Parçeyek ji otobiyografiya Mamoste Hejar

Şubat 02, 2017 , , 7 Şirove

Mamoste Hejar (1920 - 1990)

Qazî Mihemmed ku hingê navê wî “Mîrza Mihemmedê Qazî” bû, bûbû Rêveberê Perwerdehiyê yê Sablaxê, bêyî ku me’aş wergire yanî bi şanazî. Îcar ew ku nûnerê dewletê bû –diviya biçûya serdana hemû fêrgehan. Wî biryar dabû ku bê dibistana me jî û binihêre ka em xwendineke çawa dibînin. Mamoste ji min re got: “Kurê min! Eger min car û baran li te dabe jî bizane ku ez ji te hez dikim. Ez hez dikim ku te bi Rêveberê Perwerdehiyê re bidim naskirin. Zîrek be! Bi başî bersivê bide!” Gelo ji bo nasandinê, kes na, lê ez? Tu bibêjî rêveber çi dibe? Ez ê çi jê bipirsim? Rojekê ji nişka ve Rêveber Beg ket jûra tijî mêş û dûman. Mamoste ez nîşan dam, got: “Qurban vî kurî ezmûn bike (biceribîne)!” Rêveber got: “De ka tiştekî bixwîne!” Min dest bi Ehmedîye [1] kir:

Re’is ser e, ‘eyn çaw e
Beden qalb, îsm naw e
Cebîn û cebhet tiwêl e
Mekr û keyd û hîle fêl e

Wî got: “Aferim, lê te ji bo çi got fêle û tiwêle? Diviyabû ku te bi lama qelew [2] bigota. Min aferima xwe wergirt û mamoste jî ji ber dilxweşkirina rêveber her di bin simbêlan re dibişirî. Rêveber jî ji bîr kir ku ji min bipirse tiwêl û fêl yanî çi? Tê bêjî qey min wek zilaman deh caran sewax kiriye! Çinku wek tûtiyê hatibûm fêrkirin û min nedizanî ka min çi xwendiye. Tenê min dizanî ku ez hîç nizanim.

Xweşbextane dibistana me hat girtin, ew jî bi saya zîrekiya min!

Di temenê xwe yê heştsaliyê de bûm ku birayek ji bo min zêde bû. Hejmara zarokên malê gihaşt sisêyan: Ebdurrehman, Zêneb û Ebdulla.

Wextê zarokatiya min ji xeynî xwendina pak, digel lîstina cigên û giwêzên û helmatên û qoçeqanî çiwêlekekuj û kellay ciwan û helûkên û cexzên [3], her piştî nimêja nîvro heta tariya êvarê, bi pêxwasî, bi serqotî min xwe bilind dikir û çeng dikir xwarê û jiyana min wek a padşahekî rasteqîn bû; lê min nedizanî çend bextewer im. Her şev piştî şîvê diçûm kolanê, digel zarokan heta ku xewa me bihata, me bi lîstika xwe berdewam dikir. Ji lîstikên şevê ev di bîra min de mane: “Mela Teqteqên”, “Kerê sor î dûvdirêj”, “Kilawên”, “Heyco”, “Çawşarkêne” û “Hemzel” bû.

Çinku dayika min bi nexweşiya sîlê (werem) miribû, tirsa wan hebû ku ew nexweşî bi min jî bigire. Diviya ku heta bi dest diket, di hewaya paqij de bijîm. Ji aliyekî din ve jî bavê min wiha dixwest ku kurê wî nebe gêjelok û xamê bajaran û jiyaneke hişk xûy bigire. Hemû bihar û havînan ez dişandim derveyî bajêr, yan diçûm “Masiwê Dayman” li zozanê Mala Mam Seyid ku navê wî Seyid Mihemmedê Lacanî bû; min jê re digot Mam Seyid. Yan li gundê Sarewanan li mala xalanên xwe dijiyam. Di rastiyê de jiyana zarokatiyê a gund hîç bi jiyaneke bajarvaniyê re li hev nake. Padşahiya bê his û deng, zarokatiya li gund e. Her serê sibehê me xwe berdida nav deşt û çiyayan; li hêlînên balindeyan bigere, dafikê li ber vede, hêkên wê bidize, biçe bîstanan, xwe bilind bike. Bi xwe êvarî her behs nayê kirin; saetek pêş hatina garanê, ber bi garanê ve baz bide û li rê bi cemedanî yan piştbendê, kereke rût î tazî bipêçe û xwe biavêje serê. Gava ber bi malê ve dibezînî, zîtik diavêje, dilezîne, bêtirs bi xwe bigire û nekevî. Reng e ji bîst caran zêdetir serê min şikiya di wê xweşlîstinê de; lêbelê serşikandina di oxira kerbezandinê de xelat e!

Du ji kurxalên min hevtemenî min bûn: Hemedemîn û Mame Rehman ku digel wan kêfa min pir baş bû. Min hez dikir ku biçim serê her cihên pir bilind û bizanim ka li wî aliyî çi heye. Gelek caran bi tena serê xwe diketim rê û bi çiyê hildikişiyam. Carek ji wan caran min dixwest biçime lûtkeya bilindiya Çiyayê Humam ê li Masiwê, ez pir pê de çûbûm; Mala Mame Seyid wiha zanibûne ku mar li çolê bi min vedaye. Bûye hawar û qêrîn û wan çend kes şandine pey min ku min bibînin. Wan hêviya xwe ji min birîye û ez bi xwe hatim.

Ez bi şivanê Mala Mame Seyid re diçûm ber pez, min navê gul û gihayan jê dipirsîn; min çîrokên xweş jê dibihîstin. Bûbûm pispor di naskirina heywanan de, şivanî aferim li min dikirin. Min nan û şîrê xwe bi wî re dixwar û li ser erda rût radizam û hemû şîrîniya bajarê min ji bîra min diçû.




[1] Ehmedîye (Luxetnameyî Ehmedî): Ferhenga menzûm a soranî-erebî ya Şex Marif Nodêyî ye ku di sala 1799an de ji bo kurê xwe Ehmed nivîsiye.
[2] Lamî qelew; tîpa di alfabeya kurdî-erebî de “L” ku di soranî de wek tîpa “l” di peyva “sal” de tê xwendin. (ji ferhenga soranî-kurmancî)
[3] Navê lîstikan e.



***

Jêder: Mamoste Hejar, Çêştî Micêwir, Nawendî Çap û Bilawkirdinewey Kitêbî Mîhregan, 2007, r 15-
16.

Ji soranî: î.

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

7 yorum:

  1. Ne mi go; piştî xwendina her nivîsa te 'Înanolo kî ye?' dixwînim. Nizam, ew romanén xweş î ku mero naxwaze dawî lé bé lé mero ha'jé heye wé'b çi hawî biqede.. wilo ta'm Înano lo lawo.. Ew xewna Evdalo jî te li van deran binivisiya dibúm zor kefxweş.. lé hema zorr haa..

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Yanî tu dibêjî nivîsa "înanolo kî ye" bi qasî "romaneke xweş î meriv naxwaze biqede" xweş e? Ka bi îzn û qaweta xwedê ez ê rojekê behsa Xewna Evdal jî bikim. Zor spas 😊

      Sil
    2. Ku mabe 'rojeké' me pé girt.. bémane..

      Sil
  2. De were piştî viqas otobîyografî, name û rojnivîskên rast î bêderew î ji dil rûne roman, çîrok û helbestên ''fiction'' û qaşo afrînerî ye bixwîne :) Te xêreke mezin kiriye dîsa Înan, spas û sihhet xweş.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Rast dibêjî pismam, jidilbûn kêm bûye. Siheta te xweştir.

      Sil
  3. Sihhet xweş û xweş ha. Heqqeten te kedek mezin daye vê wergerê, te xweş wergerandîye jî. Spasî :)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Gelek spas keko, tu ji camêriya xwe dibêjî. Silav.

      Sil