Superînsan
Înanolo jî mîna gelek pexşannûsan bi dizîka helbest dinivîsî. We hîç bawer nedikir, ne wisa? :)Şener Özmen, Supermuslim, 2003. |
superînsan
di asasê xwe de însanekî qenc im ez
carinan didim çêran rast e
carinan vedixwim
carinan jî lê dixim û diçim
bêyî ku bizanim li ku me
û ber bi ku ve diçim
însanekî qenc im ez rast dibêjim
di heft saliya xwe de tûşî zimanekî din hatim giriyam
nizanim belkî şeş bû yan jî pênc
xwedê zane
xwedê zane helbet diya min jî tê de
bê ka min çawa bi xwe de dikir
mizawir bûm rast e lê însanekî qenc bûm
a bi vî xwedayê jor û qurana we xwendî
yeqîn bikin ‘isma xerabiyê neketibû dilê min
hinekî beredayî bûm
hinekî belafiroş
hinekî jî xwedê jê stendî tenê
meriv însanekî qenc be baş e herhal
ez tu carî rast lê nehatim
nehatim li xwe li der û doran
bes kêreke min hebû ne îşê tûj
bi derbekê re heft mêran hiltanî
bi derbekê re heft camêr
timî li xwe geriyam li qenciya xwe
li dûran li derekê min hay jê hebû
bel dikir serê xwe ji nav hemû xerabiyan
digot li vir im va me zûka were
bi pey diketim bazdanka lez û bez
jehr tê de be nedigihaştim însanê qenc
0 yorum: