Kawa Nemir (II): Feqîrî ye ku meriv tenê bi peyva zarokatiya xwe edebiyatekê çêbike.
Kawa
Nemir ji bo min tekane nivîskarê nifşê berî me ye ku peywendiya min a li gel wî
ji xwendevan û nivîskariyê bêtir, peywendiyeke di warê du heval û hogiran de
ye. Ji lewma ye ku min tu carî wek ji nivîskarên bi temenê xwe ji min mezintir
re gotiye, jê re negotiye mamoste, keko, bira, mamo, xalo û filan û bêvan. Ez
her tim jê re dibêjim Kawa can, ew jî dibêje Înan can, wek mezinên ku ji bo
xweşkirinê “can”ekê bi pey navên biçûkan ve dizeliqînin. Belkî jî tesîra wan
nameyên ku me ji mêj ve ji hev re dinivîsî di vê yekê de zêde bû. Ez ê behsa berhemdarî
û nivîskariya wî nekim, lê divê li xwe mikur bêm ku di salê min ên ewil ên
nivîsînê de yek ji wan kesan bû ku tesîreke mezin li nivîsên min dikir. Lê bi
demê re min hewl da ku ji tesîra wî û nivîskarên din xelas bibim ku rêya xwe
bibînim. Vê hevpeyvîna ku dê wekî sê beşan bê belavkirin, ez bawer dikim ku dê
hizr û fikra Kawa Nemir li ber çavên xwendevanan zelaltir bike. Di vê
hevpeyvînê de pismamên hêja, Erol Şaybak û Umran Peker jî bi pirsên xwe
beşdariyê lê kirin û sohbetê rengîntir kirin. Kerem bikin beşa duyem a
hevpeyvînê, beşa sêyem dê van rojan bê belavkirin.
İnan Eroğlu, Erol Şaybak, Kawa Nemir. 24ê Nîsana 2016an - Mêrdîn Wêne: Umran Peker |
İnan Eroğlu: Min çavek li Tirsik.netê gerand, der heqê te de heştê û çar peyam hatine nivîsandin.
Erol
Şaybak: Bi şeref hatibû bîra min, min digot ez ê bipirsim meseleya
Tirşikê.
İ.E.: Erê. Û gelekên wan ên rexneyên
neyînî li ser nefamkirina zimanê te ye û hindekên wan îdia dikin ku zimanê te
çêkirî ye. Tu jî wek wan difikirî ku zimanê te çêkirî ye û ma meriv dikare
nefamkirinê bike krîtereke rexneya edebî?
E.Ş.:
Tu ji helbesta xwe fêm dikî yan na? Ez ê nîv-pirsekê lê zêde bikim. Hetta
xanimekê li ser Tirşikê nivîsiye Kawa Nemir ew kes e ku ew bi xwe jî nizane çi
dibêje.
Kawa Nemir:
E. Kejê Bêmal.
E.Ş.:
Kejê ye, ne?
Kawa Nemir:
Erê, erê.
E.Ş.:
Vêca, em vê pêlê di nav xwe de nîqaş dikin, tu jî dizanî. Li gel te jî, li gel
Şener û Selîm jî. Tam jî li ser vê Şener tiştekî gelekî xweş got. Got, piştî ku
min Haruki Murakami xwend -me gava din behsa Murakami dikir-, min dît ku ew
sadebûn, sadebûna edebiyatê, lê li gel kûrahiyeke diyarkirî –bo helbestê tiştekî
cuda ye-, trendek heye ku li dinyayê ber bi sadebûnê ve diçe. Tu dixwazî bêje
tesîra postmodernîzmê, tesîra twitterê, êdî her çi be. Gelo tu jî difikirî ku
di helbesta xwe de ber bi sadebûnekê ve biçî? Ji aliyê teserûfa peyvan ve, ne
ku tu poetîkaya xwe biguherînî.
Kawa Nemir: Ev
pirs gelek gelekî baş e. Em bibêjin, girûgirîft bûn, giranbûna zimanekî, wek ku
tê bikaranîn, ne pîvana helbesteke baş e. Dibe ku ziman gelekî gir û girîft be,
gelekî kûr xuya bike, dibe ku helbesteke ne baş be û baş be jî. Ez bi wî awayî
lê nanêrim. Nêrîna min li dariştina, li sazkirina zimanekî jixwe ne bi vî awayî
ye. Eve ku te heta niha ji temenê xwe pê ve jiyaneke çawa û paralelî wê jî,
hevhesûyî û hevterîbî wê jî te zimanekî çawa afirandiye. Ev ziman, ewilî jixwe
hezkirina ji bo ziman bi xwe ye. A duduyan, ê ma diyar e, ez bi zimanê xwe
gelekî baş dizanim, tiştekî normal e. Di vir de problem nîne esas. Bêguman ez
jî gelek caran, car û baran, her gav der gav ez jî hizra xwe li ser vê yekê
dikim: Bo çi wiha dibêjin? Eve problema xwîneran bi xwe ye. Xwîner ne xwedan
pîlan, nexşe û bernameyeke birêkûpêk a xwendinê ye. Dudu, xwîner tê nagihê ku
derdê însanî ne ew e ku hevokên dirêj yan jî kurt binivîse, derdê însanekî tema
ye û li gor temayê sehne carinan dirêj dibe, carinan kurt dibe. Çawa ku wê
xanima zerik gotiye, Xwedê bike ku rojekê em hev du biqefêlin, em ê hev du maç
bikin jixwe. Bi rastî kêfa min ji wan rexneyan re gelek gelekî tê.
E.Ş.:
Vê nenivîse.
Kawa Nemir: Naxêr…
Yanî, di wir de ez çu problemê, çu astengiyê nabînim. Ew nîşaneyek e, tiştên
wiha ji hev dizeyin, li hev zêde dibin, yaw ew bi xwe jî fam nake vir de wê de.
Di vir de tiştekî din heye mixabin. Wek neyartiyeke din heye, ez fam nakim, bi
rastî dibêjim. Ev jî nimûneyek e, ez nas nakim vana. Xwedê ‘emrê wan dirêj
bike, lê eve problema wan bi xwe ye, ji me derketiye jixwe. Û wek sadebûna
zimên, te dî wek trendekê te got, nav î jî li ser e, jixwe trend e, ê min bala
min ne li trendan e. Ya min, jiyana min bi xwe jî, haşa Kafka gelekî mezin e,
ez ne Kafka me, jixwe kulwara me jî cuda ye. Ez pirranî pexşanan nanivîsim, lê yê
min Kawkaesk e. Li gor paralelî jiyana xwe bi xwe, min zimanek ji xwe re durist
kiriye û ez guh nadim van trendan, ti carî. Lê, binêr ez a niha bêjim, nimûne hene
di nav re, di nava hemû kulliyata min bi xwe de, em bêjin, teserûfa peyvê, te
dî di serî de min got vê pêlê ez gelek şêweyên poetîk ên Rojava û pêş de jî ku
ji min bê, zehmettir e, yên Rojhilat, ên me yên klasîk biceribînim. Bi vî halê
xwe, bi vê hebûna xwe ya wek Kawa Nemir, di wir de jixwe ev yek dihêle ku, ji
96an û vir ve ye di nav re, pê re dilebikim, tu teserûfê mecbûr bikî. Ev yek
dihêle tu bêtir zimanê xwe nas bikî, dudu, tu bi peyva herî geş tu risteya herî
kûr, terkîba herî kûr pêk bînî, daynî, biafirînî. Nimûne hene di Kevirên Bendewariyê de, danzdeh
helbestên ku li ber besta Fêrîkê Ûsiv hatine nivîsîn, di nav wan de yek heye ku
sone ye, min bo Mem Zînistanî nivîsiye. Sone ye ezbenî, kes nabêje vêya, ma ez
bêjim? Sone ye û bi raya min soneyeke kompakt, yekpare, saxlem e jî. Û yek jî,
te dî, Li Dû Bêxewiyê, navê helbestê
nayê bîra min, texmîna min ew e, di wir de min heştbangî nivîsiye. Ya rastî ew
jî metneke ne xerab e.
E.Ş.:
Di Salnameyê de jî çend helbestên wisa hene, têne bîra
min.
Kawa Nemir:
Erê. Ev sadebûn heye di nav re, belê bawer bike, min hîç di wir de dîsa ne bi
niyeta ku bila sade be, bila kûr be… Li
gor temaya ku ez li ser dişuxulim, zimanek pêk tê jixwe, bi risteya ewil re
gelek caran.
E.Ş.:
Mesele dibe çi wê demê, ez tiştekî lê zêde bikim. Tu dixwazî helbesta te bibe
malê ‘amê yan na? Ev bo te derdekî edebî ye yan na?
Kawa Nemir:
‘Am û xas bila bi hev re bixwînin. Helbesta baş, mixabin, meseleya demê, zemên
bi xwe ye.
Kawa Nemir:
Ew anima mundi ye, ku Yeats her behs
dike, giyanê serdemê pêşî divê şa’ir zeft bike. Ê min, sal 92-93, min Yeats û
şa’irên gewre dixwendin. Min Ritsos dixwend, Shakespeare dixwend. Ma ez ji
92yan û vir ve ye Shakespeare werdigerînim. Tu bêje deh salên ewil hema ji xwe
re bi nezanî derbas bûn, lê wekî din tiştek çêbûye, pêk hatiye û anima mundi pirr muhim e, ruhê serdemê
em zeft dikin û di vê çarçoveyê de jî xas û ‘am –‘am e lan, am e?-. (Em dikenin. J
-ie )
E.Ş.:
Gava te rexneyek li xwîneran kir, te got ew kêmasiya xwîneran e. Tam jî, bi ya
min problem di wê derê de ye, ez rexneyeke wiha li te bikim. Ruhê serdemê
berpirsyariya xwîneran kêm dike, êdî nikarî xwîneran zêde rexne bikî, bibêjî ka
tu çima xwe bi tiştekî dî ve girê nadî, tu çima cehdekê li gel zimanê Kawa yan
jî peyvên wî yên lokal filan nakî, digel ferhenga wî çima cehdekê nakî. Ji ber
ku edebiyat bûye malê hez û zewqê. Dixwînin, fotrafên xwe davêjin ser
İnstagramê.
Kawa Nemir:
Ya ku te dî em bi nav dikin: Zehf anlamlî
ye… Ka li kû ye, di kû de ye? Haa, faktora ferhengê, ji wê hêle ve gelek
rexne hene. Cenabê mamoste Remezan Alan jî bi qasî ku min bihîstiye, bi wî
awayî nêzîkî meseleyê dibe carinan. Mesela dibêje, ferhengîst, ferhengperwer,
ferhengperest. Di binhişê me de belkî
problemek be, ew tespîteke pirr muhim e esas.
İ.E.: Ji bo kê dibêje?
Kawa Nemir:
Wî ez mînak dame. Bi qasî ku min bihîstiye, gotiye - meseleya ferhengê, di wir
de nizanim bi rastî jî bi çi awayî mamoste nêzîk dibe, ji ber ku di çavê me de mamoste
gelek gelekî hêja ye. Lê eve her wekî problematîkekê tê behskirin. Ez di vir de
jî dibêjim, eve zimanê me ye, şa’irek mesûl e ku
zimanê xwe gelek gelekî baş bizanibe. Şanogerek yaw! Şanogerên me zimanê xwe
nizanin û me tawanbar dikin. Min îro ro nimûneyek da, îro ro mesela Kak Selîm
Temo got, di tekstekê de “Roşîn” derbas dibe, got, yê nizanin wek…
E.Ş.:
Rûyê şîn…
Kawa Nemir:
Erê. Rûyê şîn, vir de wê de. Lê Roşîn jixwe, ewa tam qonaxa dawîn a Çemê Zapê
ye û li Başûr devera ku diqede, jê re Roşîn dibêjin. Jixwe ro, robar e, çem e. Ê min jî, bi salan e, mesela lêkera birodeçûn, wexta
ku tiştek li ber avê dikeve û diçe… Gelek kesan ez tawanbar kirime, gotine, hetta
tu lêkeran çêdikî. Min got, eeeûw, ma bû çi yaw?.. Hetta, gotin, tu bi çi wateyê
bi kar tînî? Yaw bi ro de çû, lawik ket avê û bi ro de çû. Min got, weleh tu
gelekî zekî yî.
İ.E.: Nivîskarên me yên Kafkasyayê bi
kar tînin.
Kawa Nemir:
Erê, mesela di wir de serpêhatiya peyvê serêşiya min e. Ez peyva xwe gelekî baş
dixwînim û ez peyvên xwe yên zarokatiyê, ji min re ewana xezîne ne jixwe, gencîne
ne, ewana tiştek in ku ti carî, ti carî jê derbas nabim. Haa, ferhenga min bi
giranî ji vê zêhnê derdikeve, ev normal e. Ez çawa bêjim ez ferhenga xwe ya
berfireh, rengê wê biguherînim. Her wiha dînamîk e, diguhere. Tê veguhestin bo
serdemeke din, bo qonaxeke dîtir, lê mirov neşê bibêje eva ferhengperestî ye.
Ziman bi xwe ev e.
İ.E.: Ez dixwazim vê pirsê bi awayekî
din bêjim. Jixwe tu pirr li ser ziman jî dixebitî, kesî jê guman nîne. Gelo tu
ziman wek malzemeyekê bi kar tînî û armanca te edebiyat e yan jî tu edebiyatê
wek malzemeyekê bi kar tînî û armanca te ziman e? Tu bi çi awayî lê dinêrî?
Wêne: Şener Özmen |
Kawa Nemir: Belê,
vana hemû di nav hev de ne. Le heke bikaribe bibe bersiv, ez bibêjim, ez bi tenê
ji bo peyvekê soneyan, helbestan dinivîsim. Binêr, a niha eva tiştekî xwedan
rîsk e, belkî hin kes min tawanbar bikin. Lê ez vê yekê çawa dikim? Bo nimûne,
di nava soneyên min de soneyeke bi navê Xew
heye, yek jê, Mirin heye, yek jî, Şev heye. Ez defterên xwe, zêhna xwe,
ewilî zêhna min jixwe, paşê jî defterên xwe, çavkaniyên xwe, xwendinên xwe yan
jî tiştên ku bi rastî jî wek şepolî hiş
têne min, di nava qonaxên nivîsînê re, hemû peyvên ku têkildarî “şev”ê bin,
“mirin”ê bin, “xew”ê bin, di çarçoveya çardehkîteyî de, di çardeh risteyan de,
wana hemûyan yek bi yek dineqînim, hildibijêrim. Xebatek e ev û luksa şa’irekî
nîne ku bi belaşî her tiştî bi kar bîne. Eva mêzîneke wê heye. Ha di wir de,
hindek peyvên bi rastî jî başebaş, bi temamî neketibin jiyana min, çawa em
bêjin, ne peyva zarokatiya min be, ev feqîrî ye ku meriv tenê bi peyva
zarokatiya xwe edebiyatekê çêbike, pêk bîne, bilind bike, ava bike. Yên ku derî
vê jî, evana ez mecbûr im bi kar tînim, lê dibanim û bi kar tînim. Di wir de
tiştekî nû înşa dibe, edebiyat qonaxeke di nav hev de ye. Ne ku tenê ji bo ku
ez zimên bikim alav edebiyatê dikim, nizanim edebiyatê dikim alav, nizanim zimên
çi dikim. Pirseke girîft e, lê hemû di nav hev de ne û ji hêla zimên ve tiştekî
nû înşa dibe jixwe. Ewilî divê em vê yekê baş bizanibin. Şa’irên me tiştekî
gelek gelekî şaş fam dikin! Şa’ir divê ferhengê bi kar bîne, peyva herî baş ji
xwe re bineqîne, xebatê bike. Binêre, yek ji wan kesan Şener Özmen e. Şener
Özmen ji bo romanên xwe malzemeyên xwe berhev dike, ji bilî temaya xwe, babeta
xwe. Ez bi xwe edîtorê wî me, ez baş nas dikim. Û hinek hevalên me yên ku di du
salan, sê salan de radibin, dibêjin em bûne rexnegir, dibêje, ev peyv nîne, ev
niza’ çi nîne, vir de wê de. Camêr, tu ji kû zanî nîne? Heyran, qurbana çavê
te…
E.Ş.:
Tu çend devokên kurdî nas dikî?
Kawa Nemir:
Erê.
E.Ş.:
Çend ferhengên kurdî nas dikî?
Kawa Nemir: Erê.
Na, “raguhestin” nîne, ez niza’m çi nîne. Yaw ma çawa nîne? Camêr çi dike? Bi
rastî, bi taybetî romannûs wiha ne, dixebitin, bi pîlan û proje dixebitin.
Defterên Şener Özmen gelekî meşhûr in, di nava me de meşhûr in bi rastî. Ji
bilî xwendina xwe, ji bilî çêjwergirtina xwe ya estetîk, li ser ferhengê ji nû
ve hizra xwe dike jixwe: Kîjan peyv pêdiviya min pê heye, kîjan qalib, kîjan
nizanim çi. Heger bi rastî jî em van meseleyan baş fam bikin, ji vir û pê de em
ê bi şêweyekî gelekî ciyawaztir, cihêrengtir nêzîkî metnê bibin. Eve, di vir
de, heta ku em vê yekê, vê qonaxê hilneyînin, em ê nêzîkî metnê nebin. Problem
jixwe ranêzîkbûn e. Digot, “ranêzîkbûn” nîne. Çawa nîne? Tu ji kû zanî
“ranêzîkbûn” nîne? Carinan ez dikim, min got, heye. Lawo min got û çêbû.
Dibêjim, lê ne wisa ye, hene jixwe. Xebat e, ezbenî, xebat e û berhevkarî ye.
Ji bilî best û îlham û jêhatîbûn û zîrekbûnê, xebatek divê jê re. Bila ew li
qusûrê nenêrin, vêca hindek mesele hene, ku wisa didin ber dasê, ne hêsan e. Ez
îdia dikim, eger bi rastî jî ew qasî jêhatî ne, kulliyata min li ber çavan e.
Bila ji min re bêjin rastiya vê kulliyatê çi ye, ji bilî Serkîsofê.
İ.E: Te di dawiya salên 90î û salên
ewil ên 2000î de edîtoriya Jiyana Rewşen
û Rewşen-Nameyê kir. Ev her du kovar
jî di bin banê NÇMê de derdiketin û NÇM bi nêzîkatiya xwe ya siyaseta kurdî re
jî tê naskirin. Gelo hingê, wexta ku te edîtoriya wan kovaran dikir, tu
mudaxeleyên ji derve yên siyasî li kovarê dihatin kirin?
E.Ş.:
Bê sansûr bêje.
Kawa Nemir:
Ewilî ez ji bo vê yekê bêjim: Kerekî çolê, xwe jî di Wikipediayê de nivîsiye,
te dî hinekan nivîsîne der barê min de tiştekî kurt, pirr kêm jî, van salan ji
dayîk bû, nizanim, xudan van berheman e û edîtoriya Jiyana Rewşen û Rewşen-Nameyê
kir, îja di bin de yekî nivîsiye, tê bêjî qey bavê min ew der mail e, gotiye,
“Biçirrîne Kawa, te kengî edîtorî kir?” Ew kerê çolê kî be, xwe eşkere nake, lê
madem bi pirsê ve girê dayî ye, ez vê yekê bêjim: Kerên çolê yên bi vî rengî
nizanin ku di wir de çîrok, di wê medbexê de, di wê kulînê de çîrok çawa bû.
Rola Jiyana Rewşenê û Rewşen-Nameyê û di civatekê de jixwe me
behs kir, hinekan nav lê kir û hinek dostên me yên hêja gotin nifş e, ne nifş
e, vir de wê de. Ji bilî wê, niha va ye em di civatê de ne, heta ku ez sax bim
jî ne ji hedê ti kesî ye ku rabe çîrokê berevajî bike. Di
wê medbexê de çi qewimiye, gişî eşkere dibêjim ku, ferqek jî hetta tê de heye
ku, ez eşkere peywendiya vê xebatê di bin banê sazî û dezgehekî wek Navenda
Çanda Mezopotamyayê de li gel PKKê, eşkere Partiya Karkerên Kurdistanê, şerîet
şermê naxwaze, em vana hemûyan bêjin, li wir bûm, bi keda me bilind bû, bi
ekîba me bilind bû. Em niha navan gişî bijimêrin, gelek nav hene: Cemîl Denlî
heye, Abdurrahman Çelik heye, Berfin Zenderlioğlu heye, Esma Eksen heye, hene û
hene, Nurten Demirbaş heye, ên qadroyên serekî vana ne. Ew ên ku niha çîrokê
berevajî dikin, ka bila ji min re çîrokeke sehîh bêjin ku bi rastî ez bêjim ku
wiha qewimiye. Û wiha jî qewimiye. Bê guman li jêr patronajê, patronajeke
diyar, deranîna, çêkirina, derxistina kovareke bi vî rengî, ku demeke ku bi
rastî jî demeke zalimane bû, ne hêsan bû, gelekî zehmet bû. Tijî dijwarî.
Ewilî, bê guman bi qasî êşên ku em tûşî wan dibûn ji hêla dewletê ve û me ev
kar li Stenbolê dikir, li Turhol Hanê dikir, li ser Cadeya Îstiklalê, vir de wê
de. Û jixwe beşa ku ez tê de bûm, ji 96an heya 2002yan, Jiyana Rewşen û Rewşen-Name... Ji van êrîşên dewletê bêtir, carinan,
tengasiya ku li gel me û em bêjin, di navbera vê ekîbê û siyaseta kulturî ya
Partiya Karkerên Kurdistanê de diqewimî. Gelek tengasiyên wan hebûn. Em
bibêjin, nifşê me yan jî ew kesên ku xebatkar bûn di wê kulînê de, esas wek
paşxane me ev mudaxele qebûl nedikir, lê em gelekî baş jî pê serwext bûn, me
ciyekî din tinebû ku em biçûna. Enstîtuya Kurdî ya Stembolê, Navenda Çanda
Mezopotamyayê û ti devereke ku rabe piştevaniya te bike ku tu karekî wiha bikî
ku her kes tê de xwe îfade bike tinebû. Li wir jî, lewma jî, digel wan mudaxeleyan
jî… Mesela çi ye? Komsêr hebûn, komsêrên siyasetê hebûn û evana ji şeş mehan
carekê diçûn û dihatin wek rotasyonê. Ez bi xwe, jiyana min jî her wisa ye, ez
bi rastî her piştevaniya wê yekê dikim ku em eşkere bibêjin, tiştekî veşartî
nîne. Ez wek edîtorê Jiyana Rewşenê û
Rewşen-Nameyê bi salan min bi çavê
xwe hemû tişt dîtin, çîrok gelek in. Mijar dihatine diyarkirin, mudaxele
çêdibûn, bê guman heta ku ji me dihat, me dixwest ku em nerm bikin û hindek
tişt hebûn ku ji hêla wan ve, daxwazên wan, sepandinên wan, ta astekê mirov
dikare van jî fam bike, dîsa girê dayî ruhê serdemê ye, anima mundi ye, ne tiştekî xerîb e. Haa îro ro, ji zû ve ye, ev
tişt naqewimin, lê heger ew xîreta van kesan, vê kadroyê neba, bi kadroyên ku
em li gel hev şuxulîn… Temam, rola min bêtir derketiye pêş, ji min û Cemîl
Denlî û pê ve kes bi nivîsê berdewam nebû, lê ew xîret neba bi rastî, carinan
tesadûfî, carinan jî bi rastî me dida zora xwe, vir de wê de, ew xîret neba, îro
ev roj nediqewimî. Haa li gor, li ser vî esasî, ên ku rabin ji xwe re çîrokan
li hev bînin, kerem bikin bila bikin, em bêjin rast e an rast e. Heger behsa
çîrokekê bikin, ez li wir bûm, min xebat kir, bila bifikirin du caran, gelo
Kawa çi dibêje. Ez dikarim şahidiyê bikim.
E.Ş.:
Ez dixwazim li ser wê pirsekê bikim. Me van rojan behsê kir, Cumhur jî gelek
serê xwe pê re êşand, wê meseleya nifşbûna Rewşenê em heqeten di hişê xwe de
dipîvin, gelo çi ye, nifş bi çi maneyê tê bikaranîn. Ya ku em pê dihesin, wek
pêleke edebî, wek ekoleke edebî tê dîtin.
Kawa Nemir:
Wek berbihevhatinekê mirov belkî bêje.
E.Ş.:
Erê. Heçku mirov deh kes bên ba hev, bêjin, manîfestoya me ev e, em filankes
in, em Dadaîst in, em filan bêvan in, bi vê pêlê em dixwazin di edebiyatê de
van tiştan bişkînin, van tiştan bidin destpêkirin. Nifş, di kurdî de wê
peywendê dide mirov. Gelo di Jiyana
Rewşenê de, di Rewşen-Nameyê de, bi ya te tiştek wisa hebû ku em wek
nifşekê bi nav bikin û bêjin ku erê, poetîkayeke cuda, tabî her kes mustaqîl e,
bi serê xwe şairek cuda ye, lê pêlek edebî pêk hatiye? Tu çi difikirî li ser
vê?
Kawa Nemir:
Ezbenî, biryareke wisa tinebû jixwe, ez bêjim. Ji bilî ku li gorî van pîvanan,
pîvanên nifşbûnê, mirov nêzîkî meseleyê bibe, mustaqîliyet, wekî din heta tu
bêjî, endamên vê qonaxê hemû polarîze ne jixwe. Helbest û pexşan û vir de wê
de, ya yekî naşibe ya yekî din, yan jî ya yeke din. Lê di wir de, di wê qonaxê
de, biryareke bi vî rengî, îradeyeke bi vî rengî tinebû. Bê guman em gelek
caran, hefteyê carekê li hev rûdiniştin. Mesela, hindek xanî, xaniyê min ê li Bahçelievlerê,
ji wê qonaxê kesekî nehatibe li wê malê nemabe tine. Û hetta şevên beatnik, wek beat generation, wan şevên hesab bikin… vexwarin û vir de wê de ye,
terr û hişk pêk ve… Salên… ew mekan, ew xanî û xaniyê li Elmadağê, çend xaniyên
din wisa hefteyê carekê, xwendin, xwendin, me metin dixwendin, dixwazim bila
vana hemû eşkere bibin, û me henekê xwe bi hindek metnan dikir, hinek kesan
henekê xwe bi metnên me dikirin. Îro ro sax e, li van deran e jî, Rodî Zerya
dikare gelekî baş şahidiyê bike, Cemîl Denlî dikare gelekî baş şahidiyê bike.
E.Ş.:
Ew li baxçeyê dî ye, li Mezopotamyayê ye.
Kawa Nemir:
Erê. Hevalên ku wisa li dinyayê belav bûne, vir de wê de. Ji kulîna Rewşenê bi xwe, hevalên me yên din
nedihatin, ez rastiyê bêjim, hîç daxilî van ewkan nedibûn. Hevalên me yên li
dora kovarê, ji derve dihatin, Osman Mehmed û gelek hevalên din. Civat çêdibûn,
lê ew îradeya ku te dî em nifşek in hîç nedihate bîra me. Gelek caran, me pê
dizanibû, yan jî em hêdî hêdî pê dihesiyan ku tiştek çêdibe, zor û zehmetiyên wê
hene, lê aliyê wê yê xwendinê gelekî baş bû, nifşê me gelekî baş dixwend.
Qonaxa ku em tê de bûn, me gelekî baş dixwend. Îro ro, carinan ez rexneyê gelekî
li hevalên me yên ji me ciwantir dikim, bi wî qasî naxwînim. Yanî çi ye? Ê me,
zanî, sêhr li me dihate girêdan, loma wexta me Lautreamont dixwend, ez tim vê
nimûneyê tînim, Rodî Zerya wexta cara ewil Lautreamont xwendibû, du sê mehan
guhê me bir: Weeeûw Lautreamont, weeeûw Lautreamont. Aloysius Bertrand xwend, Gaspard de la Nuit, “Gasparê Şevê”,
wergerên Özdemir İnce bûn, ev zanî çi ye, îja bi Aloysius Bertrand ve çend
mehan guhê me bir. Rilke, şa’irê me yê cîhanê, yê klasîk. Bi rastî jî qonaxeke
gelekî enteresan bû. Îro ro, gelo ew best, ew hest, ew îlham heye? Ew best li
însanan radibe yan na, ez meraq dikim. Di wir de, di vê çarçoveyê de, ew
îradeya ku em ê bibin nifşek, yan jî metneke ku em rûniştibin li ser û me
gotibe, em pêk ve hevbîr in ku va ye em nifşek in, em ê tiştekî wek nifş
damezirînin… Na! Ew navlêkirin jixwe di pey re çêbû. Ez her dibêjim wexta ku
însan dipirsin, ez dibêjim, ti carî, ti carî, min negotiye Nifşê Rewşenê. Kê gotiye? Bi texmîna min, Dilawer Zeraq û Lal Laleş
gotiye. Dilawer Zeraq îdiaya wî ew e, cenabê wî dibêje, ewilî min got. Û Lal
Laleş jî zêde behs kir. Ewilî, nivîskî, Lal behs kir bi texmîna min.
İ.E.: Te jî di hevpeyvînên xwe de
behsê dikir.
Kawa Nemir: Piştî,
erê, piştî ku wan qal kir, min jî qal kir, min jî got wek qonaxekê, wek wate,
wek qonaxekê… Lê her carê, ji bîr nakim ku eve berbihevhatinek
bû. Em ber bi hev ve hatin. Ew polarîzasyon, jixwe em çi qasî fîzîkî ber bi hev
ve dihatin, ew qasî jî tiştê ku me dabû ber xwe dûrî hev bû. Îro ro mesela, bo
nimûne, nifşên ku min li ser xebat kirine, ên Anglosakson, di helbesta Emerîkî
de, li gelek parêzgehan di sedsala 20emîn de nifşên ecêb derketine. Black
Mountain Poets, yanî Şa’irên Çiyayê Reş, li devera kê derê bû, Idahoyê bû, San Franciscoyê bû, çi bû. Yan jî Beat Generation, Nifşê Beat, ji dawiya
40î heya ez bêjim 60-70 wan çaxan, kitêbxaneyeke wan a diyar, City Lights heye, ya Beatnikan, û şax û perên xwe
vedidin, tesîrê li sînemayê dikin. Manîfestoya wan heye.
E.Ş.:
Xwedî îdiayekê ne.
Kawa Nemir:
Belê, ê me ew çênebûye, ew çu carî çênebûye. Hetta ez bêjim, di nav wan de jî
endamên wan nifşan, mesela sê, çar, pênc fîgurên gewre nêzîkî hev in jî, hem
jiyanî, hem jî wek metin nêzîkî hev in. Ê me ev tişt çênebûye. Ev muhim e, bê
guman eve munaqeşeyeke bi rastî jî berhemdar e, divê ku mirov pê de here.
E.Ş.:
Bi rastî jî ev munaqeşe gelek lazim in, ji ber ku akademiya kurdî pêk tê, sibe
dusibe wê wek pakêtekê bînin ber me, bêjin va min ji we re helbesta Jiyana
Rewşen tehlîl kir. Wê kesek rabe teza xwe li ser binivîse mesela, yan jî Tîrêjê
filan. Ew dê hişekî gelek xerab ava bike. Akademî jî, rexne jî divê xwe ji van
pênaseyan giştî biparêze. Lewma dipirsim…
Kawa Nemir:
Rûxîner e ez bêjim…
E.Ş.:
Tabî, rûxîner e. Ew ne pakêtek e, Jiyana
Rewşen ne pakêtek e.
Kawa Nemir:
Her tim tiştê ku ez jê ditirsim zanî çi ye? Xwendina şaş e. Heger mirov
qonaxeke tarîxî şaş bixwîne, a di wir de heye, tiştên ku jê bizeyin, wê tiştên
metirsîdar bin, kil û kêmasî wê zêde bibin. Lewma xwendineke baş divê jê re.
İ.E.: Te di 2003yan de Weşanxaneya
Bajar ava kir ku navê xwe wek îlham ji helbesteke Kavafis werdigire. Bêtir
wergerên cîhanê û wekî din berhemên telîf tê de hatin çapkirin. Di demeke kurt
de, mixabin, weşanxaneyê top avêt, hat girtin. Tu bêriya wan rojên xwe yên
weşanxaneyê dikî û difikirî, heke derfeta te hebe, dixwazî ji nû ve wê
weşanxaneyê ava bikî?
Kawa Nemir: Bajar
kula dilê min e, bi rastî jî kula dilê min e. Projeyeke gelekî baş bû, tiştê ku
min dabû ber xwe pirr pirr muhim bû. Ewilî ez bêjim, bê guman mottoya, slogana
weşanxaneyê helbesta Kavafis a bi navê “Bajar” bû, lê bes navê “bajar” esas ji
hêleke din ve jî wek hilbijartina wê logoyê, vir de wê de, xwe digihîne City Ligtsa Nifşê Beat. Te dî kitêbxaneya
wan a li Chicagoyê, li kê derê bû, navê wê City
Lights, yanî Çirayên Bajêr, Lempeyên Bajêr. Hetta min xwest ku ez logoya
wan, bi qasî ku tê bîra min, lempeyeke li kuçeyê heye û wisa roniyê dide, paşê
min ewa piçekî berê wê guherand, min qaza beyanî bi kar anî. Esas ev jî goose… Goose jî sembola neteweyî ya Îrlandiyan bi xwe ye. Li ser vî meqamî
jî, min rûpelek tam ji bo pêveka, wê çaxê Ülke
bû, Gündem bû, çi bû, min nivîsek
nivîsî. Ew nivîseke bo PR’ê bû, bi saya serê rehmetiya Evrim Alataş, edîtora
min bû, edîtoriya nivîsên min dikir, lê bi taybetî ji bo wek daxuyaniyekê
nivîsek bû. Mixabin niha li cem min nîne, ez peyda nakim, di arşîvan de heye.
Bi wî awayî di wir de min ew mesele gihande meseleya Îrlandiyan. Û di wir de
derdekî min, zanî, bi laş û gewde bû, berceste bû û li gor vê pîlansaziyê, min
got tiştekî ku heta niha wek pêlekê, wek pêngavekê, wek hemleyekê kesî nekiriye
ez ê bikim. Hetta min digot, ez ê bi tenê û bi tenê wergeran çap bikim. Ewilî
esas niyeta min ne ew bû ku ez berhemên telîf çap bikim. Û bala we kêşabe, di
nav wan berheman de berhema min a telîf nîne, min ya xwe çap nekir. Min
wergerên xwe çap kirin û wergerên ku min dixwest çap bikim û hindek
pîlansaziyên ku mesela te dî, Ergin Öpengin wê çaxê xort bû, dihatin bi kêfxweşî…
Nameyeke ku wî ji min re nivîsîbû, wexta ku ez ne li weşanxaneyê bûm, hevalek
hebû, xebatkarek, Ergin name danîbû û çûbû. Ew pêşwazîkirina wî, dilgermiya wî,
li Zankoya Boğaziçiyê wê çaxê xwendekar bû. Pirr baş hat pêşwazîkirin, lê di
qadê de, di qada xebatê de, ew lexvehatin min bi xwe ji hevalên xwe yên nêzîk,
ew lexvehatin yan jî pêşwaziya germ, mixabin nedît. Ez ji gelek kesan jî
dilşikestî bûm mixabin. Her wiha ji hêleke din ve jî kula dilê min e Bajar. Ev berhemên telîf, te dî min çend
heb çap kirin, ez ji xwediyê wan berheman poşman im, ez ji wan berheman bi xwe
jî poşman im. Xwezî min berhema Sîdar Jîr çap nekira. Xwezî min berhema Kovan
Baqî çap nekira.
İ.E.: Çima?
Kawa Nemir:
Însanên bê bext in. Eşkere ez dikarim bêjim vêya, bi rastî jî bê bext in. Îro
ro çil û du salî me, heta ku ji min hatiye, ji bilî derewên însanî yên biçûk, di
tiştên, di meseleyên esasî de ez derewan nakim, bila hemû bizanibin. Tiştekî ne
eyb e, ne şerm e jî. A niha, mirov rabe qala sedemên gelekî berbiçavtir bike,
hewce nake. Her kes dizane û dîsa dibêjim: Tiştên temamker hene di arşîvan de,
ew ê rojekê jixwe derkevin, ez ji niha de dibêjim. Belkî bi xêra van gotinan,
hinek însan xwe rast bikin. Îro ro, heger ez tiştekî eletewş bikim, ez
sînyalekê bigirim ji civatê, ez ê xwe sererast bikim. Belasebeb bila însan serî
li xwe mezin nekin. Ji vê yekê ji min hez nakin, lê ez ê bêjim û min tiştek ji
wan re gotibû, ji hemû hevalan re: Bajar
ya we ye. Bi ‘eynî meqamî mesela… Çend salan? Deh salan, danzdeh salan keda min
di Lîsê de heye. Her bi wî awayî ez
li gel xebata bi hevkarî bûme. Îro ro projeyeke dîtir hebe, bikeve serê min, ez
ê li gel wan bim jî û keda min hebe, heger ew hêja bibînin û min got Bajar a we ye, mixabin ewk nekirin. Te dî çi bû… Tiştekî gelek enteresan e,
min ji malbata xwe ya dewlemend îmkanek peyda kir û bi rastî jî min dixwest bi
saya serê vê xebatê hinek hevalên xwe jî xwedî bikim. Min gelekî xwest, lê hêj
me dest pê nekirî, em bi rê dikevin, yaw gelek kesan, xurrr û xuricîn ser
xebatê û hema di destpêka xebatê de tiştekî biçûk kirin, min got, edîtorî vir
de wê de… Vêca… Çima pereyê min nadî? Çima ewk nakî?
Vir de wê de ye. Jixwe çi hebe, me daye, me zêde jî daye, lê ew hawayê ku em
hatin tê re derketin ne xweş bû. Ne xweş bû, gelek tişt qewimîn û bi ser de
vêca bû kula dilê min, lê esas jî ji bo vê qonaxê bi rastî xisareke mezin bû.
Xwezî Bajar hebûya, Bajar jî li vê qonaxê zêde bûya. Temam,
me çend, çardeh, panzdeh, şanzdeh kitêb çap kirin di demeke kurt de û me xwest
ku şekl û şemal jî bila luks be, baş be. Cenabê Kak Evdila Keskin, te dî cara
ewil bû bi texmîna min, ew fûara pirtûkan li Kuçeya Hunerê çêbû li Diyarbekir,
îja standa Bajar û Avestayê li kêleka hev bû. Wê çaxê
standa Avesta jî biçûk bû û yê me jî me nû dest pê kiribû, li Diyarbekir li
pêncî û du noqteyan min bilboard çêkir. Ne ciyê ‘eybê ye ez bêjim, min deh
hezar lîre bi tenê da bilboardan. Erê bi şeref.
Umran
Peker: Mamoste, mesele hat ser Evdila Keskin, van rojên dawî hevpeyvînek
kiribû, gotibû, “Kürtçe
kefenini yırttı ama şahlancak mı?” Ez
dikarim vê pirs bikim, kefen hebû ji bo kurdî, kefen, wan çaxan ji bo
weşangeriyê?
Kawa Nemir. Karîkatûr: Serdar Kestay |
Kawa Nemir:
Ez berî wê vêya temam bikim, ez ê hizra xwe bêjim. Kak Evdila got, te ji niha
ve top avêtiye. Min jî tiştekî bi wî meqamî got bi texmîna min, min got, baş e,
bi vî qasî be jî me kir, ev jî baş e, me ceriband qenebe. Kak Evdila got, yaw ew
bilboard û vir de wê de… Min got, kes nake ha, bi rastî kes nake. Got, te bi wî
pereyî dikaribû gelek kitêb çap bikirana. Ew meseleya kefençirandinê… Hevpeyvîn
tê bîra min. Bi raya min, esasê edebiyata kurdî esas gelek gelekî berfireh e.
Mesela, mijara vekolanê ye, vir de wê de ye, sînerjiyeke gelekî ecêb heye.
Temam, li ber mirinê bû li Bakurê Kurdistanê û vejanek çêbû, lê ew vejan çênebûya
jî, ma yê çi bi edebiyata kurdî bihata? Yeqîn li Bakur edebiyata kurdî çênedibû,
li parçeyekî din wê berdewam bûya. Lewma jî, bi temamî ne li gel wê hizrê me.
Lê xuya ye, ez dibêjim qey Kak Evdila bi vê refleksê gotiye, wekî hişyariyekê,
sist nebin, bixebitin! Ji ber ku tecrîbeya wî di weşangeriyê de gelek gelekî zêde
ye, lewma jî ji mafê wî ye vê yekê bibêje.
U.P.:
Spas.
0 yorum: