ABDULLAH KOÇAL: TEHEMULA MIN JI KURDÎZANÊN TIRKÎAXÊV RE NÎNE
Abdullah Koçal |
1. Kêliyeke te
ya bextewar heye ku ji me re behs bikî?
Gava tora xwe
kaş dikim ew kêliya ku masî tê de xuya dibe.
2. Tehemula te
ji çi re tune ye?
Ji Kurdîzanên
Tirkîaxêv re.
3. Te li vê
dinyayê herî pir dixwest kê nas bikî?
Osman Sebrî.
4. Beriya
mirina xwe herî pir dixwazî çi pêk bînî?
Dinyayeke aram,
civakeke dilxweş.
5. Derî karê
xwe, ji çi karî hez dikî?
Dengbêjî û
gewendetiyê.
6. Tu dinyayeke
çawa texeyul dikî?
Dinyayeke ku
mirin bes bi emra Xwedê, bi qewlê biyolojiyê tê.
7. Heke
ciwantir bûyayî, te hez dikir çi bikî?
Li zanîngeheke pirr
baş min ê bixwenda.
8. Çi kenê te
tîne?
Bêgunehiya
zarokan.
9. Heyfa te li
çi tê?
Li evînê.
10. Heke cardî
bihatayî dinyayê, te yê çi tiştî cardî bikira?
Ez ê dîsa hînî
Dumilî bibûma.
11. Tiştên ji
te re bûne xûy çi ne?
Ken.
12. Tişta ku
hêzê dide heyata te çi ye?
Hezkirin.
13. Dîmeneke
çawa te dilteng dike?
Dewarek bûye
pêşengê baqilan.
14. Te mekanek
bi çi awayî û li kû divê ku heta mirina xwe tê de bijîyî?
Xaniyekî li
keviya Çaya Gextê.
15. Dixwazî çi
li ser kêla gora te bê nivîsandin?
“Ker ker şora
meke…”
16. Tu dikarî resimekî
derbarê xwe de çê bikî?
***
KURTEJIYAN
Abdullah Koçal:
Di 1988an de li Kolika Semsûrê dest bi xweziyan kir û di 2016an de
jî jidestdana baqên keziyan didomîne…
0 yorum: