Şener Ozmen dixwaze çi bike?
Şener Ozmen yek ji sê nivîskarên min ên hosta ye. Çi çap bike, çi binivîse, ez ê bixwînim. Pir zû jî dixwînim. Çiqas jê bikerixim, aciz bibim, bêhn li min teng bike, bêhna min biçikîne, hêviyên min kêmtir bike jî, dixwazim bibînim û ji nêz ve bişopînim vê serpêhatiya wî ya edebî. Dixwazim bizanim ka ev dehayê edebî ber bi ku ve diçe?
Ji Xeybê vir ve ye ez nizanim ka Şener Ozmen dixwaze çi bike, ber bi ku ve biçe. Ji min we ye ku ew jî nizane û dema nivîsînê, nivîs berê wî bide ku, ber bi wir ve diçe. Loma gava xwendina wê diqede, mirov ji xwe dipirse, êêê, yanî çi? Ka çi bû? Hemû mesele ev bû?
Çend sal berê gava min li mala wî jê pirsîbû ka romanên xwe çawa dinivîse, bi pergal e, bi disiplîn e, taslakek jê re datîne an na, bersiva wî ez hinekî matmayî û hinekî xeyalşikestî kiribûm. Loma ez li bendê bûm ku li pişt vê dehayê, van romanan, disîplîn û karkeriyeke xurt hebe. Lê ya rast bersiva pirsa min, îro baştir fam dikim, bêtir li encamê dike û hinekî jî şêwaz û giraniya berheman eşkere dike.
Wî gotibû “na” û diyar kiribû dema nivîsînê her tişt diyar dibe, ew rûdinişt û çawa bihata, wisa dinivîsî.
Jiyana Asayî ya John Sanders jî encama vê şêwazê ye. Û em dibînin karakterê me di rêyekê de ye, demeke wî ya dirêj li gor vê şêwazê şikil digire. Ew his li vir jî bi min re çêbû ku karakterî rêya xwe dîtiye û nivîskarê xwe li dû xwe kişandiye.
Şener Ozmen her meh dikare romaneke wisa binivîse, divê ji bo wî ne zehmet be. Lê tişta min aciz dike ew e ku Şener Ozmen hay ji potansiyela xwe ya mezin nîne. Qey loma bi van berhemên ku ji bo wî û ji bo me çerezat in, dinivîse. Lê ev berhem jixwe têne nivîsîn. Kamuran Çakır nivîsî, bila ciwan binivîsin, lê em romanên pirtebeqeyî, mezin, xwedî cîhaneke gewre dixwazin. Em şaheseran êdî ji wî dixwazin.
Ne ku romaneke xirab e, na, lê ev çend romanên wî ne, gava diqedin ew jî diqedin. Ji bo kêliyekê me kêfxweş dikin, zimanê wî zewqeke zêde dide, diyalogên wî bi hostatî têne sêwirandin, karakterên wî me dibişirînin, lê pevxistin, çîrok û çîroksazî êdî tiştekî ji me re nabêjin. Dinya hinekî jî ber bi wir ve diçe, edebiyata Netflixê? Amerîkî jixwe van dinivîsin, bila ew binivîsin, erê çend kurd jî tê de ne û meseleya wan. Lê ev têra berhemeke baş dikin, û xweser e?
Belkî jî şêwaza Şener Ozmen her ev bû û dê her ev be. Lê êdî bi min wisa tê ku ew her tim heman tiştî dinivîse û ez heman tiştî dixwînim.
Belkî jî handîkapa wî ew e ku nikare xwe biguherîne û di cihê xwe de asê maye. Tesîra midaxeleyên Kawa Nemir gelek in û herçend heta cihekî baş bin jî, ev yek dihêle ku Şener Ozmen jî nekare xwe biguherîne û her girêdayî şêwazekê be.
Hostayekî din Kawa Nemir e, lê ji Bîşenga Deşta Dûr û vir ve nizanim ka ew jî dixwaze çi bike. Haykûyan mala wî xira kir. Hostayekî din jî heye, û wisa xuya ye, ev dewr dê dewra wî be.
21.05.2025
.png)

0 yorum: