Kuştina Ahmed Arif, Daliqîna küçük İskender û Întihala Rênas Jiyan
Ahmed Arif - küçük İskender - Rênas Jiyan |
***Di nivîsa
xwe ya borî de min behsa arezûya kuştina Ahmed Arif a ji aliyê Arjen Arî ve kiribû
û min ev arezû di nav çarçoveya Endîşeya Tesîrgirtinê ya Harold Bloom û
“Dostoyevskî û Qetla Bavî” ya Sigmund Freud de nirxandibû. Di vê nivîsê de jî,
ez ê cardî behsa arezûya kuştina Ahmed Arif bikim lê vê carê jî ji aliyê Rênas
Jiyan ve ku di vê mijarê de nivîseke wî ya bi navê “Dema Kuştina Ahmed Arif’î Hatiye
Yan Na?” (Ji Şevê Re, Belkî, 2008) heye û dû re ez ê risteyeke Ahmed
Arif bidim ku di helbesteke Rênas Jiyan de derbas dibe. Her wiha ez ê çend
risteyên wî û küçük İskender bidim ber hev ku rasterast wek hev in û ez ê nîqaşa
wê bikim gelo ev întihal e yan na. Di ber vê nîqaşê re û piştî vê nîqaşê jî ez
ê hin gotinên li ser kurdî û kurdbûnê ji hevpeyvînên Ahmed Arif bigirim û dawî
li nivîsa xwe bînim.
***Rênas Jiyan
di nivîsa xwe ya navborî de ji ber kurdînenivîsîna Ahmed Arif xwe gelekî aciz
dike. Nivîsa wî bi van gotinan dest pê dike: “Heger Kurd, Ahmed Arif’î weke
helbestkarekî biyanî, ango weke helbestkarekî Ingilîz, an jî weke helbestkarekî
Fransî bixwînin û binirxînin hêja ye ku qedr bibîne; lê heger ‘weke
helbestkarekî Kurd î bi Kurdî nivîsiye’ bê xwendin û ji ber wî qedrî
hestiyên wî di tûran de bên veşartin wê çaxê kuştin heq kiriye; ji ber ku gava
ew neyê kuştin hebûna wî ya çewt Kurdî dikuje.” Li gor Rênas Jiyan
nivîsandina bi zimanê serdestan a ji aliyê nivîskarên bindestan çewt e –ku
Ahmed Arif yek ji wan e-, sedema wê jî wiha diyar dike (ji bo Ahmed Arif): “Ji
ber ku ew helbestkar bû û ji ber ku helbest jî tiştekî muhalîf bû divê li
hemberî desthilatdariyê derketa û bi kurdî binivîsiya.” Rênas Jiyan, Ahmed
Arif û Cegerxwîn û Celadet Bedirxan jî dide ber hev û diyar dike ku nexwe çima
Ahmed Arif jî wekî wan bi kurdî nenivîsî. Rênas Jiyan di gotinên xwe yên dawî
de jî sedema kuştina Ahmed Arif bi vî awayî rave dike: “Le ji ber ku her
helbest “kuştinek” e û ancax helbestkarekî lîrîk ê weke A. Arif’î dikare
“kuştin”ê heq bike divê ew bê kuştin, an na peyvên ku ji bo bêtesîrkirina wî
yên weke, “xesandin”, “kesixandin” û “qurmiçandin”ê jî dikarîbûn bihatina
bikaranîn.”
***Rênas Jiyan
ger bizaniya tenê dêya Ahmed Arif kurd e lê bavê wî ne kurd e, ev nivîs jî dê
nehata nivîsandin ku biryarên wî li ser îddiayên bêbingeh hatine danîn. Ahmed
Arif di hevpeyvîna xwe de ya bi Refik Durbaş re (Ahmed Arif Anlatıyor,
Cem, 1990) bi hûrgilî behsa malbata xwe dike û di ti cihekî de jî xwe tenê wek
kurdekî, tirkekî an jî erebekî hesêb nake. Lê Ahmed Arif çima pirranî li nav
kurdan tenê wek kurdekî hatiye naskirin, hêjayî lêkolînê ye û bi xêra vê
hevpeyvîna wî ya dirêj meriv dikare bigihîje hin sedeman.
***Refik Durbaş
gava ji Ahmed Arif dixwaze behsa diya xwe bike, Arif dibêje: “Dêya min,
xanima sêyem a bavê min, yanî dêya min a heq kurd bû.” Lê gava Durbaş ji
Arif dixwaze behsa bavê xwe bike, yekser dibêje: “Bavê min ne kurd bû.”
Ecêb e, Ahmed Arif nabêje bavê min tirk bû, yan jî ereb bû yan jî ji miletekî
dî, lê weke ku kesekî jê re gotibe bavê te kurd e lê ew jî li dij derkeve û
bêje na, bavê min ne kurd e. Ji bo çi gelo? Li gor min wê çaxê jî, wekî îro,
kurdbûna wî (ya bavê wî) li pêş bû û ji gelek kesan we ye bavê wî jî kurd bû.
Ahmed Arif nijada bavê xwe nabêje lê li gor ku Selîm Temo di nivîsa xwe ya “Bir Cemal, bir Ahmed, iki Üsküdar” a GazeteDuvarê de diyar kiriye, “Ahmed melezê kurd-tirkmen e”, nexwe em dikarin bêjin bavê wî
tirkmen e.
***Ahmed Arif
paşê kurmancî hîn dibe, hem zazakî. Di hevpeyvîna xwe de qal dike ku ereb wî ji
xwe dihesibînin, kurmanc jixwe, zaza jixwe, tirk jixwe. Lê ji hemû aliyan
bêtir, wekî kurmancekî li pêş e. Lê gava Refik Durbaş jê dipirse “lê ger em
bêjin helbesta kurdî…” Ahmed Arif yekser dibêjiyê: “Ben onu da hiç bilmem
ayrıca.” (Tew ez wê jî qet nizanim.) Dikim nakim baweriya min bi vê gotinê
nayê, kesekî ku li helbesta kurdî guhdarî nekiribe, nexwendibe, çawa kariye
helbestên wiha kurdane binivîse? Belkî sebebek hebe, lê çi?
***Xuya ye
Ahmed Arif di dema xwe de jî gelek rexne lê bûye çima ku bi kurdî nanivîse. Em
vê aciziya wî di hevpeyvîna wî de dibînin gava dibêje: “Carinan li salanon,
li stadyûman dev diavêjin min gava helbestan dixwînim, wek bi kurdî bixwîne. Ev
tew jixwe tiştekî beredayî ye. Însanek nikare di du zimanan de binivîse. Hezkî
(dixwazî) bila ew însan bîst zimanan jî bizane, wek zimanê xwe yê dayikê
bizane, lê dîsa jî zimanê ku pê binivîse yek tenê ye. Çimkî helbest tenê bi
zimanekî tê nivîsîn. Û ji zimanê pê hatî nivîsîn pê ve li ti zimanekî din jî
nayê wergerandin.” Gelek caran meraq dikim, gelo ew ên ku li salon û
stadyûman dev diavêjin Ahmed Arif kî ne ji ber nexwendina wî ya kurdî? Belkî
xwendevanên kurdî bin, belkî helbestvanên kurd bin, sûretê Arjen Arî li wan
salonan tê ber rûyê min, li kêlekê ciwanek heye, çiqasî dişibe Rênas Jiyan,
nizanim.
***Ahmed Arif
tekane helbestkarê tirkî ye ku di dema xwe de ji gelek helbestkarên kurd jî
bêtir tesîr li helbesta kurdî kiriye. Helbestên wî hê çap nebûyî, werdigerin
ser kurmancî û zazakî. Em vê rewşê di hevpeyvîna wî ya sala 1970yan de hîn
dibin ku Veysel Öngören pê re peyiviye (“Ahmed Arif’le Bir Konuşma”, Ankara
Birliği Dergisi, 1970). Ahmed Arif vê rewşê wisa rave dike: “Hin helbestên
min berî ku kitêba min çap bibe li kurdî (qesta wî kurmancî ye –i.e.) û
zazakî hatin wergerandin û li ser destan heta gundan belav bûn. Loma mêrxasên
me ez hestiyar kirim yên ji ber vî û wî sebebî li çiyayan bi qaçaxî digeriyan û
“Sî û Sê Gulle”yekê û “Loriya Adîloş Bebî”yekê jî dixistin ber çek û rextên
xwe.” Helbestkarên kurd çima dixwazin Ahmed Arifekî ku ewqas tesîr li wan,
kurdan û edebiyata kurdî kirî bikujin? Ev çawa ku daxwazeke nelirê ye, her wiha
hewla wê jî bêfeyde ye. Lew Ahmed Arif serê pêşî tesîr li wan, li helbesta wan kiriye.
Ahmed Arif dê neyê kuştin, çimkî helbestên edebiyata kurdî yên di tesîra wî de
li meydanê ne.
***Piştî ku min
nivîsa xwe ya “Arjen Arî û Kuştina Ahmed Arif” li ser hesabê xwe yê facebookê
parve kiribû, Mihemed Ronahî peyameke dirêj li bin parvekirinê nivîsîbû û ji
ber ku peyama wî bi bi mijarê re eleqedar e, dixwazim çend hevokên wî kopî vir
bikim: “Bila tu kes xwe virde wêde ba nede ew helbestvanê bakurî yê ku tesîr
ji Ehmed Arif negirtibe tune ye helbet û ev tiştekî gelek normal e jî. … Tu
bawer bikî Seyda Arjen jî Rênas jî û hemû helbestvanên kurd jî li hember Ehmed
Arif kompleksa oidipusê de ne. Li aliyekî hez û heyraniyeke mezin heye li aliyê
din jî kerb û hêrseke kûr.” Mihemed Ronahî tespîteke rast dike gava dibêje Rênas Jiyan jî ketiye bin tesîra
Ahmed Arif û behsa kompleksê dike. Wek di nivîsa xwe ya navborî de jî me behs
kiribû, li gor “Qetla Bavî” ya Freud, tirsa kur a xesandinê ji aliyê bavê xwe
heye. Ji nivîsa Rênas Jiyan jî em fam dikin ku Ahmed Arif ji ber ku helbestkar
(em bêjin bav) e, ew kuştinê heq dike, an na li gor wî, ji bo bêtesîrkirina wî
xesandin jî dikaribû bihata bikaranîn ku xesandin –li gor Freud- ne tirsa bav
lê ya kur bi xwe ye.
***Di 1943yan
de li Qerqeliya Wanê bi fermana generalê dewleta tirk 33 kurd bi gulleyan tên
qetilkirin. Ahmed Arif li ser vê qetlîamê helbesta xwe ya navdar 33 Gulle (Otuzüç
Kurşun) dinivîse. Di 2011an de vê carê li Robozika Qilebanê, 34 kurd ji aliyê
hêzên dewleta tirk ve bi bombeyan tên qetilkirin. Rênas Jiyan li ser vê
qetlîamê helbesteke bi navê “34 Gulle” dinivîse. Ji bo Ahmed Arif 33 Gulle
hêmayek e. 33 însan bi gulleyan hatine qetilkirin. Her gulleyek însanekî
qetilbûyî temsîl dike. Rênas Jiyan di navdayîna xwe ya helbestê de seranser di
bin tesîra navê 33 Gulle de maye. Ewqasî di bin tesîra vî navî û vê helbesta
Ahmed Arif de maye ku, li şûna ku navê helbestê bibe “34 Bombe” navê wê dibe
“34 Gulle”. 34 Gulle jî hêmayek e, her guleyek însanekî qetilbûyî temsîl dike.
Çend risteyan meriv bi vî awayî dikare bide ber hev ku tesîra Ahmed Arif tê de
eşkere ye:
“Otuzüç
kurşunlu yürek
Otuzüç kan
pınarı” (Ahmed Arif, “Otuzüç Kurşun”)
(Dilê bi sî
û sê gulleyan
Sî û sê
kanî-xwîn)
“Lê tu wan li
ser xwe dikî 34 gulle” (Rênas
Jiyan, “34 Gulle”)
“Kirvem,
hallarımı aynı böyle yaz
Rivayet sanılır
belki
Gül memeler
değil
Domdom kurşunu
Paramparça
ağzımdaki” (Ahmed Arif, “Otuzüç Kurşun)
(Kirîvo, eynî
wisa binivîse halê min
Dê bêjin qey
riwayet e belkî
Ne çiçikên
gulgûn in
Gulleya domdomî
ye
Ya devê min de
hûrhêrayî)
“ji bo Xwedê (me) ji bîr neke
her çi li ser kuştina
me bêjin derew e
rastî ew e;
wê rojê, li ser
wê berfê, çêbibû ji xwîna me
şilope” (Rênas Jiyan, “34 Gulle”)
***Rênas Jiyan
ne ku tenê ketiye bin tesîra Ahmed Arif, bi vê tesîrê re risteyeke Ahmed Arif a
wergerandî bê ku bê destnîşankirin û diyarkirin, weke ku ya wî be di helbesta
wî de cihê xwe girtiye. Risteya Ahmed Arif a helbesta “Hani Kurşun Sıksan
Geçmez Geceden” tevî wergera min a rasterast û risteya wek hev a Rênas Jiyan a
helbesta “Qesîdeya Qedexe” li jêr e:
“Asıl, [bizim
aramızda güzeldir hasret]” (A rast, [di navbera me de bedew e bêrî])
(Ahmed Arif, Hasretinden
Prangalar Eskittim, çapa yakem di 1968an de bûye)
“Ji lewre [bêrî
di navbera min û te de bedew e]”
(Rênas Jiyan, Janya,
çapa yekem: 1999an de bûye)
Di ferhenga
tirkî-kurdî ya Zana Farqînî (2000, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê) de, ji bo
kurdiya “hasret”a tirkî peyva ewil “bêrî” ye. Her wiha “xweşik, spehî hwd.” jî
hevwateyên “bedew”ê ne.
***Lal Laleş di
sala 2003yan de bijarteyek ji helbestên kuçuk Îskender ji tirkî werdigerîne
Kurmancî. Lal Laleş di nîşeya xwe de spasî ji bo keda Rênas Jiyan, Rodî Zerya û
Kejo Bajar dike. Lê mesele ne ev spasî ye, mesele ew e ku Rênas Jiyan piştî
çendîn salan hin risteyên Kuçuk Îskender ên helbesteke vê wergerê rasterast
kopî dike û ev helbest dibe yek ji navdartirîn helbesta Rênas Jiyan. Tişta ecêb
ew e ku Rênas Jiyan nakeve bin tesîra orjînala helbestê lê dikeve bin tesîra
wergera helbestê ji ber ku risteyên kopî kirî bi wergerê re wekî hev in. Kerem
bikin ew risteyên kuçuk Îskender ên helbesta “înfaza her helbestkarî bi pênûsgirtina
wî tê nivîsandin!” bi wergera Lal Laleş û ew risteyên Rênas Jiyan kopîkirî di
helbesta wî ya “Berî Hûn Min Daliqînin” de.
“[Berî hûn min
daliqînin], çivîkên ku ez bi wan nizanim [ji min re vebêjin]
[wan] ji min re
vebêjin, [wan çivîkên] nalivin û çavmizur
perikên wan
bibixwûr..Perpitandinên baskêgir ên qedexebûyî
[û heger hewce
be] min fêrî firînê [bikin]
an jî mirina bi
rûmet mîna çivîkên difirin..”
“[berî hûn min
daliqînin]
çivîkên ez bi
wan nizanim, [ji min re vebêjin!] [Wan vebêjin ji min re]
[bi dû re], ger
hûn bixwazin daliqînin min çil carî bi ser hev de
[bereta min
bavêjin tazitiya bîreke tarî!.”]
(kuçuk
Îskender, Barûdî, Pirtûkxaneya Piyayê, 2003, Werger: Lal Laleş)
“[berî hûn min
daliqînin]
[ji min re qala]
genimên spehî [bikin]
[ew genimên ku]
qedera serê min û wan yek in
[ew genimên ku]
ji kerba min wê bi stûyên xwe devê tirpanan jê bikin
[berî hûn min
daliqînin]
[ji min re qala]
mêraniya serhildana genimên serjêkirî [bikin!...]
[û heger
gulleyên we pirr bin] cercûreke sax li ser hev [berdin!”]
“[piştî we ez
daliqandim]
[bi şehweteke
mezin tecawizî meytê min bikin]
serfiraziya xwe
ya nemir bi şerabê
û [bi goştê
meytê min î biraştî pîroz bikin!]
ez jehr im!
[piştî ku we ez
xwarim]
[li hespên xwe
yên hesinî siwar bibin û
bicehemin!...”]
(Rênas Jiyan, Diêşiya,
Belkî, 2013)
Di helbesta
“Berî Hûn Min Daliqînin” de pênc caran “berî hûn min daliqînin” tê dubarekirin.
Min hem “berî hûn min daliqînin” û hem jî gotinên din yên nêz û li gor heman
mantiqa ristesaziyê di nav kevaneka çargoşe de destnîşan kirin ji bo ku bi
rihetî meriv karibe bide ber hev. Ecêb e lê bêyî ku herfek yan jî peyvek
biguhere, “berî hûn min daliqînin eyn wekî wergerê dubare dibe. Hûn dikarin
orjînala helbestê li vir bixwînin: Her Şairin İnfazı Kalem Tutmasıyla Yazılır.
***Întihal ew
tişt e ku meriv berhemekê wek ya xwe destnîşan bike, çavkaniyê nede, destnîşan
û diyar neke ku ev îqtibas an jî tesîrgirtin e. Di helbestê de helbestvan
pirranî gava risteyan ji helbestkarekî din werdigirin, yan di nav dunikê de yan
jî îtalîk dikin da ku rê li ber întihalê venebe û bê zanîn ku ew îqtibas û
tesîr e. Di întihalê de carna beşek yan jî temamê berhemê tê kopîkirin û ev kopîkirin
carna rasterast wek hev dimîne û carna jî bi hin guhertoyên biçûk tên
guherandin. Ne tenê di edebiyata kurdî de, lê hema hema di hemû edebiyatên
dinyayê de întihal ewqasî berbelav bûye ku gelek edebiyatvanên navdar jî tev li
întihalê bûne û bi întihalê hatine sûcdarkirin. Di vê lînkê de çendek ji wan
kesên navdar hene ku întihal kirine û bi întihalê hatine sûcdarkirin: Întihal. Lê nîqaşa ka întihal e an tesîrgirtin e her berdewam e û gelek kesên naxwazin
întihalê qebûl bikin vê wergirtinê wekî tesîrgirtinê bi nav dikin û xwe ji nav
meseleyê derdixin.
***Ya ku Rênas
Jiyan di van çend risteyên navborî de kiriye întihal e, çimkî:
-Rênas Jiyan riste
ne di nav dunikan de û ne jî wekî îtalîk nivîsîne.
-Tu bîrxistkek
tune ye ku xwendevan bizane ev îqtibas an jî tesîrgirtin e û ji filan
nivîskaran hatiye kirin.
-Rênas Jiyan
risteyekê herfiyen wekî xwe kopî kiriye (“Berî hûn min daliqînin”).
-Rênas Jiyan
risteyekê bi guhertoyeke biçûk wekî xwe kopî kiriye (“bêrî di navbera min û te
de bedew e”)
-Rênas Jiyan
hin risteyan rasterast li gor mantiqa ristesaziya kopîkirî nivîsiye (“ji min re
qala…bikin”, “ew genimên ku”, yên din.)
***Navê Rênas
Jiyan berê jî tev li mijara kopyayê bûbû û di 2015an de ji hêla Weşanxaneya
Nûbiharê ve bi kopîkirina xebatên li ser Feqiyê Teyran, Melayê Bateyî û Melayê
Cizîrî hatibû sûcdarkirin. Li gor vê nûçeya Rûdawê, gava meriv wêneyên berhem û xebatan dide ber hev, bi eşkerayî xuya dibe ku
Rênas Jiyan serî li rêya kopîkirinê daye.
***Ahmed Arif
her bi helbesta xwe ya Rustemo di bîra min de maye. Yekem navê helbesta Ahmed
Arif ku ji çaxê zarokatiyê ve di bîra min de maye, Rustemo ye. Tê bîra min ku
min ev helbest gişî bi destnivîsa xwe derbasî deftera xwe ya muzîkê kiribû. Ji
min we bû ku ew helbest kurdî ye, ji ber ku nav bi xwe bi kurdî bû. Piştî gelek
salan gava min çîroka wê helbestê ji devê Ahmed Arif xwend, careke din ew
helbest hat bîra min. Ahmed Arif di hevpeyvîna xwe de (Ahmed Arif Anlatıyor)
qal dike ku wî ev helbest cara pêşîn ne bi navê “Rüstemo” lê bi navê “Rüstem”
ji kovarê re şandiye, yanî bê “o”. Ji
ber ku dizane ger “o”yê lê zêde bike, dê neyê weşandin. Bila ev jî bîranîna
ewil û dawî ya ji Ahmed Arif ji bo min mayî be û bila ev rêzenivîs jî bibe
wesîle ku em heqê Ahmed Arif cardî lê vegerînin yê ku me ji ber nenivîsandina
wî ya bi kurdî jê stendibû.
***
Ev çi kuştinheziya Ehmed Arif e bi vana xweş hatiye, heke ev ne bêînsafî ye, çima kurd rojekê nabejin Aram Tigran û Xerapetê Xaço ne kurd in çima ewqas bi kurdî qîrîyane û girîyane, Ehmed Arif jî camêro zimanê ku pê zanibûye nivîsandî ye .Meriv xwe bi kîjan zimanî rehet hîs bike meriv bi wî zimanî dê binivîse. Divê em dev ji vê kompleksê berdin.
YanıtlaSilSiheta te xweş be
YanıtlaSildivê em wî mijarî di çarçoveya "navdeqi"yê de jî binirxînin paşê em dikarin bêjin gelo navdeqî ye an intihal e
YanıtlaSilI.
YanıtlaSilMin nivîsa navborî careke din xwend. Di nivîsê de berê rexneyê ne li A. Arif e, li me ye. Li “me”yên ku li ser navê Kurd-Kurdî ala A. Arif li ba dikin; ku di nivîsê de A. Arif sembolek e. Dibû ku ev nav Yaşar Kemal, Hicri İzgören û hrw. jî buya. Ev pasaj ji nivîsê ye:
“Yekî weke Cegerxwîn’î an jî yekî weke Celadet’î sekinîbe û mirov rabûbe li ser navê Kurdî peykerên A. Arif’î li bajarekî Kurdan daçikandibe û navê wî li parq an jî li kolanan kiribe û li ser navê wî mîhrîcan û resepsiyon li dar xistibe;(…)”
Gava ku mirov bi tevahî li nivîsê binêre, mirovê bibîne ku derd ne ew e ku çima A. Arif an jî yekî din bi Kurdî nenivîsiye; derd ew e ku çima em li ser navê Kurdî yekî tirkînûs derdixin pêş. Ev pasaj jî ji nivîsê ye:
“Divê mirov ji tercîha bikaranîna zimanê her nivîskarî/ê re hurmetkar be, heger ew kes bindest be û zimanê wî/wê di qirrkirinê re derbas bibe û ew zimanê serdestên xwe tercîh bike jî. Ji ber ku li gel hertiştî jî ew “edebiyat”ekê dike û “kesayeteke edebî” hurmetekê heq dike, lê “hezkirinê” na, tew weke destmala serê govendê ya libakirî, tucarî!”
( Di wê nivîsa Selîm Temo de ev tişt jî derbas dibe: “Ahmed Türkmen-Kürt melezidir. Kurmancî de bilir Kirmanckî de. Kendini Kürt ve Kürdistanî sayar.”/ Ahmed melezekî Turkmen-Kurd e. Bi Kurmancî jî zane bi Kirmanckî jî. Xwe Kurd û Kurdistanî dihesibîne.)
II.
Di meseleya “întîhal”ê de jî hukim giran e. Ji ber ku dilê mirov û diziyê hebe, wê mirov ji nivîskarekî xewle, nenas, rê pênakeve diziyê bike. “küçük iskender” di helbesta Tirkî de navekî populer û pirr tê xwendin e. Û Kurdên bakur jî wî baş nas dikin. Diziya ji yekî navdar, diziya ro li nîvro ye û tu diz ne ewqasî bêhiş in. Jixwe ev mesele (întîhal, bandor, navdeqî) tevlihev e, lê te mesele li gorî a dilê xwe hûnaye û girêdaye. Mirov qala “bandor”ê bike wê bi îsabettir be. Ku bandor gellek caran “bêhemdî” ye, mirov hay ji xwe çê nabe. Ev rêzik ji nivîsa te ye:
“Go, ez biçim kû jî cardî li vî çiyayî vedigerim,” HÛRÇÎROKLO / 9-13
Ku “çiya” û “bajar” cî biguhere a ji te re “Kavafis” û “întîhal”. Ez dibêm qey, te “îtalîk” jî nekiriye.
Nîşe: Di wêjeya me de ez li ku polemîkeke bi vî rengî dibînim, ez wek xwînerekî Kurdî, sermestekî çêj û ruhê Kurmancî, ez zehf xemgîn dibim. Divê nivîskarên me enerjiya xwe ne ji bo “devjenî”yan, lê ji bo berhemên orîjînal, biqalîte xerc bikin. Di edebiyata Tirkî de ji Yahya Kemal bigirin heta Nazım Hikmet; ji Necip Fazıl bigirin heta Cemal Sureya gelek helbestkar bi întîhalê hatine sûcdarkirin. Îro hemû Tirk van helbastkaran nas dikin, dixwînin, xatirekî wan heye; lê kes wan dedektîfan nas nake an jî wan dedektîfan tu tişt li dû xwe nehiştiye.
Gavek berî ya din meriv dev ji murîdîyê berde dê ji her tiştî çêtir û bixêrtir be ji bo me tevan.
SilWekî din jî tesîr dîrekt kopî ne yek tişt in, destnîsankirina vî tiştî jî tu eleqata xwe bi reşkirina kesan ve tune ye. Tiştek heye, ji mafê te ye ku: tu destnîşan bikî, yan jî tu xwe li korîyê daynî.
Ji bo Înanolo û şîroveya Lokman Kocan supas.
Ez dibêjim qey zikêşiyeke te heye li gel rênas?!!!
YanıtlaSil