BERKEN BEREH: JI TENÊTÎ Û GERYANÊ HEZ DIKIM
Berken Bereh |
1. Kêliyeke te
ya bextewar heye ku ji me re behs bikî?
Berêvarî li şaneşînê temaşeya çûnhatina li nav bajêr.
2. Tehemula te
ji çi re tune ye?
Ji kesên xwe li ser herkesî re dibînin / ji pozbilindiyê re.
3. Te li vê
dinyayê herî pir dixwest kê nas bikî?
Ehmedê Xanî.
4. Beriya
mirina xwe herî pir dixwazî çi pêk bînî?
Xwe ji kêmasiyên xwe rizgar bikim.
5. Derî karê
xwe, ji çi karî hez dikî?
Ji tenêtî û geryanê.
6. Tu dinyayeke
çawa texeyul dikî?
Kurd pesnê hev didin.
7. Heke
ciwantir bûyayî, te hez dikir çi bikî?
Min dixwest li seranserê kurdistanê bigerim; gund bi gund, gelî bi gelî, ruhê
xwe bi bêhn, reng û gewhera wê paqij bikim.
8. Çi kenê te
tîne?
Tiştek wilo heye? Min ken ji bîr kiriye.
9. Heyfa te li
çi tê?
Heyfa min li kurda tê.
10. Heke cardî
bihatayî dinyayê, te yê çi tiştî cardî bikira?
Hezkirina ji helbestê.
11. Tiştên ji
te re bûne xûy çi ne?
Cixare, vê taliyê kufurbazî.
12. Tişta ku
hêzê dide heyata te çi ye?
Berxwedêriya kurdan.
13. Dîmeneke
çawa te dilteng dike?
Giryê jinê an yê zarokekê.
14. Te mekanek
bi çi awayî û li kû divê ku heta mirina xwe tê de bijîyî?
Li gelî an baniyek çiyê / ji min û xwedê pê ve kes lê neyî.
15. Dixwazî çi
li ser kêla gora te bê nivîsandin?
Min di pirtûka xwe “Şerbeta Ji Êgir” de bersiva vê daye, lê bigere
bibîne.
16. Tu dikarî resimekî
derbarê xwe de çê bikî?
***
Berken Bereh:
Di sala 1954 ê li bajarê Şirnexê hatiye dinê. Yekem car helbestên
wî di kovara Tîrêjê de (yekem kovara kurdî ye li bakur) de hatiye belavkirin.
Heta niha helbest û nivîsarên wî di gelek kovar û rojnameyên kurdî de belav bûne;
mîna (Nûbûn, Nûdem, Jiyana Rewşen, Nûbihar hwd.) Di sala 1998-1999 de di
pêşbirkên helbestê yên ji alî Komeleya Malbatên Girtî û hukumxwariyan û ji alî
Kovrara Rewşenê amade kirî de bi xelatên 1.min û II.mîn hate xelat kirin. Di
sala 1999 de bi navê "Kulîna Kulîlkan" kovareke internetî amade kir.
Çar hejmar derket. Ev yekemîn kovara internetî li bakur bû. Helbestên wî di Tv
yên kurdî, (Medya Tv, Roj Tv, Gün Tv…) Radyoya Elmanî WDR û SBS ya Avustralya
de hatine xwendin. Li zanîngehên Zankoya
Bilgî yê û çendîn Komeleyên Civakî de tevlî konferans û panêlan bû. Hê jî di
kovar û rojnameyên kurdî de nivîskariya xwe didomîne.
Berhemên wî;
Êş - 2001 weşanên Sî
Şagirtên Evînê -2003 weşanên Sî
Pandomîm-2006 weşanên Belkî
Şîna Helbestê-2008 weşanên Doz
Dilê min palgehe ji işqê re(digel ên berê-şerbeta ji êgir û
haiku-hemû berhem)-Weşanên Lîsê-2011
Ji Dûriyê re-Weşanxaneya Lîs-2013
Xewna Dawî-Weşanxaneya Lîs-2016
Wergêr;
Lapis lazuli-Mehmet altun
A Deryayê Gotî; Mustafa Köz
0 yorum: