Rehmî KURDZIMAN: Ez ji xwe ra nabêjim nivîskar, karê min nivîskarî nîne


Îsal cara pêşî li Bakur xelata wêjeyê ya kurdî ya herî mezin hat dayîn. Em qala Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî dikim. Îlona borî li Fûara Kitêban ya Diyarbekirê merasîma xelatdayînê hebû, nivîskarên serketî xelatên xwe girtin û dosyeyên wan wekî kitêb ji aliyê Weşanxaneya Darayê ve hatin çapkirin. Yek ji wan xelatgiran jî Rehmî Kurdziman e ku di beşê çîrokê de bi Guleyşaya dosyeya xwe bû yekem. Em bi Kurdziman re nexasim derheq kitêba wî ya çîrokan de peyivîn, wî bi dilxweşî bersiva pirs û şiroveyên bloga me da û di encamê de ev sihbeta dirêj û jidil peyda bû.



-Rehmî, navê te na lê paşnavê te meraq dikim. Heye çîrokeke wî ya ecêb û balkêş?

Rehmî Kurdziman: Mîna ku çîrokeka her tiştî û her kesî heye, çîrokeka evî paşnavê jî heye bêguman. Lê ez nikarim bêjim ku çîrokeke seyr û ecêb e. Di "Ey Reqîb"a Dildar da dibêje"Ey Reqîb her mawe qewmî kurdziman". Ji wir tê ev peyv. Êja çaxa ku ez cara ewil bi kurdînûsan ra rû bi rû mam û min jî biryar da ku bi kurdî binivîsim, min hinek kurdînûsin şopandin. Ewê çaxê Mazda Kurdziman hebû, niha navê xwe kiriye Dr Mazda Kelendor. Piştê ku ewî dev ji navê @kurdziman berda min ji xwe ra hilda. Û çaxa ku meseleya pirtûkê jî derket paşnavek pêwîst bû bo min. Bêyî ku zêde bifikirim min got hema bila Rehmî Kurdziman be navê min ê kurdî. 

-Tu zanî, C. A. Bedirxan jî hîn di nivîsa ewil ya Hawarê de “qurdmanczman” (kurdmanczman) dinivîse û pê emel dike.[i] Bi raya min Celadet li vir di maneya “kurmancîzan”ê de gotiye, ya Dildar bêtir bi maneya kurdîziman/kurdîaxêv xuya dike… Guleyşaya dosyeya te ya çîrokan Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî wergirt û wekî kitêb hat çapkirin. Kitêba bila li te pîroz be lê ka tu ji me re bêje te çi pereyê xelatê kir an difikirî çi pê bikî?

R.K.: Haja min ji evî nivîsa Celadet Bedirxan tune bû, heke min xwendibe jî ewê çaxê min baş dêna xwe nedayê miheqeq. Kurdziman li bal min, bi şîrovekirina min "Kurd" e. Kurdbûna ku ez çêl dikim kurdbûneke nîjadî nîne. Ji kîjan nijadê dibe bila bibe ku kesek kurdî xeberda ez ewî/ê kesê kurdziman hesab dikim, kurd hesab dikim. Em werin meseleya xelatê. :) Xelat 1000₺ + 500₺ çeka pirtûkakurdi + abonetiya çend kovarên ku niha navên tevan nayê bîra min + çapkirina pirtûkê ji alîyê weşanxaneya Darayê va.
Pirtûk çap bû (1000 heb), bi bihayê 500₺ pirtûk jî hatin ji pirtûkakurdî. Lê xelat hê jî nehatiye dayîn. Her wiha abonetiya kovaran jî. Ew hezar tl jî jixwe bû mafê telîfê. 

-Hesenê Metê di “hevoka dawî” ya Gotinên Gunehkar de nivîsiye, “ji Xwedê jî bêtir min ji wê hez kir.”[ii]; Helîm Yûsiv di “hevoka dawî” ya ‘Ji Rojnivîskên Penaberekî’ de nivîsiye, “Min ji Xwedê bêhtir bêriya te kiribû dayê.”[iii] û balkêş e te jî di “hevoka dawî” ya ‘Kesî bi Qasî Min ji Te Hez Nekir’ de nivîsiye, “Spas bo hezkirina te ya ji ya Xwedayan jî mezintir.” (r. 11) û her wekî karakterên wan, karaktera te jî hezkirinekê (“bêrîkirin” jî dibe) di ser ya Xwedayan digire û bêhtir dibîne. Li bergê kitêba te nivîseke Hesenê Metê heye, di çîrokeke te de tesîra Sobartoya Helîm Yûsiv xuya dike. Gelo em dikarin bibêjin tesîreke van hevokan heye li ser vê hevoka te?

R.K.: Min Gotinên Gunehkar salek beriya nivîsîna ewî çîrokê xwendibû û dibe ku di binhişa min de mabe û bandorê li ewî hevoka min kiribe. Ausländer Beg tê bîra min lê ew çîrok û hevoka ku tu behs dikî nehat bîra min. Dîsa jî ez nikanim rasterast bêjim bandora ewî hevokê çênebûye. Te got Sobarto. Sobarto û serlehengên ewî, bûn îlham bo vegotina çîrokekî. Lê di heman demê da Masumiyet Müzesi a Orhan Pamuk jî (li gel ku min nexwendiye jî :) 😁). Lê divê li xwe mikûr werim ku Hesenê Metê bi ziman û vegotina, Helîm Yûsiv jî bi zîrekî û afirîneriya xwe du pêşengên gewre ne bo min. Ez di çîrokê da di ser wan ra nabînim.
Em werin nivîsa bergê kitêbê. :)
Hesenê Metê wek yek ji endamên jûrîyê, beriya ku pirtûk çap bibe, xwendibû. Û çend gotinên xwe bo bergê paşiya kitêbê got. Bi saya serê te û evî roportajê, dibêjim: "mala me ava mamoste Hesenê Metê".

-Carna di diyalogan de tu hin peyv û qaliban didî gotin ku li peyivîna şexsî û herêmî ya kesan nayên û ji atmosfera çîrokan weha tê famkirin ku ew kes ne xwedî potansiyel in di derbirîna peyv û qalibên weha de. Mesela gundiyek dibêje “nexweşxaneya zarokan a taybet”, “bi teknolojiyê jî her tişt pêkan e”; kalemêrekî kor gava piştî “fermana fillehan” bi bîst salan vedigere gundê xwe û bi qîza xwe re dipeyive, bi peyva “hûrdem”ê emel dike li şûna “deqe”yê; keçikek ji diya xwe re dibêje “tu dikarî meselê ji min re vebêjî” û dibêje “ez rêzekujer im.” Bi raya min ev zimanê hakim yê nivîskar e ku li ser pirdengiya karakteran tê ferzkirin û vegêraneke yekdeng çêdike û li dijî heteroglossiaya diyalojîk[iv] a Baxtîn e ku li dijî zimanekî fermî, unîter û rûniştî yê serdemê ye. Madem di serdema xwe de meriv dikare rastî gelek dengên cuda yên mirovên ji çîn û tebeqeyên cuda bê, bi ya te ne heyf e meriv dengê xwe (yê nivîskar) li ser hemû karakteran ferz bike û dengê wan kêm û tune bike?

R.K.: Di ezmûnên zanîngehê da jî ez pêrgî pirsên evqas dirêj nehatibûm. Bibore, min tevaya pirsê hebek dereng fehm kir. :)
Ez ewil tiştek bi te û tev xwendevanên evî roportajê bidim eyankirin. Îddîayeke min wekî ku ez -ez ji xwe ra nabêjim nivîskar-  yekê bê kêmasî me, tune ye. Mesela eşkere eşkere li vir bêjim ku min çend çîrokên xwe bi zorê nivîsî. Bi zorê dibêjim çimkî piştê ku min dest bi nivîsandina wan kir dawî li wan nehat û min hema bê ku bi dilê min be, bi zorê hebek li hev anî û çîrokê qedand. Ew çîrokana kîjan in, ez navê wan nebêjim lê hê jî ez wana naecibinim. Dixwezim bêjim wê helbet kêmasî hebin. Ez dibêjim qey ev tiştekî normal e bo yekê mîna min. Çimkî karê min nivîskarî nîne evê gavê. :) Her xwendekarek serbest e ku li gor zewq û zanîna xwe van tiştên ku te hêca wekî makîne li pey hev rêz kir biecibîne an jî mîna cenabê te wekî kêmasî jî bibîne.
Di teorîyê da, ji pirsa te tê derdixim, ez bi qasê te nizanim û ew kesê ku te navê ewî bi lêv kir jî nas nakim. Tew haja min ji teorîyên ewî jî tune ye.
Bi qasê ku min fehm kir, ew dibêje bila nivîskar zanîn û xeberdana xwe li ser karakteran ferz neke. Nizanim û nikanim tiştek bêjim. Gelo ev yek mimkûn be?
Lê ew mînakên ku te ji çîrokên min dan, bi raya min, min li ser karakteran ferz nakin û dengê min dengê ewana nabire. Tu dê bêjî çawan?
Bêjim ji te ra, de îro televîzyon heye û her kes kêm zêde nûçe û rêzefîlm û tiştên din sêr dike. Mimkûn e ku ji televîzyonan an jî ji reklamên teknolojîyê ew gotinên qalib, ça ku merî seh dike meriv bawerî pê nayine ku ji dev û lêvên yekî gundî an jî yekê ku ne ji derveyê ewê serdemê ye derdikeve, hîn bûbin. Di çîrokê da ez qala teknolojîyeke wisan dikim ku bi tenê xeyal e. - belkî rojek bibe rastî jî, nizanim. :) Divê xwendevan serdemek wisan bifikire ku teknolojî dikare zayenda zarokên nebûyî jî biguherîne. Êja di zemanekî wiha da, gundiyek be jî, ku karakter du peyvên qalib, du peyvên evê serdema han bi lêv bike divê em zêde neheyirin.
Te qala peyveka min kir, ku min di şûna deqeyê da xebitandiye, hûrdem. Ez ne şaş bim min di kitêbek Tosinê Reşîd da dît ewî bêjeyê. Ez ku peyvek teze dibînim -ji tezeyê mebesta min, bi min teze ye- dixwezim ewî di nav hevokek da bi kar bînim. Mîna te got, belkî di ewî çîrokê de baş neediliye lê ez wek qisûrek mezin jî nabînim. Tabîî teorî û teorîsyen çi dibêjin, ez ewana jî nizanim. :) Dîsan ew qizîka ku te qala ewê kir, zanîngeh xwendiye, bi destûra te bira bikaribe bêje "rêzekujer", te got erê. :) Çaxa ku piçûk e ji diya xwe ra di şûna "vebêje"yê da bigota "...... bêje " wê baştir bûya. Xebera te ye. Lê mîna ku min got, kêmasî ne ku tune ne.
Tiştek din jî, ez ji hemû karakter û xwendevanên pirtûka xwe lêborînê dixwezim heke ku min dengê karakteran birî be û siyarê pişta wan bûbim. Ez sozê didim ku ez ê di çîrokên nenivîsandî da zehf dêna xwe bidimê ku xwe li karakteran ferz nekim û dengê wan nebirin. 

-Tu jî bibore birako, tu zanî, ev pirsên dirêj êdî bûne uslûba van sihbetên min. Ne dirêj be, kes fam nake yên min in. :) Bi Xwedê tu gelekî rihet î, formûleke wê hebe, ji me re jî bibêje. Hem xwe nivîskar hesêb nakî, hem hin çîrokên bi zorê dinivîsî û ji kitêbê dernaxî û hem jî xelatê werdigirî. Erê gundiyek jî  wan qaliban dikare bibêje, lê di atmosfereke weha de gotinên weha yên ji bo jina xwe, diya xwe û qîza xwe beraqil xuya nakin. A rast min nexwest mesele veguhere "dikare vê bibêje lê nikare wê bibêje" lê min behsa xweşiya pirdengiyê û heteroglossiayê kir. Çend hewldanên bi vî awayî di kurdî de hene lê bi ya min yek jî tam bi dilê min bi ser neketiye. :) Û gelek zehmet e serketina wê... Ka em pirseke rihettir û kintir ji te bipirsin: Dikarî bi hevokekê bibêjî ka çîrok ji bo te çi ye?

R.K.: Willeh min zêde roportaj moportajan nekiriye lê ez li vir bêjim ku pirsên te bi qelîte ne, rexmî ku zor in jî xweşa min diçin. Hebek şaşomaşo dibim paşê xwe didim hev. Stîlek meriv î xas hebe baştir e. :) 
Rehetî. Nizanim, gelek caran hevalên min jî dibêjin hetta mamosteyên min jî digotin "ev çi rehetî ye?" ji min ra. Heke ez di derheqê tiştekî da, kesekî da an jî bûyerekî da ji xwe bawer bim ez ewê çaxê xwe gelek rehet hîs dikim. Belkî ev be formila rehetiya min. Û ji nezanînê jî natirsim û şerm nakim. Eve yeka han jî dihêle ku hebek rehet bim.
Meseleya xelatê jî wiha bû: çaxa min seh kir pêşbaziyeke wiha heye, min çavên xwe li serketîtirîn çîroka xwe gerand ku bişînim wira. Lê ewê çaxê Bawer got ku bi çîrokekê tenê nabe, divê dosya tev were nirxandin ku em jî xelat bidin û çap bikin. Ewê çaxê 22 çîrok hebûn di destê min da. Tev ser hev ji 50 rûpelên Word derbas nedikir. Loma jî min dest neda wan ên ku min bi zorê lev anîbû û wisan şand. Piştê ku meha derbas bûn û encam hate eşkere kirin ne weşanxaneyê, ne jî edîtorê kitêbê Dawid Yeşilmen û ne jî min, me hewl neda ku çend çîrokên bê dilê min jê derxin. Belkî ji kelecana serketinê hebekî baweriya min bi wan çîrokan çêbûbe. Axir di encamê da xelat girt.
Mesela heteroglossiayê jî bila wekî te be, çimkî jê nizanim û nabe ku mîna pisporan hîn tiştan bêjim. Heke kêmasî be jî min qebûl e. :) 
Hah seeta cenabê te xweş, eve pirseke xweş bû, min di carek da fehm kir. Belam bersivek çawan bidim ewê jî hê nizanim. Te got bi hevokek, naxwe ha ji te ra bi hevokek kurt pênaseya çîrokê bo min: "kela-dilê-xwe-sar-kirin" e çîrok.

-Tu hevwateya gelek peyvan -xuya ye ji ber gumana nefamkirina xwendevanan- di nav kevanekê de didî. Wek, “qîçik(zer), dirûtibûn(çinîbûn), qewmên(aferîdên), seh(kontrol), seh(kontrol), spîndar(hewr)” hwd. Haya te jê heye bi vî awayî xwendevanan dixî şûna ehmeqan û vegêraneke ne tekmîl û têkûz saz dikî? Du kesên ji herêm û zaravayên cuda ji bo famkirinê carna hevwateyeke nasyartir dibêjin (ew jî ne di nav kevanekê de, bi şêweyekî din ê îzahkirinê, ser meselê, “min pênûs yanî qelema xwe anî” hwd) lê du hevalên ji gundekî û ji heman devokê çima bîleheq bibêjin, “xelkê êdî gihayên xwe dirûtibûn(çinîbûn)”? Li wir lazim bû formek bihata tercîhkirin û heger ne bi dilê te bûya te dikaribû ferhengokeke peyvên kêmnas daniya dawiya kitêbê. Mixabin, endîşeya te ya ji nefamkirina xwendevanan endîşeya te ya li vegêranê kêm kiriye.

R.K.: Rast e, ku di nav kevanekê da nebûya wê baştir bûya teqez. Ez tevê te dibim di vir da. Lê heta ku te hêca got jî qet bala min nekişandibû. Û her wisa bala edîtor jî. Ez bawer im ku çend caran (4-5) min wisa di nav kevanekê da kar aniye. Mebesta min jî ne ew bûye ku xwendevana têxim şûna "ehmeqan". Tenê çend peyv in ku li her derê nayên xebitandin. Loma min tiştek wisa kiriye.
Mîna ku min got, xwezî min wisa nekiribûya lê êdî em dereng mane. Di çapa duduyan da em ê sererast bikin. 
Ji te pêştir kîjan xwendevanî xwe wekî ehmeq hîs kiribe ez lêborîna xwe ji wan dixwezim. Çimkî qest û mebesta min tu caran ne ew bû wekî ku wan ehmeq bihesibînim.

-Bi ser de te kevanekan bi peyva berî xwe re zeliqandiye, ez gelekî aciz bûm. Bila kes dilê xwe negire, li gor min kesên kevanekan bi peyvê dizeliqînin ne xwendevanên dilsoz in û hurmet û ciddiyeta wan ya li nivîsandinê tune ye. Qet nebe di redaksiyonê de ew ji hev bihatina veqetandin. 

R.K.: Rêza min ji fikrên te ra heye, lê ez mîna te nafikirim. mîna ku min got, em dereng man. Û ev tiştekî (kêmasiyek) ewqas mezin jî nîne. 

-Baş e, bila wekî te be… Di peywendeke navdeqîtiyê) de navê du kitêban li çîrokên xwe dikî: Kesî bi qasî min ji te hez nekir ya Seher Resayî û Masumiyet Müzesi ya Orhan Pamuk. Tevî vê Sobartoya Helîm Yûsiv jî di çîrokeke te de tê qalkirin û van hemû berheman tesîreke xwe heye li karakterên çîrokên te û ew peywendiyeke hevterîb bi çarenivîsa wan re saz dikin. Gelo tu jî wekî Julia Kristeva ya teorîsyena navdeqîtiyê difikirî ku “her deq dubarenivîsîna deqên pêşiya xwe ye”[v] û tu jî van çîrokên heyî ji nû ve dinivîsî?

R.K.: Çi qas rast e gelo ku ez bêjim "çîrokên heyî ji nû ve dinivîsim"?
Na, tiştek wisan nîne, tişta ku te got 'nazîre'yê anî bîra min. Ez ranabim berhemekî heyî bi awayekî teze - baştir an jî ne baştir- nanivîsim. Mesela min Masumiyet Müzesi nexwendiye, çîrokên Seher Resayîyê bi qasê ku tê bîra min xweş nebûn û min zêde tiştek jê fehm nekiribû. Lê navê kitêba ewê' Kesî Bi Qasê Min Ji Te Hez Nekir' bû îlham bo ku ez ewî çîroka xwe binivîsim. Her wiha navê romana Orhan Pamukî jî. Heke Sobarto nehatibûya nivîsîn wê ew çîrok û karekter bi navekî din bihatana nivîsandin. Çimkî ew karakter di rastiyê da jî hebûn, Sobarto bi tenê bû amûrek bo vegotina wan. Dixwezim bêjim ku ez berhemên heyî ji nû va nanivîsim belam ew berhem îlham didin min, dibin alav bo nivîsandina çîroka min. Çimkî berhemeke nexwendî an jî xwendî lê kêm-fehmkirî ji teze va nayê nivîsarê. Ha, belkî em bikaribin bêjin "ez navê berhemên heyî li çîrokên xwe dikim û wan dikim xwediyê naverokeke teze. Belê, ancax ez dikanim wisa bêjim, ez navên heyî ji nû va dinivîsim bêyî ku nav biguhere. Tenê metna di bin navê de, ango çîrok diguhere. :) 

-Çîroka te ya bi navê “Morîstan”ê meriv dikare wekî çîrokeke alegorîk bixwîne. Gotineke navdar (û bi rastî êdî bûye klîşe jî) ya F. Jameson heye ku li gor wî “hemû deqên dinyaya sêyemîn deqên alegorîk in û divên wekî alegoriya neteweyî bên xwendin.”[vi] Min hin parçeyên çîrokê wekî alegoriya neteweyî jî xwendin (lê xwendineke çiqas rast e, hewceyî nîqaşê ye J). Mesela Morîstan alegoriya Kurdistanê, morî alegoriya kurdan, gêrexur ya tirkan, morîziman ya kurdî, 21ê mehê ya Newrozê, çar eşîrî ya çarparçetiya Kurdistanê hwd. Ecêb e, Keybanûya moriyan a morîziman piştî ku di bomberdimanê de tê kuştin Keybanûyeke din ya ne-morîziman tê ser wan û ew morîziman jî êdî wî zimanê biyanî hîn dibin û pê emel dikin. Min ev wekî alegoriya siyaseta kurdî ya bakur xwend ku kesine tirkîziman li serê ne. Her wiha ev çîrokek e ku mebesta xweîspatkirinê, nostaljî û heyraniyek li dîroka qedîm a bi hezaran salan heye. Her wiha her wekî gotara tîpîk ya siyaseta kurdan, girîngiya yekbûnê, bindestiya moriyan, parçeparçeyî, berxwedan û serîhildan heye. Ev çîroka te ji hemû çîrokên te yên din cudatir e. Tu li ser vê xwendina min çi difikirî û te çima hewceyî bi sazkirineke weha anî?

R.K.: Erê wele, hema te ji serî heta binî tev rast xwendiye, şîrove kiriye. Seeta te xweş dibêjim.
Min çima evî çîrokê nivîsî? Çimkî êdî ez tijî bibûm û dikeliyam. Min bo ku kela dilê xwe sar bikim nivîsî. Min xwest ku yên evî çîrokê dixwînin li hinek tiştan bivarqilin. 

-Di hin çîrokên xwe de rexne li hin kirinên civakê dikî. Wekî, di “Dahêner” de karakterekî li Ewropayê ji aliyê kesên eşîreke dijber ve tê kuştin ji ber ku malbata wî karakterî li gundê wan kesekî ji wê eşîrê kuştiye. Di çîrokeke din de, karakterek mecbûr dimîne ji ber israra bavê xwe, xwişka xwe ya bi mêrekî re reviyayî bikuje. Çîrokên bi vî rengî bi rê û rêbazeke kolonyalîst di gelek berhem û fîlmên tirkan de bi mebesta nîşandana “paşverûtî”, “hovîtî” û “kêmxistina kurdan” cihê xwe digirin. Wekî ferdekî ji civata kurdên bakur (ku gelek caran merûzî van berhemên wan dibin), te çi qas karî xwe ji vê nêrîna heyî ya kolonyalîst xilas bikî û bi nêrîneke şexsî û civakî li van meseleyan binêrî?

R.K.: Keko ez dibêjim tirk sed sal li paş/pey medenîyetê mane. Kurd jî 500 sal li pey tirkan mane, ango 600 sal pey medenîyetê mane.
Erê, gotina tê rast e, ez jî wisan difikirim. Tirk dixwezin kurdan kêm û paşvemayî bidin nîşan. Lê mebesta min ne ew bû. Belkî rexmî ku mebesta ne ev be jî evî helwesta min xizmeta wan kiribe. Lê divê em xwe ji rastiyên civakî jî nedizin. Heya xelk kêmasiyên me wekî sîlle li nav çavên me dixe, em xwe bi xwe li xwe mikûr werin û bi kêmasiyên xwe re rû bi rû bimînin wê baştir be bi raya min. Belkî bi evî awayî em derdên xwe derman bikin. Lê zor, baweriya min zehf hindik e. :(

-Helbet, lazim e meriv van şaşiyên xwe wekî sîleyekê li rûyê xwe bixe, lê bi kîjan destî û bi çi nêrînê, ee muhîm e. Tu çima ewqas bêhêvî yî, baweriya te ji çi hindik e? 

R.K.: Ê li halê miletê xwe dinihêrim, li halê siyaseta miletê xwe (ku ew ji xwe re dibêjin "gel" ango qerebalix) dinihêrim tu ronahiyek nabînim li pêşiya wan. Berê wan tim li tariyeke ji ya niha tarîtir e. Loma bê hêvî me. Baweriya min bi siyaseta kurdan hindik e, hetta qet tune ye. Bi siyaseteke bi evî rengî nakeve serê min ku miletê min rojên ronak bibîne û bibe endamê medenîyetê. 

-Çi bibe dê rojên ronak bibîne û bibe endamê medeniyetê?

R.K.: Nizanim, belkî ku wekî milet/netewe tevgeriyan û xwe ji qerebalixtiyê xilas kirin, a wê çaxê rojên ron bibînin. Gelek tişt tên hişê min lê tev jî kêm an jî nîvrast in.

-Di gelek berhemên vê serdema me ya modern de karakterên ji baweriyên dîtir (wekî kurdên êzîdî, ermenî wekî xirîstiyan) piranî karakterine bêqisûr in û ger em li gor pênaseya E. M. Forster tevbigerin, piranî dişibin karakterên yekrû (yalınkat), yanî “karakterên ku tenê fikr û taybetmendiyeke wan heye, naguherin, meriv şaş nakin, meriv wan zû nas dike û ne çend alî ne.”[vii] Ev karakter piranî baş in, tehde li wan bûye, sempatiyek li ber wan heye, aliyên wan ên xirab tune ye yan jî nayêne gotin. Ez vê wekî “lêborînxwazî û xwesûcdarkirin”ê dixwînim û ev di binehişê nivîskaran de bi cih bûye. Ev êdî aşkera ye ku fikr, bawerî û îdeolojiya nivîskaran gelek caran bêhemdê xwe nahêle karakterine serbixwe, xweser û çendrû û çendalî saz bikin. Kalemêrê kor yê êzîdî yê ‘Çîrokeke Dûr û Dirêj’ jî kêm zêde wisa ye, Ezdaya çîroka ‘Namûs Pûşîl(Lanet)a Wî Bû’ jî her wisa. Ezda keçeke êzîdî ye, bêqisûr e, baş e, henekê xwe bi misilmanan dike, yeke bi xeberdan û beşervekirî ye, Rengînê misilman gundî ye, bawermendekî radîkal e, destê xwe nade keçan. Lê em ji nişka ve, bêyî fam bikin, dibînin Rengîn aşiqî Ezdayê dibe, dibe destgirtiyê wê û dibêjiyê, “ji bo hezkirina te dikarim bibim êzdî ha.” Meraq dikim, heyateke weha heye yan ev bi temamî îmaja êzîdî û misilman e di hiş û binehişê te de?

R.K.: Axxx çiqas tesbîtek baş û di cî da. Hefteyek berê min çend rêzik ji helbestek Îrfan Amîda dît li ser instagramê. Di helbesta ewî da "Naqos" derbas dibû. Çawan ku çav bi naqosê ketim birûskê veda di hişê min da. Min got ku ez saleka din lîsansa bilind a bi tez bikim bila mijara teza min di nivîsên (helbest, roman, çîrok) kurdî da Naqos û binyada vê bikaranînê be. Çimkî ez hebek fikirîm ka gelo meriv ji civateke misilman be, meriv dê çima ewqas pesnê Naqos û dêran bide, pesin nebe jî qalkirin be bila yan jî bikaranîn.
Ez dibêjim qey em xwe mehcûp hîs dikin li hember filehan, Êzdiyan û hwd.
Çimkî ji aliyê pêşiyên me va neheqî li wan hatiye kirin. Û em jî xwe mîratgirê neheqiyan dibînin. Loma jî dixwazin di nivîsên xwe da wan ji halê wan ê rastî baştir bikin û bi evî awayî xwe bi wan bidin efû kirin, an jî barê neheqîya ku hatiye kirin ji ser milên xwe biavêjin.
Ev min xwest ku bila wisa be loma wisa ye, min pirsa te tam fehm nekir. Heyatek wisa heye yan tune ye, ez ewî nizanim. Û binhiş jî tiştek wisan e ku Freudê gewre jî tam serederî pê ra dernexistiye. Êja ez ji ku bizanibim ku îmajên binhişa min in? Jixwe ku em hay jê çêbin êdî ew nabe binhiş. Terapîya psîkoanalîtîk jî wiha rave dike dermanê başbûnê: tiştên di binhişê da hatine hepiskirin mirovan nexweş dikin, heke merivek bixweze sax bibe divê wan tiştên di hepsa binhişê xwe da serbest berde da ku baş be.

-Xebera te ye. Di gelek çîrokên te de karakterên te nagihîjin miraza xwe û evîna wan têkçûyî ye. Her wekî di çîrokên ‘Guleyşa’, ‘Rawestgeh’, ‘Serbilindiyeke Têkçûyî’, ‘Masumiyet Müzesi’, ‘Gunehkarî’, ‘Îşlikê Spî’, ‘Gotinên Xwedê’ de. Xuya ye te gelekî derdê “eşqa dila” kişandiye yan na ev hemû lîstikên te yên edebî ne?

R.K.: Bêguman para rastiyê tê da heye, lê tev jî ji serî heta binî rast nîn in tiştên çêkirî ne. Bi tenê bingeha xwe ji hin jiyînan digirin ewqas. 

-Yanî bi ya te lazim e çîrok bingeha xwe ji jiyanê bigire?

R.K.: Na, şertek wisa tune ye, lê ez dibêjim qey te bivê nevê tu her tim bi jiyanê û jiyînan ra peywendîdar î. Hinek caran ev peywendî ewqas xurt e ku xwe dide dest. Hinek caran jî zêde ne xurt e û meriv dibêje qey tev çêkirî ye. Ango kêm zêde bi jiyanê ra têkildar e nivîs rexmî nivîskarê xwe. 

-Çima rexmî nivîskarê xwe?

R.K.: Çimkî nivîskar însan e, dijî, dixweze bizane û bihê zanîn. Bi gotineke din, ev daxwaza nivîskêr qelsîya nivîskêr e. Her çiqas xwe dûr bigire jî nivîs ewî/ê kaşê nava xwe dike.  

-Te beşa Şêwirmendiya Psîkolojîk û Rêberiyê (PDR) xilas kiriye lê min di çîrokên te de piranî ew tesîra xwendineke psîkolojîk peyda nekir. Çîrokên te hinekî wekî yên terza Çexov ji min re xuya bûn. Gelo tesîra beşa te zêde li ser nivîsevaniya te çênebû?

R.K.: Rast e. Di Guleyşayê da na, lê di dosyeya teze da çend çîrokên bi ewî rengî hene. Ango meriv dikare hebekî qala bandora beşa min bike di ewan çîrokan da. Yek ji wan çîrokan jî di Dilopê da weşiya. Navê ewî çîrokê "Analîza Xewnekê" bû. Jixwe li gor min çîrok (öykü/hîkaye) divê mîna stîla Çêxovî be. Mesela ez ji diya xwe wan ra dibêjim ez çîrok dinivîsim, ji wan wetrê ez çîrokên zarokan (masal) dinivîsim. Çaxa ku dixwînim jî dibêjin ev ne çîrok e. Heta ji min tê ez xwe dûrê tarza Maupassant didim. Ji bûyereke balkêş zêdetir dixwezim rewşek bidim nîşan. Lê çîrokên ku bi tarza Maupassant in jî hene di Guleyşayê da.
Tiştek din jî bêjim û kuta bikim: peyvên beşa min yan bi kurdî xweş nînin, an jî kurdiya wan tune ye. Û bi ser da jî ez bi tirkî bifikirim û wergerînim kurdî jî nabe. Çimkî ez psîkolojîyê bi tirkî hîn bûme. Zehmet e bo min ku bikaribim xwe ji ewî qalibê tirkî xilas bikim. Lê mîna ku min got, çend çîrokên teze hene ku meriv dikare qetikên psîkolojîk jî tê da bibîne. 

-Tu niha çi dikî, bi çi karan mijûl î? 

R.K.: Niha li gund im. Hebek kavirên me hene. Alifê wan didim rojê sê car. Û hebek jî berxên virnî hene. Ewana jî ayrî alif dixwin. Tabîî êvarê kerî ji çolê tê û dîsan alif didim miyên xwe. Welhasil jiyana gundan dijîm. :) 

-Xuya ye tu ji jiyana bajaran zêde hez nakî. Yan na? 

R.K.: Ez ji bona jiyîna li bajaran dimirim, dihelim û tême xwarê lê qeda lêkeve, bi dest nakeve. :) Ez li gund ne dikarim bixwînim ne jî dikarim binivîsim. Bi mesele û qirecirên gund ra meriv pir mijûl dibe. Dem bona karên bi feyde namîne. Hebe tune be em gundî guhên hev gez dikin mîna bizinan. Karê me ev e. 😂 

-Xwedê yardimciyê te be, ezbenî. Ê tu dê bi vî awayî çi bikî? Tu plan û projeyên te yên nivîsandinê tune ne ji bo siberojê? 

R.K.: Heye bêguman. Heya berfanbarê li gund im û paşê bi îzna Xwedê xilas dibe jiyana li gund. Êdî wê derfet zehftir, îmkan firehtir bin. :) 


***


REHMÎ KURDZIMAN / KURTEJIYAN
Di 95ê salê de li Milazgira Mûşê hate dinê. Dibistana seretayî li gund xwend. Li Qonyayê lîse kuta kir. Li Zanîngeha Akdenîzê (Antalya) jî beşa (PDR) Şêwirmendiya Psîkolojîk û Rêberiyê xilas kir. Di sala 2018an da jî bi dosyeya xwe ya çîrokan (Guleyşa) Xelata Edebîyatê ya Ehmedê Xanî wergirt. Çîrokên ewî di kovarên wekî Dilop û Bar de hatine weşandin. Xebatên ewî yên edebî dewam dikin.


Têbînî:

[i] “Ez qo qurd û qurdmanczman im û zmanê xwe rind dizanim û min ew bi heft heşt zmanên din daniye ber hev, qitqitên wê hûrhûnandine.” Bnr. Hawar, 1932, j. 1, r. 1 (Amd. Firat Cewerî, Weş. Nûdem, 1998)
[ii] Hesenê Metê, Gotinên Gunehkar, Weş. Avesta, 2007, r. 151
[iii] Helîm Yûsiv, Auslӓnder Beg, Weş. Lîs, 2011, r. 133
[iv] Mikhail Bakhtin, Karnavaldan Romana, Wer. Cem Soydemir, Weş. Ayrıntı, 2001, r. 49
[v] Hêja ye li beşê çarem yê vê xebatê bê nihêrîn ji bo navdeqîtiyê û tetbîqeke navdeqîtiyê li ser helbesta nû ya kurdî: Zülküf Ergün, Nerît û Helbest: Nerîta Neteweyî di Helbesta Nû ya Kurdî de (1880-1970), Weş. Nûbihar, 2017, rr. 159-248
[vi] Ji bo nîqaşeke li ser alegoriya neteweyî û ya di kurdî de, bnr.: Remezan Alan, “Kolaja Netewî”, Bendname, Weş. Avesta, 2009, rr. 123-145
[vii] Ji bo agahiyên berfirehtir derheq karakterên yekrû, bnr.: E. M. Forster, Roman Sanatı, Wer. Ünal Aytür, Weş. Adam, 1985, rr. 108-114

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: