31. Wild at Heart (1990): Evîna Nazik û Şîrîn

Şubat 18, 2019 , 0 Şirove


Piştî temaşekirina Wild at Heartê min berê xwe da hin nivîs û şiroveyên derheqê fîlm de. Di hin ji wan de behs dihat kirin ku hin peyam û jêgirtin ji The Wizard of Ozê hene.

Piştî Wild at Heartê min li The Wizard of Ozê jî temaşe kir. Ne zêde be jî min dît ku Lynch îlham ji vî fîlmî wergirtiye di fîlmê xwe de. Xwezka dema zarok bûma, min li Ozê temaşe bikira, heyf.

Fîlm li aliyekî, jiyana Judy Garlanda aktrîsa bi rola Dorothya fîlmê The Wizard of Ozê bala min kişand. Xanim belkî xwedî rekora hewla întixara herî zêde be li dinyayê. Belkî sî çil carî jî hewl dabe întixar bike. Helbet întixar dike.

Lula û Sailor
Di Wild at Heartê de jî em du cazûyan dibînin. Cazûya başiyê û cazûya xirabiyê. Cazûya xirabiyê jî her wekî ya Ozê li melkesa xwe siwar dibe û difire. Ew qêrîna wê ya nîşana xirabiyê, di demên xirab de tê ber guhê Lulayê.

Cazûya başiyê jî her wekî ya Ozê li ber çavê Sailor xuya dike. Di nav ronahiyekê de,  wekî di nepoxekê de be. Herdu jî dişibin hev. Çawa ku ya Ozê, herî dawî wê li mala wê vedigerîne. Ya Wild at Heartê jî, herî dawî, Sailor li mala wî, jina wî, kurê wî vedigerîne.

Ecêb e, cazûya xirab tenê li ber çavê Lulayê xuya dibe. Ev cazû hêmaya dêya wê ye. Di pêyê dêya wê de jî cotek pêlavê cazûyan heye. Dêya wê her têkilî karê wê dibe. Pêşî mêrê xwe ji meydanê rakir. Niha dora destgirtiyê qîza wê ye.

Lula hezkiriya Sailor e. Her du jî hin rastiyan ji hev vedişêrin, lê li ser hev jî dimirin. Ew jî gava her wekî Dorothy û hevalên xwe didin ser rêya şerît-zer, gava didin ser rêyekê, em dibin şahidê hin rastiyên veşartî.

Dorothy û hevalên xwe
Lula di sêzdeh saliya xwe de rastî tecawiza apê xwe tê. Ev dibe girêkek di hişê wê de û her carê dîmenê wê yê wî wextî tê ser ekranê. Sailor şoforiya Santos kiriye ku qatilê bavê Lulayê û ew jî paşê hîn dibe. Santos li ser gotina dêya Lulayê, dixwaze Sailor bikuje.

Lula bi arezûya bavî ji Sailor hez dike. Jê re dibêje, “tu bavê min tînî bîra min.” Dêya Lulayê bi alîkariya Santos mêrê xwe dişewitîne lê belav dikin ku wî xwe şewitandiye. Niha dixwaze Sailor bikuje ji holê rake. Dêya wê arezûya qîza xwe qebûl nake. Dê cazûyek e, ne girêdayî kesekî dibe, ne dihêle qîza wê girêdayî kesekî bibe.

Sor. Agir. Di fîlm de ev her du pir eşkere ne. Piştî her pevşabûnê, ji nêz ve tûtina cixareyeke pêketî û ojeya sor ya destê Lulayê xuya dike. Di dîmenên ewil de agirekî gur bi derekê dikeve, dû re em fam dikin ev agirê şewitîna bavê Lulayê ye. Erebeyek qeza dike û agir pê dikeve. Dêya Lulayê piştî ji kirineke xwe poşman dibe û ji derewa xwe şerm dike, rûyê xwe bi rûja sor, boyax dike.

Her tim çakêtekî bi çermê maran li Sailor e. Paşê em fam dikin ku ev çakêt sembola takekesiya wî û azadiya wî ya takekesî ye. Ev çakêt di heman demê de sembola evîna wî ye jî. Evîneke pak û dilsoz.

Sailor ji Lula re "Love Me Tender" distre
Di fîlm de her tim behsa stranekê tê kirin: Love Me Tender. Ya Elvis Presley. Herî dawî, piştî ku hin kes li Sailor didin û cazûya başiyê tê ber serê wî û jê re qala destgirtiya wî dike, ew bi bazdan, di ser erebeyan re xwe çeng dike, diçe ser erebeya Lulayê, wê hembêz dike û jê re dibêje: Love me tender, love me sweet, never let me go.

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: