15. Yojimbo (1961): Devê Sîleha Mor jî Nizane

Aralık 06, 2018 , 0 Şirove


Kurosawa ji yakuzayan jî, ji mafyayan jî, ji pêxwasan jî, qatilan jî, taciran jî, dizekan jî hez nake.

Ev fîlm her çiqas bişibe fîlmên western jî û wekî westerna japonan xuya bike jî, ewqasî jî dûrî wê ye û belkî jî ev parodiya fîlmên western e.

Hesp tune, şewqe tune, sîleha di ber kemberê de tune. Na sîlehek heye, ew jî herî dawî serê xwediyê xwe dixwe.


Qesebeyeke ins û cinsan jê bar kirî, Xwedê lê xistî, li bin guhê hev ketî. Bêdeng, her kes di kozika xwe de, her kes mîrê mala xwe.

Her kes xwe li mêraniyê datîne gava meydan vala ye, her kes têra xwe tirsonek e gava li meydanê ye. Her kes pir saf û kawik e bi qasî mizawiriya xwe.

Di qumarê de jina xwe ji dest da mêrik. Di şer de ji bo dêya xwe giriya lawik. Di fedakariyê de jin û mêrik û lawik azad kirin samûray.

Kûçik jî destê xwediyê xwe jê dikin. Rêya wan vekirî ye. Samûray jî wekî kûçikan in li ber çavê şêniyan. Xwîn xwînê nas dike.

Zû dixapin yên doza desthilatê dikin. Zû dikevin qirika hev. Zû qira hev tînin. Zû dimirin li ser rêyeke ber bi selebê ve.

Şerê komîk. Xwelibakirina beyteşe. Rimbaziya bi derewan. Awirên zivirok. Qîrînên bê hed-hesab. Halanên revok.

Serdema Tokugawa xilas bûye. 1867. Sergio Leone vî fîlmî dibîne. Per un pugno di dollari. 1964. Kî dike kî dixwe?



inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: