Arjen Arî û Kuştina Ahmed Arif



Ahmed Arif
Arjen Arî














***7ê Çiriya Paşîn a 2017an di basnews.comê de dosyeyeke Dara Porxelek a derbarê salvegera pêncan a mirina Arjen Arî de belav bû ku tê de nas û dostên Arî derbarê wî de axivîbûn. Di vê dosyeyê de hevokekê kir ku ez pir li ser vê hevokê bifikirim. Rêdûr Dîjle di vê dosyeyê de behsa bîranîneke xwe ya bi Arjen Arî re dike û ji devê Arî wê hevokê radigihîne me. Dîjle behs dike ka çawa rojekê di civatekê de Arî gotiye: “Mebesta min ew e ku li vê xakê bi şi’ra xwe Ahmed Arif bikujim.” Ez pir ecêbmayî mabûm bi vê gotinê û pir li ser fikirîbûm ka çima Arjen Arî vê gotinê kiriye ji ber ku Arî di esasê xwe de pir di tesîra Ahmed Arif de maye û ev di helbestên wî de jî gelek eşkera ye. Rêdûr Dîjle vê gotina wî di nav çarçoveyeke dijkolonyal de dixwîne lê ev gotina ku kir ez vê nivîsê lê bikim ew ê ne di nav çarçoveya dijkolonyaliyê de lê belê di nav çarçoveya Endîşeya Tesîrgirtinê ya Harold Bloom û  meqaleya “Dostoyevskî û Qetla Bavî” ya Sigmund Freud de bê nirxandin ku di xwendina ewil a vê hevokê de ev herdu berhem hatin gihiştin hewara min. 

***Her di heman dosyeyê de Firat Cewerî jî qala Arjen Arî dike û di hin cihan agahiyên gelekî balkêş dide ku ev agahî gelekî bi kêrî vê nivîsê hatin. Firat Cewerî bereksê Rêdûr Dîjle, behsa tesîra Ahmed Arif ya li ser Arjen Arî dike û dibêje ka çawa wan Ahmed Arif şev û roj dixwend û çawa Arjen Arî “di Kurdî de bûbû rengekî din ê Ahmed Arif”.  Dixwazim bala we bidim ser gotina “rengekî din”. Rengekî din çawa çêdibe? Mebest ew e ku maddeyek/kakilek bi rengekî diyar heye lê kesekî din radibe heman maddeyî/kakilê diguherîne rengekî din. Heger sêv sêv be, nexwe li kêleka sêva sor sêva kesk (tirş) jî heye. Heger rengekî Ahmed Arif hebe, em dikarin heman Ahmed Arifî biguherînin rengekî din jî. Heger Ahmed Arifekî bi tirkî hebe, nexwe Ahmed Arifekî bi kurdî jî dikare çêbibe. Hal û hewal ev be, rengekî din ê Ahmed Arif çima dixwaze Ahmed Arif bi şi’ra xwe bikuje?

***Di nameyeke taybet de Firat Cewerî ji bo min dibêje: “wek niha tê bîra min, Ahmed Arif ji destên Arjen Arî nediket.” Lê xeyn ji Ahmed Arif şaîrên wek Mayakovski, Neruda û Nazim Hikmet jî xwendiye.  Arjen Arî jî di hevpeyvîn û hin nivîsên xwe de kêm be jî behsa Ahmed Arif kiriye. Di hevpeyvîna xwe ya Le Monde Diplomatique de ku Çiya Mazî pê re peyiviye, dibêje : “Wekî bîr û bawerî û bîrdozê; wê demê helbesta kurdî ya heyî jî di bin per û baskên helbesta tirkî; helbesta helbestkarên mina Nazim, Hasan Huseyin, Enver Gokçe, Ahmed Arif û hwd. de şêwe digirt.” Her wiha di berhema bi navê Xasenezer a Arjen Arî de jî çend caran navê Ahmed Arif derbas dibe. Arjen Arî di paragrafekê de bi tinazî nenivîsîna bi kurdî ya Ahmed Arif û Yaşar Kemal rexne dike û ji bo Arif jî dibêje: “bi taybetî ji Ahmed Arîf, ne min xwendiye, ne jî min bihîstiye ku rojekê gotibe, ‘Xwezî bi kurdî min binivîsiya.’” Ahmed Arif ji bo Arjen Arî her wiha gurek e ji ber ku bi kurdî nenivîsiye gava dibêje “Hûn ji min bipirsin bi tirkî min gur dî; duh Ahmed Arîf e, Cemal Sureya ye, Cahît Sıtkı ye…” Lê tevî vê jî Arjen Arî tesîra Ahmed Arif ya li ser wî qebûl dike, behs dike ka çawa wekî dema berê mîna dema niha jî kêfa wî ji helbest û helbestkariya nêzî gelêrî re hatiye ku Ahmed Arif jî yek ji wan e. Ji bo vê tesîra Ahmed Arif jî dibêje: “Erê karteka li dil û li ruh a şi’ira Arîf, bi zimanekî din weke ‘me’ala’ kul û êşan bû”.  Şi’ira Arîf kartek (tesîr) li dil û ruhê Arî kiribû, ji ber ku ew şi’ir kul û êşên wî bi wate dikirin. Heger kartekek li dil û ruh çêbûbe, heta mirinê jî meriv jê nafilite.

***Ahmed Arîf.
   Arjen Arî.
Hûn ji xwe re li vê birêkûpêkiya navan binêrin, li vê pergala rîtm û ahenga navan guh bidêrin. Di derba ewil de meriv wan ji hev dernaxe. Ewqasî nêzî hev, ewqasî hemaheng, ewqasî di nav hev de. Herfên ewil ên nav û paşnavê herduyan jî A.A. ye. Navê herduyan jî ji pênc herfan pêk tê. Arjen Arî paşnavê Ahmed Arif ne wekî “Arif” lê wekî Arîf dinivîse û wiha behsa wî dike. Yanî wekî Ahmed Arîf. Heger em “f”yekê li dawiya paşnavê Arjen Arî zêde bikin hingê navê wî dê bibe Arjen Arîf. Lê heger em “f”yekê ji dawiya paşnavê Ahmed Arîf kêm bikin, hingê navê wî jî dibe Ahmed Arî.
Ahmed Arîf.
Arjen Arîf.
Ahmed Arî.
Arjen Arî.
Baweriya min bi tesadûfan heye. Lê carnan tesîra rastiyekê rasteqîntir e û ez bêtir bawerî tesîra rastiyan tînim.

***Min meseleya çîroka navê Arjen Arî ji çar nas û dostên wî pirsîn. Lê tenê du nas û dostên Arjen Arî karîn li ser nav û paşnavê wî hin agahiyan bidin min. Li gor Mihemed Ronahî çîroka navê wî tinebû, ji navê Arjen hez kiribû; ji ber ku navê wî Darulkeyyas Akay bûye nikaribûye bi vî navî binivîse. Lê ji bo paşnavê Arî jî Mihemed Ronahî dibêje: “ji bo pasnave xwe gotibû dawiya me Arî ye. Em dê bibin Arî.” Firat Cewerî jî li ser wekheviya herdu A.A.yan diyar kir ku ew bawer nake tesîra navê Ahmed Arif li ser navê wî çêbûbe. Firat Cewerî di berdewamiya peyama xwe de wisa dibêje: “Wî ev nav paşê, piştî 1990î li xwe kir. An jî ez welê pê dizanim. Di sala 1979an de  şiîreke wî bi navê A. Dara di kovara Tîrêjê de derket.” Ji bo paşnavê Arî jî Firat Cewerî diyar dike ku, “Berî 1980 nifşê me digot em Arî ne, arjenî, agirjenî, agirvejînî jî bi ar û agir ve girêdayî ye. Hebe nebe wê Dara an jî Darilqeyas loma ev nav bi kar anîbe...” Hin ji maneyên peyva “arif” jî “kesê zîrek, biaqil, zana, bitecrûbe” ye. Gelek kurdên ku kurdan ji dîroka Arîyan dibînin, wateya torindiyê (esîltî) li vê peyvê bar dikin û Arîyan wek nijadeke esîl û pîroz dibînin.

***“Otuzüç Kurşun” (Sî û Sê Gulle) û “Ev Çiya Rûspî Ne”, du helbestên navdar, yek a Ahmed Arif, ya din jî ya Arjen Arî… Tesîra Otuzüç Kurşunê di helbesta Ev Çiya Rûspî Ne de pir xuya ye. Çend risteyan em bi danberhevî bixwînin. Wergera di vir de ya helbesta Otuzüç Kurşunê aidî Jiyan Alpiranî ye ku min ji ser wîkîpediyayê girt û di nav kevanekan de hatiye nîşandan.

"Bu dağ Mengene dağıdır
Tanyeri atanda Van’da
Bu dağ Nemrut yavrusudur
Tanyeri atanda Nemruda karşı
Bir yanın çığ tutar, Kafkas ufkudur
Bir yanın seccade Acem mülküdür"  (Ahmed Arif, “Otuzüç Kurşun”)

(Ev çiya çiyayê Mengenê ye
Dema şefeq li Wanê davêje
Ev çiya çêlikê Nemrûdê ye
Dema şefeq li hember Nemrûdê davêje.
Aliyekî te aşîtê digire, asoyê Qefqasê ye
Aliyekî te sijde milkê ecem e.)

“Te şahid bivê, va Herekol.
Miradkar, bi bext û ol
Va Cûdî
û va ye ax!” (Arjen Arî, “Ev Çiya Rûspî Ne)

“Li piştekê bigerî, va ne:
Ev Nemrûd e
Ev Agirî ye
Ev Sîpan e.” (Arjen Arî, “Ev Çiya Rûspî Ne)

“Yiğitlik inkar gelinmez
Tek’e – tek döğüşte yenilmediler
Bin yıllardan bu yana,” (Ahmed Arif, “Otuzüç Kurşun)

(Mêrxasî nayê înkarkirin
Ji hezar salan vir de, kurên vê dere
Di şerê yeko-yek de têk neçûn)

“Di qada şer de pişta me negihişt erdê.” (Arjen Arî, “Ev Çiya Rûspî Ne)

“Kîj wextî bêleheng ma?
Kî gavê bêkêr?
Ev axa bi xêr û bêr” (Arjen Arî, “Ev Çiya Rûspî ne)

“şer dîne, şervan dîne
çarmêrkî rûniştî di bin berfê de” (Arjen Arî, “Ev Çiya Rûspî Ne)

“Enîmêr e û Dêrsimî” (Arjen Arî, “Ev Çiya Rûspî Ne)

“Bu dağlar, kardeş dağlar, kadrini bilir,” (Ahmed Arif, “Otuzüç Kurşun)

(Ev çiya, çiyayên bira, qedirzan bûn,)

“Ev çiya rûspî ne, heyran!”
“Ev çiya destbirakê Sîpan e.”
“Ev çiya Tûjik e, heyran!” (Arjen Arî, “Ev Çiya Rûspî Ne”)

“Ve uyur-uyanık seher yelini
Kanlara buladılar.
Sonra oracıkta tüfek çattılar” (Ahmed Arif, “Otuzüç Kurşun)

(Û bayê sibê yê tevlixew
Di xwînê da lewitandin.
Dû ra li wir tifing daçikandin)

“Bi pilingê pêşî re şiyar dibin.
Têhn vedide l’lûlan ji teqînê.”

“Vurun ulan,
Vurun,
Ben kolay ölmem.
Ocakta küllenmiş közüm,
Karnımda sözüm var
Haldan bilene.”  (Ahmed Arif, “Otuzüç Kurşun)

(Lêxin lawo,
Lêxin ,
Ez bi hêsanî namirim.
Di kuçik da bûyê arî tirafa min,
Di hundirê min da gotinên min heye
Ji rewşzanan ra.)

“Me, lome nekir ji wan.
Na na, û ne ji yekî!
Navê lawê xwe kiribe Sîpan,
kurdekî,
Me lîland,” (Arjen Arî,  “Ev Çiya Rûspî Ne)

***Li gor teorî û berhema Endîşeya Tesîrgirtinê ya Harold Bloom şeş qonaxên endîşeya tesîrgirtinê hene. 1. Clinamen (xwendina şaş a helbestê; şair (ephebe/halef/şagirt) bi xwendina şaş ya helbesta selefê xwe, ji selefê xwe la dide (sapma)), 2. Tessera (temamkirin û antîtez; şair helbesta selefê xwe bi awayekî antîtetîk temam dike û hetta qedemeyekê pêşdetir dibe), 3. Kenosis (qutkirina berdewamiya bi selef re û xwe-vedizîn (kaçınma); şair gava hewl dide ji selefê xwe bireve û xwe bibîne bê dilê xwe (istemsiz) meyldar dibe li ser valakirina hundirê helbesta xwe û ya selefê xwe), 4. Daîmonîkbûn (li dijî “Mezin”ê (Yüce) selef hewldana şair ya gihiştina ber bi “Dij-Mezin”ê xweserî xwe ve; gava şair ji selefê xwe rizgar dibe û xwe dibîne, digihîje egoyeke şeytanî), 5. Askesis (Xwe-paqijkirin/xwe-bêjingkirin (arındırma) ji bo gihiştina rewşa tenêtiyê; şair ji bo ku xwe ji selefê xwe cudatir nîşan bide, hewl dide şiyan (yetenek) ango helbesta xwe bertengtir bike), 6. Apophrades (vegera miriyan; selef ji gora xwe şiyar dibe û hewl dide cihê xwe yê berê ji halef (şair) bigire; şair ji bo ku ji selefê xwe cuda bibe tevî ku ewqasî hewl daye, têkoşiyaye û di gelek merhaleyan re derbas bûye jî, bê ku hay jê hebe vedigere herî serî yanî mertebeya şagirtiyê (ephebe).  

***Li gor van şeş qonaxên Endîşeya Tesîrgirtinê em dikarin têkiliyeke wiha di navbera Ahmed Arif (selef) û Arjen Arî (halef/ephebe) de deynin:

1. Arjen Arî helbesta Ahmed Arif şaş dîxwîne û ji wî la dide / helbesta wî vediqete.
 ||
2. Arjen Arî helbesta Ahmed Arif bi awayekî antîtetîk temam dike û hetta qedemeyekê pêşdetir dibe.
||
3. Arjen Arî berdewamiya xwe ya bi Ahmed Arif re qut dike û xwe jê vedidize. Arjen Arî gava ji Ahmed Arif direve û xwe dibîne, bê dilê xwe meyldar dibe ku hundirê helbesta xwe û ya Ahmed Arif vala bike.
||
4. Arjen Arî hewl dide li dijî “Mezin”ê Ahmed Arif, bigihîje Dij-Mezinê xwe yê şexsî. Arjen Arî gava ji Ahmed Arif rizgar dibe û xwe dibîne, digihîje egoyeke şeytanî (yanî egoya ê ku xwe ji yê hember mezintir dibîne / egoya şeytanê serî li ber Adem danenî).
||
5. Arjen Arî xwe paqij dike / li bêjingê dixe ji bo ku bigihîje rewşa tenêtiyê. Arjen Arî da ku xwe ji Ahmed Arif cudatir nîşan bide, hewl dide şiyan ango helbesta xwe bertengtir bike.
||
6. Vegera Ahmed Arif. Arjen Arî ji bo ku ji Ahmed Arif cuda bibe tevî ku ewqasî hewl da, têkoşiya û di gelek merhaleyan derbas bû jî, bê ku hay jê hebe cardî vegeriya herî serî yanî mertebeya çiraqtiyê (ephebe). Û niha helbesta wî bi qasî berê ji helbesta Ahmed Arif re vekirî ye.

Arjen Arî gava ku dibêje “Mebesta min ew e ku li vê xakê bi şi’ra xwe Ahmed Arif bikujim.”, derbasî qonaxa şeşem bûye. Li gor Bloom şer û têkoşana herî giran a bi selef re di vê qonaxa dawî de diqewime, digihîje lûtkeyê û di encamê de “şairê bihêz” diyar dibe. Heger mexsed kuştin be nexwe encax ew di encama vê qonaxê de pêk bê.


***Meqaleya Sigmund Freud a bi navê “Dostoyevskî û Qetla Bavî” ya derbarê qetla bavî de dê gelekî bi kêr bê ku em daxwaza kuştina Ahmed Arif a ji aliyê Arjen Arî ve şirove bikin. Li gor Freud, kur bi bavê xwe re di nav têkiliyeke ambivalent (nakok/çelişik) de dijî. Kur ji aliyekî di nav kîn û nefretekê de dixwaze bavê xwe ji nav bibe (ji holê rake) ku wî wekî reqîbê xwe dibîne; ji aliyê din jî, her tim parçeyekî hezkirinê ji bavê xwe re dihêle di ruhê xwe de. Ev her du helwêst gava ber bi hev de tên, xweyekgirtina bi bavî re (baba özdeşleşmesi) derdikeve holê. Kur ji ber ku hem bi heyranî dixwaze xwe bişibîne bavê xwe hem jî dixwaze bavê xwe ji holê rake ku wî wekî reqîbê xwe dibîne, di encamê de fikra ku bikeve şûna bavê xwe pê re çêdibe. Lê ev pêvajo bi engeleke xurt re rûbirû dibe; hewldana jinavbirina bavî di dilê kurik de tirsekê çêdike ku rojekê dê bi xesandinê (iğdiş etme) bê cezakirin ji aliyê bavê xwe yê ku wekî reqîbê xwe dibîne. Ji ber tirsa xesandinê û ji bo parastina nêrtiya xwe, kurik dev ji daxwaza jinavbirina bavê xwe û bidestxistina dêya xwe berdide. Lê ev daxwaz di binhişê kurik de her dimîne û rê li ber hîsa xwe-sûcdarkirinê vedike.

***Li gor nêrîna Sigmund Freud ya derbarê qetla bavî de em dikarin têkiliyeke wiha di navbera Arjen Arî û Ahmed Arif de deynin.
                           
Bav/Selef/ *---------*   Dê/
Şair                    ||              Şi’ira Mitleq
Ahmed Arif       ||
                          ||
                          * 
               Kur/Halef/Şair
                Arjen Arî    

Arjen Arî bi Ahmed Arif re di nav têkiliyeke ambivalent de dijî. Arjen Arî ji aliyekî, di nav kîn û nefretekê de dixwaze Ahmed Arifê reqîbê xwe ji holê rake, ji aliyê din jî, her tim parçeyekî hezkirinê dihêle di ruhê xwe de ji bo Ahmed Arif. Ev her du helwêst dikin ku Arjen Arî xwe bi Ahmed Arif re yek bibîne (özdeşleşme). Arjen Arî ji ber ku hem heyranê Ahmed Arif e û dixwaze xwe bişibîne wî hem jî ji ber ku dixwaze Ahmed Arifê reqîbê xwe ji holê rake, di encamê de fikra bidestxistina şûn û cihê Ahmed Arif pê re çêdibe. Lê ev daxwaz rastî engeleke xurt tê: Arjen Arî ditirse ku ji ber vê daxwaza xwe ji alî Ahmed Arif ve bi qelem-şikandinê (ku careke din nikaribe şi’iran binivîse) bê cezakirin û ji şairtiya (nêrtiya) xwe bikeve. Ji ber tirsa qelem-şikandinê û ji bo parastina şa’irtiya xwe, Arjen Arî dev ji jinavbirina Ahmed Arif û bidestxistina şi’ira mitleq berdide. Lê ev daxwaz di binhişê Arjen Arî de her dimîne û rê li ber vedike ku xwe sûcdar hîs bike.

***Tirsa xesandinê (qelemşikandinê) endîşeya tesîrgirtinê ye her wiha. Şair her tim di nav endîşe û tirsekê de ye û hewl dide serkeftî ji van qonaxan bibibure. Heger karibe serkeftî ji van qonaxan derbas bibe, ew ê bigihîje mexseda xwe û bibe “şairekî bihêz”. Ji van qonaxan derbas bibe an nebe, bi her awayî şair di bin tesîra selef de ye û helbesta wî her wekî destpêkê ji helbesta selef re vekirî ye. Arjen Arî xwe sûcdar hîs dike, çimkî Ahmed Arif ji gorê rabûye û nahêle Arjen Arî bikeve şûna wî. Ev ne şerê Hesenan e, ne şerê Heyderan e, ne şerê duwanzdeh bavê eşîran e, ev şer, şerê du şairan e, şerê man û nemana şairtiyê. Ahmed Arif bi daxwaza xeternak a Arjen Arî hisiyaye loma ji gora xwe rabûye û wî bi qelemşikandinê (xesandin) ditirsîne. Arjen Arî vê daxwaza xeternak diavêje binhişê xwe. Ji aliyekî de fedî dike û ji aliyekî de jî li benda keysa xwe ye. Lê rastiyek heye ku Arjen Arî çi kir û çi nekir, nekarî bestika xwe ji Ahmed Arîf xilas bike. Ahmed Arîf her li dû wî ye, li pey siya wî. Jixwe siyek e Ahmed Arîf, tu wî bikujî jî, ew ê siya wî bimîne. Arjen Arî, Ahmed Arîf kuşt an na, qet nizanim, lê bes dizanim Ahmed Arîfek heye ku di helbestên Arjen Arî de her bang dike û dibêje ez li vir im, li vir. Ew jî siya Ahmed Arîf e. Arjen Arî, Arjen Arîf…


29ê Çiriya Paşîn-4ê Kanûna Pêşîn a 2017an, Parîs



Têbînî: Helbestvanê ku dixwaze Ahmed Arif bikuje ne tenê Arjen Arî ye. Helbestvanekî din jî Rênas Jiyan e ku di vê mijarê de nivîseke wî jî heye. Di nivîsa bê de ez ê behsa vê nivîsê û cardî tesîra Ahmed Arif bikim. 

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

1 yorum: