Hevpeyvînek li ser "Dej" a Kerem Sevinç - M. Emin Cırık
Kerem Sevinç vê dawiyê albûmek derxist ku di nav guhdaran de dengekî ecêb veda. Bi taybetî jî guhdarên ciwan. Mehmed Emin Cırık jî bi mebesta ku ez guhdarekî ciwan im, hevpeyvînekê li ser albûma Dejê bi min re kir û di hejmara 7an Kovara Zaremayê de belav kir. Her wiha min divê bibêjim ku ev hevpeyvîna yekem e bi min re hatiye kirin. Min xwest xwedevanên bloga min jî hay ji vê albûmê hebin.
Tu kî yî, tu dikarî bi kurtî qala xwe
bikî?
Dibêjine
min İnan, li gor fermiyeta Tirkiyê bixwazî, bila İnan Eroğlu be. Gava di 1994an
de li Bismilê ji dayîk bûm, bavê min navê dikana xwe ya cilan li min kir. Di
nav malbateke heft xwişk û du birayan de, ez ê herî biçûk im. Piştî xwendina
salekê di beşa Ziman û Edebiyata Kurdî de li Zanîngeha Mûşê, ji wir baz dam,
reviyam, yatay geçiş kir (silav li
hevalên Mûşê, hûn çawa ne hevalno? Ji kerema xwe silavên min li mamosteyên em
ji hev xeyidî û yên nexeyidî bikin) û hatim Zanîngeha Mêrdînê. Niha li wir
im.
Albûmeke kurdî ya dawî (ne hewce ye
ku dawî be jî) te guhdar kiriye kîjan e?
Ez
ê navê albûmeke ne îşê xweş, wer ezamet, ew çend enfes û muhteşem bidim ku
hingî mikemmel û bêqisûr û tekûz e, hew dibe, tozê jê rakiriye, di ser re
qulaptiye, di bin re kol kiriye; û ev yek jî heye: çêtir e ku meriv ji xwe re
rûnê û hema bel bel li vê albûmê guhdarî
bike, ne baş e, hi? Defter û reşbelekên xwe ji quleqorzîkên dîwarên xwe derxin,
binivîsin û reşevekin, aha nav li vir, albûm li vir, hezkî bixwe, hezkî guhdar
bike: DEJ. Xwedanê albûmê, Kerem
Sevinçê xweşeawaz û bedewegotin e. Stranên albûmê sertaser bi Zazakî ne, anku
Kirdkî, anku Dimilkî, anku Kirmanckî. Îjarê ku ji birakê xwe re bibêjim, ez ê
nekevim nav nîqaş û saçmalıkên ka ev
lehçe an jî ziman dikevin bin beşên Kurdî filan, tu jî nepirse.
Te ev albûm çawa dît?
Weleh
te rastî bivê min albûm li ser Youtubeê dît (min fam kir tu qesta çi dikî,
henekan dikim, qestbende wisa dibêjim) û lê guhdar kir (bila kek Kerem li min
bibuhure, tu bi halê feqîrên xwendevanan dizanî). Bîska min li vê albûmê guhdar
kir, hestine ecêb li min peyda bûn ku min başebaş fam nedikir bê çi ne û ne çi
ne. Hestine ku ez pê bextewar dibûm, kêfxweşiyek xwe li min digirt, nuqmî nav
bênayiyeke coş û peroşiyê dibûm, min xwe hesab kir ji lehengên çîrokên Oscar
Wilde yên dilpak û avîje, min xwe diavêt bextê xeyal û aşopeke nuwaze, sermedî,
bîrhatî û serhatiyên min ên zemanê berê ji nû ve bi can û cesed dibûn li ber
çavê min, dihat bîra min ku hêj ez zarok bûm gava diya min di çileyên zivistanê yên hişk de li
ber sobeya êzingan serê min dişuşt û di ber re jî digot, “Rehme l’dê w bavê Fatimayê, şiştin anî dinyayê”. Min ji nû ve li
albûmê guhdar dikir, her tim, seraqet, misêwa, ji nû ve min hest pê dikir ku
tiştê ku însan hest pê dike çend bêqisûr e, sînorê wê nîne, ser û berê wê ne
diyar e, ji nû ve min dixwest ew bîsk ji nû ve li min hasil bibin û ji nû ve
min dixwest dil bikevim. Li cihekî min nivîsî ev albûma herî xweş e di deh
salên me yên dawîn de, ma zêde ye?
Tu dixwazî ji xwediyê albûmê re (muzîsyen
re) çi bibêjî?
Ezbenî
siheta te xweş, bextê te vekirî, temenê te dirêj, aqûbeta te li serê me
giştûkan be. Bi taybetî strana te ya bi navê “Poşman” pirr xweş e, gelo beriya
min kes gotibû? Helbet di vir de para mam û mamosteyê hêja Malmîsanij bêtir e,
camêr belaheq ‘emrê xwe li ser nekiriye, her gotineke wî zêr û zeynet e, vê ti
carî ji bîr neke. Îja gufte ji Malmîsanij, beste ji Kerem Sevinç be, xêra xwedê
nanê genim! Mala te ava ku te qet stranên bi kurmancî negotine, ev albûmê
serkeftîtir û xweştir dike. Divê israra we her tim li ser zazakî be, çinku herî
pirr ew ji me re lazim e. Herî dawî dixwazim ji cenabê te bipirsim: Min bala
xwe da sûretê te yê li ser albûmê, kêfa min gelekî ji rih û porê te re hat, te
çawa wisa çê kir, formûleke wê heye gelo?
Ji bilî vê albûmê ji bo xwendevanên
me tu dikarî du albûman jî pêşniyaz bikî? Dixwazî bi hevokekê sedema vê
pêşniyazê jî binivîse.
Tabii ki de
dikarim, ji albûman zêdetir. Yek jê “Bi
Çîrokî” ya Sîmir Rûdan e, dengekî ecêb li ser heye, di ser re jî Botî ye,
ne wek min Bismilî ye, ev girîng e. A din jî “Peşk” e ku albûmeke kolektîf e û gelek hunermendên hêja bo bîranîna
rehmetî Bro Omerî helbestên wî kirine stran. Ev xebateke gelekî baş e û qedr û
qîmeta hunermendan bo edebiyatvanên wan nişan dide û lazim e xebatên wiha
zêdetir bin.
0 yorum: