Mem Artemêt: Heger helbestek bikaribe, helbet wê wêneyek jî bikaribe dinyayê biguherîne.

Haziran 18, 2016 , 0 Şirove

Cara ‘ewil, par, em di fûara kitêban a Diyarbekirê de rastî hev hatin, beriya wê nasîneke me ya bi telefon û mailan hebû. Hingê bi deng û seda xwe ya Serhedî gazî min kiribû xortê bi bejn û bal, Mem Artemêtê çapik û çeleng. Pê re pê re, gelek caran çav bi nivîsên wî ketim di kovaran de. Kêfa min ji du tiştan re pirr hatibû: 1) Mem bi her awayê xwe Serhedî bû, 2) Temenê me nêzî hev bû ku hema hema çêdibe bibêjin em berxê salekê bûn. Piştî  demekê Mem dest bi wênegiriyê kir û bi raya min û ez bawer dikim bi raya gelek hevalan, wêneyên gelekî xweşik û serkeftî digirtin. Îsal, cara duyem, dîsa li fûara Diyarbekirê me hevdu dît bi mebesta hevpeyvînekê, heman rojê me berê xwe da Mêrdînê û rojtira din, di 22yê Gulanê de me ev hevpeyvîn pêk anî. Tevî ku me ev hevpeyvîn zûtir jî kiriye, derfet çênebû ku qeyda hevpeyvînê derbasî nivîsê bikim ji ber sersarî û tenbeliya min. Em li ser wêne û edebiyatê axivîn. Şemiyeke xweş bo we divêm.
İnanolo û Mem Artemêt
Gulan 2016 - Mêrdîn
Wêne: Ersin Sönmez

İnan Eroğlu: Mem, di hejmara dawî ya Jehrê de çîrokeke te derketibû, bi navê Rojek ji Zivistana Serhedê. Ez bawer im yekem çîroka te ya çapbûyî ye û di wir de bala min kişand ku ew devoka Serhedê pirr li ber çavan e. Çawa ku em di berhemên kurdînûsên Sovyetê de jî dibînin, ew peyvên tirkî yên ku bi awayekî xwezayî tên bikaranîn, di yên te de jî tên bikaranîn. Wek tûnsiz, êpê, êpêce, sûtçî û filan. Ez dixwazim vê bêjim: Bi ya te divê nivîskar bi çi awayî îstifadeyê ji devokên xwe bike di berhemên xwe de?

Mem Artemêt: Ya rast piştî ku ez çûme Bîngolê beşa kurdî, di nava devokên xurt û qewî da, devoka min piçekî heliya, min hew nêrî hemû peyvên ji devê min derdikevin ji devokeke din e, ez ji vê tiştê ne aciz im lê min kurmanciya xwe ya Serhedê ku gelekê jê qayîl im ji bîr kir, min hinek ji vir û hinek ji wir hilda. Ya min piçekî bû "toplama". Vêca hingî ji destê min tê, ez xwe diavêjim bext û gumana van nivîskarên me yên Kafkasyayê û Serhedê, yên weke Fêrîk û Ezîzê Gerdenzerî, Kawa Nemir û Eliyê Evdirehman... Bi wî awayî dixwazim piçekî ê xwe, malê xwe di cihekî de bigirim û bisitirînim, qe nebe belkî devok bi ser xwe de were. Meriv ji kîjan devokê çiqas îstifade bike ewqas baş e. Divê meriv nasnameya xwe jî zêde di nav ewkê -suhbet û nivîsê- da jî diyar neke, esas devoka te nasnameya te ye lê hingî ji destê te tê, her parçeyekî, ger yekî ji wir, ger yekî ji vir hildî, belkî bi vî awayî jî ew kesê muxatab te fêm bike û netengize an jî di te de perçeyekî xwe bîbîne. Ez nikarim bibêjim divê nivîskar çawa bide û bistîne, çawa binivîsîne, lê ez texmîn dikim meriv pişta xwe bi temamî bide devoka xwe, dê nexweşiyek derkeve holê, helbet tu yê hinekî tuxmê devok û jargona xwe bireşînî di nav derdê xwe, erê devok bikaranîn xweş e, lê bi temamî jî na, naçêbit.

İ.E.: Di vê çîroka te de, mesele esas meseleyeke zarokatiyê ye. Qala meseleyeke zarokan dike ku li pey kewan dikevin. Erê, di vê çîrokê de zarok wek zarokan diaxivin, lê bi giştî, gava ku tu karakterên xwe diafirînî, çiqas hay jê heyî ku karakterên te li gor karakteriya xwe diaxivin, tevdigerin?
Mem Artemêt

Mem Artemêt: Weleh birader, ya rast ev serboriyek bû, min ev serborî piçekî bi kar anî. Divê meriv zêde mudaxaleyan neke, çawa bêjim, bila hinekî jî ji te derkeve yanî. Erê ev hinekî ostatî dixwaze, ez ne yê wê astê me, ji xwe re rehet im yanî, lê ya min jî piçekî jî ji min derket. Erê, serboriyek bû, serpêhatiyek bû, qewimî û çû, lê min zêde jî dest nedayê. Çawa bû, wisa jî rê hilda, çi hate bikaranîn jî haveynê wê bû, wisa… Hemû jî, di aûraya wê da çi hebû, di tebîeta wê da çi hebû, ew der çû,

İ.E.: Esas, vê dixwazim bibêjim. Ji ber ku em di gelek berhemên nivîskaran de dibînin ku karakter li şûna nivîskar diaxivin. Tu çiqas li vê yekê baldar î ku karakter divê tam weke xwe bin, ne ku wek te difikirin, li gor nêrîna te tevdigerin.

Mem Artemêt: Gerek karakter azad bin. Erê, dîsa jî wek kûklayekî di destê te de ye, tu çawa bixwazî wisa ne, lê hingî ji destê te tê bila ji mudaxeleya te derkeve, bila ji te azad be, piçekî ji te derkeve. Dema piçek ji te derketin, wê her kes tiştek ji xwe tê de bibîne. Ez di wê qenaetê de me ku, erê, ben di destê te de ye, tu çawa bixwazî wê wisa be, piçekî jî azadbûn… hela ka bisekine belkî ew qehremana, ew lehengana derfetekê bidine te, tu rêya xwe bibînî. Carinan tu rê didî karakteran, carinan karakter wê rêyê didine te.

İ.E.: Helbesta te ya Xewlexaneya Niştîmên de, Kurdistan bi xwîn, mirin û îxanetê hatiye vegotin û tu wê vegotina Xanî, Koyî û Axtepî ya ji bo neteweyên serdest kirî, parçeyekî didomînî û behsa “xwîna pencên gemarî yên ereb û ecem û roman” dikî. Her wiha di cihekî Kurdistan, di cihekî de jî Kardoxîstan derbas dibe, ku ew jî navekî guhertî yê Kurdistanê ye bo te ku te xwestiye koka kurdan bigihînî deme kardoxiyan, demeke antîk. Min ev helbest wek xwe-îspatkirinekê xwend, tu dixwazî îspat bikî ku bi rastî jî kurd miletekî qedîm in, heqên wan hatine pêpeskirin, tu kêmasiya wan ji gelên din tune ye, filan. Gelo ev îspatkirin li cem te mecbûriyetek e yan jê wêdetir e?
Bîngol, 2016.
Wêne: Mem Artemêt

Mem Artemêt: Îspatkirin ne hewce ye, ez bêjim vebêjim, jixwe tê gotin, her tê gotinê ji straneke gelêrî bigire hetanê helbesteke amatorî, ji ya herî amatorî bigire hetanê romaneke serkeftî û hetanî fîlm û hewldaneke herî piçûk de ev îspat heye. Di romanê de jixwe ev îspatkirin, ev pêpeskirin diyar e, li ber çavan e, eşkere ye. Ne hewce ye ku yek tiştekî binivîse ji bo rewşa li dar e… Lê di wir de, dîsa jî min xwest ez jî bêjim va ye ev neheqî heye li ser me, pirr jî gerek meriv wê hestyariyê, wê duygusallikê derneyne holê. Lê dîsa jî dema ku ew hest li deriyê min dixin, ez jî derî vedikim, wisa çêbû. Te got Kardoxîstan, jixwe hewceyî gotinê nîne, antîkî tê de heye, kevnarebûn tê de heye. Kardoxî… Kêfa min ji vê peyvê re hat, min got gelo dibe ku ev peyvenazika xweş li helbestê bê, wisa. Hûn Kardoxî ne, ne?

İ.E.: Nizanim… Helbesta te ya Ji Biyaniyekî Re Kurdistan jî wisa ye. Tu qala sermaya Kurdistanê, bêsiûdî û qedera reş a kurdan, dayikên kurdan, çiyayên wan dikî û nîşan didî. Di vir de jî min xwe-nîşandanek, xwe-îspatkirinek dît. Ez nizanim, ev dibe ku di bin-hişê te mabe, çawa ku, piçekî jî ji ber wê tesîra bindestiyê ku em dixwazin ji biyaniyekî re nîşan bidin, xwe bidin îspatkirin ku bi rastî jî em wiha ne.

Mem Artemêt: Gelo ez pirsê tam fam nakim, xwe-îspatkirina çawa? Ez xwe îspat bikim yan aliyê gel?

İ.E.: Wek gel ez dixwînim. Bi giştî ez dibêjim, belkî tesîra bindestiyê hebe ku em dixwazin her tim xwe nîşan, xwe îspat bikin ku em ji serdestên xwe jî baştir in, qedîmtir in, em wiha ne, bêvan in…

Mem Artemêt: Her tiştê me li gorî tansiyona civatê ji xwe re teşeyekê digre, helbestê de jî wisa ye, te dî duh Kek Şener digot em dikevine sûrên Amedê, ji me re dibêjin me daxist, indirdik ha indirdik -dujmin vê tiştê dibêje, ji bo gelê me dibêje, yaw te xêr e hey harbûyo, neyi indiriyorsun, çima ev çivîk e? Milletekî bifikire ku di nav xweşiyên, xêrûberên welatê xwe de nikare bigere, gef li wan tê xwarinê. Ji wan bigire hetanî helbestên şairekî tên dizînê û dagirkirinê, wek yên mamoste Arjen Arî, helbestên wî hatine qorixkirinê hetanî îro jî em jê bêpar in, bi vî awayî ji vî gelî her tiştî didizin. Şerekî dijwar ê kurdan hebû li Kobanê, gelek dayîk hestiyên zarokên xwe jî nikaribûn bidest bixistana, encax wan xewnan de dibînin. Di vir de belkî ez meselê piçek daha dirêj bikim. Hin civak û medeniyet hene ku miriyên xwe derdixin, paqij dikin û dîsa çal dikin. Meriv rewşa wan bi ya kurdan re berawird bike, ka lê binêre ezîzo mirineke çawa li me bûye nesîb, meriv di wir de jî difikire. Tabî, êşa welat, azara welat kula me ye, ne wek kesekî ku ew helbesta nivîsiye di heman demê de wek xwînerekî, wek xwendekarekî ez jî dixwazim tiştekî bikim, belkî helbesteke nîvco, belkî bi molotofeke ji kezebê…

(Di vê navê re hevalek xebatkar ê cafeyê tê.)

İ.E.: Tiştek venaxwî? Venaxwin tiştekî?

Ersin Sönmez: Çi vexwin?
      
İ.E.: Ez çayekê vedixwim.

E.S.: Ez jî avekê.

Mem Artemêt: Ji min re çaykî bîne.

İ.E.: Baş e. Xelas?

Mem Artemêt: Xelas, welle ez jî nizanim, divê pirr tişt were…

İ.E.: Na, yanî min got gotinên te yên ji bo vê pirsê?...

Mem Artemêt: Nizanim, belkî berfirehtir jî bê qalkirinê, lê…

İ.E.: Berfireh be bila, ferq nake. Ê baş e. Bala min kişand, hem di helbesta te Firmêskvexwar û hem jî di Selteneke Ji Pirsan de heman gotin derbas dibe. Di yekê de “firmêskên bêxwedî” (gelo dê bimiçiqe rojekî / ev firmêskên bêxwedî) û di yekê de jî “rondikên bêxwedî” (li ser çûyîna te / bi salan rondikên bêxwedî / xwe xêz kiribû li nav dilî)  derbas dibe. Ez henekeke xirab bikim: Ma qey xwediyê rodikên te tune ye ezbenî, derdê te çi ye bi van rondikan re?

Mem Artemêt: Ya rondikan, ew ne rondikên min tenê ne kî. Rondik, yanî tu nasnameya civatekê barê li wan rondikan dikî. Heke rondikên min tenê bûya, welle rondikên min zêde tenê ne. Lê jixwe dema tu wê helbestê bixwînî, çûyî ye, behsa çûyî û derketiyan heye li wir, esas di wir de helbesteke dî jî heye, di wir de te dî Nûredîn Zaza jî ji bo derketiyan dibêje, Xwedê alîkarê derketiyan be. Ji bo derketî û çûyiyan nivîsîbû, ji bo kesên derketin, çûn û hey çûn. Ji bo ku tiştekî bikin, ji bo hinekan heyat li xwe herimandin. Di wê helbestê de tiştên din jî hene, belkî min zêde dernexistiye holê, ew behreya min tune, min nikaribûye derxim, belkî ez lê vegeriyama baştir bikaribim derxim, lê, xwediyê rondikan, nizanim, gere meriv di vir de li xwediyê rondikan negeriya. Rondik, ji xwe meriv xwediyê rondikên xwe ye, wateyeke zêdetir lê bar nakim. Wekî din jî, jixwe min destpêkê de diyar kir. Gel... Helbet, ew layîq in ku meriv ji bo wan du rondikan birijîne. Yaw te min terskoşe kir arqadaş, ka ji me bihewe ev pirseke zor bû, em xwe bavêjine kîjan çemî ji derdê te hey hewar.

İ.E.: Gotareke te li ser rêziman e û wekî din te ferhengokek li ser nifirên kurdî amade kiriye. Çi ji vî zimanî dikeve serê te, hêja ye meriv xwe ji bo wî biêşîne?

Mem Artemêt: Zimên. Helbet, ev karê me gişkan e. Erê, pêşeng hene, lê meriv hinekan wek pêşeng bibîne û xwe bide aliyekî jî nabe eşebilla. Kî çi kir êdî...Em vî karî dikin ne wisa, pênc sal şûn de, deh sal şûn de em ê di nav vî karî de bin. Hêvî her tim ji zimên heye, digel ku rewş xerab e jî. Min xwest gotara daçekên “wekî” û hemwateyên wê de, evê dewlemendiyê ji aliyê daçekên şibandinê ve wê ciyawaziyê, wê rengîniyê, pirralîbûnê derxim holê ku ez şaş nebim bîst û heşt heb daçekên şibandinê derketin -bereket lê keve, çima tune mala xalo, têr e tijî ye, bixwe hetanî ku tu pê bikevî, yaw henek menek li cîhekî bi rastî jî ev mîrata zimanê me zor dewlemend e ezîzekem- bîst û heşt daçekên mîna “wekî, fîna, fînanî, nola, fenanî, wergê, seke, manendî, qayde, cêla” derketin û gelekên din jî man ku wê gavê nedihate hişê min, belkî berhirehtir jî lê bihata zêdekirinê…

İ.E.: Tu nivîsên xwe di rewşeke çawa de, çi çax dinivîsî? Amadekariyekê bo wê dikî yan bi
Gola Qulingî, Çolig, 2015
Wêne: Mem Artemêt
temamî li ser îlhamê ava dibe?

Mem Artemêt: Ji bo helbestê ger ez bêjim -Rebbiyo tu zilma me û helbestên me li ser gelê me nekî barekî giran, carekî Kekê Erol Şaybak gotibû xêrê ji îmana xwe nebînim ku ez hemû helbestên teze dixwînim û acizbûna xwe tanî ziman, heke me hinek aciz kiribin bila heqê xwe helal kin- ev demek dirêj e ez helbestan zehf kêm dinivîsim. Kêfa min van pêlan zaf ji çîrokan re tê. Çîrok her tiştî, her derfetê ji te re dihêle, dide pêşiya te, kex dike û pex dike qewlê mezinan gotî. Di çîrokê de mîzahê dikarî bi kar bînî, êşê, azarê…

İ.E.: Di helbestê de nikarî?

Mem Artemêt: Nizanim, belkî di helbestê de jî dikarî, lê çîrok zêdetir derfetan dide te û deriyan li te vedike bi ya min. Belkî jî em di tesîra çend kesan de jî man, me çavreşiya wan kir, hesûdiya wan kir, me dest avêtê çawa kir, nizanim. Lê kekê Erol Şaybak an jî Mihemed Şarman, vî karî baş pêk tînin, vê mîzahê, vî tiştî pirr diecibînim. Min jî xwest ez bi awayekî di çîrokê de behs bikim, isa yanî...

İ.E.: Gelek helbestên mîzahî jî hene. Helbestê de jî dikarî biceribînî, çênabe?

Mem Artemêt: Ez ne ew kes im ku helbestê wek qadeke mîzahê pêk bînim. Nizanim, bi ya min çîrok piçekî deha rehet e, helbestê de nikarim, pêk nayînim. Esas dibêjin helbest her tişt e, lê nabe babo, te dî civata me de dema dibêjin tiyatro, hahanga ken tê hişê me. Ji bîra min naçe, komeke şanoyê hatibû Bîngolê, şanoyek hebû, navê wê tam nayê bîra min, hevalên me li bendê bûn ku bikenin, ên ku dîtin na bavo kenê çi halê çi,, man, man, man… Te dî dema ku ken tunebû, derketin û çûn. Ya min jî, di helbestê de ez nikarim zêde mîzahê pêk bînim, esas qet nehatiye bîra min jî, ên wisa nayêne bîra min îşte.

İ.E.: Ev demek e navê te gelek tê behskirin di wênegiriyê de. Çi çaxê ve meraqa te çêbû li ser wênegiriyê, te kengê dest pê kir?

Mem Artemêt: Wênegirî, esas di berê de hişê min de hebû. Min zehf ji Şehîd Halil Uysal hez dikir û hê jî bi hurmeteke mezin wî dihewînim di hindirê xwe de, ew derhêner bû, gerîlla bû, qehreman bû, makîneya wî ya fotrafan jî hebû, vê tiştê pir bala min kişand û ewî bi kameraya xwe gelek tişt kişandin.Tiştên ku dîtî tim gîhande me ku di nav zehmetiyên pir mezin de bûn ev tişt, wî digot tiştên ku ez dibînim ji sedî yek encaxî digîhînime we. Dema min ev yek dît, û piçekî ji wênegiriyê hesiyam bandora wê de mam, min dil berda vê tiştê, demeke dirêj çênebû û hey çênebû, pereyên min ê bo makîneya fotrafan qet çênebû. Dû re piştî ku êdî hinekî zeman derbas bû, ez xebitîm û min pere qezenc kir, ez çûm înşaatê, min  pere da hev, min ji xwe re stand. Lê demeke dirêj, qasî ku ez bêjim sal û nîvek, du salan, hema min wisa tiştên ji rêzê kişandin, min efekta otomatîkê de dikişand, lê ev qedera du mehan e jî ez diçime qûrsê. Helbet feydeya vê qûrsê gihîşte min, mala mamosteyên min ava, ew derfet dane me. Piçekî, meh û nîv, du meh e derfetê dibînim ku tiştên baştir bikişînim û parve bikim.

Gola Tarbasanê, Çewlig, 2016
Wêne: Mem Artemêt
İ.E.: Wêneyên te bêtir peywendîdarî siruştê ne. Ji hemû tiştan bêtir çima siruşt bala te dikişîne?

Mem Artemêt: Ne tenê siruşt, ez derfetê bibînim, ez dixwazim wêneyên şer, yên mitîngan, wêneyên derasayî, kurdewar û yên dewsên netewetiyê tê de hene jî bikişînim, lê li Bîngolê tiştên wisa zêde tune ne tu pêrgî tiştên werê nayê an jî îmkanên me yên ger û keşfê zêde tune ne. Tu dikarî fotrafên xwezayê di Bîngolê de bikşînî, wir ji bo vê tiştê guncav e. Em jî carnan li gundan digerin, zêdetir jî em ji xwezayê hez dikin. Bi wî awayî fotrafên xwezayê derdikevin holê.

(Qedeha çayê ji destê hevaleke me dikeve.)

Mem Artemêt: Nezer li ser me ye, tiştek nabe. Di vê navberê de hevala me çayê hildişîne nava roportajê.

İ.E.: Do min jî ewk kir.

Mem Artemêt: (Ji hevala xebatkar re dibêje) Lê yaleniz nîvê çayê çûye, em ê nîvî bidin ha, tu qayîl î? Yanî heger du milyon be, em ê milyonekê bidin, heger milyonek be, em ê pêncsed hezarî bidin.

İ.E.: Te got çi?

Mem Artemêt: Welle kekê, Bîngol ji bo vê mijarê guncav e, tu dikarî xwe têr kî vê babetê de… Çiyayên Bîngolê hip û hêşîn in. Çiyayên wê, navçeyên wê, sûlavên wê yên cûrbicûr hene. Vê gavê li Bîngolê me, belkî cihekî din de bûma, cihekî mîna Mêrdînê de bûma, ê dîrok derketa pêş. Cihekî mîna Amedê bûma wê şer derketa pêş...

İ.E.: Ji ber ku niha malzeme ew destê te de heye, tu wê bi kar tînî, ne wer?

Mem Artemêt: Erê. Ji bo vêya jî mixabiniyekê datînim vê derê, lê digel vê mixabinê jî kêfxweş im heger tê ecibandin.
Resim yazısı ekle

İ.E.: Tu gelek wêneyên rêyan dikişînî. Taybetî, ez bawer im hezkirineke te ya taybet jî li ser wê heye. Çima rê?

Mem Artemêt: Ez ji rêyan hez dikim. Rê hêvî ye, umîd e, dûredestî ye, hesret e. Rê. Nizanim. Jixwe em tim û tim rêwiyê rêyekê ne. Nizanim, belkî piştî demek şûndatir, zêdetir hişê meriv de dimîne. Belkî, erê carekê  wêneyek du wêneyan dikişînî, lê pirr kes dema behs dikin, serê te de rûdinê, tu bixwazî nexwazî, otomatîk serê te de cih digire. Lê bêyî wêya, ez ji rêyan hez dikim, wa ye li wir jî rêyek heye min ew rêya jî kişand. Biçûk be jî rêyek li wê derê heye.

İ.E.: Rêya ku di nav gundê Buhêrkê re…

Mem Artemêt: Erê, ew rêya te dî derdikeve… Hene, rêyên wisa hene, ez dixwazim wan rêyana bikişînim, s eğrileri dibêjin jê re. An jî em kurmancî çi bêjin jê re, xwarerê bêjin, çi bêjin?

İ.E.: Ka peyvekê bibîne, bila bi wî awayî derbas bibe… Ez ê pirseke qerase bikim: Wêneyek dikare dinyayê biguherîne?

Mem Artemêt: Ev bi rastî jî zor bû lo, wêneyê bi çavê hunerekê lê nanêrim. A soxî, tiştek li holê heye,  meydanê heye, tebîetê de heye, tu wêya dikişînî û tînî. Te tebîet çênekiriye, bi destê afirînerekî an jî kesekî din xweza çêbûye, tu diçî wan dikişînî û tînî. Te ew çênekiriye, tenê te wêneya wêya girtiye, bi çavê hunerekê lê nanêrîm. Lê tabî, wêneyên wiha hene. Gelek kesên navdar wêneyên pirr baş kişandine û mesela xelatên pirr baş jî standine. Gelek kes jî tesîra wan de mane û dawî li jiyana xwe anîne. Wek ew zarokê ku li pişt akbaba de,  an jî em bêjin pişt kelaxwirê de, pêşiya kelaxwirê de. Ew fotrafê pirr bi hukarîdar e.

İ.E.: Kîjan kelaxwir?

Mem Artemêt: Akbabayek heye, zarokek li ber mirinê ye, hew maye ku bimire, ew kelaxwir jî pey wiya de ye. Ev wêne gelek tiştan nîşanî merivan dide. Esas, belkî dersekê bide her kesî, jixwe ders da me hemûyan jî. Wêneyek, nizanim, heger helbestek bikaribe, şanoyek bikaribe, stranek bikaribe dinyayê biguherîne, helbet wê wêneyek jî bikaribe dinyayê biguherîne.

İ.E.: Susan Sontag jî, ku li ser wêneyan gelek nivîsiye, di hevpeyvîneke xwe de tiştekî enteresan dibêje û diyar dike ku wêneyan kiriye ku tişta ew bi çavê “xwas” nekariye katedrala rasteqîn bibîne, bi saya wêneyan bibîne. Tu difikirî ku wêne rastiyên ku em di rastiyê de nabînin nîşanî me dide?

Mem Artemêt: Belê, jixwe ev derfeteke  baş e, ew şans û siûda me heye… mesela em îro li vê derê, li Sîbayê ne, wêneyên vê derê dikişînim, nizanim belkî gelek kes meraq dikin, li cihê xwe tiştekî wisa nedîtine lê wêne wê derfetê, wê şansê didine wana ku ew bibînin. Erê, di xeyal de heye, belkî dixwaze tiştên dîtir jî bibîne. Tenê ne ew e mesele, ji ber tiştên din jî difikire, behrekî, sûlavekî, qeleyekê, erê wê yekê nas dike, wê şansê zevt dike ku tu bibînî. Yanî hewce nake tu bi çavê xwe bibînî. Esas, di wî wêneyî de bi çavekî xeyalane, pirr bi hêzdar lê binêrî, tê bikaribî wê gavê zevt bikî, wê demê, wê kêliyê bijî. Jixwe ew kesê dibîne jî, wêneyên pirr serkeftî hene, ewê gavê, wê kêliyê dijîn. Ew kesana wê şansê didine me.

Wêne: M.A.
İ.E.: Piştî ku te dest bi wênegiriyê kir, tu bi çi awayî li derdora xwe dinêrî? Em bêjin tu li derekê dinêrî, li dîmenekê dinêrî, ew dîmen bes ew dîmen e an tu tiştekî din ji xwe re diafirînî di xeyal zîhna xwe de?

Mem Artemêt: Na welle, diguhere, her tiştê meriva diguhere, têgihîştina mirov diguhere, ew algı hemû, seranser diguherin. Tu li îzmarîtekê, li binikeke cixareyê binêrî jî, dibêjî gelo ê ji vêya tiştek derkeve. Pirr tiştên cuda derdikevine holê, nexweşiyekê bi xwe re tîne. Tu dixwazî herî bi çavekî din lê binêrî. Piştî ku demek diçe, dibêjî gelo ev qedeha heta niha li vir nebe, li vir be, ê çawa be; gelo ez vê îskanê ji aliyekî din de, "açıyeke" din de lê binêrim, ez ê tiştekî çawa bibînim. Diguhere, seranser diguhere. Ew têgihîştinên te, ew nêrînên te, her tişt diguhere, tu bi çavekî din lê dinihêrî. Ev jî, rengîniyekî tev li heyata mirov dike, mirov qedir dizane, qîmetê dizane. Meriv qedir dizane ku, dema ku şiverêyekê de an jî kûçeyekê de derbas dibî, wê kêliyê dijî û derbas dibî.

İ.E.: Têkiliya navbera edebiyat û wêneyê çawa dibînî? Her du bi hev re di nav peywendiyekê de ne an bi temamî ji hev cuda ne?

Mem Artemêt: Digel ku ez ê bersiveke pak û qewî nedime te jî, lê ev qadana bi hev re pêwendîdar in. Edebiyat-wêne, an jî tarîx û edebiyat, an jî tarîx û wêne… Wêne, pirr gotineke ji rêzê an jî klasîk e, dibêjin helbesteke bêdeng e. Erê, wêne wê helbestê jî dide, helbest jî edebiyat e. Wêneyekî dikişînî, di navberê re heştê sal derbas dibe, di nav heştê salî de ew guherîn, ew ‘eynêmayîn, wekxwemayîn, edebiyatek e. Nizanim, belkî pirr bi kûranî lê dinêrim an jî pirr rûxarî lê dinêrim, lê pêwendîdarî miheqqeq heye. Meriv bixwaze wê pêwendiyê dayne dikare dayne yanî…

İ.E.: Vê dawiyê meraqa min jî li ser wêneyan çêbû, gelo ez ê jî karibim bibim wênegirek? Pêşniyazên te çi ne, li min û xwendevanên ku dixwazin dest bi wênegiriyê bikin?

Mem Artemêt: Welle, heger wêneyên te mîna helbesta te bin, a îro ro rabe dest pê bike. 

İ.E.: Heyra te çima ez deşîfre kirim, kes nizane ez helbestan dinivîsim.

Mem Artemêt: Vê gavê na… Ez ne ew qasî cihekî bilind, astekî bilind de me ku tawsiye li wan bikim. Mehek du meh e min dest pê kiriye...

İ.E.: Wek dostekî, hevalekî pêşniyazê te li me çi ne? Di şexsê min de, li hemû hevalên min…

Mem Artemêt: Ji bo ku hûn heyatê tamek jê bigirin, wêne wî şansî nas dike ku tu herî Çiyayên Dêrsimê, ku tu karxezalan bibînî, pezkoviyan bibînî. Wêne derfet dide te ku tu herî qeraxê Behra Wanê bibînî, wêne wê derfetê dide te ku tu li Çiyayên Bîngolê bigerî an jî sûrên Amedê bigerî an jî werî Sîba Cafeyê, deştên Mêrdînê binêrî. Esas wêne  di wir de navgînek e, ew nebe tu nayê, ew bilêta te ye. Helbet, wêne heyat e ya. Çîrok in, her wêne çîrokek e. Çîrok hene heşt rûpel, çîrok hene kareyek, tenê kareyek. Bo wê çîrokê, tenê pêlî dûgmeyekê dikî. Helbet, hetanî pêlî wê deklanşorê kirinê jî zehmetiyeke mezin e lê her wêne çîrokek e. Ez dixwazim hemû heval, bi taybetî ne tenê wêne, bes bila di qadekî de mijûl bin. Em bi hemû qadan re mijûl nebin jî wê bibe, hewce nake her kes wêneyan bikişîne lê ji bo ku têgihîştina mirov, ji bo ku însan bikaribe bi çavekî têr û tijî, bi lezetekê li heyatê binêre, divê xwe bigire cihekî, divê li tiştekî bihewe, bi helbestekê… Nizanim, kek Rênas Jiyan dibêje ez ne ew mêr im ku helbestê berdim. Nizanim, belkî kesek jî dibêje ez ne ew mêr im ku dev ji resimê berdim an jî bilûr-lêxistinek, wa ye li rex me heval li bilûrê dixe, li tembûrê dixe…

İ.E.: Ser û guh ji me birin…

Mem Artemêt: Erê, an jî gelek kes hene, camêran bi rastî jî kedeke mezin dane, di nava tırnak işareti de dibêjim, “lensê wana pirr xweşik in, bi van lensana wêneyên pirr pirr xweş dikişînin.”

İ.E.: Ê te jî ne xweşik in qey?

Mem Artemêt: Na, ez teze hîn dibim. Ji ber ku ez teze hîn dibim, lê ne qayîl im. Jixwe ez her ku fotrafekî lê bar dikim, fotrafên kevn jê dibim. Belkî heval hay jê nînin, ez fotrafên berê sîl dikim, fotrafên ku mehek beriya niha dîtin, niha îro tunin, hinek mane. Ez jê dibim, qayîl nînim. Wek helbestên xwe…

İ.E.: Yanî ez ê karibim bibim wênegirek, ne?

Mem Artemêt: Helbet, ez bi te bawer im. Dîsa di rêya helbestê de biçî, di wan fikrên xwe ve tu yê bibî wênegirekî çê û em ê li pey te bin.

İ.E.: Ê baş e, te ez gelek kêfxweş kirim.

Mem Artemêt: Jixwe wêne, wênegir li te tê. Dema tu dikî stûyê xwe, tu xwe wir de diavêjî, wir de diavêjî, ew jî dibê qey di havêyna te de heye ku tu jî bibî wênegirekî baş… Dest navêje wê qadê jî lo, te hemû qad girtine, bisekine em ji xwe re nanekî jê bixwin.

İ.E.: Na, bila dilê te rihet be û gelek spas bo sohbetê, sohbetek xweş bû. Mala te ava…

Mem Artemêt: Mala te jî ava ku te ew derfet da me ku em êş û azara dilê xwe bêjin. Qene bi vî awayî me hevdu dît û bêhna me jî derket sewa vê suhbetê...

***

MEM ARTEMÊT / PORTRE
Di sala 1993an de li gundê Meşketankê ya ku bi ser navçeya Artemêta Wanê ve girêdayî ye ji dayîk bû. Dibistana seretayî û lîse li wir xwend, paşê li Zanîngeha Bîngolê dest bi beşa ziman û wêjeya kurdî kir  -Îsal derbasi pola çarem bû-. Nivîs, gotar, çîrok û helbestên wî di kovarên mîna Nûpelda, Roza, Çirûsk, Laser, Roza, Nûbihar, Jehr, Folklora Kurdan û hwd. de weşiyane. Li Kurdî-Dera şaxa Çewlîgê de mamostetiyê dike û wêneyan dikişîne...


inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: