Sibeha 'Elîko
Xewa ‘Elîko pir sivik e, dibêje diya
wî. Sibehan ne îşê zû radibe. Hew dibînim ne li nav cihê xwe ye. Ka bê dîsa bi
kû de wenda bû. Tirlîko.
Min ‘Elîko tu carî nas nekir. Gelek
caran çav bi wî diketim. Evîkê han ew e an. Nedihat bîra min. Na lo-herê. Qet.
Carê kulmek pere tîne, dibêje diya wî.
Ji hevalên xwe giştûkan bêtir. Kes wek wî vê kêferatê nake. Yeqîn nakim. Pereyê
wî vedişêrim. Nabêjim. Bila bavê wî nebîne. Çi zanim. Belkî rojekê em wî
bizewicînin. Yeke şîrhelal. Cûbiro.
‘Elîko her tim dereng dihat mektebê.
Xwe di ser dîwar re çeng dikir. Dihat. Kesî nedigot çima. Wî jî nedigot wisa. Salek
di pêşiya min de bû. Sinifa me li kêleka hev. Gelek jêhatî bû. Gelek. Rojekê
min ew li ser dîwarê mektebê dît. Kîsikek pere di dest wî de. Digriya. Ber bi
wî ve çûm. ‘Elîko. Negrî.
Serê wî di teştê de dişom, dibêje diya
wî. Çileyan li ber sobê. Ne îşê bêhneke xweş jê tê. ‘Eyn bêhna Fatimayê. Bavê
wî dixeyide. Bes e. Bila ew serê xwe bişo. Bûye wek kerekî. Teriyek jê kêm e.
Na. Bavê wî tu tiştî nizane. Zarok mezin nabin. Binive lawo. Gumgumoko.
Tepsiya ‘Elîko gelekî mezin e. Ay-hooo.
Datîne ser serê xwe. Serê wî çawa naêşe. Tew naşemite jî. Qey kevir tê de ye.
Dengê wî çi hişkgîn e. Datlî. Li vê derê dengê her kesî têra xwe hişkgîn e.
Datlî. Herî dawî li ser mirina diya xwe giriyabû. Datlî wer datlî. Ez negiriyam
tu carî. Min datliyên wî jî nexwarin. Çi? Na. Demeke dirêj e devê xwe pê nakim.
A bi vî Xwedayî.
Ditirsim berî zewaca wî bimrim, dibêje
diya wî. Ê çi bike bi tena serê xwe. Tayê bi tenê. Min ew bi serî bikira. Ji
xêra Xwedê re. Bi dest û pê. Berbayî kesî neketa. Carna bi a min jî nake. Zarok
in te dî. Ji derdorê hîn dibin. Hînî fihêlên xirab. Bavê wî li pereyan dipirse.
Nadimê. Berazo. Bicehimiya. Axirkê ‘Elîko lê neçûye. Hewdo.
‘Elîko xuya nake. Bûye heyva bin ewrê.
Şapatek e nayê mektebê jî. Kes pê nizane. Bi ku ve teriqiye gelo? Ometek gotin
li ser hatin kirin. Ketiye nav lepê zilamên xirab. Çûye welatên dûr. Ber
peravan. Bavê xwe kuştiye. Teq û teq. Bi demança wî. Du caran. Berî serê xwe
daye. Teq. Carekê. Nehediniye li vî bajarî. Lêxistiye çûye. Metrepolên mezin.
Îş mezin kiriye. Datliyan çêdike. Te ji me re jî bişanda. Çend qursik bes in.
‘Elîko. Tu li ku yî?
Bê min naqedîne, dibêje diya wî. Hîn jî
di nav nivînê min de radizê. Li aliyekî bavê wî. Li aliyekî ew. Çewçewa bavê wî
ye. Vî kurmîkê han derxe. Tu nemaye şîr bixwaze. Kero. Stûhê te bişikesta.
Dermale ye. Çi ji lawik dixwaze. Nizanim. Zû çêbûbûya. Ji te re dizane. ‘Elîko.
Sermiyanê malê. Pizot e. Ne ji min be. Pûş dixe ‘eyarê dinyayê. Piştî min. Li
kesî nayê rehmê. Destê wî pir giran e. Berxiko.
Rastî ‘Elîko hatim. Mezin bûbû. Qama wî
bihustek dirêj. Simbêlê wî bi nîskekê. Milên wî fireh. Ooo. Cixare jî pê re ye.
Dikşand. Min qet nekişandiye. Bavê min dikşîne. Min kişand. Tu nekşîne. Jehr e.
Qureder e. Destê xwe ji min re hejand. Sibeha te bi xêr ‘Elîko. Tu û van deran?
Bayê tu anî? Bagerê tu anî? Ihhu. Ihhu. Mîrata cixarê. Hînî dûmana wê nebûm.
Ser çavan. Karê datliyan baş e. Ma ez ê yekî ji te çêtir bibînim. Temam. Em
dest pê bikin. Sibehê? Bilaqetê. Ah-ha. Berra. Min ji bîr dikir. ‘Elîko. Emanet
qencî.
qelb qelb ♥️
YanıtlaSilzehf keyfa min şêwaza vegotinê re har. spaas