Çima nîvê nivîskarên kurdî divê dev ji nivîsîna kurdî berdin?
Çendek berê min di Xê de weha nivîsîbû: “Eger em bikarin nîvê nivîskarên kurdî qaneh bikin ku dev ji nivîsîna kurdî berdin û bibin xwendevanên aktîf ên nîvê nivîskarên din, bazar û aqûbeta nivîsîna kurdî dê baştir û geştir bibe. Sazî û dezgehên me ku bixwazin, dikarim gotara xwe ya bi navê ‘Çima nîvê nivîskarên kurdî divê dev ji nivîsîna kurdî berdin?’ di panelekê de pêşkêşî xwendevan û nivîskarên me yên hêja û birêz bikim.”
Vê tweetê rê li ber reaksiyoneke zêde vekir, bi qasî yên di fikra min de, yên ne di fikra min de jî hebûn. Li bendê bûm ku nîqaş gur bibe û ji derekê gazî min bikin ku ez wê gotara xwe ya neyî û xeyalî pêşkêşî civata hazir bikim, û bi rastî jî min dê pêşkêş bikira, lê xuya ye civata me ji zû ve ye heyecana xwe ji dest daye û mijarên derasayî zêde bala wan nakişîne.
Ev henekek bû ya rastî, lê ya jê ecêbtir, ez bi xwe jî ji rastiya vê henekê bawer dikim. Ji kerema xwe bihêlin, çend gotinan bibêjim.
Niha, halê hazir, gazindeke berbelav heye di nav %99,5ên nivîskarên kurd de: “Nivîskarên kurdî hev naxwînin.” Yanî yên ku vê îdiayê dibêjin bi xwe jî qebûl dikin ew nivîskarên din naxwînin. Helbet ne mecbûr in jî, çi zanim, belkî bala wan nakişîne. Li jêrê ez dê li ser du îhtimalan rawestim, di yekê de ez dê wan sûcdar bikim, di yekê de ez ê pişta wan bigirim.
1. Nivîskar sûcdar e. Tu sûcdar î. Qet xwe bi vir de û wir de nebe. Tu bi xwe dinivîsî, lê bi xwe naxwînî, û bi ser de jî dibêjî bila nivîskarên din min bixwînin. Tu ji bîr dikî ku berpirsyariyeke te heye ku xwendevanên xwe ava bikî, çêbikî. Qet ne di xema te de ye bi xwe re asta civata xwe jî zêde bikî, xwe vedişêrî, şirove nakî, başî û xerabiyên me nabêjî. Nayê bîra te ku cihê xwendevan lê nebe nivîskar dibe xwendevan, cihê ku rexnegir lê nebe nivîskar dibe rexnegir, çi li wê civatê nebe nivîskar dibe ew. Tu ne ji xwe re û ne jî ji fezayiyan re dinivîsî, tu ji me mirovan re dinivîsî. Gelo haya tê jê heye? Tu dê kengî bi eşkereyî diyar bikî çima te dev ji xwendina kitêbên kurdî berdaye, kengî bibêjî kîjan kitêbên xirab rê li ber te girtiye? Qet li ser wî guhî ranezê, eger edebiyata me xirab be, eger kitêbên me wasat bin, kerem bike ji me re ta bi derziyê ve bike û kil û kêmasiyên kitêbên me bi eşkereyî bibêje û nîşanî me bide kitêbeke baş çawa tê nivîsîn. Eger li civatekê piraniya kitêban xirab bin, tu mecbûr î wan jî bixwînî û hewce bike wan li bin guhê erdê jî bixî, lê bi şertê ku ji me re îzah bikî. Tu dibêjî min nivîsî û çû. Erê çû, lê tu jî dê biçî. Gelo haya te ji vê heye?
2. Nivîskar mafdar e. Tu mafdar î. Ez ji rewşa te fam dikim û bawer bike serwext im bê tu di çi rewşê de yî. Çendik û çend kitêbên ku te ji ber çendik û çend sedeman di nîvî de hiştin, di çendik û çend kitêban de hilnayên û bê hed û hesab in. Hin ji wan bi redaksiyoneke berbad çap bûbûn, rênivîseke wan a têkûz nebû û bi xeletiyên zimanî dagirtî bûn. Ne nivîskarî bîr biribû kurdiya xwe ya nivîskî baştir bike û bi vî awayî neşîne çapê, ne weşanxaneyê bîra wê biribû ku bi vî awayî çap neke û bi vî awayî xizmetekê nake ji bo zimanê xwe, û ne jî redaktor û edîtorê feqîr bîr biribû ku bi vî awayî amade neke û xwe nede ber vî karî an jî hewla wê nedabû ji ber pereyekî kêm zêdetir serrast bike. Lê ka çi bikira wî jî, tişta ku xelkê di rojekê de dikir, wî hefteya xwe bexşî wê dikir, rewşeke zêde aloz bû. Hin ji wan ti kûrahiyeke xwe nebû, karakterîzasyon qels û çîroksazî xirab bû. Hin ji wan ti tiştek li asta te ya edebî zêde nedikir, te fam nedikir çima di nav ewqas berhemên baş de, berhemên ewqas xirab dixwînî. Hin ji wan tê bêjî qey bi darê zorê di çend rojan de hatibûn nivîsîn, tu ecêb dimayî ka çawa xelat nedidan vê zîrekiya wan. Loma te berê xwe ji wan dabû alî, baweriya te bi weşanxaneyan jî nemabû, û heta ku bîst kesên pêbawer kitêbeke kurdî pêşniyazî te nekira, te silava Xwedê jî li wan nekiribû. Lê çi fêde, ew bîst kesên pêbawer jî di rewşa te de bûn û ji zû de xatirê xwe ji vê cîhana biîhtişam xwestibûn. Kes nemabû li dora te jî û te xwe avêtibû bextê kitêbên bi zimanê serdestê xwe, kitêbên bijare yên cîhanê, yên ku li bêjingê ketibûn heta ku hatibûn gihîştibûn te. Lê tu jî serwext bûyî ku heta ewçend kitêbên bijare ji nav ewqas kitêbên xirab ên neteweya xwe hatibû gihiştibûn te, di çi xax û bendan re derbas dibû. Edebiyat sergoyekî mezin bû û tenê çendek kitêbên mezin li ser wê bilind dibûn.
Me xwe avêt dexlê her çareseriyê, bi bangewazî û kampanyayan nebû, bi perwerdehî û kûrsan nebû, ne bi şaredariyan û ne jî bi zanîngehan, ne bi siyasetê ne bi dînayetê (seba xatirê ahengê min li hev anî), bi girî û lavayan, bi xweşî û bêşiyan, me kir û nekir, ne xwendevanek li me zêde bû, ne jî nivîskarek ji me kêm bû, û bi ser de me nekarî rê li ber xwendevanan jî bigirin ji bo ku nebin nivîskar û tew nivîskaran jî nekarî hin xwendevanan ji xwe re çêkin.
Aha, madem wisa ye, û madem ti çareyê tê nekir, bangewaziya min li nivîskarên kurdî, werin em vê meseleyê bi hev re, bêyî ku mineta ti der û dorê li me bibe, bi hev re, di nav xwe de, çareser bikin. Werin, em nîviyê nivîskarên kurdî dev ji nivîsîna kurdî berdin, û bibin xwendevanên aktîf ên nîviyê nivîskarên din. Ji kerema xwe bila xeyd û acizî û şiltaxî û tohmet û guman û çêr û xeber û filan û bêvan nebin. Û kî jî hat hilbijartin bila dilê xwe nehêle û ji dil û îman bawer bike ku xizmeteke mezin ji bo bazara ziman û edebiyata xwe dike. Helbet mafê her devjêberderê nivîsîna kurdî parastî ye û bi dilekî rehet dikare her şirove û nirxandinê li ser berhema xwendî bike, dikare derxe perê ezmanan an têxe binê erdê, li ser govendê bigerîne an şîna wê bigire. Lê bi şertê ku cardin nebe nivîskar.
Lê gelo ev nivîskarên devjêberder dê kî bin û kî dê ji nivîskariya xwe bê xwarê? Ji bo vê yekê pêşniyaza min ew e ku lijneyek ava bibe ji kesên tebeqeyên cuda yên civata me û temsîla her derdorekê tê de hebe. Lê berî ku ev lijne ava bibe, lazim e xeteke me ya sor hebe û maddeyeke mecbûrî hebe ku em bi vê yekê diyar bikin em xwedî prensîb in. Maddeya ewil ev e:
“Ew nivîskarên xirabnivîs ku silava Xwedê li nivîskarekî din nakin û dibêjin ‘heta ku filan nivîskaro min nexwîne ez jî wî naxwînim’ bê lêpirsî û rapirsî û îstîsna û tiştên din ji nivîskariya kurdî têne derkirin. Çênabe ev nivîskar li bendê bin ku nivîskarên başnivîs wan bixwînin.”
Piştî vê maddeyê lijneya birêz dikare di çend kategoriyan de van maddeyan amade bike û diyar bike ka ew nîviyê nivîskaran kî ne û bêyî îtham û cezayan, bi zimanekî xweş û dîplomatîk ji wan bixwaze û wan bi hûrgiliyên zêdetir qaneh bike ku çima divê dev ji nivîsîna kurdî berdin û eger dev jê berdin dê geşedaneke çawa ji bo piyaseya ziman û edebiyata me çêbibe. Qanehkirin gelekî muhim e û çênabe tehde û zorî li nivîskarên me bê kirin. Lijneya birêz ji bo wan qaneh bike, dikare Înan Eroglu wek fedaî nîşan bide (bersivek ji bo hevalên ku digotin pêşî tu dev jê berde) û bibêje va ye ev camêr bi serbilindî dev jê berdide û ji ber vê em plaketekê (ji kerema xwe bila ne ya Harikalar Pazarı be) didin wî (spas).
Wek pêşniyazeke din li lijneya me ya birûmet, em dikarin pêşî berê xwe bidin hin weşanxaneyên bi pereyan çap dikin û ti vîzyoneke wan nîne. Bêguman dê hewl bidin ku bi gotinên xweş we lijneya hêja bixapînin, lê bawer nekin û bi dû bikevin û kitêb bi kitêb, nivîskar bi nivîskar bineqînin. Di vê rêya têrzehmet û pirkelem û zorasê de, serkeftineke niwaze û qewetxweşiyeke bilîmet li gel rêz û silavên xwe yên ji dil ê ku ti milkekî wî nîne ji we hêjayên lijneya zimanê xwe yê bav û kalan re bi hezkirineke zêde dişînim.
Birayê we yê fedaî,
Înan Eroglu
.png)

Dest xweş
YanıtlaSilLi gor min problem ne ya (ne)nivîskaran e, ya (ne)weşanxaneyan e. Bila nîvê weşanxaneyan dev ji karê weşanê berdin, dê pirsgirêk çareser bibe.
YanıtlaSilMin bêrîya nivîsên wanî kiriye yaw. Sihet xweş. 🌻 Belkî jî lazim e em nola berê relaks bin da dengê edebîyatê dîsa gur be - O.F. Baran - Perxudres Podcast
YanıtlaSilMeriv nenivîsîne ev jî ji bo edebiyatê feydeyeke mezin e.
YanıtlaSilXwedê kêmasîya rexnegîrên wek te ravê me neke Fedaî. Lê dîsa jî ez bim kî dixwaze bila binivîse:)
YanıtlaSilcarna hinek kes ji îxb re dibêjin;dev ji siyasetê berde ji xwe re karekî din bike,ew jî dibêje;jixwe karê minê esil ne siyaset bû,ez şa'ir û nivîskar bûm lê siyaseta kurd ez mecbûrî siyasetê kirim.(mealen tiştekî wuha digot)
YanıtlaSilev devê sê salan e hema bibêjin min tiştek nenivîsandiye,ez dikarim heta çilsaliya xwe jî tiştekî nenivîsim/neweşînim,pirr ne meraqdarê nivîsînê me,ji ber aciziya xwe ya ji rewşa heyî min hinek tişt nivîsandin û kêm tişt jî wergerandin,yanê eger rewşa xwe bi ya îxb re qiyas bikim belkî rewşek ber'eksê ya wî be ,lê min bala xwe dayê nivîsîn û nenivîsîna min ne di bala kesî de ye û ev her wuha ne xema min e jî,her kes li ber def û zirneyên xwe yên xerabe direqisin,bi te'bîra mele seîdê kurdî ezcumle;ez dikarim dev ji nivîsînê berdim,jixwe li maneya digerim lê helbet gerekî înan eroğlu bide min lîsteya nivîskarên dê nivîsînê dewam bikin.
qedrî sipranî
Kirîvo ne ji bo îro; em bona nifşê ku bi Kurdî perwede bibe dinivîsin. Wexta ew roj hat, qe nebe bila tekst û materyal hebin ☺ û min nivîsa te jî bi tevahî nexwend 😎
YanıtlaSilMin ev nivîsar bi tevahî xwend. Bi raya min bila weşanxaneyan lîsteke scorean ji 0 heya 100î hebe. Her kitêba ku hate ber destê wan eger nimreya wê ji 60î zêdetir bû bila çap bibe. Êdî ne hewce be tu yek bi yek herî ber derê hemî nivîseran û jê bixwazî terka nivêsl bidin. Yê bi hêsanî ji holê derkevin. Ez bi xwe jî hazir im her nivîsara min a ji 60î kêmtir anî, nedim çapê û bişewitînim û eger 5 caran nivîsarên min jêrî 60 bûn yekcar qekemê danim qiraxê û herim mala xwe. Çawan bê? :))
YanıtlaSil