17. Dodes’ka-den (1970): Jehra Rengan

Aralık 08, 2018 , 0 Şirove



Yekem fîlmê rengîn yê Kurosawa. Ev fîlm ji aliyê rexnegir û produktoran ve qet nayê ecibandin û wekî fîlmên din yên Kurosawa deng venade. Min tu tişt ji vî îşî fam nekir, camêr ji çîrokine biçûk fîlmekî qerase afirandiye lê rexnegirên me ev camêrê me ji dinyayê sar kirine, ketine xulqê wî, bêhna wî teng kirine, psîkolojiya wî têk birine. Kurosawa piştî van bertekan resmen dîn dibe. Ez dibêjim halê wî jî hingê ne kêmî wî kurikî (Rokuchan) bû yê her roj tramvaya xwe ya xeyalî diajot, yan jî wî zilamê han yê di xeyala xwe de maleke mûhteşem ji bo xwe û kurê xwe lê dikir. Qalpaxa serê Kurosawa diavêje gelî guhdarên ezîz! Di 1971ê de ji ber van hemû sedeman, giş ji belaya Dodes’ka-den, teşebisî întixarê dike. Mala Xwedê ava, namire. Ez dixwazim jê re bibêjim: Kuro lawo sawa, te xêr e bavê min? Te kutaye piyaseya sînemayê û hiştiye, te fîlmekî weha henûn û şîrîn çê kiriye, tu hîn çi dixwazî?


Salên 70yî. Kurosawa bîst sal e ditirse destê xwe bide fîlmên rengîn. Hînbûna edetên nû carna ji devjêberdana edetên kevin zehmettir e. Ya Kurosawa jî ew mesele ye, herhal. Bajarvaniya Japonyayê dide çargaviyan, bajar bê ser û ber mezin dibin, dinepixin; endustrî di serê govendê de ye, derdikeve orteyê, xwe dîno mîno dike, em bêsekin wekî manyaxan jê re li çepikan didin, wê derdixin ser qulqulîka xwe, bilind dikin hewayê (bnr. Smaîlê Tivorî). Ev dîmeneke xapînok ya Japonyayê ye, lê dîmeneke din heye ku Kurosawa di vî fîlmî de berê me didiyê.

Em li taxa herî xirab ya bajarê herî xirab yê Japonyayê ne. Ev fîlmekî li gecekonduyan e. Tax wekî karnavalekê ye, her kes bi awayekî ye, her kes di rengekî manyaxiyê de ye, yek kesk e, yek sor e, yek zer e, nîşana zafer e (berê min digot qey ev “zafer” navê mêrikekî ye, me xwe biçiranda jî em ne polîtîk bûn, zarok tu carî nikarin bibin polîtîk). Her kes di nav hev de ye, lê her kes li dinyayeke din e. Însan çawa dikarin ew qasî ji hev cihê bin bi qasî ku wekî hev bin, aqilê min nabire. Labîrenta Cinan ya Hesenê Metê hat bîra min gava min li vî fîlmî temaşe kir. Ev hemû kesên di fîlm de, lîstikvanine vê labîrentê ne û kesên bikevin vê labîrentê, xilasiya wan jê tune ye, hatin çûyîn e, çûyîn hatin, dawî dîsa li destpêkê ye.

Kurikê dîn (Rokuchan) yê ji bo dêya xwe ya dîn ji Bûda dixwaze ku dêya wê baş bibe, her sibeh xwe hazir dike, bi hereketan tramvaya xwe bi rê dixe û weke bayê bezê dibeze, lazim e kes derekeve ser rêya wî, yan na dê di bin tramvaya wî de bipelçiqin, dengekî derdixe ew, ev dengê tramvayê ye: Dodes’ka-den, dodes’ka-den, dodes’ka-den… Mêrikek (Serserî) û kurê wî yê parsek, di erebeyeke xilmet de radizin, her tim ew mêrik di xeyala xwe de (lê ji bo wî rastî ye) maleke bi hewiz çê dike, pêşî derî, dû re avahî, dû re hewiz (bê hewiz nabe), ew her carê rengekî li vê mala xwe dikin û em jî wan rengan dibînin (feydeya dîmenên rengîn li vî fîlmî), lê bi xwarina masiyên mirî jehrî dibe kurê wî, ev jehra rengan e, hewiz jî hazir e kurê min.


Mêrikekî sinhetkar î berbuhêr, pereyên xwe dide dizekekî ji bo ku ew qutiya wî ya kar dane erdê, dibêje tu kengî hatî ez dê pereyan ji bo te berhev bikim. Keçikeke ji bo mêrê xaltiya xwe şev û roj bi bêdengî dixebite, tecawiza wî mêrî ya li wê keçikê, kêrkirina kurikekî alkolfiroş ji aliyê vê keçikê ji ber tirsa wê ya hezkirina bo vî kurikî. Mêrikekî bê lebt û liv bi qasî qurmê darekî, mirî, halmîn, karmendekî kevin. Jina wî ya hatiye lêborîna xwe jê dixwaze, xuya ye wî bi mêrekî re xapandiye. Du karkerên dost î serxweş ku bi kêfxweşî jinên xwe bi hev re diguherin. Komek jinên ku li ber kaniya taxê hûr mûran dişon. Jineke ku hemû zarokên wê pîç in, lê mêrê wê wekî dayika hemû zarokan bi bextewariyeke mezin li wan dinere. Memûrekî kulek ku tîka wî heye û jina wî ya serhişk û qûnmezin. Jineke bedew î şehwetperest ku li pey nêçîra xwe ye.

Em di dinyaya rengan de ne. Jehra rengan. Jehra rengan. Jehra rengan. Jehra rengan. Jehra rengan. Jehra rengan. Jehra rengan. Jehra rengan. Jehra rengan. Jehra rengan. Jehra rengan. Jehra rengan. Jehra rengan. Jehra rengan. Jehra rengan. Jehra rengan. Jehra rengan. Jehra rengan. Jehra rengan. Jehra rengan. Jehra rengan. Jehra rengan. Jehra rengan. Jehra rengan. Jehra rengan.

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: