew bû, gava çavê Îsa herikî. Kurê wî miribû, û ew bûbû kurê bavê xwe. Bêhtir li bavê xwe geriyabû, bêhtir jê dûr ketibû.

Dekalog I
II. Di Nav Mêr, Bav û Zarok de

Dorota gava bi dilekî pak (yan jî weha xuya dike) ji doktor re dibêje ew evîndarî du mêran e, bi meraq ji xwe dipirsim ka ew evîndariya bo du kesan evîndariyeke çawa ye. Di vê dewra ku barê evîndariyeke sivik nayê hildan, barê du evîndariyên giran li ser milê Dorota Xanimê ye. Mêrê wê li ber mirinê ye, pir ji mêrê xwe hez dike, li ser dimire; lê bi halekî ye û zarokê wê ji mêrekî din e, mêrekî ku Dorota Xanim pir ji wî jî hez dike. Mêrê ewil aramî û bextewarî daye wê, nabêje ka yê din çi daye wê. Gelo çi daye wê? Zarok? Wekî din? Gelo baweriya Doktor Beg bi Xwedê heye? Ev pirs di fîlmê ewil de jî tê pirskirin, kur ji bavê xwe dipirse. Zarokê Doktor jî miriye û ew Dorota dixapîne ji bo ku zarokê xwe ji ber xwe neke. Heger mêrê wê bimire dê zarokê xwe ji ber xwe neke û biçe cem bavê zarokê xwe. Heger mêrê wê nemire, wê gavê lazim e zarok çê nebe. Bav yan zarok? Lê Dorota ji bavê zarokê xwe re gotiye, ez nayêm cem te û ez dê zarok jî ji ber xwe bikim. Bav dibêje, heke zarok tune be, ez te jî qebûl nakim. Doktor jî dê bibêje, zarok ji ber xwe neke, mêrê te dê bimire.  Žižek vî fîlmî bi fermana 3yan re girê dide: Navê Xwedê belasebeb hilnede! Xuya ye Doktor tevî ku bi navê Xwedê sond dixwe ku mêrê wê dê bimire loma hewce nake zarokê xwe ji ber xwe bike û bi derewan Dorotayê dixapîne, her weha li gor xwe navê Xwedê belasebeb hilnade û dibe sebebê du jiyanan, du bextewariyan. Mêrê wê namire, û êdî weha dizane ku zarokê wî jî dê çê bibe. Ji du evîndariyan gelo em dîsa ber bi du evîndariyan ve diçin? Ne diyar e.

Dekalog II
III. Sebta Xwedê

Tu dixebitî, lê şeva serê salê lazim e li cem malbata xwe bî. Dev ji her tiştî berde, rabirdû li paş maye. Şevekê, jinek dikare were te bixapîne. Şev misaîd e ji bo xapandina xwe. Dibe ku te di şeveke weha de Sebta Xwedayê xwe di ser guhê xwe re avêtibe. Wê şevê te dabû dû dilê xwe, dikarî îşev jî bidî dû dilê xwe. Lê tu nadî, yan jî şev ne misaîd e bi ya dilê xwe bikî. Lê fermana roja dawî careke din îhlal dikî. Lê tu dê nekî careke din. Hemû Sebta Xwedê dibe bi qurbana derewên jinekê.

Dekalog III
IV. Sawa Rastiya Veşartî

Saweke rastiyê jî heye, xuya ye. Meriv naxwaze hin rastiyan bizane, carna nezanîna wê bextewariyeke mezin dibexşîne. Qey ji ber wê ye Anka dixwaze rastiyeke wê veşartî bimîne û tu carî hîn nebe. Nameyek heye li meydanê. Dayîkek berî mirina xwe nameyekê ji qîza xwe re dinivîse. Gava qîza wê pênc rojî ye dimire. Belkî bîst sal e ew name nehatiye vekirin. Êdî dema wê hatiye ku Anka nameya dêya xwe veke. Lê Anka bi tirs e. Saweke rastiyê bi wê girtiye. Gelo wê di nameyê de bê gotin Michal bavê wê ye yan ne bavê wê ye? Arezûyeke ensestî ya Ankayê piştî ewqas salan eşkere dibe. Li gor Žižek, Anka bi arezûyeke mezin ya ensestî “hurmetê dide bavê xwe”. Ev hurmet li gor fermana pêncan e. Anka tevî ku nizane rastiyê, tenê ji ber vê arezûya xwe bi derewan nameyekê ji devê dêya xwe dinivîse ku Michal ne bavê wê ye. Berterefkirina rastiyan hin rastiyên din yên veşartî eşkere dike. Anka îtîraf dike ku cara pêşî gava bi bavê xwe re razaye (qey gava ku bi vê arezûya xwe hisiyaye) ji heyecanan ji ser hişê xwe çûye. Michal baweriya xwe bi nameya Anka tîne û diyar dike ku her tim gumanek di dilê wî de hebûye ku Anka ne qîza wî bûye. Li gor Anka bav jî ji ber vê rastiyê bi keseke din re nezewiciye, li benda wê maye. Şev misaîd e ji bo îtîrafan. Anka diyar dike ku êdî ne qîza bavê xwe ye, ew amade ye ku laşê xwe bide bavê xwe. Lê bav tu carî nahêle ew arezûya qîza wî bigihije armanca xwe. Arezû gava nagihije armanca xwe û her wekî xwe dimîne, arezû ye. Bav amade ye qîza xwe bihêle û derkeve gerekê. Lê qîz ne amade ye ji vê hiştinê re, îtîraf dike ku wê name bi xwe nivîsiye. Lê her du êdî bi awayekî veşartî be jî li hev kirine ku rastiya nameyê hîn nebin. Name tê şewitandin, tenê destpêka wê dimîne. Dêya wê ji qîza xwe re dibêje, “Michal…” û piştî wê nayê xwendin. Gelo dê bigota “Michal bavê te ye” an “Michal ne bavê te ye”? Nizanim. Nizanin. Ew guhên xwe ji rastiyê re digirin. Rastiya veşartî tevî bextewariyê, sawê jî dide. 

Dekalog IV
V. Ez dê Yekî Nekujim

Dikuje. Xwişkeke mirî dikare min bi gerê bixe ji bo kesekî bikujim. Xwişka min mir, pelçiqî û her tim ji xwe re dibêjim di bin tekerên wesayita min de ma. Ji bo ku tola wê hilînim, ji xwe hilînim, derketime li qurbanê xwe digerim. Bavê mirî desthilata xwe dide kurê xwe. Lê kur her dixwaze li cem bavê xwe raze, li kêleka wî bê veşartin. Ev berdewamiya desthilatê ye. Bêguman, em ji bav hatin û em dê cardî li bav vegerin. Qurbanên meriv jî dişibin meriv. Her meqtûl bi reheke xwe digihije qatilê xwe. Qurbanê xwe dixeniqînim û ez jî pê re têm xeniqandin, bavo.

Dekalog V
VI. Evîn yan Nevîn?

Ev beş xwe dispêre fermana 7an û 10an. Tomek xortekî 19 salî ye ku li postexaneyê dixebite. Bi dûrbînê her tim çavdêriya Magdaya cîrana xwe dike. Jê hez dike, “bi rastî jî” jê hez dike. Ji bo wê dûrbîneke mezin jî diziye. Ji bo ku wê zêdetir bibîne dekontên sexte jê re dişîne, li marketekê dest bi belavkariya şîr dike. Lê Magda baweriya xwe bi hezkirinê, bi evînê nayîne. Vê ji Tomek re dibêje. Ew ji berê de fermana 7an binpê dike. Û Tomek jî ber bi wê binpêkirinê ve dibe. Tomek tevî ku diyar dike derdê wî ne maçkirin û bihevşabûnek e jî, ev ji Magdayê re ecêb tê. Li gor wê evîn heta orgazmbûnê ye û Tomek jî bi heyecana evîna xwe ya mezin, gava bi tehna Magdayê destê xwe dide ranê Magdayê orgazm dibe. Ev derbek e li evîna wî û binpêkirina fermanan e. Bi wê hîsa sûcdariyê zendê xwe jê dike û dixwaze bi vî cezayî xwe pak bike. Tomek ji berê de pak bû û Magdayê jî ber bi pakbûnekê dibe. Evîn nevînê jî hildiweşîne.

Dekalog VI
VII. Diziya Zarokan

Qîz dixwazin dayîka xwe ji holê rakin. Dayîk jî qîza xwe. Heger hebe torineke wê, ew êdî qîza wê ye. Ji ber vê ye qey torin li ber dilê dapîra xwe şîrîntir dibin? Majka tu carî nebû qîza dêya xwe, Xwedê wekîl be. Dayîk her tim bi hesreta zarokeke din in. Gava zarokeke wan ya din çê nabe, çav berdidin zaroka zaroka xwe. Zarokeke din didizin, lê ev nabe diziya dêya te jî Majka. Çimkî Majka jî tu carî nebû zaroka dêya xwe. Tu têk çûyî ji roja ewil de. Qîz têk diçin ji roja ewil de gava qîza xwe ji dêya xwe re dihêlin. Piştî şeş salan ew nabe qîza Majka. Ania jî dê jê re nebêje lê lê dayîkê. Ew Majka ye ji bo Ania. Qîz, qîza xwe cardî ji dêya xwe bidize yan jî bigire jî, bireve kû jî, nikare ji dêya xwe xilas bibe. Majka cardî têk diçe, qîza xwe ji dêya xwe  re dihêle û diçe. Di dilê her qîzekê de heye ku qîza xwe bi destê dêya xwe ve berde û bireve.

Dekalog VIII
VIII. Hesabxwestinek bi Rabirdûyê re

Zêde konsantreyî vê beşê nebûm. Di dersa Profesor de çîroka Dekalog IIyê tê gotin. Li gor Profesor ya rast jiyana zarok e, yanî welidîna wî. Lê wê di dema şerê Naziyan de zarokeke Cihû qebûl nekiriye û bi vê kirina xwe re dikeve nav nakokiyekê. Profesor êdî daye ber xwe ku bi rabirdûya xwe re têkeve nav hesabxwestinekê. Li gor Žižek ev beş, ji her aliyî ve beşa herî qels ya Dekalogê ye. Belkî jî.

Dekalog VIII
IX. Çavê li Deriyan

Fermana dehemîn dibêje tu dê çav bernedî jina cîranê xwe. Te çav berneda Roman, çimkî tenê çavekî te hebû, ew jî ji bo jina te bû. Tu bi kêr nedihatî rast e, bi te nedibû, ji te nedihat, lê dîsa jî çavê te li ser jina te bû, hezkirina te li ser wê. Nemêrî hîseke çawa ye? Gava te bisqilêta xwe serserkî diajot û hêstirkên te jî tevî te û bisqilêta te di ser pirê re diketin xwarê, dilê min jî pê re pê re dihat xwarê, her weha. Ew çi dîmen bû, min ji xwe re got. Meriv eynî wê demê ji mêraniyê dikeve, dema tu weha hîs bikî ku evîn di pênc deqeyên nav şeqan de hesarge maye. Halbûkî Hankaya te ji te re gotibû evîn ne ew pênc deqe ye, evîn di dil de ye û gotibû, erê gotibû, tiştên li ber destê me girîngtir in ji tiştên ne li ber destê me. Xweş gotibû xanima te, siheta wê xweş. Em qîma xwe tenê bi yên li ber destê xwe nayînin, çav berdidin yên ne li ber destê xwe jî. Lê te xapand Roman. Hanka te xapand. Ji bo demekê, tiştên ne li ber destê wê ji tiştên li ber destê wê girîngtir bûn. Em ne carekê, gelek caran dikevin bin hikmê nav şeqê xwe. Lê li ber nekeve, Hanka jî ji her kesî bêhtir di bin hikmê çavê te de ye. Ew çi jî bike, bi te re ye. Lê ew întixara te, qet ne hewce bû.

Dekalog IX
X. Serencam û Sereta

Ev beş wekî ku hem serencam û hem jî seretaya hemû beşên din e. Fîlm bi îroniyeke xweş vedibe û cara pêşî bi awayekî eşkere silav li van deh fermanan, li deh logan dike: Birayê biçûk yê stranbêj li ser sehneyê distre: Bikuje! Bikuje! Bikuje! Tecawizî xelkê bike, her roja Xwedê zina bike. Û roja yekşemê, roja yekşemê pê li serê dêya xwe, bavê xwe, xwişka xwe bike. Herçî yên ji te biçûktir in, li wan bide û bidize. Çimkî xwediyê her tiştî tu yî, xwediyê her tiştî tu yî. Ez nebûm xwediyê koleksiyonekê. Min dixwest koleksiyoneke min hebe, lê nizanim koleksiyona çi. Koleksiyoneke mezin ya pûlan ji du kurên bêkêr re maye. Bav hemû umrê xwe daye vê koleksiyonê. Du kurên di nav malbateke feqîr û belengaz de mezin bûne. Koleksiyon dinyayek pere dike. Qiyametek pere. Çavê wan ji bilî pûlan êdî tiştekî nabîne. Ev pûl bûye pûtek êdî. Birayê mezin tek tenê ji bo pûleke ne di koleksiyonê de gurçika xwe jî li ser dike. Gurçik diçe, hemû pûlên din tên dizîn. Herdu bira pêşî ji hev du dikevin gumanê lê dû re bi çavê serê xwe dibînin ku êdî kê ew pûl dizîne. Ew êdî dîsa du birayên belengaz in. Cezayê pûtê û xwedîderneketina li mîrata bav dikişînin. Di Dekalogê de pêşî ev deh ferman tên îhlalkirin lê dû re vê cezayê van îhlalan tên kişandin û ew îhlalkerên berê êdî li gor fermanan tevdigerin. Fîlmekî li ser jiyanên cuda yên mirovên xaniyên li heman sîteyê. Jiyana wan çiqasî dûrî hev be jî, ewqasî jî nêzî hev e. Mirovekî kej hebû, xortikek, di her beşê de, di cihê herî ecêb de kêliyekê derdiket û wenda dibû. Di beşê dawî de min kesek ji dûr ve şiband wî lê nizanim ka ew bû yan na. Wexta hemû dizekên pûlan tên cem hev, di ber wan re derbas dibû. Ew detaya herî biçûk bû. Di fîlmên Kieslowski de detayeke biçûk çima ew qasî tesîr li aqûbeta fîlm û li me dike, lazim e li ser bifikirim.

Dekalog X


inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: