34. Dune (1984): Sê Goşe

Şubat 23, 2019 , 0 Şirove


Dune navê romana Frank Herbert e ku wekî şahesereke honaka zanistî tê qebûlkirin. Duneya Lynch jî ji ya Herbert hatiye adabtekirin. Û Duneya Jodorowsky heye ku meseleya wê jî têra xwe dûdirêj e.

Ez pêşî bibêjim: Min Duneya Herbert nexwendiye, cara pêşî bi xêra Duneya Lynch pê hisiyam; min Duneya Lynch heta nîvî temaşe kir û min got heyfa wextê min û nîviyê din temaşe nekir; Duneya Jodorowsky anku Jodorowsky’s Dune navê dokûmanterekî ye ku piştî ya Lynch min lê temaşe kir û kêfa min pir jê re hat. Ev gotina min ya bi safikiya temaşevanekî ye.

Duneya Lynch
Belkî ji ber ku min Duneya Herbert nexwendibe û ne hakimî mijarê bim, loma kêfa min ji fîlm re nehatibe. Di ber re çavê min jî diçû ser hev. Mijar hinekî zehmet bû ji min re û min ji hev dernedixist ka mesele çi ye. Bi qasî min fam kir mesele şerê navbera desthilatên li sê asteroîdên cuda bû. Gelek însan dimirin, lê qencan herî dawî zora xeraban dibir, wekî hemû çîrokên me.

Heznekirina min dibêjim qey ne tenê ji ber min e. Min gelek şiroveyên li ser fîlm jî xwendin, piranî ji aliyê temaşevanan jî nehatiye hezkirin li gor fîlmên din yên Lynch. Pûanê wê yê li ser IMDByê 6,6 e. Di dema xwe de gelek nîqaş li ser fîlm jî çêbûne û fîlm nehatiye ecibandin. Ka bê ji ber çi ye, Lynch bi xwe jî zêde ji vî fîlmê xwe hez nake. Li gor Jodorowsky jî ew ne fîlmê Lynch e, yê prodûktorê wî ye, çimkî li gor wî Lynch derhênerekî mezin e û nikare fîlmekî weha xerab çê bike.

Tê gotin ku budçeyeke gelekî mezin ji bo fîlm hatiye terxankirin û Lynch jî ji bo kişandina fîlmên xwe yên paşê xwe di ber karekî weha re rakiriye. Her çi jî be, ez naxwazim hêviyên xwe yên li ser Lynch ji dest bidim û ez dê li fîlmên wî yên serekî binerim ku min bi zanebûn hişt ji dawiyê re.

Meseleya Jodorowsky ev e û ji ya Lynch gelekî muhîmtir e bi qenaeta min. Jodorowsky di salên 70yî de dixwaze fîlmê Duneyê bikêşe. Gelekî li ser dixebite, ji muzîkên wê bigire heta xêz û resimên wê, heta lêgerîna lîstikvanan. Heger pêk bihata, Pink Floyd, Orson Welles û Salvadore Dali û gelek kesên herî serkeftî yên karê xwe dê tê de cih bigirtana. Lê çavê feqîriyê kor be çê nebû.

Tiştên ku Jodorowsk di dokûmanterê de behs dikir, dinyayeke din bû, alemeke din, xeyalekê bê ser û ber. Wî bi xêzkerên herî baş yên dema xwe re di deftereke gelekî qalind, hemû sehmeyên fîlm xêz kiribû û fîlm xuya ye dê têra xwe dirêj bûya (ya Lynch du saet û bîst deqe filan e). Wî bi resaman wêneyên hemû tiştên li van asteroîdan dabû xêzkirin, û xeyala wî wan tiştên deraqilî diafirandin. (Di atolyeyeke vîdeoyê de mamostayê me jî gotibû berî kişandina vîdeoyên xwe, her sehneyê xêz bikin. Piştî deftera Jodorowsky min baştir fam kir gotina mamostayê xwe.)

Duneya Jodorowsky
Lê xeyala Jodorowsky naçe serî û hîn jî neçûye serî. Ew bi deftera xwe re li gelek studyoyan digere. Her kes pir ji vê projeyê hez dike, her kes dibêje her tişt baş e, lê derhêner ne tê de. Jodorowsky budçeyeke mezin ya ji bo vî fîlmê xwe nikare peyda bike. Projeya wî têk diçe û ew jî ji bo demekê têk diçe. Piştî vê têkçûnê, bîst û sê salan tu fîlmî nakişîne.

Piştre ev projeya ji dest Jodorowsky distînin û didin Lynch. Jodorowsky gava dibihîze dê Lynch vî fîlmî bikişîne kêfxweş dibe. Çimkî ew jî heyranê Lynch e û li gor wî encax wî bikariya vî fîlmî bikişanda. Gava fîlm belav dibe û diçe sînemayê pir xemgîn e, diheside û weha dihesibîne ku fîlm pir serkeftî ye. Lê hêdî hêdî gava fîlm diherike, pir kêfxweş dibe: Fîlm qet ne serkeftî ye!

Ew xêzên Jodorowsky dibe îlham ji gelek derhênerên din re. Di hin fîlman de tê peydakirin ku hin dîmen li ber xêzên deftera Jodorowsky hatine çêkirin. Duneya Jodorowsky nehate kişandin, lê heger bihata kişandin, îhtimal e fîlmê herî navdar yê honaka zanistî bûya û belkî bi awayekî din tesîr li sînemayê bikira. Tevî ku nehat kişandin jî Duneya Jodorowsky wer xuya ye fîlmê herî bi tesîr yê nehatî kişandin e ku tesîra wê ji gelek fîlmên kişandî zêdetir e.

Herçî Duneya Lynch e, wer xuya ye ew jî fîlmê herî xerab û bêtesîr yê xwediyê xwe ye, di nav gelek fîlmên wî yên baş û gelekî bi tesîr de.

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: