Tesîra Yılmaz Güney
Demek e li benda fîlmekî (yan jî belgefîlm) bûm da
lê temaşe bikim. Axir, berî du rojan, 26ê Çiriya Pêşîn li sînemayan hat
nîşandan. Her di wê rojê min jî lêxist çûm Diyarbekirê, ji bo xatirê vî fîlmî.
Min navê derhêner bihîstibû, tenê bihîstin, ne tiştekî din. Baran dibariya,
dinya ne xweş bû û min pirseke henekî ji Xwedê kiribû: Ev çi rojeke şaşencam
e? Di bin wê baranê de çûbûm heta N-Cityyê. Min du bilêt kirîbûn, yek ji bo
min, yek jî ji bo Şêxo Fîlîk. Ecêb bû, saetek mabû ji seansa çaran re, lê berî
min kesî bilêt nekirîbû. Di dema temaşekirinê de jî em çar pênc kes bûn, du
kesên li dawiyê, pit pit diaxivîn.
Çirkin Kral Efsanesi.
Bi derhêneriya Hüseyin Tabak. Meraqa min hêjayî fîlm bû, fîlm hêjayî meraqa
min. Ne tiştekî kêm e, meriv heqê meraqa xwe bigire. Em di serdemeke weha de
dijîn, zû dikarin aciz bibin. Ji aliyê honandina xwe ve, fîlm hê ji serî de
bala min kişand û kêfa min anî. Min fam kiribû, ez ê belaheq li vî fîlmî temaşe
nekim.
Ez ji wan berheman hez dikim, yên nivîskarên wan
beşdarî û mudaxeleyê lê dikin, derdikevin pêşiya me, bi me re dikevin nav
danûstandinekê. Hüseyin Tabak hê di destpêkê de wek lehengekî sereke derdikeve
ber me. Ew li odeya xwe ya xebatê ye, em dibînin ka ji bo fîlmî çêbike çi dike,
çawa dixebite, li gor çi plansaziyê diçe, çi li defterên xwe dinivîse, çi li
panoya ber xwe dadileqîne. Bi serê zimana diaxive, carna hin paragrafan ji Hücrema
Yılmaz Güney dixwîne. Carê bi xwe re berê me dide welatekî din, bajarekî din,
mekanekî din û carê, em wî li cem kesinin din dibînin, ew her bi serê zimana
diaxive.
Min dizanibû wê çaxê keda Yılmaz Güney heye di
nasîna kurdan de li dinyayê lê heta min li vî fîlmî temaşe nekir, min nizanibû
ewqasî zêde ye, ji hemû siyasetmedar, nivîskar û hunermendên kurdan jî zêdetir.
Güney tevî Costa Cavras xelata Cannesê werdigire. Hüseyin bi Cavras re diaxive,
Cavras kêm zêde vê dibêje: “Yılmaz Güney kêşeya kurdan bi me da naskirin. Berî
wî me nedizanî kurd kî ne û ne di xema me de jî bûn.” Ev gotin bi tena serê xwe
bes e ku carna tesîra fîlmekî ji hezar siyasetmedaran, ji hezar şer û cengan
zêdetir e û ev carna ne bi zimanê malê be jî weha ye. Erê, berhemên Güney ne
kurdî ne, em li ber bikevin an nekevin, ev êdî eşkere ye: Wî bi fîlmên xwe
(nexasim Yol) xizmeteke mezin kir ji bo kurdan.
Di fîlm de du kes kurdî diaxivin. Kendal Nezan û
Ahmed Zîrek. Nezan qal dikir ku Güney hunermendekî milîtan bû. Ew tesîra Güney
hê jî li ser çavê Zîrek xuya dikir, bi wê kurmanciya xwe ya şîrîn bi hurmet û
minetdarî behsa derhênerê xwe dikir. Herî zêde hunermendên tirk axivîn dibêjim
qey. Tarık Akan, Tuncel Kurtiz, Halil Ergün, wekî din. Cara pêşî min qeydeka
dêya Yılmaz Güney dît. Ne şaş bim ji Mûşê ye, kurmanc e. Qey bi tirkî bû. Piştî
ku Yılmaz Güney rehmet dike, qet ji dêya wî re qala mirina wî nakin ji ber ku
naxwazin tiştek pê bibe. Ev qeyd piştî mirina Güney, sala 1987an de hatiye
kişandin. Camêrek ji dêya wî dixwaze ji kamerayê re biaxive, tiştekî ji kurê
xwe re bibêje da paşê jê re bişînin. Êşa zarokan, ji êşa dayikan zortir e, wer
xuya ye.
Yılmaz Güney gelek caran di axaftinên xwe de kurd û
Kurdistanê dibêje. Lê di fîlm de çima qet ew axaftina wî ya meşhûr ya “Em
dixwazin bibin zarokên Kurdistanê, yên welatekî kurdan yê azad, serbixwe û
hevgirtî” derbas nebû, min fam nekir. Ev êdî ji ber çi fikr û gumanan weha
çêbûye, nizanim. Belkî jî fikirîne bi vî awayî dê nikaribin li ewqas sînemayan
vî fîlmî nîşan bidin. Tiştekî din jî hebû ku bala min û Şêxo kişandibû. Di nav
fîlm de çend saniyeyan dîmenê Newroza Diyarbekirê tê nîşandan, lê me ti
eleqeyeke vê dîmenê bi Yılmaz Güney re peyda nekir. Belkî jî şaşiyeke montajê
be, çi zanim.
0 yorum: