Rêbera Rastnivîsînê û Agahdarîyek

Di vê 21ê sibata bihurî da, Weqfa Mezopotamyayê Rêbera Rastnivîsînê ya Komxebata Kurmancîyê belav kir. Komxebat ji hejdeh kesan pêk dihê û endamên komxebatê di heft civînên cuda yên nav du salan da Rêbera Rastnivîsê pêk înaye. 

Wekî agahdarîyekê dixwazim bibêjim ku ji niha û pê ve ez dê jî pêgirîya Rêbera Rastnivîsînê bikim û di blogê da li gor wê binivîsim (helbet di metinên honakî da dibe ku carinan bi qestî van rêzikên Rêberê îhlal bikim, ji ber ku edebîyat gelek caran di ser hemû rêzikan ra ye, lê di hemû nivîsarên din yên derveyî honakîyê da ez dê her guh bidim Rêberê.) Hin guhertinên rastnivîsînê herçend destpêkê bi min ecêb bihên jî, ez weha bawer dikim ku piştî çend nivîsaran dê hînî wê bibim. Ji bo min qet ne girîng e ku li cem me paşdaçekên "ra, da"yê nahên bikarînan û kes nabêje "dihêm", "ez dê biçim", "maleka min heye" hwd. 

Tevî vê dixwazim hin fikirên xwe li ser hin madeyên Rêberê bibêjim û paşê hin şaşîyên redaksîyonê dîyar bikim ku bi ber çavê min ketibûn (tevî ku ev cara pêşî ye di nivîsarekê da şaşîyên rastnivîsînê dîyar dikim jî, qet hez nakim di nivîsaran da şaşîyên weha dîyar bikim, bes ji ber ku ev kitêba rastnivîsînê ye, tunebûna şaşîyên weha dê çêtir be.)

Rêbera Rastnivîsînê bingeha xwe ji heman Rêbera Rastnivîsînê ya Mistefa Aydoganî (2012, Weş. Rûpelê) wergirtîye lê li ber ketim ku bi qasî ya Aydoganî ne bi îzah û teferûat e. Di mijareka weha da, ji bo ku xwîner û axêverên vî zimanî îqna bibin, îzah û teferûatên weha girîng in. 

Di Rêbera Komxebatê da mijara [î]ya berî [y]yê gelekî bi kurtî hatîye behskirin. Komxebat dîyar dike ku bêjeya bi [î]yê diqede û [y] lê dihê zêdekirin, divê wekî [î] bihê nivîsîn. Lê nahê behskirin ka ew lêkerên bi radera -inê diqedin dê berî [y]yê [i]ya xwe biparêzin yan dê bibin [î]? Di ya Aydoganî da lêkerên weha [i]ya xwe parastîye, anku Aydoganî berî hemû [y]yan [î] nenivîsîye, koka lêkeran parastîye, bêje û kokên lêkeran yên bi [î]yê diqedin wekî [î] nivîsîye, lêkerên bi -inê jî diqedin wekî [i] nivîsîye berî [y]yê. Aydoganî di xebata xwe da nenivîsîye "hatîye", "gotîye", lê nivîsîye "hatiye", "gotiye". Ji ber ku lêkera van ne "hatîn" e, ne "gotîn" e û koka wan jî ne "hatî" û "gotî" ye. Lê di ya Komxebatê da berî hemû [y]yan [î] dihê û lêkerên bi -inê jî diqedin ketine ber vî awayî. Ji bo nimûneyê, wan nivîsîye "hatîye", "wergirtîye", ne ku "hatiye", "wergirtiye". Heger mesele parastina koka bêjeyê be, awayê ya Aydoganî gelekî bi min maqûl dihê, lê heger mesele rêlibergirtina tevlihevîyê be, îhtimal e ku nivîsîna [î]ya berî hemû [y]yan hêsantir be. Ev beşa Rêberê hewceyî îzaheka berfirehtir e, lê heta ev mesele zelal nebe, ez dê jî wekî ya Komxebatê, berî hemû [y]yan, [î] binivîsim. 

Meseleyeka din ku hişê min tev li hev dike, kêşana kesê sêyem yê lêkera "hatin"ê di dema niha û dema dahatî da ye. Rêbera Komxebatê wekî "bihê" û "dihê" qebûl kirîye. Ev lêker wekî kêşana kesên sêyem yên lêkerên din nahê nivîsîn, bi "(y)e"ya kesê sêyem naqede, wekî biçe/diçe, bireve/direve, bixwaze/dixwaze hwd. Nizanim li tu deverê dihê gotin yan na lê wekî ku "bihêye", "dihêye" bêhtir li awayê kêşana lêkeran dike. Komxebatê di heqê vê mijarê da jî îzahek nekirîye ku çima divê "dihê" be. Heta ev mesele jî baş zelal nebe, ez dê jî her wekî "dihê" û "bihê" binivîsim. 

Rêbera Komxebatê di çend cihan da lêkera danînê bi awayên cuda nivîsîye ku xuya ye li ser vê lêkerê negihiştine standardîyekê. Di cihekî da wekî ku rastîya lêkera "danîn"ê "daînan" be, gotine "daîne", lê li cihekî din jî "datînin" hatîye nivîsîn, lê heger biryara wan li ser "daînan"ê be, divê "datînin" bibe "dadiînin". Di nivîsareke xwe da ("Tesrîfa Teremaxî çi ji min re dibêje?")  min behsa lêkera "danîn"ê kirîye û min xwe spartîye bikarînaneka berî çarsed salan. Di Tesrîfa Teremaxî da tê fêmkirin ku lêker ne "daînan" e, wî kêşana kesê sêyem yê lêkerê wekî "dabine" nivîsîye ku îro roj ew gireya -bi-yê bi piranî ketîye û mirov wekî "dane" dikare binivîse. 

Hinek tevlihevîya min ya hişî jî di tewandina navê zimanan da ye. Mesela "kurmancî" li hemû cihên hewce hatîye tewandin, lê di "kurdîya kurmancî"yê da (r. 154) nehatîye tewandin. Bi qasî ku fêm dikim, kurmancî li wirê ne rengdêr e jî. Wekî ku îzafeya "kurdîya kurmancî" hîn rasttir e her wekî "kurdîya Dîyarbekirê" hwd. Xwedîxêrek hebûya ev mijar jî ji bo min zelal bikira, dê çend baş bûya. Ya bi xêr. 

Rêbera Rastnivîsînê pîroz be. Wekî ku min nû dest bi nivîsîna kurmancîyê kiribe, bi heyecan im. 

***

Çend şaşîyên biçûk yên rastnivîsînê ku bi ber çavê min ketin: 

*Li cihekî "Buenos Aîres" (r. 30) li cihekî "Buenos Aires" (r. 57) hatîye nivîsîn.
*Li cihekî "Awistralya" (r. 30) li cihekî "awustralyayî" (r. 30) hatîye nivîsîn. 
*Li cihekî "Stokholm" (r. 36) li cihekî "Stockholm" hatîye nivîsîn.
*Li cihekî "Qamişlo" (r. 29) li cihekî "Qamîşlo" (r. 100) hatîye nivîsîn.
*Li cihekî "eslî" (r. 82) li cihên din "esilî" (r. 82) hatîye nivîsîn. 
*Li cihekî "bikaranîn" (r. 187) li hemû cihên din "bikarînan" hatîye nivîsîn. 
*Li cihekî "yê" (r. 215) li hemû cihên din "dê"ya dema dahatî hatîye nivîsîn. 
*Li cihekî "de" (r. 39) li hemû cihên din "da"ya paşdaçek" hatîye nivîsîn. 


inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

8 yorum:

  1. pismam yanî mijarekê ez dikarim wiha zelal bikim:

    hatîye
    birin be jî dibe: birîye
    birîn be jî dibe: birîye

    mesela vê ev e:
    1) ya ewil mesele tevlîhevîya birin û birînê ne ji ber î'yê ye, ji ber r'yê ye, birînê da du r hene.

    2) çima î ye: ev kişandin dema borîya dûdar e. te dî di pirtûkên gramera kurdî da dibêjin dema borî ya dûdar bi e'yê çêdibe:
    ez hatim/e
    tu hati/y/e
    ew hati/y/e
    em hati/n/e

    axir di kesê duyem da jixwe problem xuya dikir, li Kurdistanê tu bikujî jî kes nabêje tu hatiye, herkes dibêje tu hatîyî. (ev îzahkirin hemû Mikaîl bilbil ji min ra gotibûn) piştî xebatên Mikaîl yên va du salan dibêje qertafa dema borî ya dûdar î ye. ew e'ya dawî qertafa kesane ye. mînak:
    ez hat/î/me
    tu hat/î/yî
    ew hat/î/ye
    em hat/î/ne
    dema tu vî şiklî çêdikî jî wek tu dibînî tu problem di kişandina şexsan da namîne. li hin cihan ez hatîme bûye hatime, hatîne bûye hatine (li hin cihan hê jî wek xwe ye) lê li her derî hê jî herkes dibêje ew hatîye, tu hatîyî/hatî.
    ha ha dema tu qertafa dema borî ya dûdar fêm dikî û wê dikî cihê wê hingî ew lêkerên te digot "koka wan nayê parastin" tê fêmkirin ku ew î ne kok e, qertafa dema borî ya berdest e.

    YanıtlaSil
  2. Tu qirara mi jixwe zani. Lê siheta te xweş ji ber vê nivîsê.

    YanıtlaSil
  3. Înan merheba!
    Înan, ez te di facebookê û di twîttê da nabînim. Gelo te facebook û twîtta xwe girtine ya te ez bloqe, asteng kirime?

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Merheba Apê Zinar,
      Di heyatê da min tu asteng nekiriyî û ez dê nekim jî. Min facebook û twittera xwe ev demek e ji ber hin kar û baran girtine.
      Silav û hirmet.

      Sil
  4. Baş e, min fêm kir.
    Bimîne di nava xêr û xweşiyê da.

    YanıtlaSil
  5. Silav keko.
    Te barê kamyonekê şaşî û kêmasiyên Rêbera Weqfa Mezopotamyayê li dû hev rêz kirine û tu dibêjî tu yê li gel van şaşiyan jî bi ya wan bikî.
    Bi ya min bikî, tu yê pir nelezînî. Ez bawer dikim ku ew ê di demeke ne dûr de ji ya xwe vegerin.
    Van rojan birêz Huseyîn Mihemed derbarê vê rêberê de nivîseke dirêj beş bi beş diweşîne. https://zimannas.wordpress.com/2020/01/29/rebera-rastnivisine-ya-wm-u-derde-giran-ye-hiperkorektiye-u-xweferzkirine-1/

    YanıtlaSil