Kawa Nemir (III): Ji ber ku James Joyce nahêle, min vexwarina alkolê kêm kiriye.

Mayıs 05, 2016 , 0 Şirove

Kawa Nemir ji bo min tekane nivîskarê nifşê berî me ye ku peywendiya min a li gel wî ji xwendevan û nivîskariyê bêtir, peywendiyeke di warê du heval û hogiran de ye. Ji lewma ye ku min tu carî wek ji nivîskarên bi temenê xwe ji min mezintir re gotiye, jê re negotiye mamoste, keko, bira, mamo, xalo û filan û bêvan. Ez her tim jê re dibêjim Kawa can, ew jî dibêje Înan can, wek mezinên ku ji bo xweşkirinê “can”ekê bi pey navên biçûkan ve dizeliqînin. Belkî jî tesîra wan nameyên ku me ji mêj ve ji hev re dinivîsî di vê yekê de zêde bû. Ez ê behsa berhemdarî û nivîskariya wî nekim, lê divê li xwe mikur bêm ku di salê min ên ewil ên nivîsînê de yek ji wan kesan bû ku tesîreke mezin li nivîsên min dikir. Lê bi demê re min hewl da ku ji tesîra wî û nivîskarên din xelas bibim ku rêya xwe bibînim. Ev hevpeyvîna ku wekî sê beşan hat belavkirin, ez bawer dikim ku dê hizr û fikra Kawa Nemir li ber çavên xwendevanan zelaltir bike. Di vê hevpeyvînê de pismamên hêja, Erol Şaybak û Umran Peker jî bi pirsên xwe beşdariyê lê kirin û sohbetê rengîntir kirin. Kerem bikin beşa sêyem û ya dawîn a hevpeyvînê bixwînin.

İnan Eroğlu û Kawa Nemir.
24ê Nîsana 2016an - Mêrdîn
Wêne: Umran Peker


İnan Eroğlu: Tu niha li ser Ulyssesa James Joyce dixebitî û wê werdigerînî kurdî…
Kawa Nemir: Sed rûpel li vir e, a va ye, ji xwe re dixwînim…

İ.E.: Ez ê werim ser wan jî, min bi xwe jî beşa wê ya ‘ewil a te wergerandî xwend… Werger niha di çi rewşê de ye û difikirî heta kengî biqedînî?

Kawa Nemir: Ji 2012an û vir de ye ez pê berdewam im. Di 2012an de min got, êdî ez xwediyê wê tecrûbeyê me, ez dikarim dest pê bikim. Va ye, îsal çar sal e. Esas, niyeta min 2015, par payîzê min ê kuta bikira, lê gelek tişt hatin serê min. Hepsê jixwe kelem û asteng li ber min raxist. Ji 2012an û vir de, ji wê biryarê vir de ye, digel ku min projeya Hamlet, Mem û Zîn û bi dehan tiştên din jî, min wergera wan kir, berhemên xwe nivîsîn, lê ez gelekî baş pê de diçûm. Par, mixabin min tiştek nekir zêde. Îsal, êdî dê payîzê çap bibe. Ew xebata geş û gurr, jixwe baş baş didome, dewam dike. Bi vî meqamî heger em van pirsan bikin, ji ber ku meseleya Ulyssesê meseleyeke pirr pirr muhim e ji min re, lê carinan, bi texmîna min, hindek kes jî, carinan tê ber guhê min, hindek kes dibêjin, Xwedê bike neqedîne, Xwedê bike bimire, niza’m çi be... Lê heta ku ev hilm û henase û nefes li ber min be, ez ê bi awayekî bedew bibim belaya serê gelek kesan. Wê biqede, wê biqede! Lê, ê min biryar e, heke ev werger neyê ser ast û mustewaya ku ez dixwazim, belkî ez nedim çapkirin jî. Dostên min mehane dişopînin - min ji te re şandiye, min ji gelek dostan re şandiye, vê pêlê ez naşînim - dizanin ku xebateke gelekî zehmet li dar e. Lê hesasiyetek wisa bi min re çêbûye ku, niha, cara ‘ewil di jiyana xwe de, di wergerên Shakespeare de jî ew qasî ewk nebû, hetta vê pêlê, êdî min gote xwe, divê tu wiha nekî. Ez gelek caran revîze dikim, lê dawiya wê nîne, dikî nakî kuta nabe, lê heger dawiya dawî ez hêmaya vê pirtûkê ya giştî, rengê vê pirtûkê pêk neynim bi kurdî, bi kurmancî, û heger ez di wê yekê de bi ser nekevim, yanî bi saya serê vê wergerê xwînerê kurd ji nû ve, ji serî de li kurdî bifikire, heger ev tişt pêk neyê, ev hêma pêk neyê, dibe ku ez ê wergerê çap nekim, lê hê jî li ser bixebitim. Ne hêsan e… Hinek wergêrên zimanên dîtir çi dikin? ‘Emrê xwe didine van wergeran. Û ji min re alaveke gelekî baş e ku, zanî, hem ez potansiyela xwe ya şexsî biceribînim, sînorên xwe biceribînim, dixwazim tixûbên xwe bibînim, wekî din jî tixûbên zimanê xwe bibînim ku hîç katan, hîç deman neketime şikê tê de. Îro ro ez dibînim ku qat bi qat, qat bi qat dikare ji bin vî barî rabe, lê hê jî ez li pey nuqteyekê me ku gelo wekî din wê çi qasî bedewtir bibe? Ha di wir de, ez hatime ser wê asta artîstîktir. Lê dîsa jî wê biryara xwîneran bi xwe be.
Çapa pêşîn a Ulyssesê, 1922

İ.E.: Ulysses yek ji berhema herî navdar e li dinyayê û wek “berhema ku pirr li ser tê axaftin lê kêm tê xwendin” tê binavkirin. Hetta, jixwe Joyce bi xwe jî gotiye ku, ez ê berhemeke wiha binivîsim ku wê wer bi xaçepirs û sir û razan tije be ku wê bi salan însan li ser biaxivin, nîqaş bikin û jixwe wê ev tişt bike ku kitêba min bibe “nemir”, nemire. Tu çima dixwazî vê kitêbê bikî belaya serê kurdî û kurdan?

Kawa Nemir: Di nav re min got, zanî, şûrekî tazî, şûrekî rûs e ji bo ku zimanê kurdî bi rastî jî kirasê xwe yê resen peyda bike ta astekê û kurmancî wê ji vir derbasî qonaxeke din bibe, heke ez pêk bînim tiştê ku ez dixwazim. Lê ji hêla din ve jî, min ne bawer e ku Joyce bi tenê gotibe xwe, îlleh ez berhemekê lê bikim… Belê, asta nemiriyê, hunermendiyê jixwe ew e, ji mafê hunermendan bi xwe ye, her kes dixwaze bibe nemir. Tu çîrokan dinivîsî ji bo ku nemirî. Her kes vê dixwaze. Ê min ez bi vê jî nehatime ser, paşnavê min jî Nemir e jixwe. (Cemşîd Bender tê bîra wî! i. e) Lê esas zêhna Joyce bi wî awayî dişuxule, wekî din jî Joyce li gorî zêhna xwe, hevterîbî zêhna xwe zimanek daniye û wekî din deha ye jixwe, camêr deha ye, camêr jixwe normal napeyive, hevoksaziya camêr ne normal e, mêjiyê wî ne normal e bi rastî, anormal e bi awayekî pozîtîf.
 Lewma jî di kulliyata wî de, Finnegans Wake e, helbestên wî ne, şanoya wî ye, û Çîrokên Dubliniyan, Ciwanmerd Kulek wergerandiye, evana di gişan de, lê ‘ewil di vir de, esas di romana bi navê Ulyssesê bi xwe de jî, sîstematîzasyona ku bi xwe daniye ber xwe, bi her awayî, fiksiyon, sûdwergirtina ji destkeftiyên romanê yên sedsala bîstemîn, şepolî hiş û her wiha layenên wî yên peywendîdarî têkbirina kolonyalîzmê bi xwe, têkbirina hişê kolonyal bi xwe, şerê Îrlandiyan û Îngilîzan bi xwe, di wir de, bi rêya qehremanên xwe, vana hemûyan di vê çarçoveyê de, di bîst û çar saetan de dibêje vêya, vedigêre. Tiştê ku Hemdila Kovan Baqî fam nekiriye jixwe ev e. Ji Alsancakê heya wê derê, niza’m di çend deqeyan de ez herim, bîst û çar saetên Joyce bikim danzdeh deqe, niza’m çi… Mesele divê baş baş bê famkirin. Di vir de pirrbûna referansan, xwendina Joyce a li ser dîrokê, antropolojiyê, zanîna wî ya bi gelek zimanan, di berhemên wî bi xwe de, jixwe Finnegans Wake, bi rastî jî tiştekî ku wek meriv xwe bavêje nava agirê cehnemê, wisa zehmet e. Lê di Ulyssesê bi xwe de, bi qasî ku ez dizanim, ji heftê û çar zimanan, hevok û qalib… hene. Serê her hevokê bi dehan referans hene, ku niha ez bi salan e bêyî annotationan, yanî bêyî berhemên alîkar û yarmetîker, meriv nikare pê de here. Temam baş e, ji bîst salan zêdetir e ku ez vê berhemê dixwînim, ez dizanim çi dibêje, bes divê bêtir ka kîjan referans hene, di wir de xebateke ‘hemaliyê heye jixwe. Tê digihijî û qonaxa dîtir jî, ez ê vêya bi kurdî çap bikim, dibêjî. Û min niyet e, mebest e ku piştî vê wergerê bi rastî tesîr li nivîsîna romana kurdî bibe. Ji ber ku çi ye? Ez carinan, ne ku ez dilê xwe dikim, lê mixabin bergeha li ber me jixwe wisa ye, min tesîra wan wergerên ku hatine kirin heta niha li ser edebiyata me bi xwe nedîtiye. Gelek camêr û canikên jêhatî hene di vî warî de, van karan dikin, lê va ye ji zû ve ye, bîst salên dawî, werger, dibêjin, Kawa Nemir, vê taliyê Ciwanmerd Kulek e. Ciwanmerd mesela gelekî jêhatî ye di vî warî de, û bi keda gelek kesan berhem afirîne, hatine wergerandin. Min bêtir poetîka wergerandiye, min helbest wergerandiye. Ez tesîra wan helbestkarên mezin, başbûn û nebaşbûna wan wergeran li aliyekî, ez dibêjim, lê qe nebe hizrekê, fikrekê divê bide, min ew tesîr bi xwe li ser helbesta kurdî bi xwe nedîtiye. Û divê wergera vê romanê jî tesîrê li nivîsîna romana kurdî bike.

İ.E.: Te qala heftê û du zimanan kir…

Kawa Nemir: Heftê û çar û çi qas, niha pak nayê bîra min…

İ.E.: Erê. Min ê jî pirseke wiha ji bo Ulyssesê bikira, te nîvî bersiv da. Min wergera wê ya kurdî bi xwe jî, beşa ewil, xwend. Min tê de dît ku te heta dawiyê, heqeten jî îstifade ji kurdî kiriye û hemû devok û zaravayên kurdî û gelek biwêj, qalib û gotinên kurdî lê bar kirine. Te jixwe bersiva wê da. Min ê jî bigota ka gelo di orjînala wê de ev heye an tune ye?

Kawa Nemir: Orjînala wê, zanî, firrandiye. Niha hevalên ku, xwînerên ku bi Îngilîzî baş dizanin, bila baş bala xwe bidinê, heta ku kurdiya wê derkeve, bila îngilîziya wê, heke îngilîziya wan baş be, bila bixwînin, bila bibînin ku tiştekî anormal di wir de heye, anormalîteyeke, em bibêjin, pozîtîf. Ev berhem bi xwe şoreş e! Ne bi tenê ji hêla fîksiyonê bi xwe ve! Ji hêla zimanê xwe, ji hêla têkbirin, rûxandina, ji-nû-ve-avakirina, ve-avakirdineweya zimanî ve, ku daniye. Bila wêya bi xwe bibînin û paşê bila berawirdî hev bikin ka gelo kurmanciya wê digihîje vê astê. Meseleya têrkirinê nîn e. Têr dike, hezar carî têr dike, ne mesele ye ji min re. Gelo bi rastî jî wê astê baş baş zeft dike yan na? Hetta, armanca min ew e ku di ser wê astê re tiştekî zeft bikim. Xeyalên wergêran hene, ez xeyal dikim tabî. Çêbe, çênebe, ew tiştekî din e.

İ.E.: Înşelah çêbibe. Te qala H. Kovan Baqî kir, H. Kovan Baqî di romana xwe ya Heteroglossîayê de bi awayekî sergirtî behsa te dike, lê bi her awayî diyar e ku ew tu yî. Wer dibêje di romana xwe de: “Kurdekî populîst, pêlên Ulysses werdigerîne, diqulupîne, vediguhêzîne. Bi zimanekî nêrmancî dibêje, piştî wextekê hûnê Ulysses bi kurmanciyeke mêmancî bixwînin. De bixwîn, bixwîn, de bixwîn, bixwîn. Bes e hewqas pesnên bi zimanê nêrûmê.” Tu çi difikirî li ser van gotinan, tu xwe wek kurdekî populîst dibînî?
Marilyn Monroe di sala 1955'an de
li Playgroundê "Ulysses"ê dixwîne!

Kawa Nemir: Yaw di vir de, zanî çi ye? Ez fam dikim ku tesîr li cenabê hin kesan çêdibe, Kovan jî, ez ji kovarê dizanim, ez edîtorê wî bûm, min berhema wî ya ewil çap kiriye, bo nimûne ez bêjim. Bi rastî jî ez li ber van rexneyan nakevim jixwe, kêfa min tê, lê rexneyeke bi rastî jî çêker be, avakar be, wê kêfa min bê. Ne avakar e, ji ber çi ye? Însanek ku xwe li romannivîsînê radikişîne, parodiyeke berbad e, parodiyeke berbad e, ez wê yekê dupat dikim! Bela ku çi ye? Însanek dixwaze, kurd e, teriya xwe bi gewreyên cîhanê re biqusîne. Wek ku ez îro ro, wek şa’irê kurd teriya xwe bi Ehmedê Xanî re biqusînim. Ne ji hedê min e. Ha, bila wek armancekê li ber me bimîne, belkî tiştekî çêtir jî mirov bikaribe bike, lê di vir de eve teqlîdeke berbad e. Madem te ji teknîkê fam kiriye, madem zimanê te gelekî xurt e, temam ezbenî, çima tu romana xwe wiha bi referansên gelekî rût û repal diherimînî, dibêjî roman? Wekî din jî Heteroglossîa! Ma navê romanê dibe Heteroglossîa lawo? Min nav lê kir ku Xeteroçilûsîa ye. Yanî çilekiya honakê ye, fîksiyonê ye, çilekiya vê yekê bi xwe ye. Di vir de, di ya orjînal de, di teksta resen a berhemên Joyce û Kafka û vir de wê de, vana esas teserûfek e ku bi rastî mirov ji wan hêvî nake. Çi ye? Ê wana, ew deha ne. Hinek ne deha ne. Ha, tu bibêjî, wê bi nivîsîna xwe her berdewam bin, bila ev camêr berdewam bin, lê bila xopaneke wisa ranekin,  di wir de tiştek nîne, ji te re bêjim, parodiyeke berbad e. Însanên ku pesnê van parodiyên berbad didin jî, bi rastî ez di şik û gumanê de me ka çi qasî ji edebiyatê fam dikin. Lewma min got, hinek radibin di nava du sê salan de dibin rexnegirên me yên gewre. Yaw bibin, qurbana çavên we bim, bibin, lê di pencereya Eagleton re û  bi wan ezberan nabe. Ji me re çi lazim e? Mîtolojî lazim e, ji me re berhemhênana, afirandina zanyariya kurdî bi xwe lazim e. Xebat û bêhna fireh, bêhna fireh! Mesela, çi ye? Bi tenê tiştê ku ez jê aciz im: Populîst. Peywenda vê çîkê ne tiştekî wisa ye ku meriv pê kêfxweş bibe. Ji wir ez ê aciz bibim, mecbûr im. Ez ji dîroka wêjeya cîhanê jî bînim! Te dî madem tiştek tê gotin, teserûfek heye, rexneyek heye, vêca em ê bibêjin, wek, te dî, wan şer û qalmeqalmên di navbera Faulkner û Hemingway de û vir de wê de… Ha, hinekên dî hene ku ez tu carî behsa wan nakim, bila ew xwe tiştek nehesibînin. Lê di vir de hindek rengdêr hene: Populîst. Çi yanî? Tu dixwazî çi bibêjî? Ev referansek e tu dinivîsî? Joyce wiha nabêje! Tu nizanî çawa tê bibêjî. Bila ev jî rexneya min be. Vêca ji vir û pê de, bila bi rastî jî ji tecrûbeya nivîskarên gewre bi şêweyekî dîtir sûdê werbigirin. Wekî din jî, yanî mirov rabe di ser nivîsên rexneyî re, hema nivîskaran û navan hema bide ber dasê… Ew qasî ne hêsan e, ew qasî ne hêsan e! Di vir de, dîsa ez îdia dikim: Di xwendinê de şaşî heye! Wekî din jî, yaw xwe ji min re îspat nekin! Ez jî ne mecbûr im xwe îspat bikim, ne hewce ye. A li vir, sera pîra salê carekê cenabê te pirs bike, ez dibêjim, a dilê xwe dibêjim.


İ.E.: Em dîsa ji edebiyatê veqetin û em werin ser meseleyên jiyana rojane. Siyabendê kurê te çi dike, haya we ji hev heye? Û jixwe beriya du sê salan gava min hûn li Diyarbekirê dîtin, min ew êş di çavê te dît ku kurê te ne li cem te ye û kurdî nikare biaxive. Ew tirs bi te re heye ku wê Siyabend nikaribe te bixwîne û nikaribe fam bike?
Siyabebend Arî û  bavê xwe.

Kawa Nemir: Ew tirs û mital bê guman heye. ‘Ewilî ez wekî ferdekî, wekî neferekî kurd, bê guman ez dixwazim kurê min, ji bilî xwendina berhemên min, berhemên kurdî li aliyekî, wekî ez bavê wî me, ez dixwazim ew bi kurdî mezin bibe û ew tirs û mital bi min re heye… Hetta tirseke girantir heye ku sibero bi rastî nefretê ji kurdî jî bike, ji ber sedemên manewî… Evana hene, lê evana hindek qonax in, ku kontrol ne di destê min de ye jixwe, lê rojane ez bi van tirsan re û bi van mitalên giran re her radibim û rûdinim. Însanekî ku wexta ez di hepsê de bûm ji Parîsê zimanê xwe yê çepel dirêjî manewiyeta min kir, helbet em ê ji hev re kilamekê bibêjin! Dinya ne rojek e! Ez nizanim ji ber çi ye ev dijminatî, lê însan bi kûraniya çîrokê nizanin. Hîç katê, hîç demê min nexwest ku evana bibin mijar, lê madem wisa ye, însan radibin, însanek ketiye hepsê ji ber manewiyata xwe, ji ber meseleya xwe ya malbatî, hezar û yek carî ‘eyb e ku yek teserûfeke wiha bike li ser vê yekê. Di wir de, wekî din jî, dinya ‘alem bila bizanibe, kurê min pîroz e ji min re. Her dê û bav ji kurê xwe, ji keça xwe hez dike, ê min, ji ber sedemeke taybettir jî, çi ye, li darê dinyayê bi tenê kesekî min heye, ew jî kurê min e. Min têgeha malbatî çênebûye jixwe. Ê min, dûr be jî, li gel min be jî, kurê min e ji min re. Yekî ku bi çepelî zimanê xwe dirêj bike, wê bersiveke xwe hebe. Lewma, eva ji jasta min a hezkirinê ye. Di raya giştî ya kurdan de tiştên berbad diqewimin, mirov li ber dikeve bi rastî. Çima yanî, bo çi? Hetta, anîne êdî zimanê xwe dirêjî jiyana takekesî ya însanan dikin. Evana nayên qebûlkirin! Lê helbet kurê min ji bo motîvasyoneke bi her awayî, awayekî dîtir, ji min re çavkaniya motîvasyonê ye jixwe. Ez bibêjim, ji bilî van mecbûriyetên ku em dûrî hev in, min tu carî xeletî li kurê xwe nekiriye, min tu carî xeletî li hezkirina xwe nekiriye, wexta ku ez malbatî bûm jî, min xeletî li ‘eyala xwe nekiriye. Însan tînin çîrokê di devereke din re derdixin, ew ne baş e!

İ.E.: Vê dawiyê em hev jî dibînin, lê wê rojê bala min kişand ku tu jî êdî pîr dibî, kal dibî. Min dît ku ew tûmên spî piçekî ketine porê te û riha te. Esas ez piçekî xemgîn jî bûm, çimkî her tim îmajeke wiha di serê min de hebû: Kawa kal nabe, her tim ciwan e…

Kawa Nemir: Helbet ez kal nabim…

İ.E.: Siheta te çawa ye?..
    
(Du hevalên hêja, Gulê Ölmez û Ruken İliş ber bi maseya me ve tên.)

Kawa Nemir: Va ye du heb bedewên me hatin. Ez ê wan maçî bikim, binêre ez êdî silavê nadime we. Rûken, merheba.

Ruken İliş: Merheba, ser çavê min re.

Kawa Nemir:Tu çawa yî?

Gulê Ölmez: Baş im, spas.

İ.E.: Hûn bi xêr hatin. Di navbera hevpeyvînê de…

Kawa Nemir: Ji min re dibêje tu kal bûyî, dibêjim, na, weleh na, ez silavê nadime we, didime wan…

İ.E.: Qey tu li siheta xwe ne miqate yî, çawa dikî?

Kawa Nemir: Welleh ez ne miqate me, Înan can. Hîç ne xema min bû, lêbelê em xort bûn, niha xuya ye ku li gor temenê xwe ez ê ji nişkê ve zûtir jî bikevim. Niha ez li ser xwe me, niha ne mesele ye, lê kalbûn wa ye li ber derê me ye. Înkar jî nakim, min tu carî înkar jî nekiriye. Di nava nifşê me de, yê li ser xwe ma heya niha, bi tenê ez im. Hevalên min, dostên min dibêjin, yaw, dibêjin, lawo Xwedê te bike çi… Dibêjin, lawo me por nemaye, ê me em simspî bûne, vir de wê de, eve çi ye? Wa ye wana nifir li min kirin, va ye ê min jî hêdî hêdî davên spî dikevine nava riha min. Lê helbet têgeha, xema, xem û xeyala em bo mirinê dikêşin, vê taliyê ez bêtir behs dikim, eger hat û rojekê ew sone hatin çapkirin, ên vê pêlê min nivîsîne, jixwe forma soneyê bi rastî jî gelekî musaîd e ji bo vê yekê, tu yê çawa bikaribî wan xemgîniyên xwe yên takekesî, ên ku bi rastî jî nahêlin tu razêyî, wek xewnereşkê bi ser te de tên û bi taybetî jî piştî ku ez ji hepsê derketim, bi her awayî ji min re bû mîlad, ji wî awayî jî ji min re bû mîlad, tu dikarî di forma soneyê de vana bêtir derevebikî û bêtir jî, ne ku ez paşê pê hesiyam, ez yekser pê dihesim her tim, bêtir behsa mirinê dikim ez. Û xem û xeyal e dawiya dawî, lê ka, çare jê re nîne.

İ.E.: Ê bila ev sone nebin qonaxa dawî ya berhemdariya te.
Selfieya Umran.

Kawa Nemir: Na, na. Mesela te dî, ez carinan karê wergerê, edîtoriyê, bi salan wek bar di stûyê min de bû. Digel gelek hevalên me yên zehmetkêşan me gelek kar kir. Lê bi taybetî wergerê, wek perdeyekê, gelek caran berhemdariya min di tariyê de hişt. Digel ku di nava nifşê me de ez yek ji wan kesan im ku xwedan pênc berheman im û –wek hejmar ne muhim e lê – min pirr jî nivîsiye. Însan dibêjin qey ez nanivîsim, vê pêlê jî deng ji min dernakeve, lê ez çap nakim, bo nimûne, ez çap nakim. Lê belkî hêdî hêdî, kovarine me yên baş hebûna, ger me jî hebûya dewletek, niza’m çi… belkî vê pêlê ez çend nimûneyan çap bikim. Hene, a niha wek min got, ji hepsê ez bi sê berheman derketim. Ev gelek hene û wekî din, cureyên din ên edebiyatê jixwe, nizanim… Çîrokên min hene, li ser çîrokan dişuxulim. Lê şi’êr, şi’êr, her tişt şi’êr e ji min re!

İ.E.: Kawa, tu di civata kurdî de, taybetiyeke wiha belkî em bikin, pirr bi vexwarina alkolê têyî naskirin û belkî bê bîra te, di 2013an de rojekê em hatin cem te, cara pêşîn me hev dît…

Kawa Nemir: Ez ji bîr nakim…
       
İ.E.: Em çûn derekê, min jî bîrayeke biçûk vexwar. Min cara pêşîn ew bi te re vexwar.

Kawa Nemir: Wê hingê tu millî bûyî… Cara ‘ewil millî bûyî…

İ.E.: Cara pêşîn jixwe min bi te re vexwar…

Umran Peker: Belê, behsê kir ji me re.
            
İ.E.: Û me belayek mezin jî derbas kir.

Kawa Nemir: Erê, gelekî ecêb bû. Min rêyeke xerab danî ber Înan.

U.P.: Ka çîroka xwe bêje.
     
İ.E.: Di nav dunikê de: Tu hê jî wiha “kafirkî” vedixwî?
Kawa û şûşeya xwe ya bîrayê.

Kawa Nemir: Na weleh, min vexwarin kêm kiriye. Ji ber çi, zanî? Ji ber ku Joyce nahêle. Lê ez hefteyê, deh rojan carekê li mekanên me yên li Mêrdîn ez vedixwim. Welleh berê hebû… Çawa, zanî çi ye? Ez xebata xwe jî dikim û vedixwim jî.

İ.E.: Tu hîn jî vedixwî?
       
Kawa Nemir: Erê. Tê bîra min, wexta di henga nivîsînê de, carinan mesela çi ye… Şûşeya min a şerabê li ber min e yan jî qedeha araqê. Ez carinan mesela çi dikim, ji bo kêfê, te dî ji nişkê ve, şev nîvê şevê, xebata xwe diqedînim, navberê didim, ji xwe re nîv qedeh araq vedixwim. Ev ne çîk e, lê ya ku meriv bi kulliyat vexwe, wêya ez zêde nikarim bikim êdî. Ez ji araqê pirr hez dikim, ê ku gotiye, ji Fêrîkê Ûsiv û ji araqê pirr hez dike, rast e welleh, ez ji her duyan jî pirr hez dikim.

İ.E.: Ka em ê rojekê dîsa şûşeyan li eniya xwe bixin an na? 
 
Kawa Nemir: Em ê li eniya xwe bixin, em ê derdanan deverû bikin.

İ.E.: Ê de baş e…

U.P.: Îro civat hazir e.

İ.E.: Ê ka gotinên te yên dawî ji bo xwînerên inanolo.blogspot.comê û em dawiyê li sohbeta xwe bînin…

Kawa Nemir: Belê. Niha, ey xwîner! Wek Baudelaire dibêje: “Birayê min ê durû!” Te dî dibêje, “Tu! hypocrite! Mon semblable, mon frère!” Eliot jî wê bi kar tîne. Ey xwînerê delal î durû! Wek Atay: Tu li kû yî? Dudu! Tu bizanibe ku niha em ê vegerine civata xwe, ku tê de gelek hevalên me yên delal hene, gewreyên we hene û li wir em ê bi xwendineke dîtir berdewam bibin. Ez hêvîdar im li vir jî ji hêla xwendin û awirtêdanê û nêrînê ve, bi saya serê vê hevpeyvîna ku li gel İnan Eroğlu me kir, asoyek li ber me vebe, xwendinên xwe em durist bikin. Spas.

İ.E.: Baş e, mala te ava. Înşelah Kawa Namire.
   

Erol Şaybak: Ez jî hatibûm biqedînim, bes e bavo.

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: