JAN DOST: WESYETA MIN E KU MIN BIŞEWITÎNİN

Eylül 24, 2016 , , 4 Şirove

Jan Dost


1.     Kêliyeke te ya bextewar heye ku ji me re behs bikî?
-         Dema sexê ye.

2.     Tehemula te ji çi re tune ye?
-         Ji ehmeqiyan re, ji ehmeqan re.

3.     Te li vê dinyayê herî pir dixwest kê nas bikî?
-         Min dixwest ez Ehmedê Xanî nas bikim.

4.     Beriya mirina xwe herî pir dixwazî çi pêk bînî?
-         Ez dixwazim çend salekî dûrî xelkê bim, li giravekê bijîm yan di şikeftekê de.

5.     Derî karê xwe, ji çi karî hez dikî?
-         Ji betaliyê, ji karê bêkaran pirr hez dikim.

6.     Tu dinyayeke çawa texeyul dikî?
-         Nizam. Min pirsa te fêm nekir. Lê ez dizanim ev dunyaya han rêx e. Nebaş hatiye durustkirin.

7.     Heke ciwantir bûyayî, te hez dikir çi bikî?
-         Nalbendek bama.

8.     Çi kenê te tîne?
-         Kenê min bi ti tiştî nayê, kurmancê ku bikene ehmeq e.

9.     Heyfa te li çi tê?
-         Diya min gelekî hewl dida min ji ber xwe bike lê nebû. Heyfa min li wê yekê tê ku diya min di wan hewldanan de bi ser neket.

10. Heke cardî bihatayî dinyayê, te yê çi tiştî cardî bikira?
-          Nivîskarî.

11.   Tiştên ji te re bûne xûy çi ne?
-          Qehr û sixêfkirin kesên ehmeq. Helbet ne ti xû ye.

12.  Tişta ku hêzê dide heyata te çi ye?
-           Projeyên min î nivîsînê ne.

13.   Dîmeneke çawa te dilteng dike?
-           Azirandina zarokan û jinan.

14.   Te mekanek bi çi awayî û li kû divê ku heta mirina xwe tê de bijîyî?
-            Dûrî mirovan. Bi tenê. Ku be bila be.

15.    Dixwazî çi li ser kêla gora te bê nivîsandin?
-            Ez naxwazim gora min hebe. Wesyeta min e ku min bişewitînin.


16.    Tu dikarî resimekî derbarê xwe de çê bikî?













                                        ***

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

4 yorum:

  1. bersivên zahf psîkopatîk. . . :)

    YanıtlaSil
  2. sex di maneya seksê (bihevşabûn) de ye?

    YanıtlaSil
  3. sex bi manêyê şêx û derwiştî yê.
    eyb e lo bi kurmancî qala seks meks ê kirin. :)

    YanıtlaSil
  4. Ji bo çi te bişewtînin mamoste? Xwelî xaşe :)

    YanıtlaSil