Hêvî
Hêvî tenê
peyvek e. Li rawestgeha dawî ya berî dinyayê. Zikê kesî pê têr nabe. Zêdetir
najî. Di piyangoyê de siûdê rast nagerîne mesela. Deynê fatûreyan jî pê
naqedin. Di îmtihanan de têra helkirina problemên matematîkê nake. Pir zehmet e
em bizanin di kîjan salê de temenê bav dê bibe du qatê tevdeya temenên zarokên
xwe. Ez tenê bi hêviyekê dizanim, ew jî nikare biçe Marsê.
Qewmê me yê
hêvîbexş. Hêvîgir. Hêvîder. Hêvîker. Hêvîber. Hêvîdar. Hêvîza. Heft çîrokên
me hene, her heft jî li ser hêviyê. Pir dewlemend e zimanê me. Ne îşê dewlemend
e. Hingî dewlemend e. Em aşiqê dewlemendiyê ne. Em hêvî dikin gava dewlemend
dibin. Gava dewlemend dibin, zêdetir hêvî dikin. Hemû ferhengên me li peyva
hêviyê tapokirî ne. Hêviyê em qelihandin. Xem nake. Bijî serok Hêvî.
Li welatê me
her sal, çar demsalan, em heman tiştî hêvî dikin. Em hêvî dikin hin kes xwe ji
bo me bidin kuştin. Min go kuştin lê bila tiştine xirab neyê bîra we. Hewce
nake her kes xwe bikuje. Her kes dikare berdêlekê bide mesela. Kedek jî dibe.
Dengê xwe bide xwe, xêra Xwedê ye. Hema hinekî jî xîret bike, baş e. Rexneyên
xwe di dilê xwe de bihêle, hêj baştir e. Em her sal ji bo hêviyê qiyametê
radikin. Serê hev dişikînin. Dilê hev dihêlin. Didin çêran. Hêviya me heta ber
deriyê dîwana mezin e. Em ditirsin. Saloqat ditirsin bimirin heger nikaribin ji
wî deriyê pîroz derbas bibin.
Xanî negot. Ma
dê çawa bigota rebeno. Lê dibêjim qey heger serokekî me hebûya, me dê navê wî
daniya hêvî. Bi herfa hûrik. Navê hemû serokên me Hêvî ye. Bi herfa gir. Ew pir
gir in. Giregir in. Ew in hemû hêviyên me. Hemû hêviyên wan, ew. Me hemû, giş,
tevde, rojekê, hema qe nebe rojekê, bi can, bi dil, bi xwîn, daye dû hêviya
xwe. Ozmen şaş bû. Navê rast, Pêşbaziya Hêviyên Neqediyayî bû.
Hêviyên me
dinivîsin. Mala wan ava. Heqê wan e. Bila binivîsin. Em ji bo wan dikevin rêzê.
Ji bo wan qor dibin. Ew rûmeta me ne. Em çima qedrê wan negirin? Em kitêbên wan
dixwînin. Îmze dikin. Hevokeke pîroz dikin rewşa xwe ya Whatsappê. Li welatê me
ti kes, ti carî xwe nabîne. Çênabe bibîne. Baran ji bo wan dibare. Roj ji bo
wan hiltê. Hemû serokên me miheqqeq ji bavikekî digihîjin Xwedayekî mîtolojiyê.
Tarîxa me qedîm e. Bextewariya me ji ber qedîmbûna me ye. Lê sed sal e em ji bo
heman hêviyê digirîn. Ew hêvî jî, van rojan dê bê çapkirin.
Hêvî peyveke
qedîm e. Hetta ya herî qedîm e di zimanê me de. Ez nabêjim. Bavûkalên me wisa
riwayet kirin. Di hemû çavkaniyan de diyar e etîmolojiya vê peyvê. Em, yanî
hêvî, diçin digihîjin heta berî du hezar salan. Hin çepgirên me dibêjin Xwedê
ji Zerdeşt re herî pêşî gotiye hêvî bike. Rastgirên me yên zimannas reha vê
peyvê digihînin peyveke erebî. Me hêj li hev nekiriye mixabin. Konsensûs li ser
çênebû. Ey hêviya delal, serê te çiqas hişk e.
Di tarîxa me ya
mirovatiyê de du qonax hene. Berî Hêviyî (BH). Piştî Hêviyî (PH). BH, salnameya
me ber bi pêş ve digeriya. Niha em li PH ne lê salnameya me ber bi paş ve
digere. Sersala me bi rojbûna serokê me yê mezin, Hêviyê Yekem (em bi qurban
bin) dest pê dike. Piştî wî gelek Hêvî hatin. Em ne şaş bin, niha li Hêviyê
Sedûbîstûçaremîn (em bi qurbana wî jî bin) sekinîne. Hûn hêviyê ji tarîxa me
derxin, ti bermayiyek li dû me namîne.
Edebiyata me
xurt e. Muzîka me baş. Di govendê de kes nikare qayîşê bi me re bikişîne. Di
zikreşiyê de kesî di ser xwe re nabînin. Lê dîsa jî em hêvî dikin. Nizanim ka
me gotibû. Xelatên me yên hêviyê jî hene. Her sal hin hêvîmirov hêviyên xwe yên
herî baş pêşkêş dikin. Xelata îsal bû para danerê dirêjtirîn hevoka derheq
hêviyê de. Sêhezarûçarsedûsê peyv.
Hêvî tenê
peyvek e. Me wer dizanî.
***
*Ev nivîsar cara pêşî 25.06.2018an li bianet.orgê hat weşandin.
0 yorum: