6. Panelkapcsolat (1982): Gund û Bajarên Çadirî
Ma
kes heye li “Gund û Bajarên Çadirî” guhdarî nekiribe? Ew jî yek ji wan stranên
kevn yên Ciwan Haco ye ku dê her û her bê guhdarîkirin. Sêhrek heye, yan di dengê
Ciwan de yan jî di van stranên wî bixwe de. Dibêjim qey, heger du sed salên din
jî bijîm, piştî du sed salan jî ez dê li van stranên wî guhdarî bikim. Meriv
çawa aciz nabe piştî demekê yaw? Meriv çawa dikare stranekê heta dawiya emrê
xwe guhdarî bike? Mesele çi ye? Formûl çi ye? Efsane namirin.
Panelkapcsolat
fîlmê sêyem yê metraj-dirêj yê Tarr e ku min bi navê Mirovên Gund û Bajarên
Çadirî wergerand, tevî ku ne wergereke rast û dirist e, lê maneyeke xwe
heye ji bo min, bi xêra dengê Ciwan. Fîlm çîroka malbateke li avahiyên
prefabrîk ji me re dibêje. Min hez nekir birêz Tarr, ma bi zorê ye? Ne ku fîlm
li gor fîlmên din, li gor serdema xwe xirab e, li gor fîlmên din yên Tarr min
jê hez nekir. Û min ev baştir fam kir: Carna ji bo tiştekî baş î biçûk lazim e
meriv hezar tiştên xirab jî biceribîne. Carna piştî hezar ceribandinên xirab meriv
nikare tiştekî baş jî biafirîne, ev jî heye. Xwe amade bike ey mirov, ji başiyê
re jî, ji xirabiyê re jî. Ez bi her duyan jî qayîl im. Lê tişta ku min heyran û
heşmetkar dihêle ne başî ye; îstiqrar e. Mirovek çawa dikare hemû heyata xwe
bispêre tiştekî, xwe pêbendî tiştekî bike, her bide dû wî tiştî. Hingê ew mirov
rêz û hurmeta herî mezin heq dike, hez dikî bila hemû ceribandinên wî ceribandinên
xirab û têkçûyî bin. Rêz û hurmeteke mezin jî ji bo Tarr, ji kerema xwe.
Rev.
Meseleya vî fîlmî rev e. Min çend nivîsên derheqê vî fîlmî de xwendin, tu yek
jî behsa vê meseleya “reva însanî” nake. Herin werin bibêjin filankeso weha
dike çîkê nizanim çi dike. Însanek kengî digihîje wê merhaleyê ku dixwaze warê
xwe, malbata xwe bi cih bihêle û wan biterikîne? Gava aciz dibe, gava bê hêvî
dibe, gava hezkirina dilê wî dimire, gava şewq û hêvî û hezkirinê li warekî din
dibîne. Robbîyê me yê mêrê nehsalane û
xwediyê du zarokan tenê ji ber van sedeman dixwaze lêxe, here, bireve, xwe
xilas bike; tevî ku ew van nabêje û dibêje dixwaze du salan biçe warekî din,
bixebite, ji bo dewlemend bibin, erebeyekê ji xwe re bikirin. Berde bavê min
berde, me ev gotin têra xwe bihîstine. Xanima wî biaqil e, jê re dibêje piştî
ku tu ne li vir bî çi maneya erebeyê heye. Dizane rebenê, ma çawa nizanibe,
mêrê filitî êdî nayê girtin. Lê tu sûcê Robbî tune bawer bikin, ev reva wî “reva
însanî” ye. Temaşevanên safik dê xemgîn bibin, dê dilê wan bi jinikê û her du
zarokan bişewite, belkî jê re bidin çêran jî ku çima vê jina hêja diterikîne û
diçe. Lê hinekî li Robbî bifikirin, hêviya wî, hezkirina wî têk çûye. Ev
biryareke xwexwaz e, rast e, lê em ji tevgerên wî fam dikin ku hemû daxwaza wî
ew e ji bo cardin hezkirin û hêviya xwe bi dest bixe. Dide dû dil û aqilê xwe
camêr. Ma qet ev hesta “reva însanî” bi we re çênebûye? Kêliyekê her kes
fikiriye ku birevin, biçin cihên dûr, xwe ji rewşa heyî xilas bikin. Îmaja
azadiyê îmaja dûriyê ye ji bo me.
Destpêkê
ez jî temaşevanekî safik bûm. Min digot qey du jinên Robbî hene. Di sehneyên
ewil de piştî ku Robbî çenteyê xwe dixist hev û bi girî jina xwe li dû xwe
dihişt, çîroka me vedigeriya berî bûyera rev û terikandinê, vê carê Robbî dihat
malê bi şerab û spreyeke poran bihevrebûna nehsalane ya xwe û jina xwe pîroz
dikir. Min digot qey ew jin jina wî ya duyem e û piştî ku ji cem jina xwe
reviya hat cem jina duyem. Mîratê min ew qet neşibandin hev jî. Piştî ku fîlm
hat ber qedandinê min mesele fam kir. Êdî Robbî ji jina xwe re qala çûna xwe ya
derve dikir, heta ku ew sehneya destpêkê êdî bi awayekî kronolojîk hat tekrarkirin.
Min got, way be, tu çi şeytan î birêz Tarr. Erê min ji fîlm hez nekir, lê
çîroksazî saxlem bû, qet nebe wî ez terskoşe kirim. Em vê teknîkê bi
awayekî hostayanetir di Satantangoyê de dibînin.
Tiştekî
din: Di fîlmên Tarr de muzîk û dans heçku temayeke hevbeş in. Di piraniya
fîlman de wextekî zêde ji bo muzîk û dansê tê veqetandin. Di Satantangoyê
de jinek behs dikir ku ji bo dansê dimire û dihele. Di vî fîlmî de jî jina
Robbî qal dike ku di ciwaniya xwe de ji bo dansê her diçû mekanên weha. Di Werckmeister
harmóniák, Kárhozat û A londoni férfi de ev sehneyên herî xweş yên muzîk û
dansê li bar/meyxaneyê derbas bibin. Bar/meyxane, muzîk û dans sê xalên muhîm û hevbeş in di
fîlmên Tarr de. Helbet, mirovên gund û bajarên çadirî jî para xwe ji van
her sê xalan digirin.
0 yorum: