Parçeyek ji otobiyografiya Mamoste Hejar
![]() |
Mamoste Hejar (1920 - 1990) |
Qazî Mihemmed ku hingê navê wî “Mîrza Mihemmedê Qazî” bû, bûbû Rêveberê
Perwerdehiyê yê Sablaxê, bêyî ku me’aş wergire yanî bi şanazî. Îcar ew ku
nûnerê dewletê bû –diviya biçûya serdana hemû fêrgehan. Wî biryar dabû ku bê
dibistana me jî û binihêre ka em xwendineke çawa dibînin. Mamoste ji min re
got: “Kurê min! Eger min car û baran li te dabe jî bizane ku ez ji te hez
dikim. Ez hez dikim ku te bi Rêveberê Perwerdehiyê re bidim naskirin. Zîrek be!
Bi başî bersivê bide!” Gelo ji bo nasandinê, kes na, lê ez? Tu bibêjî rêveber
çi dibe? Ez ê çi jê bipirsim? Rojekê ji nişka ve Rêveber Beg ket jûra tijî mêş
û dûman. Mamoste ez nîşan dam, got: “Qurban vî kurî ezmûn bike (biceribîne)!”
Rêveber got: “De ka tiştekî bixwîne!” Min dest bi Ehmedîye [1] kir:
Re’is ser e, ‘eyn
çaw e
Beden qalb, îsm naw
e
Cebîn û cebhet tiwêl
e
Mekr û keyd û hîle
fêl e
Wî got: “Aferim, lê te ji bo çi got fêle
û tiwêle? Diviyabû ku te bi lama qelew [2] bigota. Min aferima xwe
wergirt û mamoste jî ji ber dilxweşkirina rêveber her di bin simbêlan re
dibişirî. Rêveber jî ji bîr kir ku ji min bipirse tiwêl û fêl yanî çi? Tê bêjî
qey min wek zilaman deh caran sewax kiriye! Çinku wek tûtiyê hatibûm fêrkirin û
min nedizanî ka min çi xwendiye. Tenê min dizanî ku ez hîç nizanim.
Xweşbextane dibistana me hat girtin,
ew jî bi saya zîrekiya min!
Di temenê xwe yê heştsaliyê de bûm
ku birayek ji bo min zêde bû. Hejmara zarokên malê gihaşt sisêyan: Ebdurrehman,
Zêneb û Ebdulla.
Wextê zarokatiya min ji xeynî xwendina
pak, digel lîstina cigên û giwêzên û helmatên û qoçeqanî
çiwêlekekuj û kellay ciwan û helûkên û cexzên [3], her piştî nimêja nîvro
heta tariya êvarê, bi pêxwasî, bi serqotî min xwe bilind dikir û çeng dikir
xwarê û jiyana min wek a padşahekî rasteqîn bû; lê min nedizanî çend bextewer
im. Her şev piştî şîvê diçûm kolanê, digel zarokan heta ku xewa me bihata, me
bi lîstika xwe berdewam dikir. Ji lîstikên şevê ev di bîra min de mane: “Mela
Teqteqên”, “Kerê sor î dûvdirêj”, “Kilawên”, “Heyco”, “Çawşarkêne” û “Hemzel”
bû.
Çinku dayika min bi nexweşiya sîlê
(werem) miribû, tirsa wan hebû ku ew nexweşî bi min jî bigire. Diviya ku heta
bi dest diket, di hewaya paqij de bijîm. Ji aliyekî din ve jî bavê min wiha
dixwest ku kurê wî nebe gêjelok û xamê bajaran û jiyaneke hişk xûy bigire. Hemû
bihar û havînan ez dişandim derveyî bajêr, yan diçûm “Masiwê Dayman” li zozanê
Mala Mam Seyid ku navê wî Seyid Mihemmedê Lacanî bû; min jê re digot Mam Seyid.
Yan li gundê Sarewanan li mala xalanên xwe dijiyam. Di rastiyê de jiyana
zarokatiyê a gund hîç bi jiyaneke bajarvaniyê re li hev nake. Padşahiya bê his
û deng, zarokatiya li gund e. Her serê sibehê me xwe berdida nav deşt û
çiyayan; li hêlînên balindeyan bigere, dafikê li ber vede, hêkên wê bidize,
biçe bîstanan, xwe bilind bike. Bi xwe êvarî her behs nayê kirin; saetek pêş
hatina garanê, ber bi garanê ve baz bide û li rê bi cemedanî yan piştbendê, kereke
rût î tazî bipêçe û xwe biavêje serê. Gava ber bi malê ve dibezînî, zîtik
diavêje, dilezîne, bêtirs bi xwe bigire û nekevî. Reng e ji bîst caran zêdetir
serê min şikiya di wê xweşlîstinê de; lêbelê serşikandina di oxira kerbezandinê
de xelat e!
Du ji kurxalên min hevtemenî min
bûn: Hemedemîn û Mame Rehman ku digel wan kêfa min pir baş bû. Min hez dikir ku
biçim serê her cihên pir bilind û bizanim ka li wî aliyî çi heye. Gelek caran
bi tena serê xwe diketim rê û bi çiyê hildikişiyam. Carek ji wan caran min
dixwest biçime lûtkeya bilindiya Çiyayê Humam ê li Masiwê, ez pir pê de çûbûm; Mala
Mame Seyid wiha zanibûne ku mar li çolê bi min vedaye. Bûye hawar û qêrîn û wan
çend kes şandine pey min ku min bibînin. Wan hêviya xwe ji min birîye û ez bi
xwe hatim.
Ez bi şivanê Mala Mame Seyid re
diçûm ber pez, min navê gul û gihayan jê dipirsîn; min çîrokên xweş jê
dibihîstin. Bûbûm pispor di naskirina heywanan de, şivanî aferim li min
dikirin. Min nan û şîrê xwe bi wî re dixwar û li ser erda rût radizam û hemû şîrîniya
bajarê min ji bîra min diçû.

[2] Lamî qelew; tîpa di alfabeya kurdî-erebî de “L” ku di soranî de wek
tîpa “l” di peyva “sal” de tê xwendin. (ji ferhenga soranî-kurmancî)
[3]
Navê lîstikan e.
***
Jêder: Mamoste Hejar, Çêştî Micêwir, Nawendî Çap û Bilawkirdinewey Kitêbî Mîhregan, 2007, r 15-
16.
Ji soranî: î.
Ne mi go; piştî xwendina her nivîsa te 'Înanolo kî ye?' dixwînim. Nizam, ew romanén xweş î ku mero naxwaze dawî lé bé lé mero ha'jé heye wé'b çi hawî biqede.. wilo ta'm Înano lo lawo.. Ew xewna Evdalo jî te li van deran binivisiya dibúm zor kefxweş.. lé hema zorr haa..
YanıtlaSilYanî tu dibêjî nivîsa "înanolo kî ye" bi qasî "romaneke xweş î meriv naxwaze biqede" xweş e? Ka bi îzn û qaweta xwedê ez ê rojekê behsa Xewna Evdal jî bikim. Zor spas 😊
SilKu mabe 'rojeké' me pé girt.. bémane..
SilDe were piştî viqas otobîyografî, name û rojnivîskên rast î bêderew î ji dil rûne roman, çîrok û helbestên ''fiction'' û qaşo afrînerî ye bixwîne :) Te xêreke mezin kiriye dîsa Înan, spas û sihhet xweş.
YanıtlaSilRast dibêjî pismam, jidilbûn kêm bûye. Siheta te xweştir.
SilSihhet xweş û xweş ha. Heqqeten te kedek mezin daye vê wergerê, te xweş wergerandîye jî. Spasî :)
YanıtlaSilGelek spas keko, tu ji camêriya xwe dibêjî. Silav.
Sil