33. The Elephant Man (1980): Sûretê Dayikê

Şubat 20, 2019 , 0 Şirove


Wekî fîlmê din, di vî fîlmê Lynch de jî, dîmena ewil û ya herî dawî eynî ye û em di nav fîlm dikarin heman dîmenê bibînin û wateyekê bi vê dîmenê bidin. Vê carê wêneyê jinekê li ber me ye. John Merrick gava li wêneyê dêya xwe dinere, her eynî wêne bi ber çavê me dikeve. Dayik her çiqasî ne xuya be jî, siya wê her li ser kurê wê ye. Fîlmekî di bin siya dayikekê de.

Lynch çîroka fîlmê xwe ji çîrokeke rastî digire. Ji çîroka Joseph Merrick. Bi awayekî din, fîlmekî biyografîk e. Lê helbet, derhêner jî hin tiştan li çîroka heyî kêm kiriye û zêde kiriye.

John Merric
Fîlm çîroka John Merrickê bîst û yek salî dibêje ku ev xort ji ber nexweşiyekê, laşê wî, serê wî ketiye ber dezenformasyonê û loma jê re dibêjin Fîlemêr. Doktorekî bi navê Frederick Treves bi tesadûfî rastî John tê û wî ji xwediyê wî digire û li nexweşxaneya xwe bi cih dike û odeyekê didiyê. Ew li vê odeyê dikeve xewa mirinê. 

Lynch her çiqas di ser rewşa John re nîşan dide ku mirov û civak çiqasî durû ne li hemberî hev û her kes teqlîda hev ya bi awayekî ne û hewl didin egoya xwe têr bikin û qezenc û menfaetekê bi dest bixin jî, ew jî teqlîdeke din ya van mirovan e, û em temaşevan jî bi temaşekirina xwe teqlîdeke din ya din ya din ya din ya van mirovan e, û em di nav dinyayeke teqlîdan de dijîn.

John Merrick ji ber ku difikire laşê wî, serê wî ne wekî mirovên din e, xwe sûcdar dike, xwe biyaniyî laşê xwe dike (mesela eynik, ji eynikê ditirse û gava nobedarek eynikê dide ber rûyê wî, ev jê re dibe êşkenceyek), xwe kêmtir dihesibîne, li ber dêya xwe fedîkar dimîne ku kurekî weha “ew xeyalşikestî kiriye”.

Xwediyê wî, li sîrkan wî nîşan dide, bi lêdanê, bi her tehdeyê nîşanî wî dide ku John ne ji wan e û ji ber vê jê re dibêje “xezîneya min.” Doktor jî pêşî li dû menfaetê xwe ye, ew bi miayenekirina wî re astekê li asta xwe zêde dike, li ber çavê hevkarên xwe mezintir dibe û di ser wî re qezencekê bi dest dixe.

Lê Doktor gava li odeyeke nexweşxaneyê John bi delalî dide xwedîkirin jî, ji xwe dipirse, gelo ew jî wekî xwediyê John e, wekî wî li şûna başiyê xirabiyê pê dike, tenê ji bo kariyera xwe lê dinere? Tevî ku jina wî jê re dibêje tu ne xirab î jî, lê tu xirab î Doktor. Tu jî eynî wekî xwediyê wî xirab î. Tu û nexweşxaneya te li pey navekî ne.

Tu jî weha yî Kendala hunermenda mezin ya Îngilîzan. Tu Romeo yî, tu ne fîlemêr î, çi ye? Tu kê dixapînî? Tu xortekî cara ewil dibînî û bi hemû eleqeya xwe xeyalên wî binpê dikî. Tu nahêlî ew bibe kesekî ji rêzê. Ew li ber gef û gurên xwediyê xwe jî ne ji rêzê bû, û niha li ber vê eleqeya “germ” jî ne ji rêzê ye.

John Merric û Frederic Treves
Heger serê John ne weha bûya ew hemû sosyete nedihatin serdana wî û bi hin hîsên sexte pesn û gotinên xweş ji bo wî rêz nedikirin. Ew bi nîşandana mirvovbûna xwe nemirovbûna xwe nîşan didin. John çawa ku eleqeya xwediyê xwe nedixwest, eleqeya weha jî naxwaze. Ne eyb e ku Kendal li hola şanoyê hemû sosyeteyê radike ser lingan û li hemberî John ji bo wî didin çepikan. Ev hemû ji ber “ser”ê John e. Ew bi her awayî li nav çavê John dixin ku ew ne ji wan e, loma ev hemû eleqe ji bo wî ne. Hinek bi lêdanê hinek bi xweşkirinê dibêjin, tu ne ji me yî.

Ma John nizane ew bi her awayî li dervê civatê ye? Bi israr ji Doktor re dibêje hevalê min, lê Doktor çiqas hewl dide jî nikare jê re bibêje hevalê min. Ew bi awayê “hûn” gazî John dikin.

Lynch jî ne kêm î Doktor e. Em jî ne kêmî Lynch. Û belkî xwendevanên vê nivîsê jî, ne kêmî xwediyê vê nivîsê. Her kes bi awayekî dide dû şopa hevdu. Mîrateyek heye, û mirov nikarin xwe jê xilas bikin.

Tekane hevalê John belkî jî ew maketa wî ye, ku li ber katedrala li hemberî pencereya xwe çê dike. Piştî ku diqedîne, li ser dinivîse John Merrick. Bi ser ketim, dibêje John. Êdî amade ye eynî wekî mirovê di resmê hemberî xwe de, xwe dirêj bike, serê xwe dane û raze, bo xeweke edebî. John ji ber serê xwe nikaribû serê xwe daniya ser balîfê, loma serê wî li ser çokê, her radiza. Razana li ser balîfê ji bo wî mirin bû, dizanibû. Lê piştî her serkeftinê, mirinek ji xwediyê wê re dimîne. Ew li mirina xwe xwedî derdikeve, li ber guhê wî helbesteke bi dengê dêya wî, li ber çavê wî, çavên xweşik yên dêya wî.

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: