16. Tengoku to Jigoku (1963): Berçavka Xumamî û Xewa Herimî
Çavikên
berçavka min dîtina min xumamî dikin. Paqij dikim lê ew tebeqeya tenik ji ser
ranabe. Tê bêjî qey vazelîn tê dane. Sibehê ya baş çavikan sabûn bikim, yan na
ew xumamî jê naçe.
Kurosawa
vê carê berê me dide mijareke din, helal be jê re, camêr heta jê tê, mijara xwe
dubare nake û her carê berê kamerayê dide şop û deverine dîtir. Niha qal dike:
Revandina zarokan, xwestina fîdyeyê. Îcarê zarokê revandî ne zarokê me be lê em
dîsa ji bo wî fîdyeyê bidin?
Kesî
heta niha ez nerevandim. Niza’ tiştekî çawa ye? Ez jî ji fîlman temaşe dikim.
Li gor ku min ji vî fîlmî temaşe kir, tê bêjî qey ne xema zarokan e, çi dibe tê
serê malbata wan. Dixwazim ji wî zarokî re bêjim: Ûlan patronê we 30 milyon yen
da ji bo ku te xilas bike. Ya min zalimî ye, dizanim, dinyayeke zarokan jî
heye, ji ya me mezintir.
Fîdyexwazê
me doktorek e bi qasî min fam kir, yan jî kesek e ku li nexweşxaneyê dixebite.
Nêrîna çîna jêrîn gelek caran li çîna jorîn bi awayê heyfhilanînê ye. Kes qebûl
nake ku hin kes bi kar, qilafet û zekaya xwe di ser wan re bin.
Fîdyexwaz
herî dawî gava tê girtin û wî dibin îdamê, gazî Gondoyê mexdûr dikin yê ku 30
milyon yen fîdye dabû fîdyexwaz ji bo kurê şoforê wî berdin. Fîdyexwazê me qal
dike ku mala wî zivistanê pir sar e û havînê pir germ e lê ji ber ku mala
Gondoyê me wekî li cinetê xweş û li jor e, ev bes e ku jê nefret bike. Tu
derdekî wî bi Gondo re tune ye, ew tenê dixwaze bibîne ka kesekî herî li jor
çawa dikare bikeve herî jêr û têk biçe. Zewqa têkçûna însanên dîtir.
Fîlmekî
dedektîfî. Beşa ewil hema bêje tek li salonekê derbas dibe û bi meraq li wan
guhdar dikin û hewl didin bertekên wan hîn bibin. Beşa duyem li odeya
dedektîfan derbas dibe û bi awayekî zîrekane hewl didin vê revandinê û pê re
kuştinê ji hev safî bikin û fîdyexwaz zevt bikin. Pevxistinên ji meydana xebatê
û “bulgu”yên li odeya dedektîfan pêşkêş bûyî nehiştin di xew re herim.
Kes
heye ji mirinê netirse? Ji sêdarê? Destê kê nalerize? Aha ev xwedêgiravî jîrikê
me yê fîdyexwaz berî îdama xwe ji Gondo re dibêje ew kes im. Kûpê viran. Yanî
çi? Yanî dibêje min gazî te kir ku tu bibînî ez hîn li ser xwe me, ez nagirîm,
ez li ber te nagerim, bexşandinê naxwazim, çavê min vekirî, eniya min bilind e.
Ûlan dev ji van artîstiyan berde. Em dê çend kêlîkên din bibînin destê te
dilerizin, girêk dikevin qirika te, destên xwe li têlan dixî, serê xwe dixî nav
destên xwe, diqîrî, digazî… Ev bes e ku em bizanin piçek însaniyet di dilê
însanan de heye, tevî hemû xirabiyan, tevî ku ev însaniyet ji bo “xwe” ye jî.
Her wekî ku Gondo dibêje, çi hewce dike em ji hev nefret bikin. Ew hîsa nefreta
herî bilind çawa ye, carna meraq dikim.
Gondo
yanî Toshiro Mifune. Lîstikvanê herî berbiçav yê fîlmên Kurosawa. Camêr bi
dengê xwe, bi qilafetê xwe, bi nêrîn û tevgerên xwe, dilê me xweş çavê me têr
dike. Vê carê ji qada şer dadigere û bilind dibe qesreke li qatê ewran. Ew
karsazek e êdî, di nav cil û bergên xwe yên bihagiran de. Porê wî kurt û şayîk,
û simbêlê wî zirav e.
Vê
nîvê şevê min ev sêva dawî nexwara baştir dibû. Meriv pê diêşe. Em miameleya
dewaran li laşê xwe dikin. Yanî tu çima derengê şevê meyweyan dixwî, fam nakim.
Heq e piştî saet dehan xwarinê li xwe qedexe bikim. Heq e piştî saet dehan
hişyarbûnê jî li xwe qedexe bikim. Derd derdê Gondo ye, lê em xewê li xwe
diherimînin.
0 yorum: