Tenê

Haziran 15, 2018 0 Şirove



Bav berî wextê xwe dimirin. Dayîk berî bavan. Zarok ji malê direve berî mirina dayîka xwe. Berî mirina bavê xwe tenê dimîne.

Zarokê tenê her şev kevirên peyarêkê dihejmêre. Her şev kevirek kêm dimîne. Yek. Du. Sê. Di temenê dayîka xwe de radiweste zarok. Di temenê bavê xwe de li ber baranê şil dibe.

Tenêtiya zarokan li ser peyarêkê dikeve xewê. Her peyarêkê dîtiye tenêtiya li ser rûyê xwe. Min nabîne zarok. Bavê min berî wextê xwe nemir. Dayîka min bi guliyên xwe li darda bû. Zarokên tenê bi êşa întixarê nizanin. Mezin dibin ew jî gava dimirin.

Zarok li ber pencereya şikestî li tenêtiya xwe dinêre. Ez li dinyaya hundirê pencereyê. Du kîvroşk dibezin di ber çavê zarok re. Dayîka min qevda guliyê xwe di pencereyê re diavêje. Hemû zarok berî wextê xwe mezin dibin.

Tenêtî zû hişyar dibe. Di ber hemû dîwaran re dibihure zarok. Hemû dîwaran hest kiriye destê zarokan li ser çavê xwe. Zarok li ser dîwar e. Ez ne li ser. Dîwar hildiweşin bi guliyê dayîkê re. Hilnaweşin li bin zarokê tenê. Ew jî tenê ne bi qasî zarokê li ser dîwar.

Tenêtiya zarokan berî zarokan hildikişe ser daran. Zarokê tenê di xewna xwe de darê dibîne. Hemû êvaran li ser darê ye zarok. Hemû êvaran fêkiyên tenêtiya xwe diçine. Dayîka min fêkiyên darê bi guliyê xwe re birin. Her zarok fêkiyê li ser dara xwe ye.

Zarok li dayîka xwe nagere. Li bavê xwe jî. Li tenêtiya xwe digere. Dayîk qesasê tenêtiyê ne. Bav qesasê zarokan. Ez her şev li dayîka xwe digerim. Her şev li tenêtiya xwe asê dibim.

Biharê xemgîn dibin zarok. Havînê tenêtiya wan dihele. Payîzê bîranînan diweşînin zarok. Zivistanê li kuştinê difikirin. Her zarok çar demsalan di zarokatiya xwe de dimîne.

Tenêtî lîstikek e. Nizane zarok. Mezin dibe gava dizane. Zarok têk diçe gava dev ji tenêtiya xwe berdide.  Gava dev ji lîstika xwe berdide dimire. Ez nemirim ti carî. Dayîkê tenêtiya min bi guliyê xwe re bingor kir.

Tenêtiya zarokan tev li dûmana cixareyê nabe. Bilind nabe. Wenda nabe ti carî. Zarok tenêtiya xwe bi dûmana cixareyê re dikişîne nava xwe. Ez dûmanê nakişînim nava xwe. Her zarok tenêtiyê mezin dike di nava xwe de.

Zarok naaxive gava tenêtiya wî diaxive. Peyvên wî kêm in. Ferhenga wî qels. Navê bavê xwe nizane zarok. Dayîka wî sîlûeta xwe jê re hiştiye. Ez pir diaxivim. Her tim tenê me gava diaxivim. Dayîkê axaftina min bi guliyê xwe re nebir. Hemû zarok bi qasî axaftina xwe tenê ne.

Zarokê tenê her şev tenêtiya xwe dihejmêre li ser peyarêkê. Her şev tenêtiyek kêm dimîne. Yek. Du. Sê. Di temenê dayîka xwe de mezin dibe zarok. Di temenê bavê xwe de li ber tenêtiyê dimire.


/*Ev nivîsar cara pêşî 08.06.2018an li ser bianet.org/kurdi weşiya. 

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: