HESEN HUSÊN ROJHELAT: DIXWAZIM KITÊBINE BAŞ BINIVÎSIM
Hesen Husên Rojhelat |
1. Kêliyeke te ya bextewar heye
ku ji me re behs bikî?
dema bi dost û ahbaban re rûdinim
û sohbet dikim, dema berhemeke gewre dixwînim, dema guhdariya muzîkeke baş
dikim, dema gotineke xalis muxlis bi kurdî dibîhîzim. ha wê kêliyê şad û
bextewar im.
2. Tehemula te ji çi re tune ye?
tehemula min ji malumatfiroşiyê
re nîne.
3. Te li vê dinyayê herî pir
dixwest kê nas bikî?
min dixwest nietzsche, tarantîno,
pessoa û occo mahabad nas bikira. henek li dera hanê min dixwest wan ciwanên
zîrek ên li zanîngeha artukluyê -ku yek ji wan jî tu yî- nas bikira.
4. Beriya mirina xwe herî pir
dixwazî çi pêk bînî?
dixwazim kitêbine baş binivîsim û
kitebên xwe di wapûrê de di destê ciwanina de bibînim.
5. Derî karê xwe, ji çi karî hez
dikî?
ji edebiyatê.
6. Tu dinyayeke çawa
texeyul dikî?
dinyayeke bêşer û bêpevçûn.
7. Heke ciwantir bûyayî, te hez
dikir çi bikî?
min ê bêhtir bixwenda û bêhtir
binivîsanda.
8. Çi kenê te tîne?
bi politikayê kezeba me reş bû,
goştê canê me heliya; em helak bûn. me go bi qerf û henekan, bi
mîzahê em hinekî relax bibin, vêca ji me re gotin fenomen; bo panelan
bangî me kirin, bi me re hevpeyvîn kirin (hevpeyvîna pêşî omer faruk baran bi
min re kiribû, hê diweşîne hê diweşîne) bi rastî ev yek kenê min tîne.
9. Heyfa te li çi tê?
heyfa min tê li hemû keç û xortê
me yî çiyayî ku qesta piçek jiyan û qetek asîman kirine.
10. Heke cardî bihatayî dinyayê,
te yê çi tiştî cardî bikira?
min ê cardin hewl bida xwe nas
bikira, min ê cardin hewl bida bibûmê ê niha.
11. Tiştên ji te re bûne xûy çi
ne?
qehwe û cixare. ev nizanim ev
cara çenda ye min hewl daye dev ji cixarê qerim lê nikarim dev ji vê jehra
muhteşem berdim.
12. Tişta ku hêzê dide heyata te
çi ye?
dilovanî û dilsoziya diya min.
13. Dîmeneke çawa te dilteng
dike?
dîmenên kuştî û birîndaran ên ku
bi rêya medyaya sosyal çarşef çarşev têne parvekirin.
14. Te mekanek bi çi awayî û li
kû divê ku heta mirina xwe tê de bijîyî?
li devereke ku avê û asîmana
bibîne dikarim bijîm heta dawiya emrê xwe.
15. Dixwazî çi li ser kêla gora
te bê nivîsandin?
bi kurdiya akademîk helbest jî
nivîsandine û henek jî kirine!
16. Tu dikarî resimekî derbarê
xwe de çê bikî?
ya herî zor mirov behsa xwe bike
û ya jê zortir mirov xwe xêz bike. lewma bibore nikarim xwesteka te bicî
bînim lê dema çûbûme girava mezin û min şevqeyeke fotr dabû serê xwe hinekî
şibiyabûme fotoya profila xwe. carekê du şopînerên min min xêz kiribûn, wan
xêzan dişînim bo te û xwendekarê bloga te.
Xêz: @RewendEsr |
Xêz: @mistoyheco |
***
hesen
husên rojhelat:
ez kî me? ez yekî çawa me? ez hesen husên
rojhelat. bi kurtî hhr. hîn salên bîstî dajom lê ji salên sihî re çav diqirpîm.
mestirîn kurê bavê xwe û mestirîn nêviyê bapîrê xwe me.
ez jî kû me? nav ne lazim, ji bajarekî bakûrê kurdistanê me. ez fexrî hemşeriyê farqînî, cizîrî, nisêbînî, heskîfî, bazidî, cihanbeylî û pazarcixîya me. ev zêdeyî deh salane ku ez li stenbolê dijîm. min zaningeh kuta nekiriye bes min li ser wêjeyê xwendinên curbecur kirine. her wiha, ji bilî wêjeyê civaknasî, dîrok, hunera hevçax û karîkator jî bala min dikşîne.

min kurdolojî nexwendiye. bo ku
kurdiya xwe bi peş de bibim neçûme tu ensititu, komele an jî kurdî-der’an. ê
min, bi temametî hewldan û meraqeke takekesî ye. weke her kesî, min jî, di
zanîngehê de dest bi xwendin û nivîsandina kurdî kir. helbest, kurteçîrok,
werger, berhev û pexşanên min bi navên cûrbecûr weşiyane.
demekê ez tevlî atolyeyên wêjeyê û şêwirên xwendinê bûme. lê ta niha min ji kitêban çêtir mamoste nediye. projeyeke min a bi navê 'bi du sahneyan trajikomedya' heye ku ji zûde di serê min de ye, di demeke guncan de, xwedê bê erê, dixwazim binivîsim. Her wiha dibe ku rojekê kurteçîrok û roman jî min bal xwe ve bikşînin û bixine tora xwe de û ez binivîsim. min gelek dixwest camêrina kovareke qerfî/qarîkatorî derxistibane û me jî, ji xwe re qederekî binivîsanda.
tu qebiliyetê min ên nebînayî nîn in. ez jî yekî weke we me; ji vê axê, ji piştî vî gelî hergeleyeke hesen husên rojhelat. dema tivîtan dinivîsim û fav dikim bi gelemperî eşofmanekî gewr li mine, xema kuştî û birîndaran dixwim, hewl didim bi xwendinê xwe baş bikim. belê, herî zêde ji xewê û ji xwendinê hez dikim.
çîroka min a vî hesabî jî bi kurtî wiha ye. yek, min ev hesab ji acisî vekir. dudu, hin henek, laqirdiyên û anketodên ku min be nedixwest bi navê xwe yê fermî parve bikim da ku bikaribim parve bikim min vekir. jixwe em û hevalên xwe, kurap û mixaletiyên xwe, dema em têne cem hev, em pir kêf dikin. bi vî hesabî min xwest ez vê yekê bi hin mirovan re jî parve bikim. da ku bo demeke kurt be jî bibişirin, rahet bibin.
bo kesên ku meraq dikin vê agahiyê ji bidim, photoyê di profîla min de otoportreya marc chagal e ku yek ji hunermendên ku gelek ji wan hez dikim.
ha, di vê navberê de, hin kes rabûn û gotin hhr ekîbek e, nizanim sê kes in falan filan. na naxêr, ez kesekî bi tene me ku bi bernavê hhr dinivîsim. lê wekî min berê jî nivîsî bû, berra jî asîstanekî min heye ku bi kurdî çi dibîne fav dike. yek, mebesta me ji favê/likeê kirinê jî ew e ku di medyaya civakî de, kurdî piçekî dî popûler bibe û bêhtir were xuyakirin. dudu, em hinekî jî bo teşwîqkirinê fav/like dikin.

0 yorum: