Reşbelekeke nivcomayî ji bo Tewfîq
Tewfîq ji behrê hez dike, ji pêlên wê. Mîm û Hê bûya dê jê re
bigota mewc. Em ehle mewcê ne, hêl dibin di xwe. Aciz dibin, dikesirin, xem
dikêşin. Ji rabirdûyê re distrên carna, kilamek in di nav hemû kilamên ji rêça
xwe dûr ketî. Digerin, dibezin, dikolin. Venabin bi ser tu duriyaneke li dor
abadîniyê çendbare çerx dibe hey çerx dibe. Wext çênabe em bifikirin, ev ne ji
bêxîretiya me ye, yeqîn bik. Şeveqê zû radibin, diwestin, radiwestin, vedixwin,
radizin. Ev e, halê pir-melala me.
Jiyana me, tenê ya me ye.
Tewfîq behr nedît, di xewna xwe de jî. Li cem me kes zêde
xewnan nabîne jixwe, ne li ser bala me ye. Em teyran dibînin, perên wan. Her
cara xwe dirûçikînin, dîrokek heye sergerdan dibe li pey wan. Ji kîjan deverê
lê binêrî, dibînî, xuya ye bihara li dû gulekê. Diçilmise ew jî, di xwe de, li
ber halê xwe. Birev bigir, birev bigir, birev bigir. Mirin li deriyê sekinê
dixe, tu zanî, hemû rê vedibin bi ser eynî duriyanê. Dilê te ji bo dûriyekê lê
dide, ji bo dûriyeke çavê xwe lê vedikî. Me çavê xwe li beyabanê vekir, bêna.
Zûr bûn li dahatûya xwe ya tu carî nehatî. Em ji xewna xwe bûn, zû xapiyan.
Çîrokeke me heye, rêya xwe şaş dike.
Tewfîq şiiran dinivîse, hemû şiirên wî ji bo behrê. Hemû
şiirên xweş ji bo behrê hatine nivîsandin, dizanim. Çendîn car e, di eynî
etlesê de, em li eynî cihî dinêrin. Çendîn car e, li eynî cihî difetisin,
guliyek bi ser rû dikeve. Carek e, diherikin bi qedera xwe ya du gavan li
pêşiya emirê çûyî. Bihurî, guherî, sihurî. Dengê def û tembûrê li ber hev didin,
mêrikek çoka xwe dişikîne, bê temezî. Binêre, li aliyekî ronahî ye gava li
aliyekî din şahiya zilûmatê ye. Dewranek wisa gêr bû, çend dewran dê çawa gêr
bin, nizanim. Govendgêr gêr nabin li ber heng û ahenga hemaheng.
Reqsa peyvan, geremola hibrê.
Bi Tewfîq re şêwr û mişêwran datînim di heqê behreke me
nedîtiye. Dikêşin, dipîvin, vediçirînin. Xeyala me ranagire barê bi ser qam û
elîfan ketî, kelekek dinizile di nav mejiyê me re, averê dibe. Nexşeyek e li
ber me vebûye, gêreya hesabên nediyar, formûlên bi kêrî tu tiştî nayên,
pirsiyarên li bin pencereyan reşevebûyî, bersivin heyin kes nizane nîvcomayî
ne. Herbek e dest pê bûye, ne ya çaran be jî, ya sisêyan. Em pev diçin gava
pevşabûnên me di cihokekê re diherikin bihuşta em jê hatin qewirandin. Dia ji
bo xwendinê ye, xwarin ji bo xwarinê. Em ne yên xwendinê ne, ne jî yên xwarinê.
Pisîka me, îro ji malê firar kir.
Lo Tewfîqo, dibêjim jê re, ma li Silêmaniyê behr heye? Heye,
dibêje Tewfîq, bajarê me bi salan hizra guşeguşiyê kir. Navê deh behran
dihejmêre, pir xweşik in, pir mezin, lê
tu yek jî nagihîje ya Silêmaniyê. Em bajarek in ku behra me naşibe tu
behrê, ava me naherike tu xewnekê. Lê xewnek heye, Tewfîq e aktorê wê. Cotek
çav di wapûrê de xwe daye kuja guwerteyê, di ser kitêba xwe re daqûlî kefa behrê
dibe, xeyalên ku tu carî bi dest wî neketine. Benîadem pêlan nabîne gava li
behrê dinêre, ew xeyal in gava martîyek wê digire, dadiqurtîne. Firînek bes e
em hemû qonaxên rabirdûya xwe kat bikin, yad bikin nehatina xwe ya dê neyê.
Çûna te ji kîsî te diçe Tewfîq.
Malzarok, rojekê li zarok vedigere.
Em ne Tewfîq in ji bo behrê şêt bibin. Dîn bibin ji bo
çîrokeke em jê bawer nakin. Hez nakin em li ser tiştekî netişt bên kuştin.
Hatin kuştin li ser dengekî ji xwe dûr ketî. Bin ketî li bin hemû bîrên kul
weşandî. Dil xeşandî ji hemû serhatiyên li bin dimînin. Li ku dimînin pengûenên
reben, bi heyran bim. Bi qurban bim reben dilo, te beng da. Reng da li ber
şewqa mecazî, weleh min nas nekir. Min bar nekir ji ber xewnên baranê, bileh
dûr im. Zûr im êpêce li şewta agirê pê dikeve.
Me, di wilo qafiyeyê kiro.
0 yorum: