Çîrokeke Çawalêhato Derheqê "Ketina Boreqelayê di Çîrokeke Kevn de"
Hûn jî lê ecêb namînin? Qala çîrokan
dikim. Çi qasî dûrî hev bin jî, qedera
wan çi qasî nêzîkî hev e. Heçku tenê çîrokek heye li mejiyê me hatiye kodkirin
û em çîroka xwe li ser heman çîrokê ava dikin. Dirêj dikin. Kin dikin.
Hildiweşînin. Bi hev girê didin. Her tim bi awayekî din. Bi dengekî din. Bergehekî
din. Cardin dibêjin. Cardin dubare dikin. Cardin zewqê jê digirin. Yan na meriv
çima cardin heman hevokên Bernhard bixwîne? Efsûneke çendbarekirinê heye ji bo
însanan û ev di tebîeta însanan de heye.
Me ji wan însanan hez kir, yên
zanibûn çîrokan ji me re li hev bînin. Şevên me weha derbas bûn, rojên me jî.
Me hez kir em di nav xeyalan de hêl bibin, hêl bibin, hêl bibin; bêpaxav,
bêpûtepêdan, di ser guhê xwe re biavêjin, hema ji bo kêliyekê be jî, dinyaya
boş î betal. Me ji çîrokan hez kir, ne ji çîrokbêjan. Ma hûn bîr nabin ji bo çi
Çîrokbêjê bavê Cabir piştî gotina wê çîroka xwe ya miezem li xezeba Teymûrê
Leng rast hat? Teymûro fermana wî rakir, celadan şimşîr hilda, ew kir du qet.
Qedera stêrknasan jî her wekî ya çîrokbêjan e. Ehmedê Xeznewî, pêşbêjî ji
Teymûr re kir bê dê çi bobelat bêne serê wî, ew jî çû. Bi Xwedê, av û av bi
Çîrokbêj re çû. Dû re mosîqa. Çîrok dixwaze bibe mosîqayek, hil bibe, nizm
bibe, bipeke, bitefe. Min dixwest qet nebe ew her du mosîqakar bimînin. Lê
hatin kuştin. Kuştin ne dawiya çîrokê ye, ne jî destpêka wê. Kuştin, yan jî
mirin, Vita Nova ye, belkî nîvê çîrokê be ça wekî nîvê emir (silavek bo
Dante, silavek bo Barthes, ez gelekî li ber mirina dêya wî ketim). Nîvê nû. Çîrok
berdewam e. Ev, çîroka Cabir e. Çi dibêje dêya Kerr û Kulik? Kulik çû, Kerro
dewsê xweş bimîne. Lê bi destûra we, dixwazim vê bibêjim: Hey zalim Teymûr,
herçî kuştin li te pîroz be, qet nebe, hema qet nebe, te mosîqaya me
neherimanda.
Dizanim, ev nav ji we re zêde ne
xerîb in lê hûn ji hev jî dernaxin, bicih nizanin ka we ev nav ji ku bihîstine.
Ketina Boreqelayê di Çîrokeke Kevn de (KBÇK). Romana Mardîn Îbrahîm. Em
dikarin bi Çîrokên Hezar û Yek Şevê (ÇHYŞ) re bixwînin, qedera wan nêzî
hev e. Lê KBÇK ji ÇHYŞ bêsiûdtir e. Ne ku çîrok bêsiûd e, Çîrokbêjê KBÇK ji
Çîrokbêja ÇHYŞ (Şehrazad) bêsiûdtir e. Çawa? Ez bibêjim. Sal, 1400. Moxol êrîşî
Dîmeşqê dikin, talan dikin, zevt dikin (Heciyê Cindî bûya dê ji wan re bigota zevtçî,
çimkî ew nabêje dagîrker). Mesele ne tenê zevtkirin e, şahiya piştî
zevtkirinê jî heye. Teymûr ziyafetekê dide, gazî entelektuelên bajêr (ez ji
kêfa xwe re dibêjim entelektuel) dike. Em bibêjin entelektuel, ma Çîrokbêjê me,
bavê Cabir, jê kêm dimîne? Binêrin, ez zêde bela xwe bi folklorçîyan didim,
lê Çîrokbêjê me ne ji wan e. Çîrokbêjê me çîroka bûyî nabêje, ew çîroka bibî
(yanî dê bibe, eyb e meriv bêje, niha min ev peyv li hev anî) dibêje.
Loma ew hem entelektuel e hem jî entelektuelekî amator e (malavayiyek bo Saidê
me jî). Çawa çîroka bibî dibêje? Bisekinin, va ez têm.
Di ziyafetê de Ehmedê Xeznewî û ew
mosîqakar jî hene. Bila li min biborin, ez nikarim behsa wan bikim, çîrok ji
wan muhîmtir e. Çîrokbêj, Cabirê kurê xwe jî dibe ziyafeta Teymûr Leng.
Şehrazad jî xwişka xwe bi xwe re dibe cem Paşa. Teymûr zalim û xwînmijekî mezin
e, lê em heqê wî nexwin, guhdarekî di ser pozê xwe re ye. Li dinyayê belkî tu
çîrok nemabin lê guhdar nekiribe. Lê, lê, lê, ew çîrokeke weha ji Çîrokbêj
dixwaze, belê belê, çîrokeke weha dixwaze qet û qet û qet ne bihîstibe, ne
bînabe, ne hîs kiribe, ne bêhn kiribe, ne tehm kiribe. Ji bo çîrokeke weha ne
kuştina Çîrokbêj belkî meriv karibe deh dinyayan bi ser hev de hilweşîne.
Çîrokbêjê me yê entelektuel mizawir e. Carna mizawirî jî têr nake lê. Lê meriv
dikare çi bike li ber desthilateke mezin? Artîstî? Na. Qet hewce nake.
Artîstiya li ber hêzekê qayîlbûnek e li mirineke zûtir. Xweşitexilandin yan jî
xwegîrokirin yan jî xwemijûlkirin, êdî we kîjan bivê. Çîrokbêjê me xwe
diştexilîne, xwe di çîroka bibî de diştexilîne û hema ji bo demekê be jî,
mirina xwe taloq dike. Çîrokbêjê me çîrokekê dê ji Teymûrê me re bibêje lê ev
ne çîroka rabirdûyê ye. Ev, çîroka dahatûyê ye. Şehrazad jî dest pê dike
çîrokan ji Paşayê xwe re dibêje. Şehrazad gelekî xwe di van çîrokan de diştexilîne,
gelekî, gelekî, gelekî (tê bêjî qey di bandora Eco de maye). Şev li dû rojan,
şev li dû rojan. Êdî heta dema wê tê, Paşa wê dide xatirê mizawiriya wê û wê
nakuje. Ez ji Şehrazad dihesidim. Çawa çêdibe ew ji Çîrokbêjê me mizawirtir e?
Lê mesele ne mizawirî ye jî. Mardîn Îbrahîm, ji bo ku romana xwe bi qasî ÇHYŞ
dûdirêj neke, Çîrokbêj ji bo demeke kin di nav çîroka bibî de diştexilîne.
Romana Îbrahîm deh cild bûya, wekî navê xwe dizanim, ew çîroka bibî dê neh cild
bûya û Çîrokbêjê me dê nehata kuştin. Çimkî ew ê jî bûbûya Şehrazadek. Lê
nivîskar zalim in. Ji bo xatirê çend lîstikên edebî çîrokbêjan dixin rêyine
weha, tu çi qasî entelektuelê amator jî bî bêfeyde ye. Rehma Xwedê li çîrokbêjê
me be, çîroka wî şevek jî berdewam nekir. Teymûro çîroka wî sekinand û piştî
çend rojan ew da kuştin. Çîroka çîrokbêj şevek jî dewam nekir lê 49 rûpelê
romana 70 rûpelî zevt kir. Gava em li rêjeyê dinêrin, ev xweşitexilandineke
têra xwe mezin e. Baş e ku Çîrokbêj artîstiyan nekir, heger artîstiyan bikira,
Teymûro dîrekt serê wî dibirî û roman jî dima tenê 21 rûpel. Ez li ber
Çîrokbêjê me nakevim, wî bi mirina xwe rê li ber Vita Novaya kurê xwe,
Cabir, vekir. Ev gotin jî îspata gotina min e: Du pasevan Cabir ji bavê wî
vediqetînin, derdixin derve û jê re dibêjin: “Biçe malê û şukir bike li
zarokatiya xwe.” Cabir li mala xwe vegere jî, êdî li zarokatiya xwe
venagere. Mirina bavê wî, jiyana wî nû dike. Ew êdî ne ew zarok e, mezin bûye.
Lê ev çîrok çi bû, ya Çîrokbêjê me gotî?
Çîrokbêjê 600 sal berê qala çîrokeke
600 şûn de, yanî qala çîrokeke vê serdema dawî dike. Berê kamerayê dizivire ser
Londonê. Sal, 2006. Em di dîmenê de camêrê xwe yê bi navê Siyamend dibînin, bi
lingekî destkird e (Kovara Ronahîyê jî berî heftê salan ji vê re gotibûn
destkut, yanî protez). Bala me dikişîne, ev camêr her tim ji serokekî re
dide çêran. “Ew ling bi qûna te serokê fermande… Ew ling bi qûna ejdad û
abada te serok!” Her çiqas em fam dikin ev serok ne Serok Teymûr e, lê
çîrok behreyeke xwe ya weha jî heye, tu dikarî bi vegêraneke weha serokê li
hemberî xwe jî bixî binê erdê. Ji bergeha Siyamend, em li rabirdûya wî
vedigerin. Sal, 1981. Şerek dest pê kiriye, şerekî navbera Îraq û Îranê.
Siyamend û çar hevalên xwe yên ji gundê Boreqelayê jî bi daxuyaniyekê tev li
serbazên Îraqê dibin. Gundekî bi navê Boreqelayê jî heye an na, qet nizanim.
Jixwe zanîna min a xerîteyê jî kêm e. Edebiyat jî ne ew cih e jixwe meriv kes,
mekan û bûyeran her bide ber yên rastiyê. Ji çîroka van pênc hevalan em
dîrokeke rezalet, ne tenê ya Îraqê, ya hemû mirovahiyê dibînin. Serbazên
navsale tecawizî serbazên naşî dikin, yên ji şer direvin tên gulebarankirin,
yên dixwazin ji vê rezaletê xilas bibin bi zanebûn berê xwe didin ber guleyên
hêzên dijber (wek Siyamend, paşê guleyek li lingê wî dikeve), kurd dibin
qurbaniyên sêserîbûna hêzên kurdan, hinek wenda dibin. Ez qala talanê nakim
jixwe, qala gelek tiştên din. Ji van hevalan tenê Siyamendê kulek an jî leng
dimîne. Lê qîza wî jî, jina wî jî bûne qurbanê vî şerî. Ev çîrok, ev dîrok,
çîrok û dîroka Teymûr bi xwe ye, çîrok û dîroka moxolan e, ya çîrokbêj gotî.
Em qala behreya nivîskar bikin.
Nivîskar bi hostahî vê çîrokê bi çîrokbêj dide gotin. Çîrok ne kronolojîk e,
zeman paş û pêş dibe, li gor rêzekê nabêje. Bi guherandina gelek focusan, bi
flashback û flashforwardan berê kamerayê carê diçe ser hevalekî, ser cihekî
din, ser bûyereke din. Carna bi hevokekê, carna bi paragrafekê, carna jî bi
rûpelekê ev diguhere. Mesela em di hevokekê de kuştina hevalekî de dixwînin lê
em nizanin çima hatiye kuştin. Focus diguhere ser hevalekî din piştî çend
focusên din em tiştekî li ser vî hevalê kuştî hîn dibin. Nivîskar gava dixwazin
meraqa xwendevanan her tim zindî bihêlin, serî li vê rêyê didin. Tiştekî
nîvcomayî her tim meraqekê bi xwe re tîne. Ev ji ÇHYŞ û heta niha, her weha ye.
Dema vegêran û dema bûyerê jî gelekî balkêş e. Dema bûyerê 606 sal e, ji 1400a
Dîmeşqê heta 2006a Londonê. Lê dema vegêrana romanê bawer nakim du saet be jî.
Yanî kesek vê romanê di çiqas demê de bixwîne, ewqas. Lê Cabirê vegêrê me kengî
vê romanê vedigêre û li ku? Ew piştî 60 salan, yanî piştî 1460î, li hicreyekê
qala vê çîrokê dike. Em çawa vê dizanin? Tenê di hevokekê de em pê dizanin û
heger me ev hevok nedîta, bala xwe nedayayê û bi ber çavê me neketa, me dê qet
nizanibûya. Çi dibêje di hevokê de? “Niha ku zêdetir ji şêst sal bi ser wê
şevê de derbas bûye û ez di hicreya mizgefteke Helebê de vê kitêbê dinivîsim.”
Nivîskarê zîrek dema vegêranê hê di serî de yan jî di dawiyê de, bi gelek
rûpelan, bi gelek nîşanan û di gelek cihan de jî eşkere nake û di çavê
xwendevanên xwe re ranake. Ew carna bi nîşanekê, carna bi hevokekê dixe navberê
û dîtin û destnîşankirina wê jî baldariyê dixwaze. Em vê fam dikin. Cabirê me
yê zarok kalemêrek e gava qala vê serbihuriya xwe dike. Lê çi zû bû kalemêr, çi
zû ewqas tişt qewimîn?
Piştî bavê Cabirê me tê kuştin bi sê
salan ew pêşbêjiya stêrknas diqewime û ta’ûnek artêşa Teymûr tert û belav dike,
fermandeyên wî jî dixwazin Teymûr jehrdayî bikin. Cabir diçe Bûxarayê, dibe
cengawerê artêşê. Heyfeke wî ya veşartî heye li hember Teymûr. Lê êdî bêzar
bûye camêr, ma kî bêzar nabe li hemberî şer? Cabir piştî dîtina kalemêrekî
nûranî û çend pirsiyarên derheq ceng û dijminatiyê de yekser biryar dide artêşê
bi cih bihêle, vegere Helebê û bi dersên xwe re mijûl bibe. Le ev gotina wî her dê di bîra me de be. Çi ye ev gotin?
“Carinan me çu dijminek tune bû, lê
me bi xwe kesin, miletin û çend xelk peyda dikirin ku em wan bikine dijmin,
çiku em cengawer bûn û me nedikarî bêyî cengê bijîn.”
0 yorum: