“Zimanê derveyî” û “jixwe-nefretkirin”ê

Nisan 10, 2021 , 1 Şirove

 

Fexriya Adsay rexnegir, lêkoler û wergêrek e. Heta niha gelek kitêbên rexneyî û lêkolînî wergerandine kurmancî û tirkî, kitêbeke wê ya lêkolînê heye li ser jinên êzîdî, gelek meqaleyên rexneyî nivîsandine û edîtoriya kovara rexne û teoriyê ya bi navê Zaremayê kiriye ku heta 2018an 13 hejmarên wê hatine weşandin û îro roj jî wekî blog li ser înternetê didome. Bi Adsay re derheq “zimanê derveyî” û “jixwe-nefretkirin”ê de peyivîm. 


 ORTADOGU NEWS27.09.2020


-     Çend car in lê rast têm ku qala aciziyeke xwe dikî û rexne li hin gotinên  wekî "kurd ... wiha ne, kurd ... wisa ne" yên -ez jî tê de- xwende, nivîskar û rewşenbîrên kurd digirî. Diyar dikî ku ev kes "mîna yekî ji derve be" dipeyivin. Ez dixwazim tu vê acizî û rexneya xwe ji me re zelal bikî. Kurdek çawa dikare mîna yekî ji derve bipeyive? Tu çawa li vê meseleyê dinêrî û dinirxînî? 

 

-     Pêşî ez vê bêjim ku çima ji vî zimanê giştîkirî pir aciz dibim û pê diêşim. Yek, dema kurdek bi milyonan kurdên din dike heman kategoriyê, bi rewşeke neyênî hemû kurdan pênase dike an hemû kurdan dike failê kirineke neyênî ku gelek caran heqaret, biçûkxistin, heta nifir û nefret li dû tê, ez wek kurdekê aciz dibim. Ji ber ku ez jî yek ji wan milyonan im. Du, ev rasterast gotin, nêrîn û klîşeyên serdest û mêtingerên me yên li dijî me tîne bîra min. Sê, dema mirov li bende ye, hadê piraniya civakê bila li aliyekî be, yeka/î lêkolîner, antropolog, sosyolog, nivîskar, şair, hunermend, weşanger, siyasetmedar, rêvebir hwd. hewl bide bi zimanekî erê rexneyî lê heman demê de jî afirîner, çêker, guherîner, analîzker bipeyive, lê vî zimanê gelemperîkirî, bêqîmetkirin û biçûkxistinê bi kar tîne, bêhêvî dibim. Ji ber ku ev uslub rê li ber nîqaşeke dialektîk û afirîner, û fikirînê digre. Ev uslub tê wê maneyê ku em naxwazin an nikarin tiştekî ji klîşeyên serdestên xwe cuda bibêjin, li ser vê bifikirin. Em di zihnên xwe de teslîmî wan bûne çûne. Çar, dema dibînim xwende, nexwende, zana, nezan, jin, mêr, biçûk, mezin, keç, xort, extiyar herkes bi heman zimanê klîşeyî dipeyive, ez pir ecêbmayî û hêvîşikestî dibim. Difikirim gelo çima û çawa kesên ewqas ji hev cuda li ser vê usluba xirab gihiştine konsensusekê? Çima ehlê xwendin, zanabûn, fikirînê û xwedî tecrubeya salan nikarin ferqekê biafirînin? Ewqas ked û sal bi ku ve diçe? Bi vî zimanî em ê çi hal bikin? Heta kengî em ê bi çavekî biçûû derve li xwe binêrin? Divê hê çend sal derbas bibe ku zimanekî me yî navxweyî çêbibe?

 

-Ev ziman û gotara ku tu behs dikî belkî jî bi qasî edebiyata kurdan xwedî dîrokeke kevn be. Ehmedê Xanî ji bo kurdan dibêje, "Lew pêk ve hemîşe bêtifaq in / Daim bi temerrud û şiqaq in." Hacî Qadirê Koyî jî wisa dibêje meselen,  "Hem heqqyane ermen xîretkeşî yektir in / Wek ême nîn le gell yek de’wa biken be şîran." Ev her du şair piranî di nav konteksteke netewî de tên nirxandin û gelek caran em bi serê wan sond dixwin. Ev gotinên Xanî û Koyî jî heman gotin, nêrîn û klîşeyên serdestên kurdan in gelo û ev ziman çend sedsal in qet neguheriye?

 

-     Rast e, li vir Xanî bi zimanekî derveyî dipeyive û di vî warî de dikare qala neguherînekê bê kirin. Zimanê Koyî ne wisa ye. Koyî bi “ême” xwe jî dike nav. Di warê giştîkirinê de, ya Xanî derbarê bêtifaqiyê de ye, ji xwe meseleya bêtifaqiyê bi xwe babeteke giştgir e. Koyî, ermen û “me” bi awayekî giştî dide ber hev û li vir tişt an uslubeke mirov aciz bike tune ye. Bi taybetî li gor dewra xwe ev ne klîşe ne. Em nikarin bibêjin klîşeyên serdestan in jî. Ji xwe ji bo dema wan em nikarin zêde qala gotareke têkûz a serdestan jî bikin, dema Koyî de hinekî rewş cuda be jî hê ne mîna niha berbelav e. Ya din, ziman û gotara ku min li jor behs kir gelek caran heqaret, biçûkxistin, jixwenefretkirin, nefret, heta nifiran jî dihewîne û helbet em nikarin Xanî û Koyî qet tevlî vê meseleyê bikin. Ji xwe qesta te jî ne ev e.

 

 

-    Di xwendinên xwe de rastî têgeheke wisa nehatim ku yekser ji bo vê rewşa kurdan hatibe gotin. Ne yekser be jî û bi temamî li derveyî vê mijara me bin jî hin têgeh hene belkî fikrekê bidin me. Di nivîsên xwe de, Remezan Alan behsa "klîşeya berevajîbûyî" û “oryantalîzma navxweyî”, Şaro I. Garip behsa "aqlê protez" û "self-kolonyalîzm"ê û Şêxo Fîlîk jî behsa "nebanî / yabancılaşma"yê (nexasim nebaniya li civakê û ya li çandê) dike. Lê dixwazim tu li ser têgeha "jixwe-nefretkirin"ê bisekinî, di lîteratûrê de jî têgeheke wekî "jixwe-nefretkirina cihûyan" (Jewish self-hatred) heye ku cara pêşî Theodor Lessing sala 1930yan di kitêba xwe ya discher Selbsthass (Jixwenefretkirina Cihûyan) de bi kar tîne (lê îro roj ji wateya xwe ya eslî hatiye dûrxistin). Lessing kesekî wisa ye ku ji cihûtiyê derbasî xirîstiyaniyê dibe û paşê dîsa li cihûbûna xwe vedigere, di 1933yan de jî ji aliyê naziyan ve tê kuştin. Li gor wî ev jixwe-nefretkirina cihûyan ji ber wê "diyardeyê ye ku xwe pir zêde dişibînin bi çanda serdestan re û wan pêşhikmên wan di nav xwe de qebûl dikin". Tu çi dibêjî li ser vê, em dikarin behsa "jixwe-nefretkirina kurdan" jî bikin? Ev têgeh çiqasî li rewşa me dike?

 

-    Ew her sê têgehên pêşî ji bo peywendên cuda hatibin emilandin jî helbet dikarin rê vekin di nîqaşa vê rewşa me de jî. Lê ez jixwe-nefretkirinê -an self-hatred- li vir bêtir guncav dibînim. Ji xwe tu jî qismen pênase dikî ku qebûlkirin an dahurandina pêşhikmêçanda serdestan e jixwe-nefretkirin. Nayê ra min kengî li vê têgehê rast hatim, lê baş tê ra dema cara pêşî çav lê ketim, hêrsa min a ji ber vî zimanê acizker ku her tim li ber guhê min diket piçekî danîşt, belkî ji ber ku êdî qe ne min piçekî fam dikir ka mesele çi ye. Her çiqas di peywenda cihûyan de peyda bûbe jî ev têgeh, ji bo civakên din ên bindest jî, mîna yên rêş, hatiye emilandin. Loma ji bo min wek têgeheke fonksiyonel xuya kiribû. Piştî ku min dît kesên derdora min ên xwende an ên serê xwe diêşînin jî bi heman uslubê dipeyivin, ewçax bêtir pê êşiyam. Loma bêtir ez mijûl jî kirim. Îjar dibêjim carna dibe ku têgeha jixwe-nefretkirinê têr neke ji bo famkirinê. Giranbûna barê kurdbûnê bi xwe, aloziyên me yên navxweyî û derveyî, her tim behs û rojeva tijî têkçûû nelihevhatinan jî dike ku em zû dev ji xwe û ji aqlê selîm berdin û ev mîna bertekekê xwe di zimanê me de dide der. Û em gelek caran ji bîr dikin ku em bi xwe faîl in an dikarin/divê bibin faîl. Dibe ku ji ber vê jî be ev hêrs û nefreta me. Belkî fikra failbûnê bike ku em bêtir bi aqlê selîm li ser xwe bipeyivin, bifikirin, xwe bi awayekî kûrtir tehlîl bikin. Faîlbûn dibe ku ji me re bibe terapî jî…

 

- Mebesta te ji failiyê çi ye, bi çi awayî ye?

 

- Dibêjim sedemek vê hêrs û nefretkirina ji xwe an, belkî carna nefret gotineke giran be, jixwenehezkirinê dibe ku ji ber hesta bêkêrbûnê be. Dema mirov li hemberî rewşeke aloz xwe bêkêr   dibîne an xwe mîna parçeyek ji wê rewşê nabîne jî hêrs û nefret peyda dibe û ligel vê ji bilî xwe herkesî tawanbar dike. Ev rêya herî hêsan û kurt e. Ya zehmet ew e ku mirov xwe jî bike şirîkê berpirsyariyê û li rêyên dirêjtir, rêbazên bisebirtir lê xurttir bigere. Belkî mirov di temenê xwe de qet negihêje jî dawiya wê rêyê lê çûyina bi vê rêyê de bi xwe jî dikare mirov hinekî rihet bike. Qe ne mirov dikare bêtir bi xwe re li hev be wek kurdekê/î û bi derdora xwe nekeve. Ev jî heye, dema yek ji me hinekî xwe nas dike û hewl dide bikeve vê rêyê jî pir zû şirîkatiya xwe an rabirdûya xe ya nêzîk ji bîr dike, xwe ji hemû arizeyan azade dibîne; wî mafî di xwe de dibîne ku wî zimanê derveyî bi kar bîne an hemû kurdên ji bilî xwe biçûk, bêqîmet bibîne. Em ji bîr nekin, em hemû berxikên eyn kozikê ne. Me her çi perwerde dîtibe, her çi xwendibin, em bûbin xwedî kîjan mewqiyan jî, kêm zêde arizeyên me gişan hene.

 

-Meriv tenê xwe berpirsiyar hîs bike ev hesta jixwe-nefretkirinê dê ji holê rabe? Kurt Lewinê ku serê xwe bi vê têgeha “jixwe-nefretkirina cihûyan” re êşandiye, di 1941ê de dinivîse ku “jixwe-nefretkirina cihûyan tenê dê wê çaxê ji holê rabe, gava ku bi rastî jî ew gihiştin statûyeke wekhev bi kesên ne-cihû re.” Ev gotin pirseke din jî tîne bîra min.  Piştî çend salan dewleteke cihûyan çêdibe, digihijin “wekhevî”yekê, lê ji wê çaxê ve ye hîn jî hin kes bi “jixwenefretkirinê” tên tawanbarkirin, bo nimûne Noam Chomsky û hin rewşenbîrên din, ji ber ku ji polîtîkaya dewleta Îsraîlê nefret/rexne dikin. Her çiqas îro roj kurd negihiştine wê “wekhevî”yê , hinekî rewşa me dişibe hev. Meriv dikare lê rast bê ku ji ber ku kurdek ji hêzek, partiyek yan jî serokekî kurdan nefret/rexne dike wek nefreteke li kurdbûnê tê qebûlkirin, wek bêedebî yan jî bêbextiyeke li nirxê kurdan tê famkirin, kêm zêde wek jixwenefretkirinê. Bi ya te jî ev nefretek e li kurdbûnê? Nefreta ji xwe ççax dest pê dike, sînoreke vê heye? 

 

-     Rast e, Kurt Lewin xweş gotiye. Em jî gelek caran dema serê bi xwe re diêşînin, digihêjin vê encamê û newekhevbûna xwe, bindestbûna xwe, nebidestbûna xwe hwd. (em ne xwediyê qedera xwe ne û heta “em”a me çi ye, me hê li ser wê jî li hev nekiriye) wekî sedemên vê haletîruhiyeta xwe dibînin. Ev tesbîteke giştî û siyasî ye ku gelek rehendên wê hene. Lê tişta min li jor got, bêtir derbarê îro de ye. Yanê heta ku em bibin xwedî statu an bi cîranên xwe re bibin wekhev, em ê wekî tak an şexsekî/ê çi bikin? Heta wê demê em ê çi helwestê bigrin? Em ê li bende wê rojê bin ku partiyek an rêxistinek me rizgar bike û em bibin wekhev?  Ji bo em bikaribin bi xwe bigihêjin wê rojê jî lazim e stratejiyek me hebe.     Ji wê rojê şûn de wê çi bibe? Ne zehmet e mirov texmîn bike ku wê di rojekê de her tişt sed û heştê pile neguhere. Bermayiyên vê serdema em tê de helbet wê bi awayekî bandora xwe bidomîne. Hişmendiyeke sedansalan bi carekê ve naguhere. Û pir normal e ku kesên mîna Chomsky her daim mixalîf jî hebin. Bi qasî ku Chomsky nas dikim, ew mixalifekî pir tûê Amerîkayê bi xwe ye jî ne tenê yê Îsraîlê. Min nebihistiye wî bi awayekî kategorîk heqaret li cihûyan kiriye, ew bêqîmet kirine an ew biçûk xistine. Mixalefeta wî li dijî siyaset û kirinên Îsraîlê yên li hemberî filistiniyan e. Dîsa bi qasî dizanim, ew ne li dijî hebûna dewleta Îsraîlê ye. Ya din, carekê min hevpeyvîneke wî xwendibû, di wir de mealen wiha digot: “erê, ez mixalifekî tûê Amerîkayê me lê ez tu carî bi temamî ne li dijî hebûna dewleta Amerîkayê me, Amerîka gelek aliyên wê kêrhatî/hêja hene.” Hêdar im mixalifên me yên mîna wî her tim hebin, Xwedê me ji wan bêpar nehêle. Rexnekirina siyaseta dewletan bi tu awayî nakeve nav jixwe-nefretkirinê. Îjar nizanim, kê, kengî, di kîjan peywendê de ew bi jixwe-nefretkirinê tawanbar kiriye. Loma qet hewce nake em li ser bisekinin jî ku mirov ji serok, hêzek an partiyeke kurdan hez neke têkeve nav kategoriya jixwe-nefretkirinê. Tu serok, partî an rêxistin ne temama wê neteweyê bi xwe ye an dewsa wê nagre. Helbet rexneyeke bi vî rengî ne nefret e li kurdbûnê. Bila her serok, partî an rêxistin her tim ji xwe re dua bikin ku kesên bikaribe ji dil û can wan rexne bikin, rastî û heqiyan li rûyê wan bibêjin hebe li dora wan. Ger em behsa sînorekê bikin, bi ya min, usluba bêqîmetkirin û biçûkxistina temama kurdan, ew gelemperîkirin an pêşhikmên neyênî yên bêbingeh, ji empatiyê dûr ku, ya girîngtir, hemû kurdan dihewîne û na qala sûretê xwe yê di neynika serdestan de pênase bike, ev dibe ku sînorek be. Ya na, naxwazim xelet bêm famkirin, helbet em ê hevdu rexne bikin, ku em ji hevdu fêr bibin. Guhlêdana rexneyê rêbazeke fêrbûû guherînê ye jî. Bi şertê ku em rexneyê bi xwe jî, mîna gelek tiştan, hundirê wê vala nekin û tenê mîna çek an tîrekê bi kar nînin li dijî fikrên ji yên ji me cudatir. Û li gor min, tiştê ku him qedrê rexneyê zêde dike him jî nîşaneyeke samimiyetê ew e ku mirov bikaribe yê nêzîktirînê xwe, yê ji xwe jî rexne bike.

 

-Remezan Alan di meqaleya xwe ya bi navê “Di Edebiyata Kurdî ya Modern de Lêrasthatinên Kolonyal, Îmaja Netewî û Klîşeyeke Berevajîbûyî” de qal dike ku ew îmaja nerênî ya tirkan di wan hin berhemên kurdî de tu carî nagihêje asta ew îmaja nerênî ya kurdan di wan hin berhemên tirkî de û “ne ew çend bi zikreşî” ye. Te jî di axaftineke me de qal kiribû ku em kurd gelek caran wî zimanê “derveyî” bi qasî ku ji bo xwe bi kar tînin ji bo tirkan bi kar naynin. Ew zimanê ji bo tirkan çawa ye, çi cudahiyên wê ji yê bo kurdan hene?

 

- Belê cudatî heye. Pêşî dema mirov bi mantixeke dûz lê dinêre li bende ye, zimanê li hemberî tirkan gelekî hişktir, bi hêrs û nefret be, ne wisa? Mîna Remezan Alan di peywenda edebiyatê de gotiye, ku vê bala min jî kişandibû, ev mesele di hin deqên edebiyatê de jî pir beloq e. Na, zimanê em li hemberî “wan”, civaka wan bi kar tînin ne ewqasî hişk e, ewqas nefret, biçûkkirin û bêqîmetkirin tê de tuneye. Digel ku ew ên derveyî me ne jî, gelek caran em bi zimanekî derveyî qala wan nakin. Dema herî zêde hêrs dibin, diqehirin jî, hêrsa xwe pir pir li hikumeta wan, leşkerên wan an polîsên wan vala dikin. Ew ne tenê yên derveyî me ne, ew êdinên me ne jî an divê wiha be, pir kêm lê rast hatime ku bi zimanekî kêmker, bi awayekî kategorîk hemû tirk hatine bîçûkxistin, bêqîmetkirin an heqaret li wan hatiye kirin. Li gor tecrubeyên xwe dikarim bi rihetî bibêjim, dema yek zimanekî bi vî rengî li hemberî tirkan bi kar bîne jî, ew ji aliyê derdora xwe tê hişyarkirin ku “em nikarin hemû tirkan bikin yek kategoriyê, qasî ku tirkên xirab hene, yên baş jî hene, di nav her miletî de yên baş nebaş hene” filan û bêvan… û ji pozisyoneke humanîzmaya fantastîk, ev wek nijadperestî an neteweperwerî tê kodkirin. Ji xwe tirsa piraniya me ya herî mezin ew e ku em bi nijadperestî, neteweperweriyê bên “îthamkirin”. Şopa vê helwestê di siyasetê de jî, di hin deqên edebî û sinemayê de jî em lê rast tên.

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

1 yorum: