Min xwe berda behra edebiyata norwêcî
Her ji çendên carekê xwe berdidim behra edebiyata norwêcî,
kurmê wê tê min. Çi ye tişta ku min ber bi wê ve dikişîne? Ji bo min wek
bêhnvedanekê ye, ne hezkirinek e, pêdivî ye. Lê nikarim li ser hev jî bixwînim,
bêhna min teng dibe. Debara min nîne li ber qesweta wê, tîr û tarî ye.
Dibêjim qey min cara ewil bi Êzingvanên Roy Jacobson ew nas kir. Belkî berê jî min ji vê
edebiyatê xwendibe, nizanim. Herî dawî jî min hilda Em Diçin Hespan Bidizin a Per Petterson xwend. Dikarim bi dilekî
rehet bibêjim, kes bi qasî norwêciyan ne şareza ye di mijara atmosferê de.
Mirov naxwîne, lê hest pê dike, ji dil dilerize.
Tişta ku wan ji edebiyatên din cihê jî dike ev e bi ya min.
Xweza, daristan, tenêbûn, mînîmalî. Hereket kêm e. Mekan teng e. Ber xwe fireh
nakin, ne bezlego ne, zêde nabêjin. Ne ji wan kitêban in ku serê mirov bi
axaftinên zêde diêşînin. Romanên wan ên herî pirbêj jî, wek Dopplera Erlend Loe, destûra hizirînê
didin, daxilî qada taybet a xwînerî nabin.
Herçend êdî aciz bûme ji vê trenda dinyayê ku zêdetir wek
fragmanên otobiyografîk in û hemû tehde û zoriyên li wan bûne bi paşxaneyeke
ajîtatîf û estetîzekirî pêşkêş dikin jî (loma tenê ji kitêbeke Annie Ernaux hez
dikim: Sal, û Edouard Louis herçend
pir bê hezkirin jî, pir xirab e) û ti hostatiyeke çîroksaziyeke xurt li cem wan
xuya nabe, ku Mîrasa Vigdis Hjorth jî
bişibe wan, ji aliyekî xwe ji wan vediqetîne: Bi mîraswergirtina vegotina
atmosferîk a edebiyata xwe. Hin bi hin mirov bedikişîne nav hesabpirsînekê.
Me fam kir ku ji bo edebiyateke baş hewce nake illeh
mijareke balkêş a nivîskaran hebe. Nimûneyên vê gelek in. Per Peterson behsa
bîranîneke biçûk a malbatî dike. Dag Solstad di Mahcûbiyet û Haysiyetê de behsa
çîrokeke mamosteyekî jirêzê û adetî dike (em li vir silav bidin Stonera John
Williams, çi romaneke xweş bû). Lê bi şêwaza xwe yê herî ji wan cihê dibe û
xweser e, Solstad e ez dibêm qey. Berevajî wan, zimanê wî bêhtir req e. Ew
naherike, gav dike.
Zimanê wan bêtir ber bi ahenga helbestî ve diçe. Jon Fose em
bibêjin. Diherike, bênavber me ber bi dawiyê ve dibe. Yên wiha divê di bêhnekê
de bêne xwendin. Ji pismamên Laszlo Krasznahorkai, Peter Handke, Thomas
Bernhard e. Vê dawiyê Fernanda Melchor jî li wan zêde bû, lê nigekî xanimê, bi
awayekî gelekî normal, li aliyê kevneşopiya wan realîzma efsûnî ye, lê di
vegotinê de di nav vê civatê de ye. Û bavê wan hemûyan helbet, piranî Proust, û
di ber de Joyce e.
Rengê vê edebiyatê, rengê mijê ye. Rengê zivistanê, rengê
qeşayê ye. Ne tariyekî kujende ye, lê sirrekê di canê mirovî de çêdike. Ne
reşbîn e, lê ji melankoliyê hez dike. Hêviyeke xapînok a jiyanê bi mirovî re
çênake, lê hêviya me jî naşikîne. Bi îhtiyad e, ne xeyala dinyayeke nû, ne
xewnereşka dawiya dinyayê raberî me dike. Di halê xwe de, bi tenê dimeşe.
Niha min nihêrî, Jostein Gaarder jî ji Norwêcê ye. Romana wî
Cîhana Sofî di dema lîseyê de tofanek
rakiribû. Niha piştî salan bawer nakim xîtabî min bike, lê xuya ye bayê Norwêcê
ji wê dema lîseyê ve li min dabû.
.png)

0 yorum: