MÎRZA BARAN: ÎNSANÊN NEGATÎV Û ZÊDE CIDÎ LI DERDORA MIN BIN, DIKIM KU BIFETISIM

Ekim 09, 2016 , , 0 Şirove

Mîrza Baran

1. Kêliyeke te ya bextewar heye ku ji me re behs bikî?

Wexta zarok bûm kengî havînan biçûma gund, kêf kêfa min bû. Kêliya herî bextewar belkî ew bû di jiyana min de.

2. Tehemula te ji çi re tune ye?

Ji xwe-xapandinê re tuneye…

3. Te li vê dinyayê herî pir dixwest kê nas bikî?

Belkî tenê Hans Castorp, lehengê The Magic Mountain a Thomas Mann.

4. Beriya mirina xwe herî pir dixwazî çi pêk bînî?

Dixwazim darbestê xwe hazir bikim û ji hezkiriyên xwe xatir bixwazim.

5. Derî karê xwe, ji çi karî hez dikî?

Ji xwendina roman û helbestan.

6. Tu dinyayeke çawa texeyul dikî?

Tiştek nayê ber çavê min.

7. Heke ciwantir bûyayî, te hez dikir çi bikî?

Li gor emrê xwe bêtir seks bikira…

8. Çi kenê te tîne?

Cidiyeta însanan.

9. Heyfa te li çi tê?

Heyfa min li belengaz û jinên extiyar tê ku li sikaka dimînin an jî parsektiyê dikin.

10. Heke cardî bihatayî dinyayê, te yê çi tiştî cardî bikira?

Min nedixwest carek din bihatama. Carek bes e…

11. Tiştên ji te re bûne xûy çi ne?

Wexta ji malê derdikevim du sê cara têm diçim û tup û prîz mrîza qontrol dikim…

12. Tişta ku hêzê dide heyata te çi ye?

Eşq, xweza û xwedê…

13. Dîmeneke çawa te dilteng dike?

Însanên negatîv û zêde cidî li derdora min bin, dikim ku bifetisim..

14. Te mekanek bi çi awayî û li kû divê ku heta mirina xwe tê de bijîyî?

Ciyekî nêzî dar û daristan û çem an jî nêzî behrekê.

15. Dixwazî çi li ser kêla gora te bê nivîsandin?

Bila kêla min tunebe, dixwazim winda bibim û bibim xwelî û ax.

16. Tu dikarî resimekî derbarê xwe de çê bikî?




***

Kurtejiyan / Mîrza Baran:

Emrê min 30 e. Ji xwendina edebiyatê pir hez dikim, li Mêrdînê dijîm, ji yewnanî û îngilîzî wergerê dikim, çîrok û helbestan dinivîsim, ku bibe nesîb dixwazim doxtoraya xwe jî bikim… 

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: