18. Hachi-gatsu no kyôshikyoku (1991): Meşa Nifşan
Heta
nîviyê fîlm gelek caran çavê min diçû ser hev û xewa min dihat. Axir di nîviyê
din de hatim ser xwe û min temaşe kir.
Kurosawa
heçku di fîlmên xwe yên dawî de bêhtir li rabirdûya xwe vedigere, ev êdî ji
nostaljiyê derdikeve û bêhtir ber bi hesabxwestinê diçe.
Vê
carê bombeya atomê ya ji aliyê Emerîkayê di navendê de ye. 9ê Tebaxa 1945an. Li
Nagasakiyê. Fîlm jî navê xwe ji vir digire.
Em
li çend nifşan rast tên. Nifşên berî bombeya atomê ji dayik bûne. Yên di dema
avêtina bombeyê de ji dayik bûne û yên piştî wê ji dayik bûne.
Nifşê
yekem tu carî wê rojê ji bîr nake. Kane yek ji wan e. Mêrê wê di wê
bombardimanê de miriye. Ew ber bi dawiya emrê xwe wê rojê ji nû ve dijî. Ewr û
firtone wê rojê tînin bîra wê. Gava birûsk lê didin, dibêje qey bombe diteqin û
paçên spî diavêje ser neviyên xwe. Li gor wê gelek kesên bi paçên spî ji wê
bombardimanê xilas bûne. Kane herî dawî radihije sîwana xwe û ber bi 1945an,
ber bi Nagasakiya ciwaniya xwe dimeşe.
Nifşê
duyem her tim dixwazin wê rojê ji bîr bikin. Ew egoîst in, çavbirçî ne û di
xweşiya piştî bombeyan de mezin bûne. Kurê û bûka Kane ji vî nifşî ne. Ew gava
diçin Emerîkayê, zarokên apê xwe dibînin, vê rastiyê vedişêrin. Apê wan gelekî
dewlemend bûye û çavê wan lê ye parekî ji vê dewlemendiyê bigirin. Lê xuya ye
weha difikirin encaq bi jibîrkirina rabirdûyê vê parê bigirin. Ew dêya xwe bi
serhişkiyê û paşverûtiyê tawanbar dikin. Li gor dêya wan ew jî wekî parsekan tevdigerin.
Gava kurê wê dibêje bila zarokên apê wan nizanibin bavê wî di bobardimanê de
miriye, dêya wî dibêje “Hem bombeya atomê diavêjin, hem ji bibîranînê ditirsin.
Lê ez nikarim ji nedîtî ve bêm.”
Nifşê
sêyem neviyên nifşê yekem û zarokên nifşê duyem in. Ew li gor dê û bavên xwe
bêhtir bala xwe didin ser dema bapîr û dapîrên xwe. Lê dikolin. Dixwazin fam
bikin. Her çiqas dûrbûneke têgihiştinî û kulturî di navbera wan û nifşê yekem
de hebe jî, ew ji rabirdûyê bi temamî neveqetiyane û wê veqetîna nifşê duyem
temam dikin. Neviyên Kane destpêkê xwarinên Kane naxwin, ew hînî xwarinên nû
bûne. Ew gelekî ecêb dimînin ku dapîra wan naçe cem birayê xwe yê mezin yê
dewlemend li Emerîkayê. Lê bi demê re ew wê baştir fam dikin, rabirdûya xwe didin
lêpirsînê. Herî dawî gava di wê firtone û baranê de Kane derdikeve û berê xwe
dide cihê wê qewamê, bi dorê neviyên wê li dû baz didin, dû re kurê wê, dû re
bûka wê. Ev rêza temamkirî ye di navbera duh û îro de û cih bi ya berî xwe re guherandiye.
Li
gor Stephen Prince nifşekî din heye ku ew ji wan re dibêje nifşê wenda. Ev nifş
piştî bombardimanê direvin, ji her tiştî, ji xwe û dixwazin ji bîr bikin.
Gelekên wan entegreyî çand û neteweya wî welatî dibin, dibin wekî wan.
Suzujiroyê birayê mezin yê Kane weha ye. Ew diçe Emerîkayê, li wir gelekî
dewlemend dibe. Lê ew êdî kesekî Emerîkî ye ji bo Kane. Birayê wê li ber
sikratê ye û dixwaze xwişka xwe bibîne. Ev mirin tiştekî ecêb e. Xuya ye zihnê
meriv tu carî bi qasî berî mirinê ne fireh e. Belkî jî ev ji bo wan kesan weha
be, yên ku di dema xwe de xwestine ji her tiştî birevin û ji bîr bikin. Kane
gelek caran qebûl nake. Lê herî dawî biryar dide piştî bîranîna 9ê Tebaxê biçe
serdana wî. Lê ew jî wê rojê dimire.
Li
gor agahiyan ev fîlm pir hatiye nîqaşkirin. Li gor gelek rexnegiran ev rexneya
Kurosawa ye li Emerîkayê ku ew ji bo wan derhênerê herî mezin yê Japonyayê ye.
Hin rexnegiran diyar kiriye ku fîlmekî yekalî ye û tê de qala kirinên Japonyayê
nehatiye kirin. Li gor hin rexnegiran jî têra xwe fîlmekî henûn, însanî bûye.
Ev
fîlmê berî yê herî dawî yê Kurosawa ye. Bêguman ji bo min ne yek ji fîlmên wî
yên herî xweş e.
0 yorum: