32. The Straight Story (1999): Rêya Ber bi Stêrkan ve Diçe

Şubat 19, 2019 , 0 Şirove


Fîlmekî pir sade û straight yê Lynch. Belkî jî fîlmê herî sade yê jiyana min be, nizanim. Tevî ku bîst sî deqeyên ewil fîlm bi min ne xweş bû jî, lê poşman nebûm ku min temaşe kiriye. Ev hemû sadetî û henûniya fîlm, dilê min xweş kir.

Hemû mesele tev de ev e: Alvin Straight (Richard Farnswhorth dilîze) kalemêrekî li dor 80 salan e û bi qîza xwe re dijî. Rojekê dibihîze ku Lyleyê birayê wî krîza dil derbas kiriye. Bi deh salan e ji hev xeyidîne û li hev nepirsîne. Ev krîz dibe sebeb ku Alvin romorkê bi motora xwe ya biçûk ya dirûtinê ve veke û pêncsed kilometreyan biajo û biçe serdana birayê xwe. Ev rêwîtî ji pênc hefteyan zêdetir digire. Alvin tevî hemû zehmetiyan diçe serdana birayê xwe û ji bo kêliyekê be jî, bi hev re li stêrkan temaşe dikin.


Çîrok ewqasî sade ye lê wekî ku çîrokeke ji vê axê be, ji van deran. Em gelekî çîrokên xeyda du birayan dibihîzin, bi hev re naaxivin, lê bi mirina hev re yan jî berî mirina hev, helaliyê ji hev dixwazin. Ev jî wekî helalîxwestinê bi min hat. Çîrok li her derê eynî çîrok e.

Ne ku napirsim gelo ev rewş zêde nehatiye dramatîzekirin? Kalemêr nêzî 80 salî ye, nexweş e û bi gopalan dimeşe, li motora xwe ya biçûk siwar dibe û bi hefteyan pir hêdî diçe. Lê Lynch bersivê ji bo hemûyan dibîne. Nikare bi erebeyekê biçe ji ber ku ehliyeta wî tune, ew naxwaze bi erebeya kesekî din jî biçe, û ew dixwaze tenê biçe. Alvin vê dûrmayîna bi salan, dixwaze bi kedeke mezin bide. Ji heqê wê jî tê der.

Lynch vê carê bi kodên malbatê dilîze. Gelo mirov bi temamî bi tenê ye yan li derekê, li cihekî, mirovekî ji wî dijî û di bîra wî de ye? Bira bira ye, dibêje Alvin. Hezkî Habîl be, hezkî Qabîl. Alvin bi ked û cehda xwe nîşan dide ku li derekê, di bin banekî de, kesek heye ku tu lê bifikirî û ew kes heq dike tu ji bo wî bidî ser rêyan.


Stêrk. Fîlm bi esmanekî tijî stêrk dest pê dike û dîsa bi heman esmanê tijî stêrk diqede. Em di rêwîtiya Alvin de vê meseleya stêrkan fam dikin. Ew qal dike, ji bo ku bi birayê xwe re cardî li stêrkan binerin, diçe serdana wî. Gava diçe serdana wî, kêliyekê bi hev re li jor dinerin, kamera jî hêdî ber bi jorê ve diçe û berê me dide esmanekî tijî stêrk.

Lynch di fîlm de li şûna xezalên rastî hin xezalên çêkirî bi kar tîne. Ji bo çi weha kiriye, gelo ev jî lîstikeke wî ye, nizanim. Lê min tu wateyeke din nedît. Xezalên rastî li wir bûna, heçku dê xweştir bûya.

Tê gotin ku Richard Farnswhorth di dema vî fîlmî de bi rastî jî eyn wekî Alvin nexweş bûye, û çokên wî bi zehmetî liviyane. Yanî ew axînên wî yên ji ber çokan jî, rast bûne. Farnswhorth wê çaxê qansêrî bûye û piştî du salan jî întixar kiriye. Wî karakterekî din nelîstiye, xwe nexistiye şûna kesekî din, hewl nedaye bibe wekî kesekî din, ew ew kes bûye jixwe, ew bûye ew kes. Ev serkeftina wî jî kiriye ku bibe berendamê xelata Oscarê.


inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: