14. Kakushi-toride no san-akunin (1958): Çend Fragmanên Jixwerazî

Aralık 05, 2018 , 0 Şirove



Fîlmekî serdemî yê Kurosawa. Bêwateyiya şer. Klanên qira hev tînin. Çîroka Akizuki û Yamanayan. Safiktiya gundiyan. Mizawiriya gundiyan. Arezûya diziyê. Sedaqet.

Rokurota: Aqilê ku hemû pirs û girêkan ji hev dike, wêrekiya dilê dijminan xweş dike. Yuki: Esaleta rabûyî pêdarê, axaftina hişk ya di dilekî nerm de, bedewiya xwe di şikefta xwe de veşartî. Tadokoro: Fedî milkê namûsê ye, mêraniya ketî li deriyê dostaniyê vedibe. Tahei û Matashichi: Ewil can, dû re pere, pere tune be => dostanî, pere hebe => rev û îxanet, lê paqijî, xirabiya ku bi dest jî nakeve, başiya ji mecbûrî.

Mîzah => ji ber serhildana mirinê çûna ber barê êzingan => govenda li dor agirê zêran => xayintî jî zik têr nake. Aqûbet => kurmî => pûç => vala. Şans => gunehê miriyan => qula mozan => çavê ne li deriyan. Fîlm => çarçoveya li dû karakteran => karakterên li dû heqîqeta xwe => heqîqeta li dû derewê.



inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: