Arşîv bela ye

Nisan 14, 2023 0 Şirove

 



Arşîv bela ye. Ne diyar e dê çi wextî ji ku derê miselitî te bibe. Di demeke herî xweş de ku te bêhna xwe li dû karekî gêjker berdaye, di demeke herî dudil de ku ji kirin û nekirinê wêdetir neçûbî, di demeke herî zivêr de ku ji nîvcotiyê pê ve te parek nebe, di demeke herî seyr de, demeke herî çors, herî sext, herî derbider, heytehol, gumre, sik. 

Arşîv bargiranî ye. Kêfxweş î jê xilas dibî. Sivikahiyeke bêpayan, niwaze. Çi hacet bi wan qiyametek hûrdekariyan, fotrafên ku piştê xûz dikin, nivîsên ku dikumişin ser milan, qeydên westîner û fîlmên ku nayêne temaşekirin. Lê ev jî heye: aciziya bêwext. Tehbeke bi salan li dû berkevkariya keseran, ax neçûya, xwezî neçûya. Temayên ku di klasoran de hilnayên, dosyeyên ku li sengerên hemû hestan pateyê dikutin, bîrhatin li dû bîrhatinê, birîn li ser birînê. 

Arşîv nostaljî ye. Bêçune, dilbijên, temenkuj, tebîetcamêr, dirêjeaşop. Te heye qeflek bo her deriyî, jûrên ku bêhna hezar salan ji wan tê, malên delodîn, huznî û hinekî jî şeng. Sêpêyek û zincîra demê. Vitrîna ku ji dûredeveran xwe li tozê girtiye. Sûret bo awêneyan e, awêne bo derizandinê. Dîmenên ku li xedengan dikevin. Lê nûbûnek divê, tenê nûbûnek. Nûvejiyanek. 

Arşîv şopek e. Di neqeba tengekêliyan re dikudînî, dibihurî ji qal û belaya ku li ser eniya te deqiyaye. Deng li xwediyê xwe digere, xwedî li dû rewrewkan. Rê kor in, şev xumam. Rê dûr in, şev temam. Amade bo çûyînê. Her kesek û hêmaya xwe, her kesek û jêmaya xwe. Dûajoyek im û min heye tenê parek ji mayînê. Ling radiweste. Bêdengî. 

Arşîv meş e. Rêçên ku nagihîjin ti deverê, rêwîtiyên ku rawestgeheke xwe nîne, mijûlahiyên ku li ti saetê nasekinin, xwejibîrkirin, erê, sermestî. Ev darûberên te ne Xwedêyo, û ev mirovên te. Lê ku nebînim nîvê din ê dinyayê, guh nedim selîqeyên qalm û kêfê. Ahengek e didome, ne dikarî jê bimînî, ne dikarî pê bimînî. Bila neqede. Bila neqede. 

Arşîv jibîrkirin e. Her çi hatibe nijinandin di çaviyên xemê de, dinizile nav behra asûdeyiyê. Guhnedanek bo mirina daxbar: Em hebûn û êdî, em tune ne. Va ye gazî me dikin sîrenên bextewariyê, xortên spêle lengerên xwe ji avê dikêşin, keçên xama dilîrînin bo nehatinê. Tebeqe vala dibin ji serpêhatiyan, reng şolî dibin. Hiş bo nemanê ye. Rast e. 

Arşîv detay e. Li qisûran digere. Sebir nîne li vegotinên yekser, albûmên tekûz, tehemil kêm e li xisletên zelal, awirvedanên dûrelal. Nêzenêz, kitekit, tor li pey kujan. Nexş strana xwe dibêjin: Eve em in, nexuya û nabîna, di qefesa xwe de diedilin. Hêsîr, hesar, hesargeh. Dest nagihîjin, dil nahebînin. Lew veşartî ne, sergirtî û binaxkirî. Li hêviya boşelanê, û nêçirê. Li ber biçe, her li ber diçe. 

Arşîv arşîv e û em, tim pê ve ne. 


*Komputura min xira bû, temîrker got dibe em dosyeyên te xilas bikin dibe xilas nekin. Min hilda li dû vê yekê ev nivîsî ku sernavê wê ji mêj e her bi min re bû. Pêşî li defterê, niha jî li telefonê. Hê jî nizanim ka dosyeyên min dê xilas bibin an ne. Herçend piraniya wan qeydkirî ne.. 


inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: