19. Ran (1985): Dojeha Bavan
Ev
fîlm temam e. Bi dilê min e yanî. Ew deng û rengê Kurosawa di vî fîlmî de xweş
tê bihîstin û dîtin.
Kurosawa
cardî berê xwe dide Shakespeare. Vê carê feyzê ji Kral Lear digire. Di
fîlmekî din de ji Macbethê girtibû. Kumonosu-jo (1957). Hin
lehengên her du fîlman dişibin hev. Mesela Kaedeya jina Taroyê vî fîlmî û jina
Washizuyê Kumonosu-jo bi xisletên xwe wekî hev in. Her du jî kîndar û
fêlbaz in, dikevin hişê mêrê xwe, wan bi gotinan dixapînin, berê wan didin
kuştin û talanê. Hidetora wekî serokê hatî kuştin yê Kumonosu-joyê ye.
Taro wekî Washizu ye, her du jî hatine ser textê serokê xwe.
Kurosawa
çîroka xwe ji sedsala 16an ya Japonyayê digire. Ew ji dîrokê tu carî nikare
biqete xuya ye. Lingekî wî her li dîroka berê ye. Cilûberg jî ji vî aliyî ve
ecêb xuya dikin.
Fîlmekî
li ser xiyanetê. Fîlmekî li ser xwelîseriyê. Li ser poşmaniyê. Li ser dojeh û
bihuştê. Li ser nefret û hezkirinê. Li ser baweriyê. Li ser çavbirçîtiyê. Li
ser wehşetê.
Rabirdû
wekî ku heyfa xwe ji Hidetora distîne. Wî dinya xwar lê dinya jî jê re nema. Bi
xwîn û zorê bû serok, dû re serokatiya xwe da zarokê xwe, lê zarokên wî (ji
bilî Saburo) pehînê lê xistin. Ev jî ji ber Kaede weha bû. Ji ber ku ew bûka
Hidetora ye û Hidetora ev keleh ji bavê wê stendibû û ew qetil kiribû. Herî
dawî serê wê jî tê birîn.
Min
pêşî digot qey Saburo kesekî kîndar û zikreş e. Lê paşê min fam kir ne weha ye.
Saburoyê me li dij derdiket ku bavê wî serokatiya xwe dewrî birayê mezin bike.
Li gor wî bavê wî êdî xurifîbû û nedikarî biryarên rast bide. Wî dizanibû
birayên wî piştî hatina ser tex dê ji ser xwe biçin û pehînê li bavê xwe bixin.
Hidetora Saburo diqewirîne ji warê xwe. Lê herî dawî li ser sînga wî ruh jê
diçe. Saburo jî ji ber wî hatiye kuştin.
Ev
fîlmê dawî yê Kurosawa ye ji bo vê rêzê. Di dorê de fîlmên Kieslowski hene. Ka
em binerin.
0 yorum: