Reşbeleka Mekên

Eylül 18, 2016 , 0 Şirove



"Ji dilê me naçin û tê de dimînin hemû mekanên tenêtiyên me yên buhurî, ên ku tê de êşa tenêtiyê dikêşin, kêfa tehma tenêtiyê dikin, li tenêtiyê digerin û mekanên ku tê de bi tenêtiyê re li hev dikin."
  Poetîkaya Mekên, Gaston Bachelard


         Qahwexaneya delal,   
Îro hatim ba te û min sê çay vexwarin, gelo haya te jê heye? Ez bawer nakim ku tu pê hisiyabî, lew ti carî deng ji xwe naynî gava ku ez li wir im. Dilteng dibim carinan bê ka ev bêdengiya te ji belaya min e ku tu naxwazî li wir bim. Ez ê pirr li ber bikevim heger sebebê vê kiryarê ez bim, yeqîniya te be. Ez ê sibe jî bêm, dusibe jî, ma dê gotineke te jî çê nebe bo min, lê?

***
Kerxaneya kubar,
Bi rastî jî min guman nedikir ku tu ew qasî kubar î gava ku wê rojê, piştî sê carên ‘ewil hatim cem te. Belkî tu bikenî ji nefsbiçûkiya xwe ku ez ji te re bibêjim heta niha kesî mazûvaniyeke wiha ji dil li min nekiribû bi qasî wan carên ku min xwe avêt bextê te. Her çend te li ber min da ku zû bi zû neçim jî wê rojê, lazim bû ku biçim an na tê hebû ku tiştên xerab biniqutiya dilê jina min. Tu jina min nas nakî qey, lê?

***
Îstesyona bêhnfireh,
Ez li xwe û te mat û heyirî mam gava ku li trênê siwar bûm da ku biçim bajarekî din bê ka bêhna te çawa teng nabe li van trênên ku dawî li wan û rêwingiya wan naye, ku ez bi xwe dikim tê de bigirîm ji acizî. Bi salan te qîma xwe bi tûretûra vê wesayîtê anî bêyî ku bi’ingirî. Heqê te ne ev e, rast dibêjim, heqê te ev e ku ji xwe re bibî baran û her cara ku dilê te xwest û bêhna te teng bû, bireşînî ser me. Te jî dil nîne, lê?

***
Mizgefta dilovan,
Ez çend ji wê şadirvana te hez dikim, dizanî? Bi carekê re hemû xem û kulên xwe ji bîr dikim gava ku devê xwe didim ber ava wê û li min wer tê ku qey ez di çemekî dilovaniyê de avjeniyê dikim. Wer di nav kamraniyekê de diçim û têm ji xwe re. Minareya te çima ew qasî dirêj e û kê ew çê kiriye, pirr meraq dikim. Hin derên te hilweşiyane, li siheta xwe miqate be ji kerema xwe. Kes bi temenê te nizane, tu dizanî, lê?

***
Dêra bedbext,
Siûda te bi qasî ya mizgefta dilovan ne bi xêr û bêr e, mixabin, felek û dolaba te bi wî çendî rast negeriya. Tu yê çend xemgîn bibî ku bizanî qeflê li deriyê te xistine, naxwazim lê bifikirim. Kes nîne berê xwe bi aliyê te ve bike, bes em di ber te re dibihurin. Dilê min gelekî êşiya gava ku min îro tevnepîrek di quncikeke dîwarê te de dît. Ditirsim ku bi demê re dêran bibî. Ma qey tu natirsî, qet, lê?

***
Birca bêhawe,
Tê heye ku rojekê, ez jî navê xwe li ser kevirên te binivîsim? Min digot qey ez ê bikevim her cara ku hildikişiyam ser te. Dilê min ne qewî ye di mirinê de lê ku ez bimirima jî, te ez bi tenê nedihiştim dibêjim qey. Însanên xerîb ji bajarine dûr bo serdana te tên. Heqê te ye, bila bên. Qilafetê te wêrekiyekê diniqutîne dilê min, haya te ji vî tiştî heye, lê?

***
Xana qedîm,
Dê neye bîra te ku tu wextekê xaneke wî çendî şên bûyî ku ji çarnikalê dinyayê karwan ber bi aliyê te ve dihatin. Naye bîra min jî jixwe. Hinge te mazûvanî li her kesên xerîb kiriye û wan jî bi mebesta stara dayîkekê xwe avêtine bextê te. Ez gelekî meraq dikim bê ka gelo te çawa ew qas salan li ber xwe da û bê kil û kêmasî gihaştî roja me. Formûla wê heye gelo? Îro ro tu bûyî cihê bazar û danûstendinê, dilê te êşiya, lê?

***
Pira bejindirêj,
Îşev keçeke xama di ser caxên te re xwe berda nava çêm gava ku di ser te re buhurîm. Ez beziyamê lê negihaştim ser. Min ew zevt bikira, dê bigotayê ku vira ne cihê mirinê ye, here xwe di ser bircê re întixar bike, wê derê xweştir e, dê her kes te bibîne. Hêj tê negihiştime bê ka çima Qasidê Qolfelekê herî pirr ji te hez dike. Ez jî difikirîm ka tê heye ku te bikujim. Tu xwe bexşî min nakî, lê?

***
Meyxaneya xilmişî,
Çavên xwe baş veke û li min guhdarî bike. Wê rojê bi hevalekî xwe re hatim ku silavekê li te bikim lê te silava min hilneda. Min bi zorê bi xwe girt ku ranehijim şûşeyekê û li nîvê qafê te nexim. Bi rastî jî gelekî aciz bûm, lewma dixwazim bipirsim: Çima heqê şûşeyên we ew qasî zêde bûne, ma zêrê zer e? Ji bîr neke, tu dosta bavê min a kevn î. Min got bavê min, bavê min tê bîra te, lê?

***
Hemama dilgerm,
Dê çend kêfa te bê heger bizanî dilê te jî bi qasî hêwana te germ e. Hêj gava biçûk bûm bi vê dilgermiya te hisiyam. Ez bi diya xwe re hatibûm û min gotibû xwe ku mezin bibim, dê bi yeke bi vî awayî re bizewicim. Ez mezin bûm lê bi yeke wiha re nezewicîm. Ez ê ne îşê bextewar bibim ku tu nezewicîbî, lê xem jî nake heger zewicîbî, lewma, ka tu bi min re nazewicî, lê?

***
Keleha devliken,
Timî dixwazim bibişirim gava ku di ber te re derbas dibim. Wek awirtêdaneke dawî ya miriyê li ber sikratê yê bo jiyanê ye nihêrîna min li te. Her cara ku dikevim nava kûrahiya man û nemanê, destê xwe diavêjim çiqlekî te. Heta niha ti qewm nekarî te kaf û kûn bike, hilweşîne. Ti kes jî bi qasî min şer nekir li ser te bo ku bi dest bixe. Îro ro her aliyê te seranser bi têlan hatiye dorpêçkirin, qey pê nahisî, lê?

***
Muzexaneya sergevez,
Çê nebû ku rojekê bi te re têkevime heft û heştan di mijarên nefermî de. Derî hişê min e ku tu çawa xwe wer giran dikî û bêyî ku li mêvanan bibişirî bi saetan mazûvaniyê dikî li wan. Wek peykerekê disekinî û nahêlî ku kes dilê xwe bibijîne te. Lê ê min, ez gelekî ji te hez dikim, digel ku nikarim bala te bikişînim û me şorek jî nekiribe. Dibêjin, te zimanê pêşiyên me jî bi awayekî sembolîk girtiye cem xwe ku li dinyayê tenê yek jê maye ku ew jî li ba te ye. Tu yê bihêlî ku ez jî hînî zimanê te bibim, lê?

***
Hepsa kevnedost,
Mala te ava û ocaxa te şox û şên be ku te bêyî minet ez sê mehan xwedî kirim. Ne ji te bûya min dê çi xweliyê li serê xwe bikira, nizanim. Siheta te çawa ye gelo? Dev ji teşqeleya dinyayê berde û bi cehnima wê bike. Li vê dinyayê tiştek jî tune ye ku ji me girîngtir be. Belkî tu bawer nekî ku bibêjim, min gelekî bêriya te kiriye, lê dîsa jî ez bibêjim. Hêviya min ew e ku di nêzîk de em cardin hev bibînin. Ka tu nimreya telefona xwe nadî min ji kerema xwe, lê?

***
Çemê hêja,
Herî dawî kengî hatim bi aliyê te ve, xweş nizanim. Wek di ser xwe û dinyayê re çeng dibûm gava ku di ber te re dibuhurîm. Toreke min hebû hingê, min rojewext dihat çeng dikir bextê te bo çendek masiyan, te ew jî daqurtand mala te, her wekî gelek însanan. Hed û hesabê miriyan nîne li cem te. Hat gotin ku vê dawiyê zarokek tevî pisqilêta xwe serserkî ketiye nava te. Rast e? Ne ev e mirina ku ez dixwazim behs bikim, lê ka tu yê kengî bimirî, lo?

***
Çiyayê serbilind,

Zimanê min nagere ku medhê bilindiya te bidim. Dizanim, kula dilê min nagihîje agirê gur û geş ê ku di nava te de seraqet vêdikeve, lê arezûya vê kulê berberî heft agirên te ne. Kulmek axa te li cem min e ku min ji nav tehtên te bi zorekê xepirand û berhev kir. Beriya ku razêm miheqqeq qederekê lê dinihêrim. Tu dizanî çi tê bîra min wê hingê? Difikirim ku çi kuleke şêrîn e meriv ji vê axa te çê bûbe. Rojekê jî bi temamî veguherî vê axê, tu yê çi bifikirî, lo?

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: