Rêk

Haziran 15, 2018 0 Şirove

rêk

Jiyan dirêjtir dibe sibehan. Şev kintir. Duta dibin saet. Temen têra du mirovan dibîne. Çav li detayan vedibin. Rêka bêxewiyê ber bi dinyayeke dî ve diçe Elîko.

Ez her sibeh diçim heman qehwexaneyê. Li heman qehwexaneyê Elîko heye. Li ser heman kursiyê lingê xwe diavêje ser hev. Çayên nevexwarî li heman maseyê nehatine vexwarin. Ez her sibeh li heman cihî rûdinim. Heman çîrokan ji min re dibêje Elîko. Di heman çîrokê de em dikenin. Heman çîrok giriyê me tîne. Ez her sibeh heman jiyanê dijîm. Jiyana min di heman rojê de veşartî ye.

Hûn Elîko nas nakin. Ew jî we nas nake. Kesî nexwest ew nas bike jixwe. Tenê ez nas dikim. Tenê ew min nas dike. Bi hev re me gelek tişt nas kirin. Me nas kir her bextewarî bi refa xwe re difire. Min bextewariya xwe ya naskirî bi Elîko re firand. Gava firiya xwe nas kir Elîko. Esman nas nake du bêeşîrên ji refa xwe reviyayî.

Bi Elîko re em derheq her mijarê difikirin. Em difikirin çawa pereyan bibin mala xwe. Bi fikirînê re em cardî difikirin dengê xwe bidin kîjan hizba zikan têr dike. Elîko difikire ti siyasetmedarek nikare bi qasî wî bifikire. Ez jî wisa difikirim. Kî nafikire ji bavê xwe bêminet e. Hemû behrên dinyayê bi Elîko re difikirin. Diherikin gava difikirin li çûna xwe ya bêveger. Elîko difikire her veger ji navlûya têkçûnê pekiyaye.

Elîko carekê di ser rêya hesinê trênê re meşiya heta zarokatiya xwe. Carekê ji zarokatiya xwe hat li mirina xwe sekinî. Elîko mir carekê. Li ser gora wî tenê carekê pê re diaxivim. Tenê carekê hemû gor li herfa ewil a navê Elîko vedibin. Carekê kêla wî dibe ya hemû miriyên li goristanê. Kulîlka ser axa wî carekê li şûna hemû kulîlkên dinyayê şîn tê. Hemû hêstirên mirovan li ser meytê wî avreşandî dikim carekê. Ez tenê carekê mirim. Tenê carekê Elîko ez bi xwe re kuştim.

Elîko di xewna xwe de xwe dibîne. Ez Elîko dibînim. Em dibînin jiyan li ser pişta hespê ye. Hesp nabîne em her li dor çerxa xwe dibezin. Her kes dibîne her kes kurmoriyê li pey rizqê xwe ye. Kesî ez nedîtim di lana xwe de li jiyaneke din bigerim. Elîko dît jiyaneke din ne mumkin e em lê binêrin. Mirovê li ber sikratê dîtina xwe dît a soxî. Min Elîko li ber sikratê dît. Her kes dimire gava dibîne.

Ji mirina xwe re dereng mam. Derengî bextewariya li eniyê nivîsandî. Elîko tenê derengê bextewariya xwe ye. Ez derengê rêwîtiya xwe. Li serê rêyan li derengiya xweçûyînan guh didêrim. Her tim dereng dibihîzim kilama giyanê li dûredestan sergerdan bûyî. Dereng dibînim xewna xwe ya tê de tune me. Elîko ji derengiyê qet hez nekir. Min hez kir bi qasî derengî bibe belaya serê min. Em ê rojekê ji derengiyê bimirin.

Nezanîn kula mirovahiyê. Nizanim birevim kû. Elîko nizanibû peyvên xwe ji bêdengiyê re mezin bike. Zanîna xwe ya zêde nizane li xerîbistanê xerc-xûrc bike hişê min. Nizanin mirov bi bi nezanîna xwe re mezin dibe. Elîko çend caran ji bêsiûdiya înformel vexwar nizanim. Nizanim li kîjan payîzê pesnê kîjan biharê bidim. Her kes bihuştê dixwaze ne nezanînê. Ez ji kîsî nezanîna xwe dimirim. Niza wele.

Wî ez bi xwe re nebirim. Ez her şev pariyê nanê xwe yê dawî di mayîna xwe dadikim. Qilafetê min e ew li nav nivînan. Dibînim. Hildidim xwe di klozetê re berdidim. Rêka nemiriyê ber bi gûyekî din ve diçe Elîko.

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: